Ol û Exlaq (1),ol,û,exlaq,1

Ol û Exlaq (1)

A+ A-

 

 

Exlaq (Morality)

 

Exlaq, gotineke bi zimanê erebî ye û ji gotina ”xulq”ê ava bûye. Bi îngilizî ”morality”, bi latînî ”moralitas” tê gotin. Exlaq, nêrîn û felsefeya jihevcudakirina rastî û şaşiyan, başî û xerabiyan e. Ev têgîn ji aliyê komên cuda yên weke komên felsefî, sekuler, olî û wd. ve, weke têgîna pergaleka darazê an jî ya baweriyeke olî tê bikaranîn.

 

Gotinên relatîf (îzafî) yên wekî ”başî” û ”xerabî”yê, li gor gel, civak, ol, felsefe, bawerî, nêrîn û îdeolojiyên cuda, dikare cuda bêne dîtin û nirxandin. Ango tiştekî ji bo civakekê, an ol û îdeolojiyekê baş be, dikare ji bo ya din xerab be, heya dikare wekî kufur û kafirî bê nirxandin û li gor wê jî helwest bê girtin. Ev hemî nirxandin jî di encama xwe de bi berjewendiyên van komikên navborî ve girêdayî ne. Ango berjewendî, dikarin bandorê li ser teşedayîn, guherandin û heya manîpulekirina pîvan û rêzikên exlaqî bikin. Ev pirê caran dibe sedema têkoşîn û şerê navbera heman civakê ya xwe bixwe, an jî ya navbera civak, ol û îdeolojiyên cuda. Berjewendî, herçendî di bingeha xwe de ji bo armancên wê komika li ser civakê bi bandore bin jî, wekî ji bo hemû civakê bin têne xemilandin, nuxumandin û pêşkêşkirin. Ev ji bo xapandina civakê ye.  Divê pişta xwe bidine civakê û hêza xwe ji wir bigirin. Lewra tu hêzek bi qasî civakeka bi bawerî û birêxistinkirî bi bandor nîne. Yên bi vê rastiyê dizanin, li gor vê rastiyê jî tevdigerin.

 

Exlaq, rêzikên civakî ne. Bi rêya kevneşopî, çand, folklor, hînbûnî û kesayeta civakî, di nav herikîna serdemên mirovahiyê de ava dibin. Ev rêzik, hercarî dibine sedema darizandin an jî pesinandina kesên din. Di her dem û serdemên mirovahiyê de kesên ne li gor rê û rêzikên exlaqî yên civakî tevgeriyane, ji aliyê wê civakê ve bi rengekî hatine cezakirin, an jî bidûrxistin. Ev cezakirin li gor serdema xwe û civakê, caran kêm caran zêde, bûne sedema kuştin, şewitandin, kevirkirin, lêdan, îşkencekirin, zîndankirin û serjêkirina kesên din(!) Lewra ev kes ji derveyî an li dijî van rêzikên exlaqî hatine dîtin û nirxandin. Pirê caran, dijberên desthilatdariyê weke kesên bêexlaq ku dixwazin zirarê bidine ol û civakê hatine binavkirin û cezakirin. Lê armanc di vir de bêbandor û berterefkirina dijberan ango muxalîfan bûye, ji bo selameta desthilatdariyê. Lê exlaq û ol weke navgînên manîpulasyonê hatine bikaranîn. Di vir de ya grîng ku divê bal biçine ser, ol e. Lewra ol her tim bi desthilatdariyê re, jibo manîpulekirina civakê, bi dilê xwe û bi vîna xwe ya azad xizmetê kiriye. Armanca vê xizmetê bê guman ku ji hîkmet û hebûnên desthilatdariyê pargirtin û eger pêkan be hevpariya desthilatdariyê û bêtir pêkan be desthilatdarî bixwe ye.

 

Mirov, jiber rastiya xwe ya civakî ango sosyalîteya xwe, hîn pir beriya avakirina şaristaniyê jî, ji bo wekî êl, eşîr û komikên piçûk bikaribin jiyana bihev re bidomînin xwedî hin pîvan, rêz û rêkûpêkiyan bûne. Bi avabûna jîyana dêmanî û piştre şaristaniyê û peşketina şaristaniyê re, grîngiya jiyana civakî jî zêde dibe. Bi vê grîngiyê re û li gor taybetiyên civakê, yên cografyayê û li gor derfetên debara civakê jî, pîvan, rêz û rêkûpêkiyên nû ava bûn. Ev rêzikên ku di destpêkê de di nav xweza xwe de û jibo ewlehiya jîyanê ava bûbûn, bi pêşkeftina civakê re êdî ji aliyê rêveber ango desthilatdarên civakê ve, li gor berjewendiyên rêveberî û desthilatdariyê hatine gotin û nivîsîn. Navên van peyrewname ango nîzamnameyan, wekî zagonên civakî hate lêkirin. Wisa tê zanîn ku di dîrokê de yekem car zagon di sala li dora B.Z. 1670 de ji aliyê Hemûrabî ve hatine nivîsîn, lê îdîa hene ku bi derketina holê ya hin nivîsên bizmarî re nêzî 600 sal beriya Hemûrabî, zagon ji aliyê keyê Sumerî Urukagîne ve hatine nivîsîn. Dîsa qala zagonên Lîpît-Îştar têne kirin ku nêzî 150 sal beriya Hemûrabî ye û qala zagonên keyekî bi navê Bîlîlama tê kirin ku ew jî 70 sal beriya Lîpît-Îştar e. Lê zagonên Hemûrabî dîsa jî wekî zagonên herî berfireh ên serdema xwe têne zanîn.

 

Deh fermanên li gor ola yahûdiyan ji aliyê Yahova (afirîner) ve ji Mûsa re hatine şandin têne zanîn. Lê her deh zagon jî, di nav zagonên Hemûrabî de têne dîtin. Bê guman ku Hemûrabî bixwe jî ji yên beriya xwe hin tişt girtine.

 

Exlaq jî, di encamê de zagonên civakî ne, ku piranî di pirtûkên olî de hatine nivîsîn û destnîşankirin. Gelek pîvan û zagonên exlaqî yên civakî yên nehatine nivîsîn jî hene û ev hemî jî di teoriyê de ji bo birêkûpêkkirina civakê hatine nivîsîn û avakirin. Di teoriyê de dibêjim, lewra pirsên pir grîng ên mîna; ev zagon li gor çi, çewa, çima, di çi serdemê de, ji ber kêmasî û pêdiviya çi, li ser çi bingehî, bi çi armancên veşarî ava bûne hene û ev pirs divê bêne kirin. Dîsa gelek pirsên bi vî rengî ku li bersivên xwe digerin hene û dema bersiv bêne dîtin û ji aliyê civakê ve jî bêne pejirandin, dê mirovahî bikeve serdemeka nû ango zayîneka nû. Belê ev pêvajoyeke dirêj divê û di vê pêvajoyê de gelek dahil, devî, hezek û avzêm jî hene. Dîtina van bersivan grîng e, lê pêjirandina wan ji aliyê civakê ve jî herî kêm bi qasî dîtina wan grîng e. Di pêvajoya daqurtandina van bersivan de, dikare gelek tevlîheviyên civakî rû bidin. Bi taybet jî jiber hevkarî û wekheviya ol û desthilatdariyê, ev dikare bibe pêvajoyeka pir bi êş û renc.

 

Di nav herikbariya serdemên mirovahiyê de avabûna hin pîvan, rêz û rêkûpêkiyan û rola wan a erênî ya di teşedayîn, pêşkeftin û jîyana mirovahiyê de, bûye sedem ku hemû ol, felsefe û îdeolojiyên dîroka mirovahiyê, pîvan, form û îdîayên exlaqî di teoriyê de ji xwe re kirine armanc û li ser van pîvanan propogandaya rastî û pakiya xwe kirine û di nav civakê de cî dîtine. Armanca bingehîn a hemuyan jî, li gor bawerî û armancên xwe teşe û rengdayîna civakê û birêvebirina civakê bûye. Ev her dem wiha bûye, îroj jî wisan e. Di her demê de jî ev armanca bingehîn ji aliyê xwediyên xwe ve zêde li ser nehatiye axaftin û caran, bi taybet jî di demên xwe yên lawaz de pêdivî bi veşartin û sernuxumandina armancên xwe yên esasî dîtine. Hemû jî di demên xwe yên lawaz de mexdûr û mezlûm bûne û li mafên xwe, yên rewa geriyane, lê kêliya hêz girtine, an bi ser ketine, an bûne desthilatdar, rol û rengê wan ê rastî jî li gor wê zelaltir bûye.

Dikare di destpêkê de xwediyên hin bawerî û îdeolojiyan di lêgerîna xwe ya hin mafan û wekheviyê de rast û durust bûne jî, lê desthilatdarî nexweşîneke giranî giyanî ya civakî ye. Di vir de, gotina olan bixwe tê bîra mirovan ku divê mirov di nav tu tevgerî de nebe ku dikare wekî hevpariya bi afirîner re bê şirovekirin (şîrk, şirîk). Yan na mirov di nav agirê buhuştê de heta bi hetayê dişewite.

Ji bo min ev, ne bi şêwaza gotina olan be jî xwedî rastiyeke. Lewra mirov afirîner ne wekî olan, lê wekî enerjî, wekî xwezayê, wekî gerdûnê bibîne û binirxîne jî, mirov di nav vê mezinahiya bêdawî de ne tu tiştek in, lê bi pozbilindî û kibra desthilatdariyê, yekser dikevin nav hewldana jixwerebikaranîna vê rastiya mezin. Bê guman ku di nav wê rastiyê de wenda dibin û jîyanê ne bi tenê ji xwe re, lê bi tevahî dikine dojeh û kesên din di agirên wan de diqijilin. Dema vê dikin jî dîsa xwe di bin navê van nirxên olî û exlaqî de vedişêrin, lewra bikaranîna wan nirxan ji bo wan çeka herî mezin e.

 

Wê bidome…

 

Mahabad Felat

2018-02-18


Gotinên miftehî :