1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Du ziyaretên li Enqerê
Du ziyaretên li Enqerê,du,ziyaretên,li,enqerê

Du ziyaretên li Enqerê

A+ A-

Serokê dewletekê, heremekê, xwesiriyekê dikane, dewletan, dewletê cîran ziyaret bike, ev tişteke xwezayî û normale. Yanê di demeke asayî de çûyîna birêz Mesud Barzanî bo Enqere û Tahranê tişteke normal e.

Anormal çi ye?

Dema dagirkerê beşeke welatê te di krîzê de be, ji cihanê îzole bûbe û di heman demê de bi xwînxwarî gund û bajarên te wêran bike, gelê te bi komî bikuje, ziyaret tişteke ne normal e. Bi her awayî guman dagirtiye. Vê bi rengekî din nîşandayîn xwe û mirova xapandin e. Xwînxwariya dijmin porkirin e.

Dema birêz Barzanî 9.12. 2015 an de çû Enqerê çi bûbû?

1 – Tirkiyê di 24. 11. 2015 an de balafira şer ya Rusyayê xistibû. Rûsyayê bi videoyên zatelîtan bazirganiya di navbera Daîşê û Tirkiyê de li ber çavan raxistibû. Lê Nêçîrvan Barzanî wek şermeke mezin suçê Tirkiyê girtibû ser xwe.

2 – Rûsan li tankerên Daîşê û li tirên tirk yên ji Daîşê re cebilxane dibirin dabû. Rîya alîkariya ji bo Daîşê hatibû birîn, bûre bûra RTE bû. Ji bo şandina alîkariyê pêdiviya wan bi rêyeke din hebû.

3 – Daîş li Rojava ketibû tengasiya têkçûnê.

4 – YPG derbazê rojavayê çemê Firatê bûbû. (xeta sor a tirka li bin lingan çûbû)

5 – Turkiyê dest bi ruxandina bajarê Silvan, Sur û Cizîrê kiribû.

6 – Ti hevaleke Tirkiyê nemabû. Saudî jî pişta xwe di Tirkiyê de kiribû.

7 – Rusyayê li çiyayê Kurmênc (qaşo Tirkmen dagi) û li her derê li komên gasikên destên tirkan dabû.

8 – Ji bo ku RTE di hilbijartinan de bi ser keve MÎT û Daîşê li Sirûc, stasyona Enqerê û li Amedê komkujî pêkanîbû. Li Ewropayê jî hin komkujî pêkhatibû. Gumana li ser RTE her diçû zelatir dibû.

9 – RTE bi sextekarî û sorkirina hestên nijadperstî di hilbijartinan de bi serketibû.

10 – RTE ji bo ku dengê ewropiyan bibire, wan bi mijareyeke din re hûrbilî bike, bi şantaja pênaberan Ewropa fetisandibû. Ewropê jî berê xwe dabû Tirkiyê û tewana wan li rûyê wan dida.

Û 11 – Pêdiviyê RTE bi dost û alîkarek hebû….

Birêz Barzanî di 2.12. 2015 de çûbû Riyadê û bi qiral re rûniştibû. Li gor gotinan qiral soza 8 milyar dolarî dabû. Ji bo çi? Li hember vî pereyî çi soz ji Barzanî standibû, nayê zanîn.

Ziyareta Enqerê 9. 12. 2015

Pir bi guman e. Çima ?

1 – Ew encama wan xalên jorîn û berxwedana gelê kurd RTE û serkariya wî anîbû ber têkçûnê. Ew li rêyekê û li alîkariyê digeriya ku bikane henaseyek hilde.

2 – Berê ew birin avahiya MÎTê. ÇIMA? Di cihanê de serokê ti dewlet, ti xweserîyê di ziyaretên dewletan de naçin avahiyên istixbaratan. Eger tekiliyê dewletan baş be, îstixbaratên wan bi hev re rûdinin. Gelo çima? Wek fesadî: Îfada wî girtin? Rapora Riyadê jê xwestin? Yan kesên wekî min difikirin fêlxirab in?

3 – Barzanî civînekê bi partiyên qaşo kurdewar re çêkir. Piştî wê civînê hemû dordorên wan partî û qaşo rewşenbîrên wan ji bo ku ruxandina bajar û kuştina gelê nebînin; çavên xwe girtin, kevir kirin guhên xwe, pozê xwe xitimandin û bi boneya hendekan bi dijminahî êrişên berxwedana gelê me kirin, lê li hemberê xwînxwarîya serkariya RTE yek gotinekî jî nenivisîn.

4 – Mijara Baregeha Beşîkayê û tirên di ser Zaxoyê re berbi Musilê diçûn, derket pêş.

5 – Dijbangaşiya hêzên Bakûr û Rojava ji berê zêdetir bûn.

Û Ziyareta niha

1 – Serkariya RTE bi alîkariya Îranê bi dizî li Cezayîrê bi tevê Esad lihevkir Bi gotineke hê vekirî sê dagirkerên welatê me, li Cezayîrê li ser planeke dijkurd li hev kirin. Bêguman yê çaran Iraq jî di nava wan de ye.

2. – Bi şanoya qaşo derba leşkerî Koalisyona nijadperest MC. Di navbera CHP, MHP, AKP û xwedayê wan Ergenekonê de pêkhat. Di bin perê vê şanoya derbeya leşkerî de hêzên xwe yên xwînxwar ji nû ve ji bo şerê li Kurdistanê dîzayn kirin. Di kesayetiya HDPê de rasterast kurd ji xwe û parlamentoya xwe dûrxistin.

3 – RTE ji Rûsyayê lêborîna xwe xwest û li ber Pûtîn dirêj bû

4 – Bi girtina Membîçê hemû rê û dirbên di navbera paytextê Daîş Rakka û Enqerê de hata birin, rêya korîdora Efrîn û Kobanî xuya bû.

5 - Eskerê Îranê bi navê Esad êrişê Hesekê kir. Gelek eskerên Îranê bi aliyê YPGê ve wek tewanbarên şer hatine girtin.

6 – Dewleta tirk bi hezaran cehş, Daiş û hêzên xwe yên taybet li dora Dilokê civand û xwest Carabûlûsê dagir bike Ev komkujiya Deweta Kurdan jî ji bo veşartina vê bû. Abdulkadîr Selvîyê wek berdevkê serkariya tirk bi aşîkarî ev nivisî.

7 – Ew provokasyona Biro ya çûyîna Rojava hebû û di paralêla wê de, xwepêşandanê komên marjînal ê ji bo reşkirina Rêvebiriya Rojava ya li Ewropê derket pêş.

8 – Mijara rizgarkirina Musilê ket rojevê, li gor agahiyên di çapemeniyê de hate belakirin, wê HPG bi 2000 gerîlayan di nava vê koalisyona cihanê de cihê xwe bigire.

Û … 9 – Îranê bi fermî birêz Barzanî vexwend Îranê

Enqerê ew bi fermî venexwendibû, bi dizî xwastibin Enqerê, em wê jî nizanin. Çima di rewşeke wiha de û çima berê ziyareta Îranê ziyeretak wiha? Min bi kurtî tiştên pêkhatî kronolojîk nivisî û şirovê ji xwinêran re dihêlim.


Gotinên miftehî :