1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Xiyanetek xiyaneta din venaşêre
Xiyanetek xiyaneta din venaşêre,xiyanetek,xiyaneta,din,venaşêre

Xiyanetek xiyaneta din venaşêre

A+ A-

Xiyaneta Paver Talebanî sûcê Mesûd Barzanî, wezareta pêşmergeyan û PDK ê kêm nake. Berovajî, ev navboriyana bi qasî Pavel gunehkar in.

 

Berî hûn hemû sûcî têxin stûyê Pavel, berê neynikê bidin bejna xwe. Hinekî li qama xwe temaşe bikin, ku we çawa hêviyê Kurdan şikandin, serê miletê me di nava dinyayê de tewand? We keramet û rûmeta Kurdan wekî wê ala li şûn xwe hêlayî xist bin piyan.

 

 Me hê Şengal ji bîr nekiriye. Hûn bixwazin bidin ji bîrkirin jî em jibîr nakin. We heman rûreşî û bêbextî li Şengalê jî kiribû. Hûn bûn sebeb ku bi hezaran Êzdî di nava lepên wehşan de bimînin. Hîn gelek keç û jinên me li ser destên Ereban tên kirîn û firotan. We namûsa me avêt bin piyan. Bi hezaran Êzdî bê ser û şûn çûn. We hingê nav li bêbextiya xwe dikir û digot, ev paşvekêşaneke taktîkî ye. Bizanibin heya Êzdî saxbin, wê êşa wê“taktîka“ we bikşînin.

 

We heya îro ne hesabê bêbextiyê li Şengalê hatiye kirin da, ne jî  ji kesî pirsî. Hûn li ser bêbextîya xwe, xwîn û namûsa me razan. Bi destê çend Êzdiyên xwefiroş we xwest xiyaneta xwe bi miletê me bidin daqurtandin. Lë nebû. Vê carê qûna tazî bi tu pîneyan nayê veşartin.

 

Hûn wekî her car dîsa li riya herî erzan digerin. Eger hûn yekî xayin bikin qurbana vê rûreşî û şikandinê jî, ev yek têra veşartina suc û rûreşiya we kiriye nake. Lewra hûn jî bi qasî Pawel Talebanî û Hero Xan tewanbar in! Sucdarin. Hûn şirîkê xiyanetêne. Yanî hûn pavel bihelînin bikin sabûn jî, qirêja we pê pak nabe.

 

Eger raste hûn pak in? Hevpeyamana Pavel bi dujminan re kiriye red bikin. Bargehên Turkan ji nava xwe derbixin. Hêza gerila û pêşmergeyan di bin banê desteya şer a bilend de bigihînin hev. Dereng nemînin, dest  bi şer bikin û erişî ser dujmin bikin. Eger we ev nekir bizanin we Kerkûk ilelebed derda. Û hûnê gelek tiştên din jî li ser bidin!

 

Dinya û alemê dizanî bû, ku ji demeke dirêj de Kerkûk di bin gefan de bû. We wekî serok Barzanî, wezareta pêşmergeyan û PDK ê, ji bo bergirí û parastina Kerkûkê ji zirt û fortan pêve çi amadekarî kirin? We çi tedbîr standin? Pişta we bi çi germ bû?

Nuha hûn heya dikarin bibêjin Pavel Kerkûk firot, an jî bibêjin Heşdî Şabî bi çekê Amerka êrîş kirin, tu fayda van gotinên pûç nîne.

Eger we şer sar kir, li Kerkûkê dujmin  rihet hîştin, bizanibin ev ji we re naserife. Êdî ew ê dest ji we bernedin.

 

Îbrahîm Osman