1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Aydin Dere
  4. Diyarî Yezdanî nemir Nemrût
Diyarî Yezdanî nemir Nemrût,Diyarî,Yezdanî,nemir,Nemrût

Diyarî Yezdanî nemir Nemrût

A+ A-

Her ti?t bê deng e, her der, heta ku çavên mirovan dibîne silsileya çiyan e. Em di geliyên kûr û di kendalên asê re derbas dibin, hildiki?in ser çiyayek bi efsûn ku yek ji ?aheserên antîk ên cihanê ye. Li lutkeya vî çiyayê xaka Kurdan, em di nava wê heyecanê de ne ku  wan deverên mîstîk û nepen ji nêz ve bibînin.  Kî dizane, çiqas ?aristanî, çiqas ?erên bi xwîn an ji çi rojên xêrê û çi merasimên pîroz pêkhatine li serê van çiyayan ?

Di rêyeke civeciv û  gelek dijwar de, em qasî bîst kilometre hilki?iyan û di dawiyê de em ghî?tin  Nemrûdê.

Ev der lutkeyeke tijî sir û bi efsûn e. Dema mirov serê xwe radike, li hawirdorê dinêre, hemû gir û çiyayên herêmê,  ew gelî,  kendal û zinarên asê tev di bin lingên mirovan de ne. Mirov li vê devera qedîm, dibe xwedî hestên cuda û di ?exsiyeta van abîdeyan de, careke  din dibîne ku insan di ser her ti?tî re ye. Li ser  Nemrûdê,  ji kevir û xîçiran gireke mezin  hatiye çêkirin, lê mirov nizane ka ewqas xîçir, çewa û bi kîjan rêyî  derxistine jor. Çêkirina çiyayekî xweser, ji aqilan dûr e. Dema mirov cara yekem wan berheman dibîne, dibêje qey di hilberîna vî hunerî de armanc ew bûye ku ev der bibe abideyeke wisa ku di her dewr û esrî de, tu kes wan ji bîr neke.  Nemrûd  pê?angeheke berhemên antîk e, ku ji  dîrokeke 2 hezar salî re ?ahidî dike.

Seriyên peykeran, ku bi qasî du metre mezinbûna wan e, ji bedenên bi qasî deh metre mezin, hatine jê kirin u li erdê ne. Bedenên hinekan  hê mane, lê gelekên wan  zerar dîtine û qismekî wan jî wenda ne. Ev dîmen sahneyeke komkujiyê ya bi tirs û xof tîne bîra mirovan. Serê peykerên ku îro li erdê ne ji aliyê hunerî ve gelek nêzikê rastiyê hatine çêkirin, lê li ser ruyên wan texrîbatên ciddî hene. Di gel her ti?tî, ev berhem bê hempa ne.  

Dîroka Nemrûdê digihêje salên 60î berê zayînê û piraniya berheman,  di dema Antiochosê yekem de ji aliyê  qiralê Kommagene ve hatine çêkirin. Antiochos di derheqê vê avakirinê de, li ser kîtabeyek wiha dibêje: "Ez vê  hêza îlahî, hem ji bo yezdanên xwe û hem jî  ji bo ejdadên xwe yên  ku gîhi?tine merteba yezdatiyê, weke deyn dizanim. Bi avakirina  meskeneke hevbe? a yezdanan,  min ti?tê layiqê xwe û  ejdadê xwe  li lutkeya vî çiyayê pîroz, ebedî û nemir kir.

Li gorî nivîsên li ser kîtabeyan, Artê?a Roma dema dixwaze herêmê dagir bike, êri? dibe ser qiraliyeta Komagene ku tê texmîn kirin ji pê?iyên Kurd û Asuriyan pêk tê. Artê?a Qiraliyetê dema bi hêza herî mezin a wê demê re rû bi rû dimîne, di nava heyecaneke mezin de amadekariyan dike û li gor taktikê,  xwe diki?îne kela Samsatê. Artê?a Roma pê?î bajarê Samsatê bi dest dixe, dûre êri? dike ser  kela Samsatê, lê dikeve kemîna hêza qiraliyeta Komagene. Artê?a Romayê, ji ni?ka ve, dibe hedefa tîran û dor lê tê girtin. Qiraliyeta Komagene pi?tî vê serkeftina ew qas bi zehmet, ji bo bîranîna a?tiyê, vê abîdeya bê hempa li  serê çiyayê Nemrûdê ava dike.

Di kolanên li çiyayê Nemrûdê de, bi taybet jî, di sala 1938 an de, di dema xebatên erdkolanê yên Arkeologê Alman  Prof .Karl Dorner de, hin nivîs û agahiyên girîng hatine bi destxistin. Lê dîsa jî, ji bo ronîkirina rastiya çiyayê Nemrudê, mirov dikare xebâtên arkeolojik ên heta niha, tenê weke destpêkek binirxîne. Di sala 1947an de  Arkeologê Amerîkî Thrasa Goell, bi tevî ekîba xwe, bi salan xebatên lêgerînê dime?îne. Lê di destpêka xebatan de dînamêtên ku ji bo erdkolanê  têne bikaranîn, zirareke cidî didine peykerên li serê çiyayê Nemrûdê. Tumulusa li serê çiyê ku di eslê xwe de bi qasî 150 metre bilind bû, pi?tî xebatên arkeologan, îro bilindbûna wî daketiye nîvî. Arkeologê Amerîkî Goel bi kesayetiya xwe ya xerîb bi salan li herêmê dimîne û qismekî girîng ji jiyana xwe dide erdkolanên li Nemrûdê.   Goell di dawiyê de bi xwe jî îtiraf dike ku xebatên wî zirareke girîng dane tumulusê.  Gelê herêmê  di wê baweriyê de ye ku  Arkeolag Goell bi tonan xezîne birine Amerîkayê.

Taybetiyeke din a Nemrudê jî ew e ku mirov dikare  ji wê derê, bi awayeke pir ba?, hilbûna rojê tema?e bike.

Roj hem  dema hil tê, hem jî dema diçe ava, bi deqîqeyan  sor û gelek mezin xuya dike. Li vê derê, roj dema hil tê û diçe ava, bi efsûn e, mirovan dibe dûr heta  nava deryaya sor ya bê dawî. Li derdora tumulusê, ji bo li hemberî rojê dua werin xwendin, ji keviran du teras hatine çêkirin. Ev yek jî pîroziya rojê û  awayê îbadeta baweriya  Ezdatiyê tîne bîra mirovan.  Li ser van terasan,  yezdan û qiral di rêzê de,  li ser textên xwe rûni?tine  li kêleka wan qertel û ?êrê wan, tev li rojê dinêrin.

Teraseke din jî li aliyê bakur e. Li vê derê jî peykerên xelefên ku wê ?ûna qiralan bigirin, hene. Di navbera van herdû terasan de, ew tumulusa bi nav û deng cîh digire. Tumulus ji kevirên bi qasî gulmu?ka dest  pêk tê û li ser herêmeke 290 hezar metreqere,  bi qasî 150 metre bilind hatiye ava kirin. Di gel ewqas lêkolînan, hê jî zelal nebûye ka ewqas kevirên piçuk çewa û bi kijan rêyî derxistine jor û li ser hev ro kirine.  Li gor hin lêkolînan giraniya vê tumulusê bi qasî  600 hezar ton e. Herçend gelek aliyên  wê yên ve?arî nehatibin ronî kirin jî, tê texmîn kirin ku di binî de,  goristan hene. Ji peykerên mezin ên li ser terasan, gelekê wan hilwe?iyane, lê belê, peykerên li aliyê Rojhilat ji yên aliyê  Rojava ba?tir li ser piyan mane.

Li gor encamên lêkolînan, di hin rojên pîroz de, beri ku roj derkeve an jî biçe ava, gelê herêmê xwe bi taybetî ji bo wê rojê dixemilandin û li ser wan terasan merasim dikirin. Wê rojê qurban dihatin serjêkirin, xwarin û vexwarinên taybet dihatine amade kirin. Di dema hilhatin û çûna ava ya rojê de jî, mirovan  li rojê dinêrin û hêvî  û daxwazên di dilên xwe de dianîn zimên û dua dikirin. Îro eger ev awayê ibadetê hê jî li cem Êzîdiyan heye, ev ne tesadufî ye. Lêkolîn nî?an didin ku wê demê Kurd û Asûrî di nava hev de dijiyan. Lê, di wê dewrê de, fikirê netewîtî û serdestiya li ser esasê Netewbûnê hê  tune bû. Herwiha dema ku serdestiya herêmê ket destê Babiliyan, ji gelên herêmê  Kurd û Asûrî di nava hev de dijiyan.

Di nivîsên ku tê texmîn kirin Antikhos li ser kîtabeyan daye nivîsandin de ev hevok cîh digire: "Ez weke kesek ku ditiye, parêzvaniya bi ewle ya Qiraliyeta min û pîrozî, kêfxwe?î ye, min ti?tên ku ne dihat hi?ê kesî, bi serkeftinî pêk anî. Berî niha min biryareke olî dabû ku ez dê emrê xwe yê mayî bi awayeke pîrozî  derbas bikim û dema min vê textê qiraliyetê ji pê?iyên xwe dewr girt ez fikirîbûm ku  ji bo  yezdanên welatê girêdayî textê xwe û ji bo hemû yezdanên vî welatî meskeneke taybetî çê bikim. Min ev parêzgeha hevbe? bi awayeke wisa ebedî kir ku, layîqê min û pê?iyên min be. Her sal li serê vî çiyayê pîroz, di dema salvegera dewrgirtina tac û qiraliyeta min de, divê hemû abîde û parêzgeh bi kulîlkan werine xemilandin û kêf û ?ahî bi awayê herî ba? dest pê bikin. Di çarçoveya vê ?ahiyê de divê li serê vî  çiyayê pîroz herkes berê xwe bide rojê û dua bike, qurban werin serjê kirin û her kes xwarinên ?ahiyê bixwe û ji ?eraba me vexwe. Di kombûnên li van parêzgehên pîroz de, divê kes neyê teqîbkirin  û nerihet kirin, herkes divê bi awayeke azad ji van ?ahiyan para xwe bigire. Nav û dengên pê?iyên min û ya nesla min a oldar dê ji aliyê her kesî ve were dîtin.  Ez bi ol û hêza xwe, xwedî kevne?opiyeke bi qudret im û nav û dengê  min li cem yezdanan bilind dibe. Divê nesla min  vê kevne?opiyê bidomîne,  naxwe, ez dizanim ku dê kesên li hember vê kevne?opiyê derkevin, ji aliyê yezdan ve werine ceza kirin.

Ev xezîneya arkeolojîk ku Saziya navnetewî  UNESCO wê xistiye nava listeya çanda însanî, heta van salên dawî jî ji aliyê Tirkiyê ve nedihat parastin. Serokê weqfa navnetewî ya Nemrûtê Murice Crilns di sala 1999an de ji rojnameya Ozgur Politikayê re dabû xuya kirin ku Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê   ji bo  parastina Nemrûtê dastûr nedaye wan, lê belê pi?tî ku saziya navnetewî  UNESCO mudaxale kir û ji bo parastina Nemrûtê  alîkariyeke aborî da wezareta Çandê ya Tirkiyeyê, hin xebatên tamîratê hatine dest pê kirin. Ev tamîrat jî, ji  restorasyoneke li gor eslê Nemrût bêtir,  xebateke hêsan û xapînok e.

Di dema serdana Nemrûdê de, berî ku mirov derkeve lutkeya çiyê, ji serê erebê 10 milyon Lire tê girtin, ji vî yekî re îtiraza me tine, lê belê li heman cihî, qereqoleke jendermeyan heye û  li ser çiyayê li pi?t wan jî, weke lekeyeke re? ev gotina militarîst a bi tirkî  heye  "önce vatan" ’beriya her ti?tî  welat’. Ev mantalîteya ku li kêm deverên cîhanê tê dîtin, careke din nî?an dide ku ev dewlet ji ti çand û kultureke însanî re hurmeta wê nîne.

Di mehên havînê de, derdora çiyayê Nemrûdê gelek germ e, lê mirov her ku hildiki?e, ew qas hewa  hênik xwe?iyeke dide ruyê mirovan. Li Restoranteke nêzikê lutkeya Nemrûdê, ji teyba kesên ku yadîgariyên tûrîstîk difiro?in ahenga muzîka Kurdî bilind dibe. Bayê hênik, xwe li rû û porê me digerîne û êdî wext nêzik dibe ku  roj biçe ava. Ji jêr ve, serdanvanên herêmî û biyanî, ji bo ku vê mekana bi efsûn bibînin û ji vê derê  bibin ?ahidên serîdanîna rojê,  ref bi ref hildiki?in jor. Mixabin bê dilê me be jî, êdî dem hatiye  ku em  xatir ji Nemrûdê bixwazin. Roj li ber wendabûnê ye, bisteke din dê tarîtî  desthilatdariya herême dewr bigire. Kî dizane, weke me çend nesil hatine serdana vî çiyayê pîroz û dê çend neslên din vê kevne?opiyê bidomînin. Berhemên li Nemrûdê ku mirovan dixe bin tesîra xwe, îro ji bêxwedîtiyê  weke xirbe ye û meydana komkujiyê tîne bîra mirovan.  Pêdiviya vê derê weke îro ne bi xebateke xapînok, lê bi tamîrateke cîdî ya li gor eslê wê heye. Dema em ji vê mekana pîroz daketin jêr, ji dezgehên dîyarîfiro?an hê jî  dengê kilamên kurdî bilind dibûn.


 
Aydin Dere
dere@bluewin.ch

Dem: 2 hezîran 2005 pênc?em
(© www.amidakurd.com)


Gotinên miftehî :