1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. R’ÊFÊRÊNDÛM, SERXWEBÛN Û K’URD…
R’ÊFÊRÊNDÛM, SERXWEBÛN Û K’URD…,r,êfêrêndûm,serxwebûn,û,k,urd

R’ÊFÊRÊNDÛM, SERXWEBÛN Û K’URD…

Piştî daxwîyandina r’oja r’êfêrêndûma serxwebûnê di herêma K’urdistanê da, hem di nav cîhanê da, hem jî di nava gelê k’urd da helwest û nêr’înên cuda r’û dan!

A+ A-

 

 

Ezîz ê Cewo

 

Piştî daxwîyandina r’oja r’êfêrêndûma serxwebûnê di herêma K’urdistanê da, hem di nav cîhanê da, hem jî di nava gelê k’urd da helwest û nêr’înên cuda r’û dan!

Eger hinek welatan, anegorî plana navnet’ewî a R’ojhilata Navîn a Gewre, r’ewşa p’êwendîyên wan bi dewletên herêmê r’a û berjewendîyên xwe, bi erênî li vê pirsê nihêr’în, hema di nava p’ir’anîya k’urdan da p’evçûna du hestên dijber r’û da: yek, ya dawîya dawîyê emê serbixwe bibin!, ya duyem – “yê ku vê serxwebûnê pêşnîyar dike, k’î ye? Û evê jî mirov tê digihîje… Ma tû ji k’îjan mirovî bipirsî (ew ji k’îjan net’ewê dibe, bila bibe!), gelo ewê dijî serxwebûnê be? Helbet na! Lê mirov nikare, ç’avê xwe li ber hinek r’astîyên bi gehîn jî bigire: ew pirsa şik û guman û r’ûdana pirsên k’urdan e... Û berovajî vê jî, hinek bi pirsa serxwebûnê  manîpûle dikin, û eger yek nêr’în, an guman û r’exneyên xwe bîne zimên, ewên ku ev pirs kirine karta lîstikê, dê biqîrin:    

– Binihêr’in ewana dijî serxwebûnê ne! – Û, dibe ku, di nav gelê me da hinek ji ber  dilp’akîya xwe bixapin û ji wan bawer bikin, lewra ku ew haş ji r’ewşa r’êal a Başûr nini – ne ya aborî, ne ya siyasî û ne jî bazarî û lîstikên r’êvebirîya PDKê û herîmê bi dijminê gelê k’urd ê sereke – r’êvebirîya T’irkîya faşîst r’a!  

Lewra jî pêwîst e, ku mirov ç’avê xwe li ser hinek r’astîyan veke!

Dema mirov hemû bûyerên di herêmê da pêk hatine û îro jî pêk tên, lîstikên siyasî û helwest û nêr’înên gel digihêne hev, ev dîmenê dilkovanî dertê holê:

  1. Îro bi r’êalî ji nîvî zêdetir erd û aqarên herêma Başûr bi fermî ne di nav sînorên Herêmê yên îroîn ên fermî da ne. Û, ji ber ku ew navçe û bajarên K’urdistanê bi fermî ne di nav sînorên Başûr da ne (li xerîteya jêrê binihêr’in!), hukumeta navendî ya Îraqê dê hemû derfetên xwe bi k’ar bîne, ku wan xakan di destê xe da bihêle… Ji bo ku ev pirsgirêk nemabûya, anegorî heşmendîya morovê normal, r’êvebirîya Herêmê ya PDKî, berî ku vê r’êfêrêndûmê daxwîne, divê anegorî xala 140. ya Destûra bingehîn a Îraqê di wan navçe û bajaran da r’êfêrêndûm  pêk banîana û hebûna wan di nava sînorên Herêmê da bi destûrî misoger bikirana. Û, eger ewana ev yek pêk neanîne, an di k’arê serxwebûna herêmê da ne ciddî ne, an ciddîyeta vê pirsê tê nagihîjin, an jî ji bo wan ew pirsa hîç qurşekî kor jî ne hêja ye, ew van tiştan bi zanebûn dikin, ji bo ku desthilata herêmê di destê xwe da xweybikin… Û li vira jî, ji bo wan hîç jî girîng nine, k’a K’urdistanê çiqas navçe û bajaran winda bike!  – Ewê paşê ji bo wê wan kes û r’êxistinan t’ewanbar bikin, ên ku di dema xwe da siyaseta wan a dijî k’urdîtîyê r’exne kirine!   
  2. P’êwendîyên PDK û AKPa îslamî ya faşîst, wisa jî yên serokê PDKê Mesûd Barzanî û emîrê DAÎŞê yê herî bilind û serokê K’omara T’irkîyayê Erdoxan baş tên zanîn.  Barzanî di Daşûr da wek nûnerekî wê r’êjîmê t’ev digere… Bi destûra wî di Herêma Başûr da, ya ku doza serbixwetîyê dike, bi dehan baregehên art’êş tirk û MITa wan bi cî bûne (li xerîteyê binihêri’n)… Bi destûra wî wisa jî milîsên Heşd el-Şeebê kirine Şengalê, ji bo ku li dijî Hêzên Berxwedana Şengalê û yên HPGê bide şer’kirin û bi destê wan dot û lawên gelê k’urd bide kuştin. Tuyê qey bibêjî, di Şengalê da bi fermana heman Barzanînî hêzên pêşmergeyan xwe jê venek’işandine û ew bi destê hov û merivxurên DAÎŞê va bernedane! Û ev trajêdîya êzdîyan, a ku bi fermana wî pêk hatye, hê jî nadome!..
  3. Û pirsa destûrî-nedestûrîya vê r’êfêrêndûmê:

Eger herêmek (an welatek, çi ferq!) bi fermî du sal û nîvê zêdetir e, di wê da dema erka serokê wê derbaz bûye, lê ew serokê berê yê bê erkmayî, hemû maf û qanûn binp’ê kirine û ne dest ji k’ursîya xwe berdide, ne jî dihêle hilbijartin pêk bên, gelo r’êfêrêndûma wê dikare destûrî be? 

Eger serokê herêmê bi destûrî bê erk mabe, gelo hukumeta wî dikare destûrî be û bi fermî xwedî erk be? Û serokê wê hukumeta nedestûrî, gelo mafê wê heye, ku wezîrên ji partîyên dinê ji k’ar bavêje (wek ku ewî wezîrên ji partîya Goran ji k’ar avîtine!)?

Eger di wê herêmê da bi fermana serokê wê yê bê erk r’ê li pêşîya serokê Parlamêntoya herêmê tê girtin, û nahêlin, ku ew derbazî Hewlêrê be û here ser k’arê xwe (ew jî wê demê, dema di nava hemû r’êvebirên herêmê da serokê Parlamêntoyê yekî tenê ye, yê ku erka wî bi qanûnî ye!), gelo dikare r’êfêrêndûmê derbaz bike?

  1. Eger Herêmek di hindur’ê xwe da ne yekgirtî ye, ku di navbera du herêmên wê da (Behdînan û Soran) sînor û xalên kontrolê hene, wek di navbera du dewletên cuda da, gelo dikare r’êfêrêndûmê derbaz bike? Ew jî, dema heya pêşmergeyên wan herêman jî wek sazîyên leşkerî ji hev cuda ne (yên PDK û YNK)… 

A, yên ku bi r’astî dixazin K’urdistan serbixwe bibe, divê di sêrî da ev bêqanûnîyana, wek asteng, ji holê r’akirana û her paşê bigotana – emê r’êfêrêndûma serxwebûnê derbaz bikin.

Û t’ehlûkeyeke dine jî: ji ber ku r’êfêrêndûma 25ê rezberê p’ir’anîya k’urdan bi navê Mesûd Barzanî û PDKê va girê dide, wê demê, ji ber sedemên jorgotî, p’ir’anîya k’urdan dikare nebêje – erê!.. 

Lê her çi jî hebe, û encamên vê r’êfêrêndûmê çawa jî dibin, bila bibin, ew gaveke girîng e: ewê r’astîya civaka me derxe hole, û civak jî dê bêhtir xwe û r’ewja xwe nas bike û tê bigihîje, ka wê berê xwe bide k’u. Û piştî vê r’êfêrêndûmê dê di dîroka Başûr da dest bi pêvejoyeke nû bibe: başûrî bi xwe dê bidin xuyan, k’a ew hêjeyî çi çarenûsê ne – serxwebûna r’eal, an bindestîyeke nû ya kirasguhar’tî?..    

10. 06. 2017.