1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Dibêjin Ferhad çêran kiriye, loma!
Dibêjin Ferhad çêran kiriye, loma!,dibêjin,ferhad,çêran,kiriye,loma

Dibêjin Ferhad çêran kiriye, loma!

Dibêjin Ferhad Pîrbal çêran kiriye! Ez dibêjim qenc û çê û xweş kiriye!

A+ A-

Dibêjin Ferhad Pîrbal çêran kiriye!
Ez dibêjim qenc û çê û xweş kiriye!
Çêr, di devê kesên mîna Pîrbal de huner e, hêz e, serîhildan e, nepejirandina bêdadî û gemariyan e.
Çêr, di deve kesên mîna Pîrbal de rawestaneka wijdanî û exlaqî ye.
Ji lewre ye çêrên wan ders in ku ji encama êşên jîyanê dane der.
Derdayîna çêran ji devên kesên mîna Pîrbal edeb divê, exlaq û jîrî divê.
Loma jî;
Qeda bê li wê pergalê û hemû berpirs û rêveberên wê pergalê ku Ferhad Pîrbal û kesên mîna wî neçarî çêran dikin û piştre jî wan çêran dikine sedema êrîşên xwe yên faşîzane, kuştin, îşkence û girtinan.
Dîsa;
Qeda bê li wî kesî ku vê êrîşa faşîzane li şûna şermezar û mahkûm bike, ji ber çêrên(!) Pîrbal, vê êrîşa faşîzane mafdar û sedemeke di cî û rê de nîşan dide.

Hûn gemariyên vê jîyanê ne. Ya Pîrbal dibêje ev e, ne çêr in û ya we dide der, rûpoşa we dixîne ew çêr in. Ev sîrqûniya we ji ber wê ye!
Careka din şermezar dikim!...