1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. EFŞE NE DESTPÊK E NE JÎ DAWÎ YE
EFŞE NE DESTPÊK E NE JÎ DAWÎ YE,efşe,ne,destpêk,e,ne,jî,dawî,ye

EFŞE NE DESTPÊK E NE JÎ DAWÎ YE

A+ A-

Bi hêrs dest navêjin mijarê ji bo ku hûn realîst bimînin.

Bi aqilê sakîn bifikirin da ku hûn rastiya bûyerê li gel sedemên wê ên dîrokî û ên îroyîn şût û tazî bibînin.

 

Çi qewimî ye?

 

Êzîdiyên gundê Efşê, ku ji ber zulma dewleta Romê û zextên Kurdên musilman, koçberî ewrûpa bûne, ji bo şîna miryên xwe lê bikin, di nav hev de pere kom kirine û ji xwe re xaniyek avakirin, ewqas.

 

Pişt re çi bûye?

Cerdevanên hikûmeta AKP ê dozer anîne û ev xanî xerab kirine.

 

Hetanî vê derê tu tiştekî ecêb, şaşîtî û bêdestûrî di bûyerê de nîne. Her tişt li gorî prosedoreke asayî bi rêve diçe.

 

Çima?

Ji ber ku Êzîdiyên gundê Efşê, mîna hemû Êzîdiyên Bakur, hewil didin ku koka wan ji axê qut nebe, lema miriyên xwe li ewrûpa venaşêrin, wan dibin li axa bav û kalan vedişêrin.

Êzîdî qutbûna ji axê mîna hilandin, xwe wendakirin û mirinê dihesibînin.

Di heman demê de, ji axa bav û kalan qutbûnê wekî îxaneta bi axê re dinirxînin. Ji ber ku ax pîroz e û maka hebûn û bereketê ye, çênabe ax bê xwedî û bê xizmet bimîne.

 

Dewleta Tirk û sîxurên wê ên ku qaşo xwe nêzîkî Xwedê dibînin, ji bo pêwendiya  Êzîdiyan ji axa wan qut bikin, wan bê kok bikin çi ji destê wan tê wê dikin. Li gorî quranê erka wan ev e. Divê tiştekî ku bîna Êzîdiyan û Êzdîyatiyê jê tê li holê nemîne. Quran destûrê dide wan, ku vê bikin 72 horî û kerxaneyeke ku navê wê kirine buhişt li bende wan e.

 

Çima li gorî quranê?

 

Ji ber ku li gorî qurana musilmanan,“Êzîdî “bê ol“ û“kafir in?“

Dîsa li gorî quranê, qetla bêol û kafiran helale, mal û milk û jinê wan xenîmet e û helal. A do hat kirin, îro tê kirin ji vê pê ve ne tiştekî din e.

 

Ev hezar û çarsed salin ku vana li ser şopa selwanekî pêxws, ku bê xwendin û nivisandin û quraneke ku yekî cihû nivisandiye, bi çavkorî dimeşin.

Ew xwe dixînin dewsa Xwedê û biryarên kuştina mirovan didin.

Bi van kirinên xweyî kirêt, Xwedê înkar dikin û kes pê nahise.

Mizgeftên ku biryarê kuştinê lê tên dayin, wekî mala Xwedê bi nav dikin.

Ev in ên ku keç û jinên me li bazaran difroşin,

ev in ên goristanên me hildiweşînin,

ev in ên ku zikê jinên me ên bi halekî bi devê şûran diqelêşin,

ev in ên ku tecawizî miryên me dikin,

ev in ên ku laşên miriyên me tazî dikin û li kolanan dihêlin.

 

Îcar ferqa van û DAIŞ hey e?

Helbet na.

A ku ev dikin û DAİŞ dikin yek e.

Lewma li bakur hemû gundên Êzîdiyan hatine desteserkirin.

 

Li vê dinyayê ne maf û dad, hêz hukmê xwe bi rêve dibe. Dinya pêkanîne!

 

Îbrahîm Osman

[email protected]