1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. GELO XIYANET HÊZ Û WÊREKÎYA XWE JI K’U DIGIRE?
GELO XIYANET HÊZ Û WÊREKÎYA XWE  JI K’U DIGIRE?,gelo,xiyanet,hêz,û,wêrekîya,xwe,ji,k,u,digire

GELO XIYANET HÊZ Û WÊREKÎYA XWE JI K’U DIGIRE?

Xiyanet weke dîroka mirovayê bi xwe kevn e!

A+ A-

 

 

Xiyanet weke dîroka mirovayê bi xwe kevn e!

Mirovayîyê t’imê jî serê xwe êşandye, ku bersîvekê ji vê nexweşîyê r’a bibîne, lê her carê jî nikaribûye heya dawîyê bersîvekê derxe holê.

Di dîrokê da her xayînekî bi şêwazekî xyanet pêk anye: ji bo xyaneta her yekî sedemên konkrêt hebûne…

Dibe ku li ser vê mirov bikaribe dûr û dirêj biaxive, lê naha pirs ne di vê da ye.

Ya ku îro net’avetîyê dide mirov ew e, k’a, gelo xiyanet hêz û wîrekîyê ji k’u digire?

Eger hinek kes berjewendîyên net’ewî ji bo xatirê yên xwe yên kesî û malbatî difiroşin dijminê gelê xwe, bizanibe ji bo hebûna vê xiyanetê di nav gel da bingehek heye?!

Û şer’ê li Şengalê ji bo Xanasorê van r’ojên dawîyê r’û da mînakeke berbiçav a wê xiyanetê ye!

Binihêr’in, her carê, dema kek Mesûd an Nêç’îrvan diçin Ankarayê –bi r’êvebirîya MITê an a AKPê û r’êjîma faşîst a T’irkîyayê r’a hev r’ûdinîn, an art’êşa dagerker êrîşê dibe ser Hermên P’arastinê yên Medyayê, an t’evkujîya gelê sivîl di bajarên Bakûrê K’urdistanê da pêk tine, an gund û bajarên K’urdistanê wêran dike…

Û vê carê, piştî hevdîtina kek Mesûd a dawîyê jî êrîşa li ser bajarê Xanasorê yê Şengalê pêk hat!..

Cîhan êdî bi bawer bûye, ku r’êjîma T’irkîyayê ya AKPî li dû DAÎŞê va sekinî ye,  ku îro Erdoxan T’irkîyayê gav bi gav werguhêrî DAÎŞê dike, ango, eger DAÎŞê biqelînin jî, T’irkîyayê li şûna wê bigire û hemû r’olên wê bilîze…

Dema Kobanîyê li dijî êrîşên DAÎŞê ber xwe dida, dema di bin êrîşên DAÎŞîyan da Şengal bînç’ikayayî bibû, ji ber ku bi fermana kek Mesûd pêşmerge ji Şengalê  vedik’işandin û êzdî bi devê wan hov û harên DAÎŞê va berdidin… Û dê li wira êzdîyek jî nefilitya, eger gêrîlayan xwe bi wan r’a negîhandana û ji bo p’arastina şengalîyan bi îslamîyên hov r’a nek’etina nav şer’ê man û nemanê.

… A, hema wan r’ojan, dema gêrîllayan li Kobanîyê û Şengalê da bi lehengî li ber xwe dida, kek Mesûd di Hewlêrê da malovanîya konfêransa eşîrên ereban ên sunnî dike, ên ku piştgirîya DAÎŞê dikin, û di nav wan da wisa jî serekeşîrek nêzîkî serokê DAÎŞê – El Bexdadî hebû…

Tuyê bibêjî li vira jî her tişt li ber çavan e – r’oj nava r’ojê vekirî berjewendîyên net’ewî difiroşin dagerkerên welatê me yê herî mezin û herî hov û barbar, bi hêzên t’aybet ên wê dewletê r’a dik’evin nava têk’ilîyan, ji wan fermana şer’ê dijî k’urdan digirin, r’ojê danekî diçin li ber Dergehê bilind ê Osmanîya serê xwe datînin, sozê t’unekirina T’evgera R’izgarîxwaz a Gelê K’urdan didin…   

Û ev hemû li ber ç’avên t’evan, bi t’aybet jî li ber ç’avên wan, ên ku xwe r’ewşenbîrên k’urd dihejmêrin… Û ev jî ne bes e, di nava wan mirovan da hinek r’abûne, bi gotinên gulover û ne dîyar banga r’awestandina şer’ dikin, dibêjin ku şer’ê birakujîyê ne baş e…

Û van gotinan ji bo k’ê dibêjin, ne dîyar e, her çiqas hem navê wan, ên ku ev şer’ê xiyanetê li darxistine, dîyar e, hem jî nave wan, ên ku êzdîyan ji t’unekirinê jî diparêzin!

Çima?

Ew vê nabînin, tê nagihîjin, an..?

Ji vê jî bêhtir, çend kes jî r’abûne, kesek nizane ji bo çi û ji ber çi, hemû r’astîyan berovajî dikin.

Tiştekî nabînayî ye, nak’eve heşê mirov! Hema ya ku îro di nav k’urdan da pêk tê, bûye weke laboratorîyake xwezayî, ji bo ku mirov bersîva gelek pirsên bi xiyanetê r’a p’êwendîdar bibîne…

Û evan tiştan nûnerên bîyanîyan dibînin, lê yên ku xwe r’ewşenbîrên k’urd dihejmêrin – na! Çima?

 Binihêr’in, berovajî hinek r’ewşenbîrên k’urd, r’ojnamegerê amêrîkî Mêttyû Barbêr r’astya Şengalê, helwesta r’êxistinên k’urd ên siyasî çawa dibîne û ç’areserîya vê pirsê çawa têdigihîje:  

“...Her çiqas di nava r’êzên YBŞ da şêwirmendên ji PKK hene jî, berxwedarên wan bi giştî binecî ne. Ji hêla xwe va “Pêşmergeyê R’ojava” – yekîneya here mezin di herêma Şengalê da, bi t’omerî ji welatîyên bîyanî pêk tê. Ji bilî vê “Pêşmergeyê R’ojava” ji derva va tê fînansekirin – p’erwerde û amadekirina şer’vanên wê di bin r’êvebirîya şêwirmendên leşkerî yên t’irk da pêk tê...

...PDKa ku Barzabî serokatîyê lê dike salekê zêdetir e, ku herêmê di nava dorpêç’ê da digire, nahêle, ku p’enaber veger’in Şengalê, malên xwe. Ji ber dorpêç’ê yên êzdî, ku sala 2014an ji bo ku xwe ji DAÎŞîyan bip’arêzin, ji Şengalê r’evîbûn, neç’ar in weke berê di êwirgehên ji bo k’oçberan ên Başûrê K’urdistanê da  bijîn.

...R’êvebirîya K’urdistana Îraqê dorpêç’ê ji ber wê pêk tîne, lewra ku ditirse, eger hejmara êzdîyan di herêmê da p’ir’ bibe, ewê hêzeke nû bide opozîtsîona siyasî di wê herêmê da, lewra ku asta bawerîya êzdîyan ya hember PDKê êdî p’ir’ nimz e. Ji bilî wê, dorpêç’ nahêle, ku ji bajarê Duhokê jî pêdivîyên r’ojane bigihîjin navçeya Şengalê.

Di vê r’ewşê da ç’areserîya here r’ast dê ew bûya, eger hêzên cîhanî ç’areserîya pirsê hildana bin destê xwe û xweserîya êzdîyan msoger bikirana, evê jî Destûra Bingehîn a Îraqê destûrê dide û p’ir’anîya êzdîyan jî evê dixwaze – ew xwedî çi dîtinên siyasî dibin, bila bibin ...” (https://www.almasdarnews.com/article/sinjar-events-chronology-opinion-russian/ )

Li vira pirs dertên holê:

– Gelo eva ku r’ojnamegerekî bîyanî van r’astîyan dibîne, hinek r’ewşenbîrên me çima nabînin?  

Helbet, ev pirsa pirseke hr’êtorîk e, lewra jî em berê xwe bidin pirsê dinê:

– Ew hêzên ku ji welatîyên bîyanî pêk tên, fînansa xwe ji derva digirin, ên ku serbazên t’irk wan p’erwerde û amade dikin, bi çi mafî xwe “Pêşmergeyê R’ojava” nav dikin û li Şengalê şer’ê k’ê dikin?

– Ev hêzên ku PDK û AKP (=MITa t’irk) bi hev r’a ava kirine, ji bo ku li dijî T’evgera R’izgarîxwaz a Gelê K’urd bidin şer’kirin, ev ew hêz in, ên ku kek Mesûd û hevk’arên wî yên t’irk va dixwastin bişînin R’ojava, ji bo ku li dijî YPG/YPJ bidin şer’kirin, ango k’urdan bi destê k’urdan bidin kuştin.

Û, ya dinê jî: dema êrîşa li ser Xanasorê destpê bû, cîgirê serekwezîrê T’irkîyayê Veysî Kaynak daxwîyand, ku, eger Barzanî sernek’eve, art’êşa tirk dê bik’eve dewrrê! (http://www. hurriyet.com.tr/veysi-kaynak-barzani-basarili-olmazsa-geregini-tsk-yapacak-40317399 )

Ango, ev r’astedêr di derbarê wê da dibêje, ku ev opêratsîona ya AKP/PDK a hevbeş bûye... 

Û, eger pey ewqasî r’a hinek evî şer’î yê birakujîyê nav dikin, an ç’evkorî ye, yan jî bêwijdanî ye. Ev şer’ ne yê k’urd û k’urdan e, ev şer’ ê hêzên r’izgarîxwaz e li dijî dagerkeran, û di vî şer’î da hêzejke k’urd a dinê (PDK) ji bo berjewendîyên xwe bi daagerkerê  welaatê me r’a k’etye nava hevk’arîyê...

Eger yek ji wan bixwaze, bibêje – na! bila her’e, ji çend zar’okên Amedê, Cizîrê, Şirnaxê, Silîvan, Şengalê ... bipirse, k’a gelo navê vê çiye, dê ji we r’a bibêjin: 

– Xyanet!

Û ji vira jî p’eywira her k’urdekê/î – ew r’ewşenbîr be, k’arker an gundî be, şer’van, an syasetmeder be, kî dibe, bila bibe:

– Li bajarên Bakûrê K’urdistanê yên wêran û t’alankirî binihêr’in, jin zar’ok, kal û pîrên me yên di welatê xwe da malwêran, bê cî û st’ar binihêr’in, dengê keç’ û jinên êzdî yên di bajarên welatên ereban da derdixin bazarê, bibihên, guh bidin hewar û gazîya şengalîyan! – Li pişt van hemûyan hevk’arîya PDK a bi r’êjîma faşîst/DAÎŞî ya T’irkîyayê heye.

Û ev t’ev dikare r’ojekê r’aweste, eger em hemû dengê xwe bigihînin dengê gelê xwe yê zêryayî!

 Bêdeng nemînin!

Ezîz ê Cewo

07. 03. 2017