1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. DENGBÊJÎ HESKA NAV BEROŞÊ YE
DENGBÊJÎ HESKA NAV BEROŞÊ YE,dengbêjî,heska,nav,beroşê,ye

DENGBÊJÎ HESKA NAV BEROŞÊ YE

Dengbêj hene bê nav û deng in lê bi qasî dengê xwe hunermend in

A+ A-

 

Dengbêj Remezanê Hênêyî, di sala 1966'an de li gundê Nêrba Axan a girêdayî ser navçeya Hênê ya Amedê hatiye dinê..

 

Zarokatiya wî di nav çand û hunera aşiqî û dengbêjiyê de derbas bûye.

 

Malbata wan ji ber pergala axatiyê ji rojavayê Kurdistanê koçî Amedê kirine.

 

Dengbêj Remezan behsa dîrok û serpêhatiya koça bav û kalên xwe wisa dike..

 

 

"Mezinê me, di serdema xwecihîya gundan de li aliyê rojavayê Kurdistanê bûn e.. 

 

Kalê me yê mezin navê wî Qero bûye. Bi navê Qere Elî, Qere Hus, Qere Meneh û Qere Mihan çar zarokên lawî û bi navê Xecê qîzekî wî hebûne. 

 

Di wê demê de axa û mîrên çar peyayê wan hebûne, zilmê û çavsoriyê li derdora xwe kirine. Li gundê bavkalê me axayekî zilimkar hebûye, ji bilî tehda û zilmê destdirêjiya jin û qîzê gundiyan jî kiriye. Berî xort û qîz bizewicin, dilê wî ji kîja qîz re hebûye berî şeva gerdekê bi bukê re maye û piştre bûk çûye ketiye paşila zava..

 

Di nav eşîreta axa de ev bûye wek çandekî û vê bêahlaqiyê tim hatiye domandin.

 

Rojekî li gund dawetekî çêdibe, axa jî diçe dawetê.. 

 

Wê şevê Xecê ya xuşka bavkalê me dikeve serê govendê û direqise.

 

Xecê, keçikekî navzirav û têr rind û bedew bûye.

 

Axa, çawa çav bi Xecê dixe, çavên wî di serî de dilîzin û belecîqan dike, ji derdora xwe dipirse; Ev qîza kî ye wek kihêlê xwe dihejîne?

Dibêjin; xwişka Qere Hus û Qere Elî ye.

Axa dibêje; divê hûn îşev wê bikin paşila min.. 

 

Mezinên me pê dihesin ku niyeta axê xirab e, li hev dicivin û şêwr û mişêwra xwe dikin.

Dibêjin, an em ê melhefa jina bavêjin serê xwe, an jî bi qaydeyekî li dijî vê helwesta axa em ê planekî bikin û wî bikujin.

 

Qere Hus, xortekî bejinzirav û şimşad bûye. Ji birayên xwe re dibêje; Ez ê, kincê Xecê li xwe bikim û biçim mala axa.

 

 

Ji birayên xwe re dibêje; Heke ez axa bikujim û biserkevim ez ê banga parolayê li we bikim. Dema min parolayê bang kir hûn bizanibin min wî kuştî ye.

 

Parola, Şeva Reş, Roja Reş, Xeca Leheng e..

 

Qere Hus, fistanê Xecê li xwe dike, çîta wê davêje serê xwe û xencera xwe dike ber xwe û diçe mala axa..

 

Axa mêze dike, erê Xecê bi tena serê xwe ye û ji raziya dilê xwe hatiye lingê wî..

 

Bi kêfxweşî û zikmezinî wê pêşwazî dike. Dema dikevin odeyê, Qere Hus xincerê ji bêrika xwe dertîne û li ser dilê wî dixe wî dikuje..

 

Qere Hus, ji malê derdike parolaya, Şeva Reş, Roja Reş, Xeca leheng bang dike û birayên wî xwe bi hewariya wî digînin..

 

Di navbera wan û peyayên axa de şer û pêvçûn derdikeve û birayekî wan li wir tê kuştin.

 

Piştî Qere Hus axa dikuje, ji gund derdikevin têne aliyê Qerejdaxê. Çend rojan di nav şovekî de dimînin û piştre têne Peyasa Amedê li nav gomekî bi cîh dibin.

 

Çend roj û çend şevan li Peyasê derbas nakin pê dihesin bi sedan peyayê axayê zilimkar li dû wan digerin û wan bicih kirine.

 

Şêwra xwe dikin ku ji hevdû biqetin û belav dibin.

 

Qere Elî birayê mezin e, ji birayên xwe re dibêje; "Bi rojê haya me ji me heye, lê bi şev na, xew wekî mirinê ye, divê em li gel hev nemînin, qenebe em ê hinek ji destê wan xilas bibin, nexwe wê zirret ji me nehêlin.."

 

Her sê bira biryar digrin ku ji hevdû biqetin. Qere Meneh, diçe aliyê Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê, Qere Elî û Qere Hus di ser Pîranê de derbasî aliyê herêma Koê Spî dibin..

 

Heft salê Qere Elî û Qere Hus diqede li derdora Çiyayê Spî kes cih nade wan.

 

Diçin li çiyayê Dêrnan pişta Nêrba Axan li mesîlekî ber avê bi cih dibin û çendekî li wir dimînin û çandiniya pîvaz an dikin.

 

Xortên gundê Nêrba Çûlagan diçin ser çem kevir û xiçikan davêjin jin û bûkê wan û hizûra wan xira dikin.

 

Rojekî mêze dikin tefledûmanekî bi ser Nêrbê ketiye wek qiyametê ye, mereq dikin dibêjin, "hela em biçin pirs kin ev çi sosrebate bi serê wan de hatiye."

 

Wê demê axa û begên hêzdar hebûne, yek ji wan jî Çomel Axa bûye.. Qere Elî û Qere Hus diçin Nêrbê cem Çomel axa xwe didin naskirin.

 

Ji Çomel axa re dibêjin; "Xortên Nêrba Çûlagan tên ser avê kevir û xîçikan davêjin qîz û bûkên me, heke tu dikarî ji me re meznatî bike hinek erd û cih bide me.."

 

Axa bi sozê ku jê re peyatî bikin cih dide wan û li Nêrba Axan bi cih dibin..

 

Nêrba Axan wê wextê tenê malekî bûye, ew jî Çomel Axa bûye, Nêrba Çûlagan jî 15 mal bûye.

 

 

Piştî demekî kin, di navbera wan û Nêrba Çûlagan de xusûmetî çêdibe û pêvdiçin.

 

Li ser vê pêvçûnê sînorê Nêrba Axan û Nêrba Çûlagan ji hev tê qetandin.

 

Di navbera herdû gundan de çalekî kûr dikolin û xezalekî ciwanî dikin çalê û kevirekî mezin didin ser û sînorê xwe nîşan dikin.

 

Di ser de çend sal derbas dibe, di dema palehiyê de, mezinê me jî wekî herkesî palehî dikin, şixre dikin, hol dikin, dikutînin, û li ba dikin.

 

Qere Hus wê demê, li aliyê gundê Zixur ê Pîranê çandiniya genim dike, Qere Elî jî li Nêrba Axan dimîne.

 

Di wexta çandiniyê de Qere Hus diçe ser bêdêre, heft rojê wî dikede ba nayê, dike nake bêderê ji hev dernaxe û safî nake..

 

Ji bo erdê wan dûrî Nêrba Axan e, jin û qîza wî diçin gundê Zixur ê Pîranê xwarinê jê re tînin...

 

Heft rojê wî diqede ba nayê bêderê ji hev safî bike. Roja heştan li kera xwe siwar dibe diçe Nêrba Axan ber birayê xwe Qere Elî..

 

Dibêje; "Ev bû hefteyekî li ser bêderê me, jin û qîza min di serjêr û qiyameya Zixur de diçin û tên, ba nayê em bêderê ji hev derxînin, ez dev ji bî karî berdidim."

 

Qere Elî, her çiqas lava û rica dike jî Qere Hus dev ji bêderê berdide û dest bi karê aşiqiyê dike..

 

Bi vî qaydeyî Qere Hus û Qere Elî ji hevdû diqetin..

 

Qere Hus wek teyrekî xerîb, gund bi gund digere, rojê li ser darekî û li zozanekî kon datîne û aşiqî dike, Qere Elî jî kar û barê çandiniyê û peyatiya Çomel Axa dike.

 

Ji Qere Hus lawekî çêdibe navê wî Xerîb datîne..

 

Ji Xerîb jî heft law çêdibin. Em jî ji torinê wan in.

 

Gotinekî aşiqan heye, dibêjin; "Beroş li hev bikeve, heta em nekevin navê ew beroş dişewite."

 

Bavê me, kalê me di cemaeta de rûdiniştin, çîrok û klaman digotin, diçûn dawetan li def û zirneyê dixistin û bi gerokiyê ji xwe pêxwarinekî top dikirin lê îro jî, esturmanên muzikê derketine û teknolojî pêşketiye, salonên dawetan çêbûne û pêdiviya tu kesî bi hunera me nemaye."

 

Digel pêkhateyên pergalê dengbêj Remezan, ji çanda bav û kalên xwe dûrneketiye.

 

Her çiqas ji aliyê pergalê ve ji hunera xwe ya esasî bê dûrxistin jî, li ser rêça bav û kalên xwe kevneşopiya aşiqî û dengbêjiyê dide jiyandin.

 

Di bîra wî de, gelek klam, çîrok û serpêhatiyên nehatine bihîstin hene.

 

Dema destê xwe dide ber guhê xwe wek şalûl û bilbilê Koê Spî bê navber klam li dû klamê girêdide û behsa serpêhatiya klaman dike.

 

Li ser yotubeyê hûn dikarin klamên Dengbêj Remezan temaşe bikin:

 

https://youtu.be/TE9JydYzB-4

 

https://youtu.be/KTE-Wd7Mof4

 

https://youtu.be/Yd3_3TfmltA

 

https://youtu.be/tDfOom-V1io