1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Heskîf û Mûnzûr rûmetên me ne
Heskîf û Mûnzûr rûmetên me ne,Heskîf,û,Mûnzûr,rûmetên,me,ne

Heskîf û Mûnzûr rûmetên me ne

A+ A-


Armanca xuyanî bidestxistina karebayê ango elektrîkê ye. Qa?o dê bajarên kurdan bi vê yekê avadan bibin, dê roniya karebayê bajarên kurdan ronî bike. Lê gelo çavsor û zikre? dikarin çi ronî bikin? Çavnebarî û zikre?iya ku nirx û ?aristaniyên cuda wekî ji xwe re wekî neyar dibîne dê çawa avadanî û ronahiyê pêk bîne?

HESKÎF

Tê gotin ku temenê bendavekê 50 sal e. Wate, dê yek karibe 50 salî ji bendavekê karebayê bi dest bixe. Em zirara çandî û dîrokî bidin aliyekî, gelo ev karebaya ku tê bidestxistin hêjayî zirara ekolojîk, civakî û aborî ya ku bi bendavan pêk tê ye? Li gorî gotina zanyaran bi bendavan hevsengiya ekolojîk xera dibe; avhewaya herêmê diguhêre. Hin jî caran avdana bi nezanî axa zeviyên derdorê dike xwelî. Li aliyê din bi hezaran, hin caran bi deh hezaran mirov ji cih û warê xwe dibin; erd û zeviyên wan di bin avê de dimînin û ew jî ji mecbûrî destên xwe ji hilberînê dikê?in û ji bêgavî dikevin nav refên bêkar û bêtalan. Belkî ji dewletê çend quri?an distînin û demekê bi wî pereyî debara xwe dikin, lê pi?tî demekê ew pere jî diqedin û her wekî pê?iyên me gotiye, "Destê tal (vala) dimîne li ser zikê birçî."

Dema ku em bala xwe didin cihên ku lê bendav hatine çêkirin, em leqayî rew?eke din tên. Ew jî me dixe nava ?ik û gumanan. Piraniya bendavên ku li Kurdistanê hatine avakirin, cih û warên dîrokî noqav kirine.

Bo nimûne, li Semsûrê Semsat cihê herî dîrokî ye, lê bi bendavê di bin avê de maye. Li Amedê Gêl (Egil) cihekî dîrokî ye, niha di bin avê de ye. Li Dêrsimê aliyekî Pêrtagê di nav avê te hatiye hi?tin, kelayeke dîrokî di nava avê de xuya dike. Li Rihayê Xelfetî cihekî dîrokî ye, ew jî noqav bûye. Niha jî dixwazin nimûneya bedewî û xwe?ikiya suri?tî geliyê Mûnzûrê û remza ?aristaniya qedîm Heskîfê di bin avê de bihêlin.

MÛNZÛR

Ev gi?t nî?an didin ku armanca dagirkeran ne tenê bidestxistina karebayê ye. Belkî ji wê zêdetir zikre?iya wan a li hemberî nirxên qedîm û ?aristaniyê dibe sedem ku ev bendav bêne çêkirin.

Li hemberî vê yekê divê helwesta me jî zelal be. Li hemberî vê zikre?iyê divê em berevaniya nirxên xwe, cih û warên dîrokî bikin. Parastina van cih û waran peywireke însanî û welatparêziyê ye.  Her wekî çawa ziman û çanda me rûmeta me ne, divê em li wan xwedî derkevin, wisa jî cih û warên dîrokî yên welatê me, bedewiyên suri?tî yên welatê me rûmeta me ne, divê wan jî biparêzin.
  
Samî Berbang
[email protected]