1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Siyabend Aslan
  4. BI ZAROKAN RE AHENG û REFTARIYÊN BÊPERGAL
BI ZAROKAN RE AHENG û  REFTARIYÊN BÊPERGAL,bi,zarokan,re,aheng,û,reftariyên,bêpergal

BI ZAROKAN RE AHENG û REFTARIYÊN BÊPERGAL

A+ A-

(Orientation And Behavioral Disorders In Children)

Em dikarin di despêkê de bi vî awayî danasîna 'reftarî'yê (behavior) bikin: Kiryarên ku ji aliyên kesên din ve rasterast bikaribe were dîtin. Ji bo danasîna 'aheng'ê (orientation) jî em dikarin bibêjin: Kesên ku taybetiyên xwe di nava ezitiya (ego) û derdora xwe de da karibin têkiliyên hevseng li dar bixin û van têkiliyên hevseng berdewam bikin.

Dema ku zarok rastî sînoreke zordar bê an jî bi astengiyeke dijwar re bimîne, bi derdora wan re têkiliyên wan xera dibin û ev jî dibe sedema reftariyên bêaheng. Kesayetiya zarokan, dema ku astengiyên zor û zehmet çareser dikin bi hêz dibe û ev yek rê li ber reftariyên biaheng vedike. Zarok di nava geşedana xwe de ji aliyekî ve dibe xwedî qabiliyet û hunerên nû û ji aliyekî din ve jî li rastî gelek pirsgirêkan tên.

Dema ku zarok pirsgirêkên xwe çareser dikin û astengiyên xwe ji holê radikin, hêzên wan yê giyanî qewîn dibin û hêzên wan yên ku pirsgirêkên xwe çareser dikin çê dibin. Bi vî awayî hewcedariya zarokan bi piştigiriya dêûbavan kêm dibe, ev jî rêya reftariyên xweser hêsan dike.

Reftariyên bêpergal (Behavioral disorders) bi pirsgirêkên derûnî û fizîkî ve girêdayî ne. Gava ku zarok pevçûnên xwe yên derûnî li derveyî xwe çareser dikin, ev pevçûn reftariyên bêpergal derdixîne holê. Weke hêrsokî, bêhtengî, êrîşokî, eks, diziya hin tiştan, çêrkirin û hwd. xwe dide xuyakirin.

Dema ku zarok dikeve geşedana serdemeke nû, dibe xwediyê hin huneran jî. Ev serdema nû bi xwe re hin pirsgirêkên din derdixîne.

Di serdemên geşadanê de bi pirsgirêkan re rasthatin tiştekî xwezayî û demkî ye, lê zarok di van serdeman de ji aliyên dêûbavên xwe û mezinên xwe ve ku rastî helwestên çewt bên an jî dema kû zarok pirsgirêkên xwe çareser dikin rastî astengiyan bibin, dê ew çareserkirina pirsgirêkên xwezayî û demkî were taloqkirin. Bertekên ji bo van tiştan dibe ku bi zarokan re di asta hestiyariyê de bêpergaliyan derbixîne û van pirsgirêkan mezin bike. Ev bertekên neyîni bi navê 'aheng û reftariyên bêpergal' têne bi nav kirin. Mînak, ji bo zarokên 2-3 salî, ger perwerdehiya tuwaletê neyê dayîn û ew zarok hînî xwarin û vexwarîna biserêxwe nebin, dê ev pirsgirêk bandorê li serdemên din bike. Ev pirsgirêk dê bi pirsgirêkên serdemên nû re zêdetir bibin.

Zarokên 3-6 salî, di serdema lîstikan de ku ji listikan têr ne bûbin an hevaltî nekiri bin, di serdema dibistanê (6-12 salî) de nikarin tevlî lîstikên civakî bibin. Li şûna ku bi zarokan re bilîzin û serdema xwe bijîn berevajî vê bi tena serêxwemayîna wan di demên pêş de dibe ku ev zarok xwe ji civakê îzole bikin û mecbûr bimînin ku bi pirsgirêkên serdemên berê re têbikoşin. Zarok di nava geşedana xwe de divê bi serê xwe kincên xwe li xwe bikin û fêri xwarin û vexwarinê bibin. Malbatên zarokan ku di vî warî de her tim astengî ji zarokan re derxistibin û nehiştibin ku zarok biserêxwe ev reftarî pêk anîbin, dê di serdemên pêş de ji bo çareserkirina pirsgirekan karên wan dijwartir bibin. Ji ber vê yekê piştgiriya dêûbavan, hezkirin, peywendî û piyarî ji bo zarokan pir girîng e.

Ji bo ku zarok ji xwe re kesayetiyeke bi ewle û zexim çêbikin, pêwîst e ku dêûbav û derdora wan, ji wan re bibin modeleke bi bawer, têgihîştî, bi hezkirî. Eger derdor û malbata zarokan piştgiriyê nedin wan, dê zarok ji xwe ne bawer bin, dê têkevin fikra ku kes ji wan hez nake û dê bi şik û guman li derdora xwe binêrin û bi hestên alozî û nakokî bikevin nava xeleka tengezariyê.

Zarok ji bo ku bala malbat û derdorê bikişînin, reftariyên çewt dikin. Di vê encamê de aheng û reftariyên zarokan bi derdora wan re xera dibin. Di sereka nexweşiyên ahengî de hêrsokî, şerokî, dexesî, guhdarnekirin, liberrabûn, serkêşî û hwd. tê dîtin.

Hin helwestên çewt jî dibin sedemên aheng û reftariyên bêpergal. Mînak, malbatên zordest, rêzkar û yên ku zêde zarokên xwe diparêzin û hwd. Bi zarokan re pirsgirêkên dêrûnî, tenê ne bi helwestên çewt yên malbatan ve girêdayiye. Ev pirsgirêkên dêrûnî dibe ku ji pêkerên der (exogenous factor) û ji pekerên hawirdorî (environmental factor) çê bibin û xwe derbixin holê.

Hin mînakên pêkerên hawirdorî weke şewat, erdhej, revandin, qezeyên trafîqê, êrişên zayendî, pirsgirêkên nav malbatî (pevçûn, bêaramî, tundî û êrîşî), ji ber mirin an hevberdana dê û bavan (windakirin, cihêtî) dibin sedemên aheng û reftariyên bêpergal. Bûyerên wisa û pirsgirêkên ku zarok dijîn, tirsên curbicur pêş dixin, dibe ku nîşêtên zedeya dêrûnî (psychotrauma) derbixin holê. Ji bo ku zarok li tendirustiya xwe ya derûnî vegere; helwesta dêûbavan ji bo piştgiriyê pir girîng e. Helwestên dêûbavan dikare van pirsgirêkan çareser bike yan jî dikare reftariyên bêahengî zêdetir bike.

Ji bo aheng û reftariyên bêpergal hin pîver (criterion) pêwîst in;

1. Guncanîtiya li gorî temen (Age Appropriate)

Her serdemên geşedanê li gorî xwe xwediyê hin reftariyan in. Ji ber vê yekê divê mirov serdemên geşedana zarokan baş bizanibin. Mînak, zarokek 2 salî bi int e, livdar e û tiştên ku jê têne xwestin qet nake. Li gorî Freud ev serdema geşedana 'anal'ê ye, li gorî Ericson ev serdema geşedana 'li hemberî xweseriyê şerm'e (autonomy vs shame). Di vê serdemê de zarok fêrî kesayetiyeke xweser dibin. Ku dilê wan nexwaze, kes nikare bin wan paqij bike û wan maç bike.

Zarokên 3-5 salî jî dixwazin balê bikişînin. Ji ber ku cîhan û fantaziyên wan pir fireh in, dibe ku qala çîrokên dûrî aqilan bikin, ev jî di vê serdemê de tiştekî xwezayî ye. Hê jî nikarin derew û rastiyan ji hev derxin, bi gelemperî tevlîhev dikin. Ji ber vê zarokên di van temenan de bûyerên ku dibêjin derew be jî, wan bi derewkarî sûcdar nekin. Lê eger zarokên 7-11 salî derewan bikin, ev ne tiştekî xwezayî ye.

2. Gurahî (Intensity)

Ji bo em bikaribin bibêjin ev reftariyek bêpergal e, pîvera vê ya dûyemîn 'gurahî' ye. Mînak, ji bo zarokek 5 salî hêrs û cirnexweşî tişteke xwezayî ye, lê ev reftarî ku xisarê bide kesên din, ev dibe reftariyek bêpergal.

3. Domdarî (Continuity)

Reftariyên ku di demeke direj de bi awayeke biberkî û biisrar dom dikin.

4. Payînên ristên zayendî (Gender Role Expectations)

Civak dipayîne ku li gorî keçan law bêhtir êrîşkar bin. Keç ku bi reftariyên xwe weke lawan êrîşkar bin, ev reftariyên keçan vebireke bêpergaliyê ye. Hin aheng û reftariyên bêpergal em dikarin bi vî awayî rêz bikin; bixwedemîztin û bixwederîtin, lalitiyên derûnî, tilîmêtin, nenûkxwarin, dijberî, derew, dizî, tirs û saw, nexweşiyên xwarin û vexwarinê, pirsgirêkên xewê, destperk (masturbation), xwetecrîtkirin, livdariyên zêde, rûçikandina por, êrîşokî, xewgerî, bendewarî û ingiroktiya zêde.

Bi gelemperî zarokên ku reftariyên bêaheng bi wan re têne dîtin, ev reftarî têne raçavkirin;

-Bi stres, cirnexweş û nerehet in.

-Reftariyên weke nenûkxwarin, tilîmêtin derdixînin holê

-Zordestiyan dikin.

-Li hemberî desthilatdarê xwe li ber xwe didin.

-Her dem bi hêrs in.

- Derewan dikin.

- Diziyê dikin.

- Tixûbekî motivasyona wan heye.

- Ji dibistan û malê direvin.

- Enerjiya xwe nikarin di warekî taybet de berbihev bînin.

- Fedyok, tirsonek, xemgîn û gumanker in

- Dikarin demeke dirêj bêdeng bimînin.

Ji bo ku em karibin bibêjin reftariyen zarokan bêaheng in, divê ev nîşêtên ku me rêzkiribûn herî kêm di 6 mehan de werin dîtin. Li gel vê jî divê em bala xwe bidin serdemên geşedana zarokan. Mînak, zarokên 4-5 salî ku bi xwe de bimîzi ev tiştekî xwezayî ye. Xwedemîztina di dema dibistanê de jî tiştekî xwezayî ye. Lewra bixwedemîztin bi tena serê xwe ne nîşêtên reftariyên bêahengiyê nê. Sixletiya van nîşêtan û gurahiya van reftariyan girîng e.

Gelek bêahengiyên derûnî ji zarokatiyê dest pê dikin. Ji ber vê sedemê, divê nirxandina zarokan bi malbat û derdora wan re bê kirin.

Ku zarok pirsgirêkên di nava geşedana xwe de bi tena serê xwe çareser bikin, dê weke çûken ku nû fêrî firandinê bibin hewldana wan bi kêrnehatî be û dê zû rawestin. Bi vi avayî zarok him diltirs û bextreş dibin û him jî gihiştina wan ya derûnî li gorî hevsalên xwe li paş dimîne.

Bi gelemperî sedemên aheng û reftariyên bêpergal çi ne?

Dêûbav rasterast ku nebin sedemên aheng û reftariyên bêpergal jî, dibe ku zarokên xwe bi ceger kiribin an jî reftariyên wan xurttir kiribin. Bi rastî jî zarokên ku bêhêvî ne, yên ku xwe bikêrî tiştekî nabînin û yên ku kemasiyên balkişandin, hezkirin û ewlehiyê bi wan re hene aheng û reftariyên bêpergal bêhtir geş dikin. Derûnbijîşk (Psychiatrist) Rudolf Dreikurs angaşt dike ku zarok bi van aheng û reftariyên bêpergal ji xwe re hin destkeftiyan (gain) bi dest dixin. Sedem û domdarên ''armancên reftariyên nebaş'' (goals of misbehavior) bi 4 vebiran têne binavkirin. Ku armancên van reftariyên nebaş hebin mirov dikare li encamên wan lêbikole û sedemên wan fêhm bike.

Li gorî vê;

Balkişandin (to gain attention)

Zarok di despêkê de bi awayekî erenî dixwazin balê bikşînin, ku bi vî awayî serkeftî nebin, dê serî li hin rêyên çewt bidin. Ku zarok bi rêyên çewt be jî bal kişan dibe, ev reftariyên ku derdikevin holê xelet bin jî dê wan reftariyên nebaş ji xwe re çêtir bibînin û bidomînin.

Bidestxistina hêz û pişkinînê

(to gain power and control)

'Mirov dema ku dibe yekî/e pêşeng, civak bêhtir qedir û qîmeta wî/ê digire' ev fikr û raman dike ku ew zarok bixwazin bibin pêşeng û xwedî hêz. Ji bo hêz û pişkinînê bi dest bixe bi derdora xwe re şer dikin.

Bi vî awayî ev zarok ji bo tiştên ku dixwazin bikin planan çêdikin. Zarok bi vê xwesteka ku hêz û pişkinînê têxin destê xwe bi lîstokên lasayî (imitation) dixwazin bi serbikevin. Di vê encamê de zarokên ku didin dû hêz û pişkinînê reftariyên ku ji wan nayên xwestin didomînin. Ku van reftariyên bêpergal ji bo demeke kurt rawestînin jî, piştre dîsa dest bi van reftariyên bêpergal dikin. Ev şerê hêz û pişkinînê ku dijwartir bibe dê zarok berê xwe bidin tolhildanê.

Tolhildanî (to gain revenge)

Divê dêûbav bizanibin ku hestên zarokan yên tolhildanê ji ber sedemên bêhêvibûnên wan e. Ji bo pêşemerca alîkariya wan jî, divê ku dêûbav bi zarokên xwe re tênekoşin.

Dêûbav çiqas zorê jî bikşînin divê ku bi zarokên xwe re tekiliyên xweş pêşbixin û wexta ku van têkiliyan bi zarokan re deynin, dive bi tebitî bin û bi armanceke baş nezîkî wan bibin. Zarokên ku dane dû tolhildanê, xwebixwe gihîştinin wê baweriya ku ew xwîntahl û cirnexweş in. Li gorî fikra wan zarokan tenê dema ku tehdê li hinekan bikin dê ew kes guh bidin wan û dê xwe baş hîs bikin. Dixwazin ku hin kesê din jî wan bi zordar û xwîntahl nas bikin.

Dêûbavên zarokên ku dane dû tolhildanê xwe birîndar hîs dikin. Ku êrîşa li hemberî zarokên xwe berdewam bikin, dê zarokên wan reftariyên xwe xurttir bikin an jî serî li rêyên ne baştir bidin.

Rapêşiya Kêmhestiyê

(To display feelings of inadequacy)

Ya rastî, zarokên ku reftariyên kêmhêstiyê û nebikêriyê derdixinin holê bêhêvî ne. Çiqas zanibin ku dê bi sernekevin jî, dema ku mezinên wan ji wan bendewar û hêvîdar bin, ev jî kêfa wan tîne. Di gel vê dema ku dêûbav xwe di mijarekê de bê çare dibînin, dev ji helwesta xwe berdidin an jî xwe radestî zarokên xwe dikin. Bila zanibin ku ev ne tiştekî di rê de ye. Ji bo zarokên ku xwe kêmhestiyar dibînin alîkariya herî mezin, divê mirov dev ji rexneyan berde û bala xwe bidin reftariyên wan yên baş. Nîşêtên başbûnê çiqas hindik bin jî, mirov divê zarokan bi ceger bike.

Piştî Bûyerên Zedeyî (Traumatic)

Hin Guherînên Reftariyên Zarokan

- Pirsgirêkên xewnan

- Reftariyên ecêb û sosret

- Tevgerên bêaramî

- Xilmaşî, zenûnbûn, lawazbûn, qelsbûn û xweîzolekirin

- Kelogirî

- Bengitiya zêde

- Zêdebûna xeman

- Pirsgirêkên navmalbatî, daxwazkariya pir zêde an dûrketina ji civakê

- Têkiliyên xerab bi xwişk û birayên xwe re

- Di fikr û ramanên xwe de her dem dubarekirina bûyerên trawmatîk û lîstikên li ser vê bûyerên trawmatî

- Berdewamiya tirsên bûyerên trawmatîk

- Êrîşokî, hêrsokî, reftariyên tawanbarkirinê

- Bêdomiya li dibistanê û di serkeftinê de lawazbûn

- Kêmasiya baldariyê

- Li hemberî xebatan xemsarî

- Helwestên bi avayeke bêxemî

- Li hemberî bûyerên biçuk bertekên mezin

Bê gûman sedêmên van reftariyan ne tenê zede (trauma) ye. Lê ji bo ku ev reftarî derkevin holê, bandora trawmayê heye û trawma reftariyên ku qels in zane. Ev reftariyên ku qels in bi rêya zedeyê (trauma) xerabtir dibin û pirsgirêkan derdixîne holê. Zarok û ciwanên ku bûyereke zedeyî (traumatic) jîyabin, alîkariyê tenê ji bo zedeya xwe naxwaze. Bi giranî sedemên ku alîkariyê dixwazin ji bo reftariyên wan ên bigelemşe (complex) ne. Ewilî mirov divê lêkolîne li ser sedemên van reftariyên bigelemşe bike.

Gelo piştî zedeyê bertekên van reftariyên bigelemşe pir zêde ne? Ev reftariyên bigelemşe bi çi sixletî dûbare dibin û sedemên van dûbarekirinan gelo ji bo ku piştî zedeyê zarok gelek bihestyar in? Heger rewşeke wisa hebe divê pispor lêbikolin. Piştî zedeyê, zarok li ser xwe û li ser gerdûniyê hin girêdanên (derenan) nû ji xwe re ava dikin û xwebixwe baweriyên neyînî çê dikin.

Ji bo van baweriyan em

dikarin mînakên wisa bidin:

- Ez sûcdar im.

- Ez mirovek nebaş im û ez bûm sedemên her tiştî.

- Ez kêmbaldar im.

- Ez ne di ewlehiyê de me.

- Ez nenormal im (anormal).

- Ez nayêm hezkirin, tu kes ji min hez nake û hwd.

Ev têgişkên (perception) zarokan bi demê re bandorê li reftariyên wan jî dikin. Minak, zarokek ku di fikara “kesek ji min hez nake” de be, dibe ku xwe ji civakê dûr bixe, xwe îzole bike an jî têkeve nava qeyrana hêrsê. Bandora mezinan li ser têgişkên zarokan pir heye. Divê kesên mezin bi zarokan re eşkere bipeyivin, behsa sedemên bûyera ku bûye bikin û vê rewşê normal bikin. Hezkirênen xwe nîşanî zarokan bidin ku ew zarok xwe di nav ewlehiyê de bibînin. Piştî trawmayê bi zarokan re guharînên hin reftariyan çêbibe jî ev tiştekî xwezayî ye. Lê ev guharînên ku çêbûne kêm nebin û ji 6 mehan zêdetir dom bikin, divê ew zarok alikariya derûnî bistînin.

ÇAVKANÎ:

1- Prof. Dr. Halûk Yavuzer, Çocuk Eğitimi El Kitabı, Remzi Kitapevi, İstanbul, 1995

2- Excerpt from Exceptional Children An Introduction to Special Education, by W.L.Heward, 2006 edition, p. 223-225, 228.

3- Children: The Challenge : The Classic Work on Improving Parent-Child Relations--Intelligent, Humane & Eminently Practical December 26, 1991

4- biltek.tubitak.gov.tr/gelişim/psikoloji/nedir.htm


* Ev nivîs di hejmara yekem ya Kovara Derûnnasiyê 'Psychology Kurdî' de hatiye weşandin.