1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Deve û gêre! Hirç û govend! CHP û Edalet!
Deve û gêre! Hirç û govend! CHP û Edalet!,deve,û,gêre,hirç,û,govend,chp,û,edalet

Deve û gêre! Hirç û govend! CHP û Edalet!

A+ A-

 

 

Hêza ku Erdogan kir Cîgirê Serokê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin DAÎŞê jî di çarçoveya vê projeyê de afirand û Erdogan jî danî ser serê wê.

 

Proje çê dibin, lê tu proje ji sedî sed li gor hesabên malê birêve naçin. Lewra hêzên ji derveyê van projeyan û hêzên li dijî van projeyan jî hene. Dîsa hêz û dewletên di nav projeyê de lê xwedî ajandayên cuda jî hene. Her kes hesabê xwe li gor berjewendiyên xwe dike û têkiliyên xwe li gor wê datîne û bikar tîne. Loma ye ku projeyek heya bi dawî bibe, dikare gelek rengên cuda jî bigire û heta caran bibe weke keskesorê jî.

 

Erdogan ji bo vê projeyê hate hilbijartin û loma jî karîbû bibe desthilatdar. Civaka tirk jî, mêjiyê tirk jî ji bo desthilatdariyeke wiha amade bû. Çima?

 

Lewra kurdan jê derxe, potansiyela Tirkiyeyê jî ji % 75 sunî û rastgir in. Ev ji berê de jî wisa bû. Eger partiyeka tirk a çepgir(!) li Tirkiyeyê caran bûbe desthilatdar jî, dîsa bi dengên kurdan ev pêkan bûye. Ji roja kurdan dengê xwe dane xwe, ev şensê partiyên çepgir(!) û kemalîst jî ji holê rabû. Weke CHPê û Partiya Karkeran.

 

Heman rewş ji bo sosyalîst û komunîstên tirk jî derbas dibe. Loma ku her tim û heta îroj jî (îstîsna ne tê de) li dijî xwebirêxistinkirina serbixwe derdikevin û çareseriya pirsê di nav xwe de pêkan dibînin. Lewra bêyî potansiyel, dînamîzm, jêhatîbûn û aqilê kurdan, ew bixwe jî ne tu hêz in û tu carî jî nebûne tu hêz.

 

Hêzên ku îroj cîhanê parvekirine û birêve dibin û ji ber vê jî cîhanê û bi taybet jî Rojhilata Navîn kirine gola xwînê, her tim li ser Tirkiyeyê bi hesab û li ser desthilatdariya Tirkiyeyê jî xwedî bandora sereke bûne. Ji damezirandina wê bigire, di hemû serdemên Komara Tirkiyeyê(!) de jî ev rastî tu carî neguheriye. Lewra jixwe li ser vê bingehê hatiye damezirandin. Têkilî, hevkarî wiha hatine danîn, bingeh li ser vê rastiyê, li gor vê rastiyê hatiye kolan. Mirov vê rastiyê di hemû hukûmetên Tirkiyeyê de û di hemû cuntayên leşkerî yên Tirkiyeyê de dibîne.

 

Ji ber van û gelek sedemên din jî, eger ne Erdogan bûna, dê kesekî din teqez ji bo vê projeyê bihatana bikaranîn. Lê Erdogan û hevalên xwe û rêxistina wan a veşarî(!) nêrîna wan, armancên wan, rawestana wan, hevkarî û perwerdehiya wan ji bo vê projeyê kiraseka bêhempa bû. Lê ev nayê wê wateyê ku ev kiras nebûna dê xwediyên projeyê nekarîna kiraseka din bidirûn û amade bikin. Ya din jî, kiras dikare kevin bibe, dikare yê li nav kiras qelew bibe, kiras ji vir û wira xwe biçire û êdî li xwediyê xwe nebe. Lê eger mirov sersedema her tiştî wekî ku kiras be nîşan bide û yê navê û terziyên wê nebîne, ev yan bi zanebûn manêpulekirina rastiyan e, ku di vir de armanc û niyet jî tê nîqaşkirin, yan jî nezanî û dûrbûna ji rastiya xwe, ya dijminê xwe û ya konjuktura cîhanê ye. Wekî din nikare navek li vê nêzîkayiya çelexwarî bê kirin.

 

Nema ku CHP bixwe jî, ji bo projeyeka wiha dikaribû bê amadekirin, lê dê hinek zêdetir dem bigirta ji bo xwediyên projeyê. Lê pêkan bû ku zirbaviya DAÎŞê bidine ser milê CHPê jî. Her çendî kesên jixwe re dibêjin çepgir û elewî jî bi rêjeyeka mezin di nav CHPê de hebin jî, ew çepgir û elewiyên di nav CHPê de bi xwe jî, bi îdeolojiya kemalîzmê û dewletparêziyê hatine çelexwarîkirin, ker û kor kirin. Ew çepgir bin jî, elewî bin jî, kesayata wan li gor rastiya kambax a CHPê form girtiye, çelexwarî bûye. Lewra êdî movik bi wan ve nehiştine, dikarin bi her alî ve jî bitewin. Loma jî ku ew bi xwe jî dikaribûn bibine parazvanên DAÎŞê, di bin navê parastina dewlet û welatê xwe(!) de.

 

Ev rastî ji bo kurdên ”serxwebûnxwaz” jî derbas dibe. Lewra dema mêjî bi ciyekî ve kilît bibe, êdî ji wî ciyî pêştir tu hebûn û rastî nikarin hebin û ji bo selameta wî tiştî, pêkanîna her tiştî, her cure kiryar rast û di cî de ye. Fermo li nêrîna rewşenbîrek(!) kurd a derbarê DAÎŞê de binêrin ku 3 sal berê di facebookê de bi zimanê tirkî li ser nîqaşên tevlîbûn û netevlîbûna PDKê ya bi DAÎŞê re li Emanê, parvekiribû:  "Welew ku PDK li Emanê bi hin hêzên din re ketina DAÎŞê ya Musulê organîze kiribe jî û ev bûbe sedema bidestxistina hin herêmên Kurdistanê û nêzîkbûna serxwebûna Kurdistanê, ev têkiliya bi DAÎŞê re rast e û serkeftin û gihiştina ramana dewletbûnê ye. Kesên vê yekê rexne bikin jî, li dijî mafên gelê kurd in."

 

Tu gotin êdî dikarin bêne gotin li hemberî vê nêrîna ku li ser qaşo parastina serxwebûna Kurdistanê tê kirin?

 

Tu ji vî kesî pirs bikî, ji herkesekî bêtir kurd û welatparêz û xêrxwazê gelê xwe ye û heta demokrat û çepgir e jî bi ser de. CHP´yî jî wisan in. Dema mêjî yek be, rawestan û encam jî nabe cuda be.

 

Îcar CHPê vê rastiya xwe gelek caran li Amedê, li Dêrsimê, li Sasonê, li Qoçgiriyê, li Mereşê, li Sêwasê, di kuştina gelek siyasetmedar û rewşenbîrên kurd de, di destbirakiya xwe û Sedam û Esad û têkiliyên herî gemar ên bi sofiyên Îranê de îsbat kiriye. Ev hemî jî bi armanca tunekirina bîr û boçûna azadiya gelê kurd û Kurdistanê û nav, ziman û hebûna kurd bi xwe de hatine kirin û danîn.

 

Dema rastî ev e, wê demê CHP ji bo kurdan nikare bibe alternatîfek, ango hevkariyek taktîkî ya demî jî.

 

Tevgera Azadiyê ji roja avabûna xwe û heya niha jî li ser bingeha baweriya bi xwe û bi gelê xwe hatiye van rojan. Ev rastiya wê bûye sedema herî bingehîn a pêşkeftina wê jî. Li hember hemû êrîş û polîtîkayên qirkirin, rizandin û tunekirinê jî, Tevgera Azadiyê ji ber vê rastiya xwe kariye di mercên herî xerab û bêhêvî(!) û bêderfet de jî li ser piyan bimîne û heta bi pêş bikeve û bibe hêviya gelekî. Tevgera Azadiyê, ji ber vê rastiya xwe ye ku kariye gelekî ji xweliya wê, ji nû ve vejîne. Ev rastiya wê, di heman demê de ferqa wê ya herî mezin e jî, ji hemû partî û rêxistinên çi kurd û çi tirk. Ji lewre ye ku tu partiyeka kurd û tirk tune, ji aliyê dagirker û desthilatdaran ve nehatibe bikaranîn û birêvebirin, ji bilî Tevgera Azadiyê û ev ji ber vê rastiya wê ya serbixwe ye. Serxwebûn, di xwîn, goşt, hestî û hemû şanikên Tevgera Azadiyê de heye, lewra li ser vê rastiyê dameziriye. Loma ye ku nikare ji rastiya xwe bi dûr bikeve. Lewra her çi û kî be jî dema ji rastiya xwe bi dûr ket, mahkûmê rizandin û piştre jî tunebûnê ye. Loma ye ku Tevgera Azadiyê tu carî nebûye dûvikê tu kes, derdor, rêxistin, partî û dewletî. Her tim rêya sêyem û alternatîfa ji derî pergalê ya herî baş bûye. Têkilî çêbûbin jî, ev li ser vîna azad û berjewendiyên esasî bûne, ne di rengê radestkirina vîna xwe de bûye û nebûne dûvik.

 

Tişta îroj HDP dike, li dijî vê rastiyê ye ku ev jî rengê rizandina wê dide der. Kî çi bêje dê ev rastî rojek xwe îsbat bike. Dem derman e!

 

Ez ê nirxandineke hêja ya hêja Xerzî Xerzan, bêyî destûra wî (bila li min bibore) li jêr bidim. Lewra kurtegotineka dîrokî ya hemî van rastiyan e. Bila dest û dilê wî xweş bin.

 

” Edalet û Kurd

Evdilhemîdê duyem kûjêrekî çavsor bû. Ol kiribû şûr û tîr, kêmnetewan dikuşt, tine dikir. "Tirkên Ciwan" li hemberî wî serî hilda û di sala 1908-an de, partîya Ittihad û Terakkî ew ji textê avêt. Slogana Ittihadîyan "Wekhevî, Azadî û Edalet" bû. Ji ber vê yekê, pêşî gelê Ermenî û pêşengên wî, dû re jî rûspîyên kurd piştgirî danê.

Bi taybetî partiya Ermenî Taşnaksûtyûn bi her hêlê ve li pişt Ittihad û Terakkî bû. Lê dema Ittihad û Terakkî bû desthilatdar, karê wî yê yekem bû kuştina ermeniyan û dû re tinekirina kurdan bû karê diduyan. Ji lew re Ittihadî, di hîme de nijadperestên tirk bûn lê ji bo ku bikaribin Evdilhemîdê duyem tera bikin û bibin desthilatdar, ên kurd û bi taybetî ermenîyan bi kar anîn û dema karê xwe temam kirin, rûyê xwe yê rasteqîn nîşan dan.

Ermenî bi tevahî hatin qirkirin lê kurd ji ber ku çekdar bûn û li ber xwe dan, ji qirkirinê filitîn. M.Kemal jî Ittihadîyekî kevn bu, çavê wî li cihê Enwer bû lê nikaribû biketa şûna wî, qeweta wî têr nedikir. Piştî têkçûna wan a şerê cîhanê yê yekem, fersend kete destê wî û ji ber ku Enwer ú hevalên wî revîyan, ew kete şûna Enwer û karên wan ên nîvcomayî qedand. Navê partîya Ittihad û Terakki kir CHP lê hişmendî û birdozî neguherand. Karê nîvco temam kir, kurdan bêxêr kir û li Amedê, Zîlan, Dersim û Sasûnê sosretek anî serê wan. Heta demên dawî jî zilma xwe domand.

Îro jî Evdilhemîdek desthilatdar e, slogan dîsa EDALET e, "tirkên ciwan" dîsa dimeşin û hin kurd li pey wan in. Dîrok dubare dibe, ji bilî ermenîyan. Ew êdî nîn in, hatin tinekirin. Ferq ev e. Ferqa din, jibîrkirina têgîna "rêya seyem" e. Ev rê, ê kurd afirand lê îro ji bîr dike. Rêya sisiyan rêya felatê ye, mînak li ber çavan e, kesê bixwaze bibîne, hema hinek li jêr binêre...”

 

Mahabad Felat

2017-07-05