1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. WARÊ Bİ XWÎN ŞENGAL
WARÊ Bİ XWÎN ŞENGAL,warê,bi̇,xwîn,şengal

WARÊ Bİ XWÎN ŞENGAL

Li gorî kozmognîya ola êzdî û baweriya wan, heft milyaket hene. Ev milyaket her yek ji wan ji hela ezdan ve erkdarin û bi wezîfene ku dinyayê bi rê ve dibin. Rojekê ji rojan eger li êzdiyan bibe pêsîr tengî, ew bi hêvîne ku ev milyaket bi bang û hawara wan ve were û wan rizgarbike. Heft gerîlayên HPG ê bi hawara deh hezaran êzdiyan ve gihîştin, bi xwîn û xwîdana xwe rê ji êzdiyan re vekirin û ew ji bobelatek û tevkujiyeke duyemîn a bêhempa rizgar kirin.

A+ A-

 

 

Di ser tevkujiya Şengalê re tam  du sal derbas bûn. Du salên giran, du salên malwêranî, derbederî û terkeseriyê.. Li gel vê jî hîn kabûsa wê karesat û bobelata mezin ji ser êzdiyan ranebûye. Giraniya wê tirsa berî dîrokê û qîrîn û hawara sedhezara qurbaniyên neçar û malwêran, ku dil û kezeba mirovan dax dikirin, hîna weke îro zindiyê dî bîra her êzdiyekî xwedan rûmet de.

 

Ma wê ew xezeb, ew kîn, ew xwîn, ew êş, ew hêsir, ew şewat û ew bêdengiya cîhanê çawa were jibîr kirin?! Hisreta şîrmijan a ji bo dilopek şîr, kal û zarokên ku ji ber nebûna firek av li ber çavên hezkiriyên xwe can dan, wê çawa were jibîrkirin...

 

Û ew xiyaneta ku bi qasî "Fermanê" mezin û giran a wek lêdana "zêrîn" ku qet ji bîra mirovan neçe, qet û qet nehat jibîrkirin. Civaka Êzdî bi qasî fermanê di nav xwe de li ser xiyaneta ku li wan hatiye kirin jî axifîn. Bê guman ev wê ji qurnan derbasî qurnan bibe û nifşek wê jî nifşê pê xwe re bibêje vê xiyanetê.

Bi taybet xiyanet û bêbextî di qewlikê bîra Êzdiyan de weke mirina dûyemîn a piştî Fermanê bi cih bû.

 

Mirina yekê, tevkujiya ku bi destê çeteyên DAIŞ ku bi ewte ewta kûçikan ji fena beriya dîrokê dihatin û di destên wan de alên reş hebûn û direyan pêk hat, mirina dudyan jî; ya ku bi destên "birayên" wan ên pêşmerge pêk hat. Li gel ku di ser fermanê re du sal jî derbas bûne, her Êzdiyê ku bahsa bûyerê dike, dibêje; "bandora mirina dûyemîn ji ya yekemîn girantir û mezintire.”

 

Hîn wê sibehê êzdiyan berê xwe dabûn rojê û bi dilê pak ev dia kiribûn; "Ya xwedê, tu deriyê şeran bigire, deriyê xêrê veke. Berê bide heftê û du miletan pişt re jî bide me."

 

Belê, gava ku çeteyên DAIŞ ê yên hov û terorîst ku çiqas xerabî, qirêj û gemara serdeman û berî serdeman heye di rihê xwe yê genî de kom kirine û ji qirêja reş nezilîne, di 3 Tebaxê 2014 de derbasî ser axa şengalê ya pîroz bûn, gelê me bi hemû xizm, merov û cîranên xwe re di xweneke beriya destpêka dîrokê de bû û xerabiyeke bi vê şêwazê di xewna xwe de jî xeyal nedikir. Miletê me ti caran hizir nedikir ku yên di dirûvên mirovan de li hember cisnê xwe bi navê ol û xwedê, ewqas qîl bi xwîn bibin û reşî û hovîtiyê ji xwe re bikin al, mertal û rewa bibînin. Yan ev ne ji cinsê miraovane yan jî mirovati ji cinsê xwe derketiye!

 

Gundên hawîrdorî gundên êzdiyan, tevaya wan ereb bûn. Ji xwe li ser bingeha projeya ’’Kembera Erebî’’ ji hêla Saddamê dîktator ve gundên êzdiyan ji wan hatibûn sitandin û bi darê zorê ev ereb têde hatibûn bi cih kirin. Ango cîranên ’’bi kotek.’’ Lê eger cîrantiya bi kotek be jî, şert û mercên kotekdariyê ew li hev "banandi bûn" û hêwirî hev kiribûn. Lewma jî erebên cîran her roj li malên êzdiyan bûn û êzdî diçûn malên wan û dihatin. Di nava pêvajoyê de hev nas kiribûn û bawerî bi hev anîbûn. (Dibe ku ev jî fêlbaziyeke dîrokê be ku li mirovan dike?!) Ew bi êzdiyan re cîran bûn û pirrên wan kirîvê êzdiyan bûn. Ango zarokên xwe di dawa hev de sunet kiribûn. Xwîna wan li dawa hev ketibû, nan û ava hev xwarin û vexwaribûn. Li gor çand û baweriya cimata êzdî,  eger xwîna mirov li dawa hev ket edî cih ji şik û gumanan re namîne. Ji hev şik û guman birin, di asta xiyanetê de ye. Beriya wê çidibe bila bibe, roja ku kirîbantî hate danîn û nanê kirîbantiyê hate xwarin, rûpeleke nû a pak ji bo her du seryan dest pê dike û mohra wê jî bext û baweriye. Kirîvantî û cîrantî li cem cimata me pîroz e û tu caran rê nadin ku helal were ser van nirxan. Cîrantî û bi taybet kirîvantî ji bira û malbatiyê jî li pêştir e. Bira bi biran re xiyanetê bike jî, kirib ji vê yekê dûr û bêrî ne. Yan jî pirr kêm hatiye dîtin ku kirîban xiyanet li hev kiriye. Ezdî bi vê bawer bûn. Dîsa hêza li herêmê desthilatdar û çekdar pêşmergebûn û ev jî kurd bûn. Êzdî bi vê hêzê jî bawerbûn û ev hêz weke hêza parastina xwe dizanîn. Wan wer hizir dikir ku hêza pêşmergeyan bi mirina xwe jî mabe, gava li wan bibe pêsîr tengî dê heta dawiyê wan biparêze. Lewma jî dibe ku di dîroka xwe de cara yekê êzdiyan ewqas bawerî bi cîranên xwe yên ereb  û hêza kurd a pêşmergeyan anîbûn, lewma jî hemû tedbîr û tedarekên ewlkariye ji dest berdabûn û ketibûn xewa mirinê. Hay û baya wan ji dek, dolabên ku li derdora wan digeriyan û bayê tofana ku li ser serê wan digobilî bê xeber bûn.  Gava ku zare zara şîrmij û zarokan di nav qîlê guran de dihat û qîrîn û hawara jinan di nav destên hovan de digihîşt erşê heftan, ezmên ne dibihîst û erdê hilnedianî û serê ciwanemêran ji bedenan dihatin jêvekirin, êzdiyan didîtin ku nola  ‘’qaşo cîran’’ û ‘’pêşmergeyên qaşo’’ parastvan, xwedayan jî berê xwe ji wê axê guheriye û pişta xwe daye wan. Erd û ezman, der û cîran tev bûbû pêtiyên êgir. Dê ewledê xwe diavêt...

Bira ew roj here û venegere.

 

’’HEFT MİLYAKET HATİN HAWARÊ

 

Bermayên Ferman û tevkujiya 3 Tebaxa 2014 an, yên nîv mirî ku filitî bûn, piştî ku dîtin ti hêzeke wan biparêze li holê nemaye, pêşmergeyên "xwebexş" û "mêrxas" ew li cih hîştine, ew û çarenivîsa xwe mane di destên çeteyên DAİŞ ê de û ji her alî de hatine dorpêçkirin, rê û rêbar li ber wan hatine giritin, bi hewala rih berê xwe dan çiyê. Her çiqasî hêviyên xwe ji Ezdanê dilovan û Tawisî melek qut nekiribûn û bi vê baweriyê gurorevî berê xwe dabûn çiyê jî, ya rastî ti derfet û şensê wan ku azad bibin pirr nebû. Lê ji nişkave çerx çep vegeriya û tîrêjeke nûranî tariya pêş wan çirand.

 

Li gorî kozmognîya ola êzdî û baweriya wan, heft milyaket hene. Ev milyaket her yek ji wan ji hela ezdan ve erkdarin  û bi wezîfene ku dinyayê bi rê ve dibin. Rojekê ji rojan eger li êzdiyan bibe pêsîr tengî, ew bi hêvîne ku ev milyaket bi bang û hawara wan ve were û wan rizgarbike. Helbet piştî tevkujiyê  tişta ku rû da, tîrêja ku li bendê bûn tariyê biçirîne û deryê xêrê ji wan re veke ew bi xwe bû. Heft gerîlayên HPG ê( Ku beriya tevkujiyê li çiyê bicih bûbûn û hevalê wan ê heyiştan ji hêla PDK ê ve hatibû binçavkirin û xebatên wan hatibûn asteng kirin jî, mîna li bende hawerê bin, cil û çekên xwe binaxkiribûn û herêm ne terikandibûn. Gava tevkujiyê rû da, cil û çekên xwe ji bin axê derxistin û gihîştin hawara êzdiyan.) bi hawara deh hezaran êzdiyan ve gihîştin, bi xwîn û xwîdana xwe rê ji êzdiyan re vekirin û ew ji bobelatek û tevkujiyeke duyemîn a bêhempa rizgar kirin. Di tarîzilmata nîvê şevê de roj çawa ji nişkave li mirov hilê,  wisa jî qorîdor û deryê rizgariyê bi destê egît û mêrxasên HPG û YPG ê ji bo deh hezaran qurbaniyên fermanê hate vekirin. Bi vî hawî bi dehezara êzdî derbasî rojava, başûr û bakur bûn. Hejmareke girîng jî li çiyê ma.

 

Êzdiyên mayî li ser axa kal û bava ne niştecihin û ne penaberin. Pirsgirêk nehatine çareserkirin, birîn nehatine dermankirin. Jin û zarokên dîl hîna nehatine rizgarkirin. Şengal  bi giştî nehatiye azad kirin. Êzdî hewil didin bijîn û ji bo vê li ber xwe didin. Baweriya wan bi ti hêzan nemaye ki bilî hêza wan a xweser. Dixwazin ew bi xwe xwe biparêzin. Ev jî ji mafê wan e û rewaye.

 

Îbrahîm Osman

02.08.2016


Gotinên miftehî :