1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. GOVEND Û STRANÊN KURDÎ 1
GOVEND Û STRANÊN KURDÎ 1,govend,û,stranên,kurdî,1

GOVEND Û STRANÊN KURDÎ 1

Dî dîroka Kurdistanê de yek jî çanda herî girîng reqs û govend e

A+ A-

 

Reqs û Govend toleransa mirov a êşê her tim zêdetir dikin û mirovan nêzîkê hevdû dikin.

 

Wekî tê zanîn berî saz û tembûrê û def û zirnê, reqs û govend li ber klamên devkî dihatin girtin. 

 

Li herêma Licê jî pirrahiya şahî û dawetan di vê çarçoveyê de bûn.

Di derbarê çand û hunera govendî ya herêma Licê û klamên bav û kalan de ev çendiye lêkolînekî dikim.

 

Di vê lêkolîna xwe de min bi dehan klamên govendî, lorînî û mustehcen berhev kir û ez ê ji we xwendevanên Amîda Kurd re yek bi yek behsa çîrokên wan bikim.

 

Gelek klamên kevn hene ku di nav dîrokê de wenda bûne û bi demê re hatine ji bîr kirin. Ji bo vê çendê min xwest van berhemê bav û kalan tomar bikim û bermahiyeke wisa ji bo nifşên nû bihêlim.

 

.....

 

Li herêma Licê, yek ji wan klamên govendî ya herî navdar klama Nûrê ye.

 

Nûrê bi eslê xwe ji gundê Engul bûye û li Kaniya Feyzo (Xanûq) zewicandî bûye, jinekî çeleng û mêrkane bûye. 

 

Di demekî de di navbera malbata Nûrê û malbatekî din de xusûmetiya bend û hewlandina erd çêdibe û dozgeriya Licê ji bo navbeynkariyê heyetekî dişîne gundê Kaniya Feyzo. 

 

Heyet biryara wek malbata Nûrê sûçdar dibînin û biryarê di vê çarçoveyê de digrin. Nûrê li dijî vê biryarê bertek nîşan dide û bi dar û percînan li nav serê hakim û sawcî dixe. 

 

Piştî vê serpêhatiyê Nûrê tê girtin û wê dibin Licê derdixînin mehkemê. Mehkeme biryara girtina Nûrê dide û wê dişînin hepsa Qulpê (Pasûr)

 

Xort û ciwanên wê demê li ser mêrxasî û bedewiya Nûrê klamkî çêdikin û di şahî û dawetan de tim dibêjin.

 

(NÛRÊ)

Kaniya Feyzo bi şebreq e

Nav singê Nûrê bi deq e

Hûn eslê wê bipirsin

Nûra mala şefeq e

 

Li min rasta golêyo

Li te rasta golêyo

Xort diçine seydêyo

Li bejna nûrê dinêryo

Xort ketin pencerêyo

Li bejna Nûrê diniryo

 

Lê Nûrê banî banî

Çavreş kilê sibhanî

Gava xwedê li hev anî

Ez ê te bikim kevanî

Ez ê te bikim kevanî

Kevaniya vî canî

 

Nûrê çima tu digrî

Xelkê malê te birî

Barê nûrê giran e

Ajot şehera jorîn

Barê nûrê titûne

Ajot mehela jorîn

 

Ziftî hatin ji Licêyo

Dest kirin kelepçêyo

Nûrê li hespê kirin

Birine mehkemêyo

Nûrê li bergîr kirin

Birin hepsa Qulpêyo

 

......

 

Yek ji van klamên herêma Licê jî klama Pale ye..

 

Wekî tê zanîn di demên borî de çiyayî ji bo xebatê diçûn li deşta Amedê paleyî dikirin. Camêrekî bi navê Xalê Husnî hebûn ji gundê Huseynîk bûn. Di xortîtiya xwe de rojek diçe gundê Bindan paleyî dike û keçikekî aşiqê wî dibe. Xalê Husnî kesekî mêrxas û karker bûn, mêrxasî û jîrbûna wî li ser keçikê bandor çêdike û keçik dibe evîndarê wî.

Keçik, li ser evîndariya xwe û Xalê Husnî ev stran dilorîne û dibêje;

 

(PALE)

Lo lo pale pale pale wî di berda 

Tar û dasê te bişkiyana di celxe da

Êvarê were helawê di mala me da

 

Lo lo lawko ez miya miya qerim

Ez ê geriyam li mêrgan hûr nefele hûr diçerim

Wele ezê bi nefsa canê xwe dîlberim were were

 

Lo lo lawko sîka bedena Diyarbekir li min gêr bû

Wele dilê xelkê bi salan û bi mehan bû

Ê min û te do na pêr bû pale pale

 

Lo lo kuro paleyî meke tev cefaye

Beyderan mekute toz û kaye

Were sîka kofîka bi ronîke qismetê min û te belaye

 

Lo lo kuro çiya bilindo bi ser me da

Masîvanî wane digerin biniya me da

Ez ê ewqas geriyam min dil nedî

Bi ser dilê xwe û te da

 

Lo lo pale min dengî bankir dengêm ew tê

Were xwe li diyarê xanî ronî ke sîka rewtê

Wele xewa jina çê di paşila mêrê xirab da ji xwe ew tê

 

......

 

Dîsa yek ji van klaman jî klama Dînê ye..

 

Klama Dînê bi rîtm û ahenga govenda cîda tê gotin. Ev klam di demên borî de ji aliyê ciwanên navenda Licê ve hatiye çêkirin û li hemû gundên Licê belav bûye.

Min gotinên vê klamê ji Xalê Şukriyê lawê Sofî Rîzayê Huseynîkê berhev kir.

 

Gotinên stranê wiha ne..

 

(DÎNÊ)

Heylê dînê heylê dînê

Heylê dînê dîn zalimê

 

Dîna min ji mehla delûwan

Şemamoka nav pembûyan

Qola min ji mehla delûwan

Şemamoka nav pembûyan

Destan bigrin rakin piyan

Çepilan bigrin herin riwan

 

Dîna min ji mehla camekan

Rinda min ji mehla camekan

Şemomako nav genikan

Ezê bibim ber berxikan

 

Lê lê dînê dînê dînê

Ziyareta Tilê tînê

Kevirê reşê pişt mêrdînê

Law bimirê naçim şînê

Keç bimirê herim şînê

 

Heyla dînê dînê dînê

Heyla dînê din zalimê

Ne ez dînim ne duristim

Ber deriyê we diqelistim

Vê kerbavê ji aqil xistim

 

Dîna min hat û xumxumî

Rinda min hat û xumxumî

Kunê pozê lê xitimî

Ne awir da ne fitilî

 

Vî feradî xuşe xuş e

Vî xopanî xuşe xuş e

Bi xwe re tîne qal û qirş e

Memikê dînê sêvê tirş e

 

.......

 

Yek ji van klaman jî klama Hênekê ye. Klama Hênekê jî ji aliyê koçekçiyên gundên Licê ve li ser navçeya Hênê ya Amedê hatiye gotin.

 

Gotinên klamê wiha ne..

 

(HÊNEKÊ)

Hênekê me bi dolabo

Temam şob û kerabo

Xwelî li mêrê xirabo

Roniştîye ranabo

 

Hênekê virda wêda

Enkebîr di ortê da

 

Hênekê me çarşî ye

Enkebîr li qarşî ye

 

Hênekê bi hênê mênê

Xopanê ji gundê Şênê

 

........

 

Li rojavayê Licê li qontara çiyayê Dêrqam ji bo Liciyan ziyaretekî pîroz a bi navê Sadilkêf (Esbab-i keyf) heye. 

Li ser vê ziyaretê jî klamekî hatiye çêkirin.

 

Gotinên vê klamê jî wiha ne:

 

(SADILKÊFÊ)

Sadilkêfê ti bi ava bî ti bi ava bî haylo mala min ê

Tu ji rindan xalî nabî haylo şêniya dilan

 

Sadilkêfê destê rezan haylo mala min ê

Çûm dikanê şehr û qezan haylo şêniya dilan

 

Mihane û mihane haylo mala min ê

Mihanê Hecî Elî haylo şêniya dilan

 

Tiriya rezan tiriya reşe li wî jeberî haylo mala min ê

Hinek bixwe hinek werîn haylo şêniya dilan

 

.......

 

Yek ji van klaman jî klama berbûriyê ye. Di demên borî de dema bi siwarî an peyatî berbûr diçûyan bûkê bînin ji aliyê keç û jina ve dihat gotin, û li gor her gundekî gotinên klamê dihat guherandin.

Taybetmendiyeke din a vê klamê jî ew bû ku, gava berbûr biçin mala bûkê bi qaydekî, gava bûkê dianin mala zava bi qaydekî digotin.

 

Xalê Mihemedê Mala Kal ê ji gundê Huseynîkê ji min re behsa vê stranê wisa dikir; Gava qîza Nîqulê ya Cinezûrî di gundê me de birin ji Hesê Nihê Îsa yê Celikî re berbûrên wê wisa digotin..

 

(Gava berbûr diçin ber mala bûkê)

 

Ax lê lê lê lê lê û lê

Ax lê û lê lê û lê hevalê

 

Heval hatim te bibînim

Nîşanîka te datînim

Te ji birayê xwe re bînim

Belkî bimrim qe nebînim

 

Heval bavê te çû çiya

Daykam bavê te çû çiya

Ji ta hanî herya miyan

Kir palasa binê ciyan

Derxe qata cilê tiyan

Bide nav çavê jintîyan

 

Daykam koxkoxê mirîşkan

Heval koxkoxê mirîşkan

Baznê zêvî ket henîşkan

Bila bişawtê dilê xuşkan

 

Bûkê rabe pir derenge

Daykam rabe pir derenge

Şala bûkê bi heftrenge

Bêhna zavê me pir tenge

 

(Gava bûkê di rê de dibin)

 

Şala bûkê bi ber bayê xin

Agir û pêtê bi dilê dêxin

Dayîkam megrî bi delalî

Êstirê gilor bide alî

Hemû çûne bi vî halî

 

Berfê dayê weka kayê

Zava liyaqe xwedê dayê

 

Huseynîkê kuçe tengo

Zêran rêkin çeng bi çengo

Bavê bûkê daye dengo

 

Huseynîkê kûr bi kûr e

Zêran rêkin tûr bi tûre

Bavê zava bê qusûr e

 

Huseynîkê me bi dolmîşo

Ser dolmîşan bûne şîşo

Ji bo na Hesen çawîşo

 

(Gava bûk digîje mala zava)

 

Gundê Celkê mêrg û kanî

Tê de diçerin hesp û ciwanî

Ew kî xwe da serê xanî

Dismal di dest da bir û anî

 

Gundê Celikê gundê me ye

Herya dorê giş hene ye

Şukrî keya keyê me ye

Bavê selo li pişta me ye

Tirsa me ji keskî tuneye 

 

Ew kî xweda lêvê xanî

Hesen xwe da lêvê xanî

Ewa te got min ji ta anî

 

 

Wê bidome..


Gotinên miftehî :