1. Tekst

  2. Daxuyanî

  3. Kovar Kovara W
  4. Hejmara 38'mîn a Kovara W
Hejmara 38'mîn a Kovara W,hejmara,38,mîn,a,kovara,w

Hejmara 38'mîn a Kovara W

A+ A-

Dostoyewskî dibêje ku “her mirov, li hemberî her kesî/ê ji her tiştî berpirsiyar e.” Îro di vê geremola holbûna sermayedariya ne bi xwêya eniyê, bi etnosantrîzma (yên ku neteweya xwe wekî navenda her tiştî dibînin, diperizin neteweya xwe) ji nava xwe têr, mehdxelîna exlaqî, bejnkurtiya cîhanî, keysbaziya ji bo key û keybanûtiya gerdûnê dike ku toqa derdorên din jî têkeve stûyê me kurdan. Van xir û ciran kirine ku em kurd, birayê biçûk ê cîhanê, wekî birayê biçûk ê çîrokên kurdî rastiyê, bedewiyê, dadweriyê, dilpakiyê nîşanî birayên xwe yên din bidin! Ev, ya derveyî konê me bû... Di ya hundirê kon de jî ev yek bê ronî xwe li devê deriyê rûyê me dixe ku em ji xal û xetên peyvê, ji rewanbêjiya hevokê, ji xamoşiya 28 darbestên helbestî, ji xeberoşkên wekî teniyeke dehwa mehê li eniya me didan, ji devokên devliken, ji zaravayên mîna zavayan, ji dengdaniya ku li Kurdistana me diçe, ji kevirên Gever, Wan, Amed, Nisêbîn, Bazîdê ku dişibin kevirên kuçeyên Fransaya 1968’an ku wan jî digotin “kevirên peyarêyan rakin di dewsa wan de hûn ê riya ku diçe peravan bibînin”; ji perperik, pelîtank, pinpinîk, perwane, minminîk, baperik, îdîdok, belîtang, bilbilîtank, belatînk, perperok, firfirok, pepûle, mînmînik, pînpînik, pelpelîsk, pilpilîng, pinpinî, sîperik, belbelîtanik, pirpirînk, pîtanok, mînik, pirik, perpereng, papelîskê, ji “bilinmeyen dil”ê, ji Morcela, miclewri, mijlewri, mijloli, miclor, miclol, mijlor, mijlori, mijlowri, mijmewli, mîyercila, mocla, mojla, muejla, mojle, molcela, molcila, morcila, muercela, muerceli, mercueli, merjueli, morzela, mijlewreki, mijloki, milorçike, miloçike, muloçike, muleçike ku ev giş bi kirdkî navên gêrik û moriyê ne, ji benda hilbijartinê, ji serbilindiya Ehmedê Xanî, ji sewdaseriya Melayê Cizîrî, ji kezepperitandina ji ber neteweperweriyê ya Hecî Qadirê Koyî, ji qendîl û Qendîlosa Ehmedê Huseynî, ji sindoqa boyaxê ya Seyîdxanê Boyaxçî, ji qesîdeyên Hafiz Menduh, ji qereqolên gir û serê riyan, ji her heft çîrokên hirçê yên bi kurdî; ji Xerzanî, Xilpanî, Bablekan, Eyşokê, Delîlo, Du ling, Bazkî, Çepik, Sê ling, Klîçe, Keçikî, Hildanî, Şêxanî, Dûzo, Dîko, Koçerî, Ziravkî, Tûra, Qerecor, Tîr Kevan, Sînanî, Sivikî, Giranî, Şûndekî, Qertel, Temir axa berpirsiyar in. Ev spartin kostekqetandina rihê me ye da ku di govenda azadiyê de serbestî bi destê me bigire.

Ji her kesî ve eyan e ku Eniya Ked, Azadî û Demokrasiyê şev û roj li xwe heram kirin, ji bo azadî û serbestiyê xebitîn û 36 parlementerên hêja şandin Enqereyê. Hêjayî gotinê ye ku divê mirov vî gelê ku bendavan diteqîne pîroz bike, spas bike. Ev dixuye ku, êdî azadî gelekî nêz e, serbestî di belika guhên me de ye û li hemana ye ku tarîtî bibe ronahî. Dê bibe jî!
Ev bangewaziya me ji xwendevanên li girtîgehan e ku, dema ku hevalên li girtîgehan ji bo şandina kovar û pirtûkan name û faksan ji me re dişînin, em jî di warê bicihanîna xwestekên wan de dikevin tengasiyê. Ji ber ku du saziyên me hene ji bo piştgirî û alîkariya hevalên li girtîgehan. Ji ber wê jî heval dema ku pirtûk û kovaran dixwazin bila ji “TUHAD-DER” an jî ji “TUHAD-FED”ê bixwazin û bi riya “TUHAD-DER” an jî ji “TUHAD-FED”ê daxwazên wan bigihêjin me.
Ji ber kêşeyeke fermî û hiqûqî ev hejmar mehekê dereng derket. Ango me ji ser meha Pûşperê gav kirin û ev hejmar dê wekî hejmara Tîrmeh-Gelawêjê derkeve.

Û rojnameya Azadiya Welat dîsa girtin, ma qey hê hîn nebûne ku şêr di qefesan de hilnayên? Ma qey hê hîn nebûne ku em kurd, em ji bo azadiyê çavsorî bûne, em ji bo gel û netewe û zimanê xwe ketine govenda azadiyê. Azadiya Welat dibistana ziman û wêje û huner û siyaset û roj û rojname û çapemeniya kurdî ye. AZADÎ YA WELAT E!

YSK’ê mafê parlementeriyê yê Xetîp Dîcle betal kir. Lê divê YSK baş bizanibe ku “ Feyza me şubhê Nîl e em Xetîp û Dîcle ne”. Ji îro pê ve kurd dê benîştê xwe jî bi vê pergala har û barbar nezeliqîne.

Dosyeya Rezber-Kewçêrê jî wê “Tu ji bo kê û ji bo çi dinivîsî” be. Bi vê dosyeyê em dixwazin hîn bibin ku li welatê ku şer û pevçûn û qir û qiyamet lê heye, nivîs dikare bi kêrî çi bê? Û heke Kurdistan azad bûya dê nivîskar dîsa jî binivîsiya? Nivîskar dema ku dinivîse, gelo dixwaze kî nivîsa wî bixwîne? Ji bo çi bixwîne? Gelo nivîsandin nexweşî ye, îbadet e, deydan e, serîhildan e, stûyê xwe çemandin e, rastkirin e, şaşkirin e, rexnekirin e, nirxandin e, dagirtina valahiyê ye, valakirina hebûnê ye, qewartin e, qeşartin e, veşartin e, pêdivî ye, qidam e, erk e, fantezî ye; yan jî ji xeynî van tiştên ku me rêz kirin, tiştekî din e gelo? Mijara me ya sereke ya dosyeyê ev tiştên hanê ne.Heta hejmareke dîtir, ligel peyva kurdî bimîne di xweşiyê de...

Navnîşan Kalem Sk. No: 32/4 Huzurevleri Kayapınar/DİYARBAKIR Tel & Faks: +90 412 237 43 16


Gotinên miftehî :