Dûrî -II-,dûrî,ii

Dûrî -II-

A+ A-

Di asoya te de bûm perperîk
Min got evîn e û ketim agirê te
Lê dûriya bêwate ya bi min re
Lê bêdengiya bêwate ya bi te re
Xwezî dest li we tijî belalûk
Belalûka we tijî hêrsa min bibe...

Û tu!
Lê ew yara nikarim bê xwe bifikirim
Lê ew bihara nikarim bê xwe bifikirim
Di vir a dilê min de
Erdnîgariya min a bê ser û ber
Ya min xwîn daye diriyên wê
Dirîreşka lêvên min çêj jê negirtî,
Ez hatim xezeba diriyên te
û ji asoyên te re bûm perperîk,
min xwîna xwe anî...

Min çîrokên hezar û yek şevê anîn
Şevên tenahiyê
Û ez hîn te bê xwe
Hîn xwe bê te nafikirim...


Gotinên miftehî :