Bîra rewşê -I-,bîra,rewşê,i

Bîra rewşê -I-

A+ A-

Em gelekî (people) gelekî (very much) aydîyil (ideal) difikirin.

(Hevoka jorîn çima wisa bû; ji ber ku min nexwest gotinên erebî, tirkî, farisî bi kar bînim û min nexwest bilêvkirina wan jî bi kar bînim û dema mirov bilêvkirina orjicinil (original) bi kar tîne jî xwendevan fam nake bê em çêlî çi dikin.

Heke şaş be jî, serastkirina tiştan pir dijwar e. Tew îcar ku ew şaşî bûbe çand, bûbe gelêrî, bûbe destketeserî ...

Êdî serastkirin şoreş e û şoreş qulipandin e, qulipandin dijwarî divê, dijwarî hêz divê, hêz ...

Tu hîn poşman nebûyî ku te dest bi xwendina vê gotarê kiriye?! Ka mijar "qeder bû?"

Li şûna mirov bêje "em gelekî gelekî aydîyil difikirin", mirov bêje "em miletekî pir îdeal difikirin" ne çêtir e? Milet bi erebî, îdeal bi îngilîzî lê xwendina wê bi tirkî ...

Yanî madem xelk hemû dewlet in, em jî dewlet.
Madem xelkê hemûyî navê xwe lêkiriye, ya me jî Kurdistan.
Madem her kes dibêje "ez û ez", ê me jî "em" û min jî "ez."

Dîroka me temam wisa bûye.
Em nikarin têxin serê kesî ku "Med" Kurd bûne. Em nikarin têxin serê kurdan jî, ha!
21 êlan rabûne Med ava kirine. Ji ber ku êla mezin "Med" bû, bûye "a medan".
A niha xwendevanek dê rabe bêje "na, na, mesele cuda ye." Jehr di meselê de be, ji xwe ez jî behsa wê dikim, ma ku nav "Dimilistan" an "Kurmancistan" an "Kurdistan" bûya, em ê têketina gotegota meselokê?!.

Dû re!
Çîroka Selehedîn-î Eyûbî. Binihêrin ne "Selehedînê Eyûbî" ye. Mîratê "ê" tenê hebûya bes bû, dibû Selehedînê Eyûbî, tune.

Ji wî tiştek nemaye ku mirov bêje "kurd" e. Navên wan, navê birayan, navê dewletê ...

Berî nivîsandina vê gotarê bi 10 deqeyan yekî nijada wî ne belî, dîsa got "kurdbûna wî cihê nîqaşê ye".

Çima, ku xwestiye tiştekî îdeal çêbike.

Em ji xwe re ne baş in, em ne ji xwe re ne, lê ji her kesî re ne.

Herin Kurdistana Başûr, li her derê navê her tiştî bi îngilîzî heye, lê bi kurdiya latînî tune. Navê "şîrket" û "company"an bi latînî be jî bi hawê îngilîzî ye: "Walat Com (welat), "Baran Com (Beran), "Dyar Com (Diyar), Gyran Com (Cîran)"

20 milyon kurdên Bakur bibin başûr, dê çi jê fam bikin?
"Min got 'kaka, dezgeyî agirkujewe le çwên derê ye?' Ajovanê texsiyê (taxi) tiştek ji min fam nekir.
Min bigota 'kaka, dezgeyî dermanfiroşewe le çwên derê ye?' dê dîsa fam nekira. An erebî, an îngilîzî divê."

-- Me divê serxwebûn!
-- Na lo! Wekî din?!

Ji 2013'an ve Kurdistana Başûr heye, hela binihêrin bê tu sîstem (system) heye? Tune! Ne dizane bacê berhev bike, ne dizane gel têxe nav kar û barê hilberînê, ne pergal heye. Tenê "Ala Netewî" heye, ku di çavên me radikin û hema hey dibêjin "ev e Ala Netewî".

Ji tu herêmên din re nabêjin "Kurdistan", tenê ji Başûr re dibêjin. Her cara ku ez nûçeyeke wekî "Li Kurdistanê ... bû" dibîbim, bêhna min teng dibe, ji ber ku ez dizanim ew ne behsa Kurdistanê dike, ew behsa parçeyekî Kurdistanê dike. Navê "Hewlêr" hîn "Erbîl" e, lê mala minê, dibêjin "Serokê Kurdistanê". Yanî bila ew serok be, bila hema deverên din ên Kurdistanê bi erdê de herin.

Xwe ji agir dûr dixin. Hesekê ma heta dawiya salê, pêşmergeyan neçû rizgar nekir. Îla dibêjin "em ê bên cihên rizgarkirî."

-- Werin!
-- Na, em dixwazin wekî artêş werin? Yanî divê hûn têkildarî me nebin, em bi serê xwe bin.
-- Herin Hesekê bistînin, wir ne di destê me de ye!
-- Na, em berê li hev bikin, me wekî artêş qebûl bikin, dû re em bi hev re herin bistînin!
-- Na, em jî li hev nakin, cihê em lê bin artêşek din nikare têkevê, yên li vir bin divê fermandariya me qebûl bikin.
-- Hûn xayin in, hûn çete ne, hûn ne çete bûna, we yê astengî ji pêşmergeyên kurd re dernexista.

De îcar were û ...

Di sala 2011'an de, dema şerê navxweyî yê Sûrî dest pê kir, gelek kurdan alên Artêşa Azad a Sûrî li Qamişlo, Amûdê, Kobanê bilind dikir û halan di kurdan hildidan ku bi vê artêşê re herin li Esad bixin.

PYD'ê nehişt! Xwepêşandanên wan asteng kirin:

-- Hûn çima me asteng dikin?
-- Ev ne şerê me ye, ereb xwe bi xwe ne, em nabin alî.
-- Lê Esad, wî zilm li me kir, divê em lêxin.
-- Em li kesî naxin, em ê li mala xwe bin û temaşe bikin, kî zarokên kurdan têxe vî şerî em ê wan asteng bikin.
-- Hûn xayin in, hûn çete ne, hûn nahêlin Kurdistan ava bibe.

[

Xwendin çi tiştekî xweş e. Hînbûn ji wê jî xweştir e.

Her xwendin bi hînbûnê encam nabe.

Hînbûn, du ast e. Saniye bi saniye, tiştên te fam kirin û yên te fam nekirine ji hev cuda dike.

Yanî, her ku tu tiştekî hîn dibî, tu pêdiviya tiştên divê hîn tu hîn bibî jî fam dikî, lê hay dibî.

Dîroka rizgariya Rojava girîng e.

]

-- Ev Apocî çima nahêlin kurd li hember Esad rabin serhildanê û alî Artêşa Azad a Sûrî li esad bixin?
-- Ma qey hûn ehmeq in?! Apocî ji destpêka 1980'yî ve li nav Sûrî ne, hevalbendên Sûrî ne, qey lêdixin? Ew hevalên Esad in.
-- Ê bila ew lê nexin, çima nahêlin kurd lêxin? PDK û Emerîka bi hev re ne, bila bihêlin PDK lêxe!
-- Ma Apocî kengî dihêlin PDK gelê kurd bikişîne aliyê xwe?!

[

Dîrok bîrek bêbinî ye.

Û dîroka em dixwînin ji alî nivîskaran ve "honandî" ye.

Her ku zanist tiştekî nû dibînin (fosîl, hestî, şop, amûr û hin wekî din), nivîskar wê dîroka honandî vedirişînin û ji nû ve dihonin.

We di gelek nûçeyan de divê ev hevok dîtibe: "Bi vî tiştê nû derket holê re, dîrok dê ji nû ve were nivîsandin."

Yanî, hîn bûn xweş e, hînbûna dîrokê jî tiştekî pir xweş e, lê rojekê belkî hûn li nivîs an kesekî rast bên û tiştên we der barê wan rojan de dizanîn, hemû, an hinek jê şaş derkevin.

]

-- Heval, em çima li Rojava bêdeng in?
-- Em ne bêdeng in, li wir xebatên me bi qasî çend salan e didomin. Ya rast, Sûrî welatekî dîrokî ye, jê re dibêjin "Dayika Siyasetê". Ew der zû bi zû dagir nabe, xwe diguhere û êrîşan vala derdixe. Ne wekî Bexda û Enqera û deverek din e. Ji ber wê divê hilma me fireh be. Ya din jî, divê mirov pêşeroja xwe bibîne, heke dilê me û tiştekî hebe, di pêşerojê de derfetên hîn çêtir dê derkevin holê. Siyasetmedarê ku timî bêje "xwezî me wiha nekiriba" û "xwezî me wiha kiribûya" ne tu siyasetmedar e. Ji bo vê pêşdîtin girîng e.

Salek derbas nebû, Esad neket, lê Hema, Humis, Heleb, Şam û bajarên din da ber top, tang û bombeyan. Bi balefiran bombebaran kir. Ew qasî ku Sûrî nema.

Lê bajarên kurdan sip î sax man!
Turkî sînorê Rojava kir serad. Leşkerên Sûrî nema karîn sînoran biparêzin.

PYD'ê dît ku Esad êdî ne xetere ye, nema dikare li kurdan bixe, çek rakir, dest danî ser Rojava. Leşkerên Esad li ser sînoran nema.

Bi sed hezaran Rojavayî "reviyan" Bakur. Ne şer, ne êrîş, ne xerabî ...

Ka, we yê li Esad bixista, hîn di dema ku ew xurt bû de?
Ka, derdê we azadî bû, hûn çima ji parçeyekî azad direvin parçeyekî din ê bindest?

Li Nisêbîn, Qoser, Serê Kaniyê, Wêranşar û bajarên din Bakuriyan ji wan pirsî?

-- Hûn çima hatin serxetê?
-- PYD alîkariya Esad dike, hevalên wan in, dê me bikin leşkerê Esad!
-- Heta niha Esad hûn nebirin, hûn man heta niha, PYD'ê Esad derxist, îcar niha nû dê we bide Esad?
-- PYD xayin e, çete ye, ji Esad re dixebite, hevalên wan in, em ji ber PYD'ê reviyan.

[

TIB
Emeliyata yekemîn a cîhanê çawa çêbûye?
Di welatê yekî de şer heye, milet tê kuştin. Û textor (doctor) ji welatê xwe direve.
Li welatekî din dibe penaber. Rojekê li ber çem beqekî zikqelêşî dibîne û zikê beq didirû û ev dibe mînaka yekem a emeliyatê.


WÊJE
Helbesta revokê Wietnamê navdar e. Di dema şer de ji welatê xwe direve û li Misrê, li ber çemê Nîlê ji beqekî re helbestek pir xweş û navdar nivîsiye.

]

Yên me bêkêr û derewçîn bûn. Ne tu tariş bûn. Ne dikarîn helbestan binivîsin, ne dikarîn çîrokekê rast bêjin. Me jî radibû yên xelkê rexne dikir û di dersên şoreşê de wekî mînaka revok û minafiqan (hypocrites) dida beşdaran.

Hey lo lo, hey lo lo!

Polîtîkayên PDK'ê yên der barê Bakur de û şaş, yek bi tenê jî ne ji ber xerabiya gelê Başûr e. Nexwe ne ji ber Barzanî ye, ne ji ber PDK'ê ye.

Binihêrin, PDK'ê bandor li ser Bakur kiriye û Bakurî pir beşdarî nav PDK'ê bûne. Kirseyekê jî dil daye PDK'ê. Ji Culemêrgê heta bi Dêrsimê wisa bû. Lê YNK'ê fersendek wisa bi dest nexist.

Ji ber vê YNK paqijtir ma!

Yanî, qirêjiya nav PDK'ê ji %99 ji ber Bakuriyan e! Ew Bakuriyên ku li Bakur PDK'yî bûn, dema digel partiyên din, li Bakur şikestin, şikestî û têkçûyî hemû dan dora xwe û xwe avêtin deriyê PDK'ê.

Mele Sîrac hîn sax e, dibêje: "Li Qoserê civînek çêbû, gazî me hemûyan kirin. Di wê civînê de biryara lêxistina Apociyan derket. Lê biryara duyem ew bû ku bi navekî nêu were lêxistin. Ji ber vê yekê KUK hate avakirin. Ez jî PDK'yî bûm, hevalên me ji PDK'ê derketin û ketin KUK'ê ji bo li Apociyan bixin. Wê şevê min got 'madem hemû rêxistin ji bo li rêxistinekê xe dibe yek û madem hemû dixwazin bi navekî perdekirî lêxin, nexwe hemû şaş in, wê demê dê Apocî qezenc bikin.'

Û ez ji xebatan bi dûr ketim.

Îro ez fam dikim ku min biryarek rast daye."

Têkçûyîyan piştî derfet û destkeftiyên PDK'ê çêbûn xwe dan dora wê sifrê. Seroka Rizgarî Hatice Yaşar bi xwe hîn jî li Başûr e, ez bawer im nêzî YNK'ê ye. Yên PSK, DDKD, KUK jî li dora PDK'ê ne. Gelek malper û weşanên cuda bi pereyên PDK'ê vekirin. Bi pereyên PDK'ê hem dijminatiya Apociyan kirin, hem jî PKD bi ser dijminatiya Apociyan de tûş kirin.

Yek ji sedemên şaşiya polîtîkayên şaş ên PDK'ê ev e. Ya din jî helbet bandora dewleta Turkî ya li ser PDK'ê ye.

[ Bandora dewletên dagirker li ser hemû partiyên kurdan heye. ]

Ji ber ku YNK dûrî kurdên Bakur ma, bandora wan li ser vê yekê nekir. Di serê her mijarê de kesekî li ber bêvil (difin) a rêvebirên YNK'yî de rûne û bêje "ev Apocî ne mirovên baş in" tune.

Ma bandora Turkî.

Xuya ye dema Bakurî di nav mijarê de tune bin, bandora Turkî jî kêmtir dibe!

Mijara navbera PDK û PKK'ê îdeolojîk e jî.

Lê, di mijarên netewî de tu mijarên îdeolojîk dernakevin pêş.

Ma qey YNK bê îdeolojî ye, an îdeolojiya wê û PKK'ê yek e?!

Heta PDK bihêle Bakuriyên "şikestî" û "dilê wan ji PKK'ê mayî" bandorê li ser polîtîkayên wê bike, dê hem ew bibe amûra destê van komikan, hem jî li nav gelê Bakur bi ser nekeve.

Pisrsgirêkên wê yên wekî din li aliyekî.

ALA NETEWÎ

Partiyên şoreşger dema serxwebûnekê bi dest dixin, mohra xwe li her derê û her tiştî dixin. Mînak heke sembola wan diriyê dara guhîjê be, Ala Netewî, Emblem, Arma û hemû alên din tijî "diriyê guhîjê" dibin.

Mînak, ku PKK'ê di sala 1991'ê de Bakur rizgar bikira dê Ala Netewî çi bûya, bi texmîn dê zemînek sor, li ser xelekek zer û stêrkek sor jî li ser xeleka zer bûya û xelekek kesk li dora xeleka zer bûya. Belkî das û çakûç jî di nava stêrkê de bûya.

Lê, PKK'ê di 1995'an de das û çakûç ji nav ala xwe derxist.

Nexwe dû re dê "Ala Netewî" jî bihata guhartin.

Xwedê û pêxember hinek kurd li hember vê zilmê parastine!

Lê PDK'ê li Başûr "Ala Netewî" îlan kir. Herêmek ket destê wê û bêyî ku ji parçeyên din bipirse ala netewî îlan kir.

-- Tep a min li te!
-- Ez qebûl nakim.

ALA NETEWÎ

Hem hawê şoreşgeran kiriye ne rast e, hem hawê PDK dike ne rast e. Ala Netewî mijara Kongreya Netewî ye, mijara qanûn, biryar û konsensusê (consensus) ye. PKK niha baqiliyê dike û li Rojava û Bakur tenê kesk û sor û zer bi kar tîne û tu alan îlan nake, hedê xwe derbas nake, vê mijarê sûistimal nake û dihêle roja wê.

Roja wê hat, nûnerên vî gelî dê li Kongreya Netewî biryara navê pergalê, yasaya pergalê, ala pergalê, sirûda pergalê û serok û rêveberiya pergalê bide.

Normal e ku heta wê rojê hinek tu al û sembolan qebûl nekin û nehêlin tiştin defakto (defacto) pêk bên.

YÊ KU SERÊ XWE DABE BER, TÊK HERE SERÊ WÎ DIHERE, BI SER BIKEVE SERKEFTINA XWE NADE KESÎ.

Ev e qanûna dinyayê û mirovan.

Zehmet e mirov tiştên bûne çand, gelêrî, destketserî biguherîne. Ma ne mijara me ji serî de ev e?!

HENDEQ

Dewleta tirk êdî nikare tu tiştî veşêre, bi gotinên "biratî" û hin wekî din. Êdî dê zilma xwe dijwartir, êrîşa xwe xurtir bike. HDP, DTK an jî tiştekî din, ew jî nikarin ji guhartina Turkî zêdetir tiştekî bixwazin.

Ne xema Emerîka, Rûsya û kesekî din e bê ji te re çi lazim e!

Pêşî dê tu bibînî bê kî, ji çi re amade ye û heta ku, bi te re ye. Dû re, her ku te gavek avêt, divê tu hesabê wê gavê bikî.

Yê ku nikaribe taxekê biparêzin divê nebêjin "serxwebûn".

Yên ku neçûn alîkariya taxekê jî divê nebêjin tu tişt! Divê hema li cihê xwe rûnin û cilika xwe bikişînin serê xwe û bêjin "xwedê bike têk herin, da ji me re nebêjin 'bênamûs' ".

Welat tijî mirovên wisa bûne ku serê ciwanan têkilhev dikin. Ji devê parlamenterên kurd jî carinan tiştin derdikevin ku nizanin çi dibêjin.

-- Cihên ku hendeq lê hatine kolan bi piranî cihên HDP li wir yekemîn e.
-- Ê! Îcar tu çi dibêjî, qey dewlet hendeqan dikole?
-- Ma ev tesaduf e? Girseya wir dieciqînin!
-- Na! Ne tesaduf e, ma tu dikarî li cihekî welatparêz lê hindik bin serhildana çekdarî bikî? Helbet dê li cihên wisa pêk were, ya herî xwezayî ev e.
-- Ê gelê me yê welatparêz perîşan dibe, mexdûr dibe?

Rast e, mexdûr dibe. Dema dibistanên Sûr, Cizîr, Silopî û Nisêbînê tên girtin, an leşker dikin baregeh, ew gelê tu koçberiya wan dikî pirsgirêk, zarokên xwe li tax an navçeyek din dişînin dibistanê. Çima? Ji ber ku dahatû û pêşeroja zarokên xwe di dewleta Turkî de dibînin. Li malê welatparêz, lê di plana pêşerojê de wiha ye.

Ma tê bibî dûvikê wan da Kurdistaneke azad ava bikî?

Dîsa bû wekî mesela beq û çem. Şer li welêt heye, ciwan li serê çiyê tên kuştin, Sîracê PSK'yî dibêje "heyfa van ciwanan, PKK wan dide kuştin." Îcar li bajaran berxwedana çekdarî heye, HDP'yî dibêje "heyva vî gelî û van taxan".

-- Ê! Nexwe bêjin "cehnime û bêtirmesiya Kurdistanê û doza me kirî û em dest jê berdin!"

Ma dewlet bi xwe jî wisa nabêje? Ma ew jî nabêje "PKK sedema van koçberî, kuştin, êşkence, revandin û teroran e."

Her kesekî bi aqil, dizane dema kole serê xwe hilnede û her tiştî bi dilê koledar bike, tu qamçî li pişta wî nakeve û heta gelek caran dê jê re "eferim" bê gotin.

Dema DAIŞ'ê çembera dora Kobanê roj bi roj teng dikir, YPG ket rewşek xerab. Hêzên ku ji dervê Rojava hatibûn şandin jî ketibûn rewşek xerab. Moralê gelek şervanan xera dibû. Gelekan dixwest canê xwe li kozikên dora wan gundan bidin, lê gavekê bi paş ve venekişin. Hinekan jî dilê xwe bi sonda "em ê rojekê vegerin vir" xweş dikirin û serê xwe yê hişk nerm dikirin, dû re bi paş de vedikişiyan.

Ma ne?

Dû re DAIŞ roj bi roj ket nav taxan.

Cejna Qurbanê bû. Bi milyonan Kurdan qurbanên xwe serjê dikirin, goştê xwe li ser êgir sor dikirin.

Û PKK tengijîbû. Li Bakur agirbest hebû, lê aşkere sedemê vê dorpêçê Turkî bû û PKK'ê nikaribû lêxista. Gazî gelê Bakurd dikir, da serhildanan bikin.

Lê tu serhildan jî dê nebûna çare.

Ku DAIŞ roj bi roj bi pêş ve biçûya, dê Kobanê biketa, dû re dê serhildan jî bibûna sedema agirbest xera bibe û dû re dê li Bakur jî her tişt xera bibûya.

Tu nêta Emerîka jî tunebû ku alîkariya gelê Kobanê bike.

Rûsya! Bê di dema Mahabadê de çawa bêdeng ma, wekî wê demê bêdeng bû.

Û roja çaran a Cejna Qurbanê gelê Bakur daket qadan. Wê rojê Erdoğanî gotibû "Kobanê an ket, an li ber ketinê ye".

Roja duyem a serhildanê ji kuçeyan dengê çekan hat. Hinek serhildêran, bi çekên xwe yên şexsî û ferdî bera polîsan didan. Polîs ketin qereqolên xwe û di nava bajaran de tu kes nema.

Tu rêxistin naxwazin ku tiştekî wiha ne di kontrola wan de çêbibe. Xetere ye. Xetereya wê di çend saetên pêşî de jî derket holê. Hinek kesên ku hatin kuştin, demên Serhildana Şêx Seîd û şewitandina malên Zazayan anî bîra mirov. Ji bo tevliheviyek din derkeve, ev destpêkek bû. Du rojên din dê mijara Kobanê li pey xwe bihişta û dê Amed di nav agirê xwe de bişewitiya.

PKK'ê dît ku hilma gelê kurd pir teng bûye û heke ew bi xwe birêxistin neke, dê teqînek çekdarî derkeve holê. Turkî jî fam kir, ku Kobanê bikeve dê hemû bajar bibin Kobanê, hem agirbest namîne, hem jî Turkî ji serhildanek wiha re ne amade ye.

Lihevkirinek çêbû.

Emerîka jî dît ku Kobanê dê bibe sedema agir here nav Turkî û Rojhilata Navîn yek car ji kontrolê derkeve. Emerîka jî ji destpêka serhildanan û pê ve dest bi bombebaranek cidî kir. Heta wê demê jî bombeyên hêzên hevkar diçûn li cihên cuda diketin.

Lê, PKK'ê fam kir ku li Bakur divê "ew çekên ku rojekê dikarin bê kontrol derkevin kuçeyan" bên birêxistinkirin.

Sedema ku li nav van bajaran heta îro bi serkeftin li ber xwe didin jî ev e. Kes nikare tiştên sûnî çêke, divê bingehek wê hebe. PKK'ê jî pêşî bingeh dît, dû re rawestand (an taxîr kir) û dû re birêxistin kir.

Dest û lingên dewletê hatin girêdan. Kuştiyên dewletê hemû "hêzên taybet" û "tîmên taybet" in.

Mirov dikare bişubîne Kobanê, ku çawa DAIŞ'ê hêzên xwe yên bingehîn li Kobanê tune kir.

Ew kadroyên ku DAIŞ'ê pê hemû bajar standibûn. Tev li Kobanê hatin kuştin.

Heke bihatina kuştin, dê Kobanê bibûya sedema vekişîna wê ya heta cihê cî! Wisa jî bû.

Ew roj û ev roj vedikişe!

Li Bakur jî va ye, bihar tê! Hêzên bingehîn ên Turkî derbek mezin xwarin û moralê wan nema. Heta nîvê Reşemiyê (Sibat) jî dê Turkî êrîş bike, jê û pê ve dê li riya diyalogê bigere.

Diyalog bi dest bikeve, agirbest jê re serkeftina herî mezin e.

Ji ber ku van serhildanên nav bajaran, hişt ku gerîla vê zivistanê ji şer dûr bimîne, perwerdeya xwe bidomîne, bi saxî û saxlemî biharê dakeve.

Dema bajaran ji hundir ve û gerîla ji derve ve hemû rê û dirb girtin, dê 3 milyon leşker jî têra Bakur neke. Ji xwe ji niha ve nikarin 4 navçeyan bi hev re îdare bikin.

DIBISTAN

Li Sûrê bi tangan li malan dixin. Gurme gurma dengê tangan nahêlin kes di malên xwe de cilika xwe bi rihetî bikişîne serê xwe.

Dibistanên bajêr tijî zarok in. Gelê ku ji Sûrê derbasî cihên din bûn, zarokên xwe li wir xistin dibistanan. Yanî hîn hêviya gelek kesan Turkî ye. Dagirkeriya herî mezin di serê milet de ye. Karê şoreşgeran ji ber vê zehmet e. Karê herî zehmet ê mirovahiyê ye.

Ciwan êrîşî dibistanan dikin, gelê taxê dibe asteng. Lê heke gel zarokên xwe bi xwe neşandina dibistanan, dewlet bê şer têk diçû. Dewletê dê fam bikira ku asîmîlasyon jî nabe, nabe memûr jî, hêviya xwe jî bi dewletê girênade. Lê na, gel wisa nake.

Yên di Twitter, Facebook û jeh û ziqûman de komikan çêdikin û dibêjin "serxwebûn", dema PKK'ê ji bo heftiyekê tenê boykot birêxistin dikir jî beşdar nedibûn.

Çi ye, ne çi ye, "ji xeyrî serxwebûnê tiştek" têra wan nake.

PKK'ê ew rê jî ceriband. Gel beşdar bibûya dê bê şer xwîn ji ser dewletê bibiriya.

BAWERÎ

Derziya mezin ma ji PKK'ê re. Ne HDP, ne KCK, ne tiştekî din, PKK.

-- Rûne, rabe, rûne, rabe! Ev gel her ku rabû, we got rûne, her ku rûnişt, we got rabe! Êdî gel naxwaze ji bo rûniştinê şehîdan bide! Yanî, madem dê dîsa rûne, çima dê rabe şehîdan bide û dîsa rûne? Divê hûn gotina dawî ji gel re bikin! Biryara dawî, gotina dawî ya bêveger.

-- Divê hûn gotina "aştî"yê biterikînin, ku ketiye dirûvê "rûniştin" û "destjêberdanê". Li şûna wê LIHEVKIRIN gotina rast e.

-- We, gelek tişt ji bo hesasiyeta dewletê kir, lê we hesasiyeta gel da aliyekî. Hema mijara Kobanê, gel bi xwe rabû, we gel rawestand û we ji bo hesasiyeta dewletê bêyî ku meselê bi gel bidin fam kirin gel rawestand. Nexwe gel jî ji xwe re tiştek fam kir, rast, an jî şaş. Niha rastkirina wê barê we ye.

-- We got "YDG-H tiştekî cuda ye". Gel fam kir ku "hûn lingên xwe ji nav tiştekî dikişînin". Dibe ew tişt îhtîmala bisernektinekê be, dibe îhtîmala nîvçe lihevhatinekê be. Ha! Nexwe gel jî baqil e, wan jî lingê xwe nexist nav! Tişta hûn ne tê de, ew jî ne tê de! Yanî madem ku dawiya wê rawestandin e, cihekî ku çek jî ketibe nav meselê, dê çima rabe çend kuştiyan bide?!

-- Ma siyaset ev e?! Siyaset perwerdekirina rast e! Gel di bernameyek rast û durust agahdar bikin.

-- Piştî Varto û Farqînê Sûr û navçeyên din jî têkevin wî halî hûn ê ji gel re bêjin çi?

-- Dewlet navçeyan zû biqedîne û dû re derbek mezin li gerîla jî bixe, dê kara vê zivistanê bimîne çi?

-- Hîn nû îro (23.01.2016) YPS'ê got "ne dema çalakiyên pasîfîst e, dema çekê ye". Ev daxuyanî divê 6 meh berê bihata kirin, wekî ku amadehiyek we ya seranser tune be xuya dike. Ev xetereyek mezin e.

-- Ji meha Pûşperê (Hezîran) heta niha bi taybetî li Amedê çalakiyên meşê tên lidarxistin. Di her çalakiyekê de çendek ciwan hatin şehîdkirin. Di nav bajarekî ku kozik, xendeq, tang û top hebin de, çi wateya meşên bi vî rengî heye? Qetliamek mezin çêbibe, gelo bandora wê dê çawa be. Dê gel bê kontrol rabe serhildanê, an dê çavtirsandî bibe? Hûn van xalan hemûyan yek bi yek difikirin, her riyekê, digel hemû îhtîmalên wê yek bi yek dinirxînin, an çawalêhato diçin?

-- Gelek daxuyaniyên we nehatin famkirin. Mînak, gel hîn jî zarokan dişîne dibistanan. We di tu daxwiyaniyên xwe de ev mijar bi awayekî cidî nedaye famkirin. Ev bi xwe mijarek sereke ye, lê we di nav mijarên din de bi hevokekê bal kişandiye ser û hew, heta mirov nikare jê re bêje "balkişandin". Gel sedema vê yekê jî wekî "neavêtina piran" an "îhtîmala rawestandina pêvajoyê" fam dike û ew jî dixwaze bi qasî we polîtîk tevbigere.

Mesele hemû ev e! Heke na, çawa heta niha hemû saziyên dewletê dikaribûn bixebitîna?!

Bi milyonan kes hîn jî baca xwe dide dewletê. Ji gelekî ku baca xwe bide dewletê û zarokên xwe bişîne dibistanan tiştek dernakeve. An divê hûn îqna bikin, an niyeta we ya îqnakirinê tune, an gel bawer nake bê mesele çi qasî cidî ye, an baweriya gel nemaye.

Ev gel û ew gelê ji Kobanê rabû ne yek e. Ev gel û gelê serhildanên 1990'an ne yek e.

Rastiyek heye: Dema ev gel fam dike ku roja wî ye, wekî lehiyê radibe.

Hûn ê çi bikin, di dema wê de bikin. Heke na, şikestinek bêhemd çêbibe, gotinek kurdî heye "şikestî goştê cane hev dixwin".

Baweriya me bi we heye, yên di rojên teng de pêngavên mezin îlan kirine, yên di roja bawerî nemaye de bawerî afirandine, yên di rojên têkçûnê de serkeftin vejandine hûn in.

Lê yên gelekî pejmurde xuya dikin, yên gelek caran belawela, bê bername û çawalêhato xuya dikin jî hûn in. Yên gelek kar nîvçe hiştin, yên gelek xebat bi sersarîkan qedandin jî hûn xuya dikin.

Gelê me êdî Tevgereke hîn moderntir, hîn organîzetir, hîn tekmîltir hêvî dike.

Ji ber ku êdî bar girantir e, ne tenê çavên Kurdistanê, çavên şoreşger û demokratên cîhanê jî, çavên ciwanên cîhana nû jî li ser we ye.


Gotinên miftehî :