1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Konferansa Standardkirina Zimanê Kurdî
Konferansa Standardkirina Zimanê Kurdî,Konferansa,Standardkirina,Zimanê,Kurdî

Konferansa Standardkirina Zimanê Kurdî

A+ A-

Ez bi xwe jî yek ji be?darên konferansê bûm. Min bi sernavê "Di mercên îroyîn de derfetên kurdiya yekgirtî  hene?" gotarek pê?kê? kir. Her wekî ji sernavê gotarê jî diyar e, hinek rexne û dîtinên min li ser konsepta vê konferansê hebûn, min ev dîtinên xwe jî pê?kê?î konferansê kirin.

Li gorî baweriya min bi mijareke wiha pêkanîna konferansê ji bo kurdên Bakur ti?tekî ne pêwîst û bi avê de berdana derfetên heyî bû. Lewre ti?tê ku ji bo me kurdên Bakur pêwîstiya acil e, parastin û bipê?vebirina zimanê kurdî (kurmancî û kirmanckî) ye. Diviya me li ser vê yekê konferansek li dar bixista, tê de rew?a zimanê kurdî, hi?mendiya zimên, rew?a civaka kurd, derûniya wî, siyaseta zimên a tevgera siyasî û kadroyên siyasî gotûbêj bikirana û di encamê de bernameyeke xebatê derxista holê.

Berî ku ev konferans pêk were jî me ev dîtinên xwe ji kesên amadekar û derdorên têkildar re gotin, lê dengê me neçû kesî. Ev konferans bi vî awayî li dar ket. Her çiqas mijara konferansê "standarkirina kurdî" be jî, di gotarên ku hatin pê?kê?kirin de hate gotin ku karê standartkirinê karê desthilatiyê ye û divê mirov ji mêjûyê re bihêle.

Di konferansê de bi giranî li ser mijarê pê?niyazên maqûl di cih de hebûn. Min bi xwe jî da zanîn ku di mercên îroyîn de derfetên zimanekî yekgirtî nîn in. Ev nêzî sedsalî ye ku du zaravayên kurdî; kurmanciya jorîn û kurmanciya naverast bûne zimanê nivîskî, pê edebiyatek pêk hatiye, her wiha ji dawiya salên 1970’yî vir de jî zaravayê kirmanckî (dimilkî) bûye zimanê nivîskî û pê gelek berhem hatine nivîsandin.

Li ser vê bingehê jî min diyar kir ku divê her zarava di nava xwe de yekgirtinê pêk bîne, lê dema ev yek tê kirin jî, aliyên hevpar ên zaravayan derkevin pê?, li aliyê din têkiliyên kurdan xurt bibin, saziyên hevpar bêne avakirin, da ku qet nebe kurd bê arî?e ji zaravayên hev fêm bikin. Her wiha min diyar kir ku astengiya herî mezin a li ber vê yekê pir-alfabetî ye û divê ev yek ji holê rabe. Gotarên din ku hatin pê?kê?kirin jî ne dûrî vê ramanê bûn.

Li aliyê din cihê kêfxwe?iyê ye ku  piraniya kesên ku gotar pê?kê? kirin di wê baweriyê de bûn ku alfabeya latînî zêdetir li zimanê kurdî tê û çêtir e ku hemû kurd vê alfabeyê bi kar bînin. Jixwe vê yekê di encamnameya konferansê de jî cihê xwe girt. Ev yek jî bersiveke ba? bû ji bo kesên mîna Ferhat ?akelî.

Li gorî amadekarên konferansê, dê konferansa esasî sala bê li Hewlêrê pêk were, lê hê di vî warî de tu encam nehatiye bidestxistin. Her wiha amadekarên konferansê wisa bawer dikin ku dê li Hewlêrê biryarên li gorî dilê wan derkevin.

m jî hêvî dikin ku kurd dev ji xewn û xeyalên hîç berdin û derfetên heyî ji bo parastin û bipê?vebirina zimanê kurdî bi kar bînin da ku zimanê kurdî ji vê rew?a kambax rizgar bibe.
  
Samî Berbang
[email protected]