1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Meyafarqîn (Silîvan)
Meyafarqîn (Silîvan),meyafarqîn,silîvan

Meyafarqîn (Silîvan)

A+ A-

Dem: 12 tebax 2005 în (© www.amidakurd.net)

Meyafarqîn, li ser rêya Dîyarbekirê û Sêrtê ye. Di qontara çiyayê Elbatê de hatiye avakirin ku ev çiya heta 1500 mîtroyî bilind dibe. Ji hemû herême re Silîvan tê gotin. Lêbelê tirk ji bajêr re Sîlvan dibêjin.

Derdora bajêr bi kelekê hatiye girtin. Ji rojavayê bajêr Dîyarbekir û navçeya Hezroyê, ji başûr navçeya Bismil, ji bakûr navçeyên Licê û Pasûrê, ji rojhilat ve jî bajarê Batmanê cîranên Farqînê ne. Rûberê Farqînê nêzîkî 1400 km. çarçik e. Erazî bi giranî bi kurtik û mesîl e. Çiyayên Elbatê ji seranserê deştê ve bajêr ji rojhilat ber bi rojava ve dibire. Deşta Farqînê bi giranî bê şênayî û dar û ber in lê di aliyê çiyan de, cî bi cî darên maz, berû û yên fêkiyan hene. Avhewaya herêmê havînan germ û ziwa, zivistanan jî serma, şilî û şepelî ye.

Niha bi giştî 75 gund û 82 mezra li ser Farqînê ne û bajar bi xwe ji 11 taxan pêk tê.

 

Taxên Silîvan:

Taxa Rezan

Taxa Bahçelievler

Taxa Camiyê

Taxa Kelê

Taxa Konakê

Taxa Kevirspî (Feridun)

Taxa Seleheddîn

Taxa Mescit

Taxa Tekelê

Taxa Yenişehirê

Taxa Bilind

Li gor çavkaniyekê, Farqîn di dema Asûriyan de hatiye avakirin û mîna Miferket an Mifirkert hatiye bi navkirin. Li gor efsaneyekê jî, bajar di dema Urartuyan de ji aliyê Marusu Layuta ve hatiye avakirin. Îddîayeke din jî ku ev bajar ji aliyê dewleta Tîgran ve hatiye avakirin û yek ji bajarên herî mezin û grîng a dema Helenîstîkî bûye û navê bajêr Kerta bûye. Dewleta Tîgran a ermeniyan Beriya Zayinê di sala 77an de hatiye avakirin. Her çiqas di derbarê avakirina bajarê Farqînê de ev agnaşt û dîtin hebin jî, lêkolînên dawî piştrast dikin ku keleha bajêr 3000 sal beriya zayînê ango 5 hezar sal berê ji aliyê Xorriyan ve hatiye lêkirin. Tiştekî teqez heye ku tu girêdana Tîgranokert bi Silîva re nîne. Ev angaşta ermenan e û şaş e. Li gor wan Amed jî Tîgranokert e. Belê bajarekî bi navê Tîgranokert hebûye li perava çemê Dîjleyê û hîn jî bermayiyên wî bajarî têne dîtin, lê bajar bi xwe êdî tune. Ya din, dîroka bajarê Silîva pir beriya Tîgran e. Dîroka Tîgran 2100 sal e. Kela Silîva 5 hezar sal berê ji aliyê Xoriyan ve hatiye lêkirin. Dema em bêjin Tîgranokert ji bo Silîva, em vê dîroka xwe ya 5 hezar salan înkar dikin û dikin malên gelên din. 


"Tîgranakerd a bajarê Tîgran ê Gewre, ne li Amed a îroyîn, lê li ber Çemê Xerzan – Çemê Êzdîxane hatîye avakirin. Îro jî bermahîyên wê (mîna tîyatroya antîk, sûr û bedenên wê), bi çavan tê dîtin û ermen bixwe ev şaşî destnîşan dikin û nabêjin ku Tîgranakerd Amedê ye, heta ev şaşî eşkere dikin û dibêjin “ev şaşîyeka dîrokzanên me yên serdema navîn e” (5). Ansîklopedîya Ermenî de, bi awayekî vekirî hatîye gotin ku, Tîgranakerd ne Amedê ye û ev gotin bêhemdî-bi şaşî hatîye nivîsandin”. Û tevî van çavkanîyan, dîsa hin “nivîskar” bi zanabûn ev têza bêbingeh dubare dikin û ev gotin û têzên bi mabest, gotina “Dîrok bi derewan nayê nivîsandin”, tîne bîra mirov. Berê nêrîneke manîpulatîv a bi vî rengî hate pêşkêşkirin lê, bi gotar û îsbatên zanistî, ev teorîya bêbingeh hate pûçkirin. Berê digotin Tîgranakerd Amedê ye, lê nebû, pişt re gotin Farqînê ye, ew jî pûç derket û vêca dibêjin bajarê kevnar Erzen /Arzan/Xerzan e… An ku Arzanane ya kevnar… Rêeya rast di dawîyê de hatîye dîtin…!
Ev nêrîna dawîyê, anegorî daneyên zanistî, bi me jî rast e. Belê Tîgranekerd heye, bajêrekî xwedî 100 hezar niştecî ye û ew niştecî jî, hîn sedsala 1-an a berê mîladê, ji hêla Tîgran ve bi darê zorê li vî bajêrî hatine bicîkirin (6). Lukullus ê fermandarê Romî, berê mîladê 69-an Tîgranakerd zevt kirîye û Tîgran têk birîye. Tîgran jî berê xwe daye Artaşat a paytexta xwe (7) . Lukullus, Tîgranakerd teslîmî zar û malbata Keyê Kordîyenê Zarabend kirîye û ji boyî hevaltîya wî, dest nedaye xezîneya Kordîyenê. Tevî ku, xezîneya Kordîyenê, tije zîv û zêr jî bûye.
Her wiha nijada Tîgran jî dîsa xuya ye, Tîgran torînekî mîrzayê Arşakan (Partan) e. Arşakî, welatê xwe li hev par dikin û bapîrê Tîgran; Artaşes jî dibe satrabê Armenîayê. Armenîa, yek ji herêm-satrabîyên xweser a Împaratorîya Part e. Artaşes ne ku ermen e, mîrzayekî Arşakî/Part e, lê hikimdarê Armenîayê ye. Navê din ê Partan, dîroka kevnar de Arşakî ye. Arşakî avê xanedaneka torîn a Part e… Weke Persên Axamenî… Axamenî jî xanedaneka Persî ne. Meseleya Tîgran û Tîgranakerdê ev e û em hêvîdar in, xwendevan bi van gotin û têzên dûrî hiş û aqilan xweş serwext be û rê nede îdîayên pûç û vala yên mabesta wan berovajîkirin û her wiha talankirina dîroka gelekî kevnar e…
(1) THE ROYAL INSC IPTIONS OF MESOPOTAMIA ASSYRIAN PERIODS / VOLUME 2 / ASSYRIAN RULERS OF THE EARLY FIRST MILLENNIUM BC I, (1114-859 BC), A. KIRK GRAYSON, University of Toronto Press, 1991.,
(2) Herodot, Tarih, Istanbul – 2006//Hêrodot, Dîrok, Stenbol – 2006.
(3) Strabo, The Geography Book
(4) Plutarch (Lucius Mestrius Plutarchus), Bioi Paralleloi – Jinenîgarîyên Paralel, beşê “Lucullus”
(5) https://akunq.net/tr/?p=5807 Ansîklopedîya biçûk a ermenî, cild IV, Rewanê, 2003.
(6) Çavkanîya 4-an
(7) Çavkanîya 4-an
( Çavkanîya 4-an
(9) The Roman History of Ammianus Marcellinus, Book XVIII, Part IX TRANSLATED BT 0. D. YONGE, London –New York, 1894 (Dîroka Romê ya Ammianus Marcellinus , Pirtûka 18-an, Beşê 9-an, wergera li ingilîzî C.D. YONGE, London – New York, 1894)
(10) Çavkanîya 9-an, heman ciyî de
(11) The History of Al Tabari, Volume 5, wergera li ingilîzî: C.E.Bosworth, University of Manchester, State University of New York Press, 1999, Rûpel 137-138
(12) Ansîklopedîya Îranîca / bi Îngilîzî, bi sernavê ARRAJÂN / ARJAN : - Xerzî Xerzan"

 

Li gor dîrokzan Îbn ul-Erzakê Farqînî jî, piştî şerê navbera Romî û Sasaniyan (p.z. 387) pîskoposek Farqînî bi navê Mar Maruthan, bi destûra împaratorê Bîzansê û hukumdarê Îranê Yezdîgirt, şehîdên xirîstiyan li vê herêmê vedişêre û bajarek li ser ava dike û navê Martyropolis (Bajarê şehîdan) lê dike. Bajar, di sedsala VIan de, yek ji wargehên leşgerî yên herî grîng ê Împaratorê bîzansî Justiniamus bûye.

Di serdema Îslamiyetê de, bajar cara yekem ji aliyê kumandarên Xelîfe Omer Îyaz bîn Ganem ve hatiye girtin. Di wê demê de bajar bi navê Meyafarqîn hatiye bi navkirin.

Paşê bajar ketiye destê Hemdaniyan, Buveyhan û Merwaniyan.

 

SERDEMA MERWANIYAN 983-1085

Dewleta Merwaniyan ji aliyê Badê kurê Dostik ve tê damezirandin. Di pey mirina Ed ud-Dewle de (372/983), Bad (Baz) Meyafarqînê dike bin desthilatdariya xwe û ev Xanedaniya kurdan ji sed salî bêtir li ser piyan dimîne. Xanedanê duyem ê Merwaniyan Mumahhid ud-Dewle ye. Mumahhid ud-Dewle dîwarên kela Meyafarqînê tamîr dike û navê xwe li ser dide nivîsandin. Di dema Merwaniyan de demeke dûr û dirêj Amed (Diyarbekir) bi xwe bi Meyafarqînê ve hatiye girêdan ango paytex Meyafarqîn bûye. Di serdema Merwaniyan de çand û huner li Meyafarqînê gelek bi pêş dikeve. Bi taybet Nasruddewle, ji her deverên ku destên wî digihîjinê, hunermend û nivîskaran tîne û dike bin xizmeta xanedaniya xwe. Di vê dewletê de her çendî bandor û motîfên îslamî zêdebin jî, dewleta kurdan a herî temendirêj e. Lewra kurd wê demê bi giranî musulman bûne û ew dem serdema pêşketina musulmaniyê bûye.

 

SERDEMA SELÇÛQIYAN 512-1118

Bajarên li derdora Dîyarbekirê û Diyarbekir bi xwe jî, di sala 1085 an de dikeve destê Seçûqiyan . Di pey de Meyafarqîn di destê Merwaniyan de ma heta ku bajar û deverên mayî yên Diyar Bekir di 1085an de ketin destê Selçûqiyan. Êrîşa bi ser Merwaniyan ve, ji aliyê Îbn Cehîr ve tê birêvebirin. Îbnî Cehir, yek ji wezîrên kevin ê dewleta Merwaniyan e. Ji bo zêr û dewlemendiyên dewleta Merwaniyan a mezin bi dest bixe, Siltanê Selçûqiyan Melîk şah îqna dike û li gel hêzên Selçûqiyan êrîş dibe bi ser Meyafarqînê.

 

SERDEMA ARTÛQIYAN 1118

Piştî mirina sultanê Selçûqiyan Muhammed Bîn Melîk şah 1118 Necmeddîn Îl-Xaziyê Artûqî, di 19ê sala1118an de dikeve bajarê Meyafarqînê û bajar dike bin desthilatdariya xwe.

Piştî ku Îl Xazî di sala 1122 yan de dimre, kurê wî Temûrtaş dikeve dewsa wî û li ser bajarên Mêrdîn û Meyafarqînê sî sal desthilatdariya xwe didomîne. Piştî mirina Tîmûrtaş jî, 1152, Meyafarqîn demeke kurt di bin destê Artûqiyan de dimîne.

 

SERDEMA EYÛBIYAN 658-1260

Meyafarqîn, di sala 1185an de, ji aliyê Seleheddîn Eyûbî ve tê vegirtin.

Selahedîn, Meyafarqînê di 1195 an de dispêre birayê xwe Seyfedîn û bajar 165 sal ji aliyê Eyûbiyan ve tê birêvebirin, ta ku di sala 1260an de bajar dikeve bin dagîrkeriya Moxolan.

 

SERDEMA MOXOLAN 1259

Di sala 1257 an de hukumdarê Meyafarqînê Melîk Kamil, biryara dagîrkirina bajarê Dîyarbekirê digire, lewra ew sal Moxolan Anatoliyê dagîr kirine, artêşa II. a Sultan Îzzuddîn Keykavus di şer de têk çûye û artêşa ku bajarê Amedê diparêze jî derketiye seferê.

Melîk Kamil, pismamê xwe Melîk Musammir û ji pêgirtiyên xwe Necmuddîn Muhtar dide ser artêşa xwe û heman salê bi ser Amedê ve dişîne. Piştî ku bajar tê girtin, Melîk Kamil Sefyuddin b. Mucelli mîna Subaşî (karê ewlekariyê dike û di dema aştiyê de jî bac berhev dike) dişîne Amedê.

Hulaguyê Moxol, ango tirkê Îlxanî bi vê yekê dihise û daxwaz dike ku bajar paşve bidine sultanê Selçûqiyan IV. Kiliçarslan û ew bi xwe jî bê û li gel wî bi ser Bexdayê ve bigire. Lê Melîk Kamil li vê daxwaziya Hulagu godarî nake. Hulagu jî, piştî ku di sala 1258 an de Bexdayê dagîr dike, kurê xwe Yeşmût bi ser Meyafarqînê ve dişîne.

Meyafarqîn du sal, berxwedaneke pir mezin dide li dij Moxolan. Beriya ku Moxol bikevine Meyafarqînê, herêmên li derûdora Farqînê talan û wêran dikin. Bajar di sala 1259an de, di bin fermandariya Yaşmûtê Moxol de, dikeve destê Hulago. Hulago, piştî ku bajar digire, hemû rêvebirên Eyûbiyan dide kuştin û bajar talan û wêran dike.

Paşê, bajêr di dema sefera artêşên Tîmur Leng a bi ser Amedê ve, ev bajarê xirabe dikeve bin desthilatdariya Tîmur. Piştî şerê Çaldêranê jî bajar dikeve bin destê Osmaniyan.

 

MÎRÊN MEYAFARQÎNÊ

Eslê mîrên Meyafarqînê jî digihêje Mîr şêx Ehmedê kurê Emîr Izeddîn. Ew pismamên mîrê Pasûrê (Qulpê) ne. Yekemîn kesê ji vê malbata han ê wezîfeya mîrektiyê girtiye, Behlul Begê kurê Elwend Begê kurê Mîr şêx Ehmed e. Behlul Beg gelek mêrxas, destvekirî û merd bû. Berê ew û birayê xwe Omer Beg bi hev re di bin xizmeta Îskender Paşayê Mîrêmîran ê Dîyarbekirê de bûn.

Piştî kuştina Behlul Beg, kurê wî Emir Xan Beg kar û barên welat bi rê ve birin. Piştî kuştina Emir Xan Beg jî, birayê wî Omer Begê kurê Behlul Beg bû desthilatdarê Meyafarqînê. Lê karê desthilatdariyê jê nedihat û di vî karî de kêm ket. Ji ber vî qasî, li ser daxwaza Mîrêmîran ê Amedê û defterdarê wî, Dîwana Sultan Mihemmed Xan rêvebiriya kar û barên mîrektiya eşîretên kurdan û Meyafarqînê da Îbrahîm Begê Aqsaq ê kurê Cîhangîr Beg.

 

KELA SILÎVA

Kela Silîva li gor Ewliya Çelebî, bi kêmayî bi qasî kela Amedê kevn e. Kela Amedê wekî tê zanîn cara pêşîn 5 hezar sal berê ji aliyê Xorriyan ve hatiye avakirin ku wê serdemmê Xorrî li hemû herêmê desthilatdar bûne û kela Silîva jî dîsa ji aliyê Xorriyan ve hatiye lêkirin.

Sûrên Farqînê du qat hatine avakirin û di navbera her du sûran de rêyeke fireh hebûye. Stûrî û firehiya sûra hundir 4.5 mîtro û ya derve jî 1.93 mîtro ye. Sûra derve neha hindik be jî, ji aliyê deriyê Amedê ve tê dîtin. Kele çargoşe ye. Ji rojhilat ber bi rojava ve 600 mîtro, ji bakûr ber bi başur ve jî 500 mîtro, bi giştî 2200 mîtro dirêjayiya kelê ye. 50 birc û kulek di kelê de hene. Dirêjiya bircan ji der ve 10.5 mîtro û berên wan jî 7 mîtro ne. Bilindahiya wan li seriya 25 mîtroyî ne. Di navbera du bircan de dîwarek ji bo destekê heye. Mesafeya di navbera du bircan de ji 20 mîtroyî zêdetir e. Neha ji xeynî çend bircan ku ew jî texrîb bûne, bircên kelê û kel bi xwe jî nemaye, lewra him dewletê ji bo avakirina qişleyên eskerî û saziyên dewletê û him jî gelê herêmê, bi taybet jî dewlemendên Farqînê ji bo avakirina xaniyan kevirên kelê jê birin û bi kar anîn. Bêyî ku li sira di wan keviran de veşarî bihizirin û bikine xem û derd ji xwe re!..

Kevirên ku pê kelê avakirine, dirûvê kevirê Maltayê dide, spî û hişk in. Kevir bi hostatiyeke mezin hatine şekirin, ango birîn.

Ewliya Çelebi ji bo avakirina kelê weha dibêje: " Ev kele di navbera çemê şatê û Batmanê de ye û li ser daxwaza Hz. Cercîs, ji aliyê pêgirtiyê wî Melîk Handîk ve hatiye avakirin."

Li gor çavkaniyan neh deriyên kelê hebûne. Çar ji van li başûr, du li bakûr, du li rojava û yek jê jî li rojhilatê bajêr bûye. Ji van deriyan ên ku neha têne zanîn ev in: Deriyê Meyxanê, Deriyê Boşatê, Deriyê Qulfayê, Deriyê Taxa Jêrîn û Deriyê Amedê.

Li ser dîwarên kelê nivîstekên ji dema eyyûbiyan, artûkiyan û merwaniyan hene. Herî zêde di dema Hulagu de, kela Farqînê hatiye rûxandin. Di sala 532yan de jî ji aliyê împaratorê bîzansî Justîniyen I. ve hatiye restore û qewîkirin.

 

ŞIKEFTÊN HESÛNÊ

Şikeftên Hesûnê ber bi rojavayê bajêr ve, nêzîkî 8 km li derveyê bajêr e. Li ser rêya di navbera Farqînê û Batmanê de, dema mirov ber bi Batmanê ve diçe, li ser mile çepê dikeve. Ev di rastiya xwe de bajarek ji şikeftan e. Wisa xuya ye ku bi kolana zinaran ev şikeft hatine avakirin. Di qontra çiyê de, beriya ku mirov bigihêje şikeftan xirabeyên Hemamek hene. Ev avahî ji kirêc û tûxlayan hatiye avakirin û di rengê mîmariya romayiyan de ye. Hinek li seriya vê avahiyê, çalek heye ku av lê kom dibe û dibe gol ango hewiz. Hinek li jortir jî dêrek heye. Bilindahiya vê dêrê 7 mîtro ye. Mîhraba dêrê mina nîvdaîreyekê ye. Dêr li ser sê kemberan hatiye avakirin.

Raz û sêra di van şikeftan de veşarî mirovan serxweş dikin û dibine serdema kevirî. Di deriyên teng de mirov dikeve hundirê şikeftan lê dema mirov dikeve hundir, ode û salonên mezin, di nav hev de, du tebeq û yekpare derdikevin pêşberî mirovan. Herweha dêreke mezin jî heye ku salon û mîhraba dêrê di nav zinaran de vedane û çêkirine. Ji herî jora çiya ber bi jêr ve, li ser zinaran cih hatine vedan. Ava berf û baranê ji van cihan diherike û li jêr, li sarincan kom dibe. Zinarên vî çiyayên ku ev şikeft lê hatine kolan û vedan ji kevirên nerm û gewr têne pê.

 

TEMTEMBURK

Temtemburk navê sê şikeftan e. Ev şikeft li ser çiyayên Elbatê, li ser rast û çepê rêya Boşatê ne û her yek ji wan odeyek e.

Ev şikeft jî mîna şikeftên Hesûnê bi dest hatine çêkirin lê dîroka kolan û vedana van şikeftan nayê zanîn. Herweha navê Temtemburkê jî!.. Ji van her sê şikeftan, di ya herî mezin de du ciyên razanê ji kevir hatine çêkirin. Mirov bi pêplûkên ku di zinaran de hatine neqişandin ber bi van şikeftan ve hildikişe.

Wisa tê texmînkirin ku ev şikeft ji bo di dema şer de mirov xwe biparêzin û lê bisitirin hatine çêkirin.

 

KELA BOŞATÊ

Kela Boşatê li bakûrê Farqînê ye û ew herêm xwedî gelek berhemên dîrokî ye. Di demên berê de ev kele mîna zîndan hatiye bikaranîn. Taybetiya vê kelê ew e ku li ser zinarekî hatiye avakirin û dagîrkirina kelê pir dijwar û zahmet e.

 

MINAREYA QOT

Ev minare 400-500 mîtro li başûrê rojavayê bajêr e. Ji dema Eyûbiyan maye û ji aliyê sê birayan ve hatiye avakirin. Minare pênc qat e. Di demên berê de mîna rasatxane jî hatiye bikaranîn. Herweha demek zingila dêrê jî lê hatiye daleqandin. Sedema ku dibêjin minareya qot, li gor tê gotin, ev minare ji pênc qatan hîn bilindtir bûye û paşê xerabûye. Lê di demên dawî de hatiye restorekirin û neha nayê dîtin ku ev minare berê xerabûye.

 

MALABADÊ

Pira Malabadê di cîhanê de, di nav pirên kevir de xwedî kembera herî mezin û fireh e. 

Pira Malabadê di serdema Nasirûddewle Ehmedê Merwan de, li ser Çemê Bazmanê, di sala 1050yî de hatiye avakirin. Ev rastî bi gelek daneyên di pirtûka Ibnul Ezraq de bi berfirehî hatîye tomarîkirin û nivîsîn. Ehmedê Merwan herwiha bajêrekî bi navê Nasirîye li hêla rojhilatê Çemê Bazmanê ava kirîye (îro derûdora gundê Kêrikê), û ji boyî bi rehetî ew bajêr bi Silîva ve girê bide û rêya bazirganîyê hetanî Botan û Bedlîsê dirêj bike, Pira Malabadê ava kirîye. Navê pirê jî, ji bo bîranîna xalê xwe, avakarê dewleta Dostkiyan (di dema desthilatdariya Merwaniyan de nav guheriye bûye Merwanî) navê Bazê Dostik (Bad) li Pirê daniya û nav bûye Pira Baz. Bi bandora zimanê erebî û di nav herikîna demê de navê ”Baz” veguheziye bûye ”Bad” û pir wekî Pira Mala Badê ango Pira Malabadê, hatiye binavkirin. Her wiha navê herêma Bazmanê jî di wateya warê Baz de hatiye lêkirin. Ji ber navê herêmê, çem jî wekî Çemê Bazmanê hatiye binavkirin.

Artûkî, sed sal piştî avakirina pirê li herêmê desthilatdarî kirine û bi tenê kembera pirê tamîr kirine. 

Piştî di sala 1955an de li Êlihê petrol hat dîtin û roj bi roj Êlih mezin bû, navê herêmê ”Bazman” li vê navçeya nû kirin, lê dîsa bi guherandinekê; ”Batman” 

Kurt û kurmancî, rastiya Pira Malabadê û herêma Bazmanê ev e. Merwanî ne tenê vê pirê, lê Pira Dehderî ya Amedê û hin beşên Sûrên Amedê jî çêkirine. Dîsa Sûrên Farqînê, di dema Merwaniyan de hatine restorekirin. 

 

Avahiya pireyê çend caran xera bûye. Ji bo avakirina pireyê kalkerê gewr(grî) hatiye bikaranîn. Li ser pirê hin nivîstek û fîgur hene ku neha baş nayêne xwendin. Lewra zarokan bi ramana şaş a ku ev heykel ji aliyê gawiran ve hatiye çêkirin, xwe hildikişandine jor û bi kevir û biviran ev nivîstek û fîguran dişikandin. Lê ev nivîstek û fîgurên li ser vê pirê, dişibine nivîstek û fîgurên Heskîfê û pirên li Cizîrê.

Dirêjiya pirê 220, fireyiya wê jî 7 mîtro ye. Fireyiya kembera pirê 40 mîtro û ji nîvê kemberê bilindahî jî 20 mîtro ye. Bi van pîvanan, pir dikara kubbeya Ayasofyayê bi hêsanî di nav xwe de biveşêre.

Di salên 1950 yan de dewletê li kêleka pira Malabadê pireke nû çekir. Rêya nabera Farqîn û Batman û Bedlîsê di ser vê pira nû de derbas dibe.

Pirek mîna pira Malabadê lê jê piçûktir jî, berê ji aliyê kalê Bad Kemûk ve hatiye avakirin ku neha ji wê pirê û ji gundê ku li ber wê pirê hatiye avakirin re jî dibêjin Pira Kemûkê û gundê Kemûkê.

 

MIZGEFTA SELEHEDDÎN EYYÛBÎ

Her çendî mizgeft bi vî navî tê nasîn jî, mizgeft ji dema artûqiyan maye. Lê di dema eyûbiyan de jî hin tişt li ser hatine zêdekirin. Di nav gel de Camiya Ecem jî tê gotin lê nayê zanîn ku ji ber çi sedemê weha tê gotin.

Camî ji kevir û quba wê ji tuxlayan hatiye çêkirin. Çapa quba camiyê 13:50 m. ye.

 

KELA ZEMBÎLFROŞ

Kela Zembîlfroş, kela herî kevn a Farqînê ye. Di dema Merwaniyan de hatiye restorekirin û mezinkirin.

Kela Zembîlfiroş navê xwe ji destana Gulxatûn û kurê mîrê Hekarê Zembîlfroş digre. Ji ber vê destanê, yek ji cihên ku herî zêde li Farqînê navdar e û li seranserê Kurdistanê hatiye nasîn û bûye malê hemû gelê kurd jî, ev kele û ev destan e. Lê mixabin ku neha ji wê ezameta kela bi nav û deng zêde tiştek li paş nemaye.

 

KELA MALA MÎRAN

Ev kele, di dema Selîmê II. padîşahê osmaniyan de, ji aliyê Behlul beg ve tê avakirin. Behlul Beg ev kele, ji bo parastina xwe ya li dij piştgiriyên safewiyan bi milê xelkê ava dike. Di nava bajêr de, girek çargoşe û ji axa ku bi pişta gelê Farqînê hatiye kişandin, ava dike. Derdora vî girî bi dîwaran diparêze. Girek wisa bilind ava dike ku ji ser banê koşka mîr ku ew jî li ser vî girî tê avakirin, dema mirov li derdorê dinêre, çaraliyê bajêr û derveyê bajêr tê dîtin. Parastina vî girî û kelê hêsan, dagîrkirin û bidestxistina gir jî ew çend dijwar e. Lewra hevraziya gir nêzî 45 dereceyî ye. Gir hîn heye û hin xanî û avahî jî li ser hene lê ew jî her wekî kela Zembîlfroş ji bêxwedîtiyê, wê mezinahî û ezameta xwe wenda kiriye.

 

ZIYARETÊN FARQÎNÊ

Ziyareta Bavodînê Tê gotin ku ew kesê li wir hatiye veşartin û mezelê wî bûye mîna zîyaret, kesekî bi navê Bahuddîn e û mezinek ji mala Merwaniyan e.

Mêreniyê Li gundê Mêreniyê ye. Gund navê xwe ji vê ziyaretê girtiye. Tê gotin ku kesên felc dibin, dev û rûyên wan xwar dibin, şimikek heye li ziyaretê, wê şimikê di dev û rûyên ew kesên nexweş didin û nexweş pê baş dibin. Tê gotin ku kesê mezelê wî li vir e û bûye ziyaret, ne şêx e lê mîrekî kurd e.

Şêxxelîl Ev ziyaret li gundê Pîleka ye.

Ziyareta Erqenîsê Ev ziyaret li gundê Boşatê ye. Erqenîs bi xwe kaniyeke pir cemidî ye. Zarokên ku bi sorikan dikevin an kesên zerikî ne diçin ser wê kaniyê xwe bi wê avê dişon û jê vedixwin û pê re baş dibin.

Şêx Zeydîn Ev ziyaret jî li Boşatê ye.

Ziyareta Zêvetirkê Li çiyayê hafa Zerbiya, li kêleka Hesûnê ye. Ji vir tiştên antîk û hin dîwar û bermayên bajarekî derdikevin. Xuya ye ciyê bajarekî kevn e ku di bin erdê de maye.

Dara Hiznaxiyê Du-sê kîlometre li dervayî Farqînê, li ser rêya Dîyarbekirê ye. Darek e û kesek li wir hatiye veşartin. Paşê ew bûye ziyaret û bêtir bi wî darî hatiye nasîn. Lê li gor tê gotin ew kes jî ne şêx bûye. Kesekî bi navê Hesnewî bûye û kumandarekî, lehengekî kurd bûye.

Ziyareta Cimşa Di navbera Bêzwanê û Başqeyê de ye.

Girkûvî Di navbera Tîrkevankê û Dêrika Miqûrê de ye. Kesên ku tawî û bawî dibin, diçin ser vî ziyaretî û pişta xwe di kêlika mezel didin.

Şêx Meazê Cebelî Ev ziyaret li herêma Badika, di navbera Kemûkê û Aliya de ye. Bêtir bi navê "Ser Hivde" tê nasîn. Dibêjin ku ev kes Sehabî bûye û bi navê "Kurê Pîrê" hatiye nasîn. Di şerê sehabiyan de, di 17ê adarê de şehîd ketiye. Loma jî her sal di 17ê adarê de, bi hezaran kes diçûne ser vê ziyaretê û ziyaret dibû mîna festîvalek. Kesên diçûn Ser Hivde, piştî serdana mezelê şêx, şahî dikin, govend û lîstikên curbecur dilîzin, qurban serjê dikin û keç û xort li wir hevûdu dibînin, bi hev şa dibin û gelek keç û xort wê rojê ji ser ziyaretê bi hev re direvin. Paşê dibe qiyamet, heytehol lê mîna agirê kayê, zû vedimire û şahî didome, ta ku deng û hewara reva keç û xortekî din were bibe.

Neha li wê herêmê bendavek hatiye çêkirin û ji bilî wê ziyaretê, hemû herêm di bin avê de maye û girê ku ziyaret lê ye, mîna giravek di nav avê de xuya dike, lewra ciyê ziyaret lê ye bilind e.

Bi van bendavên ku li Kurdistanê hatine avakirin û dê hîn bêne avakirin, ne tenê çand û dîroka me ji me tên dizîn, herweha kêf û şahiyên me, kenê li rûyê zarokan, tîra evînê ya ji kevana dilê xort û keçan tê avêtin û tîreja evînê ya di çavên şermok de veşarî jî di nav golên bendavan de difetisin.

Şêx Emînê Bêzwanê Li gundê Bêzwanê ye ku neha ev gund jî di bin avê de maye.

Qarça Palê Li gundê Herşenê ye. Gora Mele Xelîlê Teraşî li wir e. 1ê gulana mîladî (ku dibêjin hesabê kurmancî) û dibe 14ê gulana mîladî, gel diçe ser ziyareta Mele Xelîlê Teraşî û qurban serjê dikin û daxwaziyên xwe jê dikin.

Ziyareta Siniya Nêzî gundê Babina ye. Li hêla Licê gundek heye ku ji wan re dibêjin Sinî. Ev ne kurd in û ne jî musulman in. Kes nizane ji kîjan dînî ne û ew ziyareta çi ye ku her dema biharê ji Sinê tên û tewaf dikinş

Şêx Xelîl Ev zîyaret li nav bajarê Farqînê ye. Ziyaret di nav goristaneke mezin de ye. Gelê Farqînê miriyên xwe bi piranî li wê goristanê diveşêrin û ji wê goristanê re jî dibêjin "Mezelên şêxelîlê".

 

KANIYÊN FARQÎNÊ

Kaniya Mezin Ji Zuxrê Boşatê berjêr di qûntara çiyê de ye.

Mirov bi hêsanî dikare bêje ku ji %60ê farqîniyan li kaniya Mezin hînê avjeniyê bûne. Ava ku ji çiya diherikî û ya ku ji axê bi xwe diza, li wir golek çekiribû. Ev gol bi dîwarên beton û keviran ji hev hatibûne veqetandin û yek jê ne zêde mezin û kûr bû, ya din hinek mezintir û kûrtir bû. Zarokên ku melevaniyê nizanibûn, pêşî xwe di ya piçûk de hîn dikirin û paşê diketine hemza kûrtir û mezintir.

 

Li ser Kaniya Mezin stran jî hatiye gotin. Em beşek jê li vir binivîsin:


Kaniya Mezin kaniya dilan

Nazewcim nazewcim

Teşt û sênî li nava milan

Nazewcim nazewcim

Keçê çavê te kor be

Nazewcim nazeycim

Bi min re heye sebra dilan

Wellahî nazeycim...


Kaniya Navîn 

 Li kêleka Kaniya Mezin e. Ava bajêr a ji bo vexwarinê ji vê kaniyê li bajêr tê belavkirin. Paşê ava Kaniya Mezin jî li ser hatiye zêdekirin.

 

Qolek 

 Kaniya Qolek, di navbera Moşrîtê û Kaniya Navîn de ye.

 

Moşrît 

 Li taxa Kevirspî (taxa Ferîdon) ye. Ev her çar kanî jî di qontara çiyayê Elbatê de û li pey hev in.

 

Kaniya Xanikê 

 Li binya qişleya eskeriyê, li ser riya Qulfayê, li taxa Zazo ye.

 

Kaniya Zazo 

 Ev nêzîkî kaniya Xanikê ye.

 

Ev her du kanî jî li taxa Kevirspî ne ku demên dawî li wir qişleyên eskerî hatine avakirin. Kanî di quntara heman çiyayî de ne lê hinek ji yên din bi dûr dikevin. Li biniya Zuxrê Qurniya (Qula Hemîdo) ne. Rêya ku diçe gundên Ferhendê, Kurbeytê û Taxikê jî ji wir derbas dibe.

 

Kaniya Tungê 

 Di navbera mala Yumnî Beg û Kaniya Mezin de ye.

 

Kaniya Xulo 

 Li ser riya Diyarbekir a kevn, li hember nexweşxaneya Farqînê li taxa Selehedîn e. Li ser vê kaniyê lihevhatiye weha ye:

 

Kaniya Xulo qinê minê

mala gewrê kêç ketinê

Mala Şêx Cafer ziyaret e

min bibinê.

 

Kaniya Nûrê 

 Li taxa Kelê nêzîkî Camiya Karabehlul Beg e.

 

Kaniya Derge 

 Di binê sûrê de ye, li taxa Selehedîn e.

Kaniya Massê Li taxa Selehedîn, li kêleka kaniya derge ye.

Kaniya Hecîcarkê Li ser rêya Korît e.Berê xwe bide aşê Nebo, bexçê ziretê li milê rastê dimîne û ew jî li milê çepê nêzîkî aşê Nebo ye.

 

MALA EZÎZAN

Nêzîkî 450 sal berê du birayên bi navên Feqe Elî û Mele Feyat ji ber nexweşiya ku di navbera wan û pismamê wan de rû dide, ji Culemêrgê tên Farqînê û xwe li mîrê merwanan digrin. Ew jî mîrekên aliyê Culemêrgê bûne û girêdayê mîrê merwanan bûne. Wê demê eşqiyayek hebûye bi navê Grûzê şeblerî û wî bînê li mala mîra çikandiye. Ji ber ku pir cengawer û jêhatiye bûye, tu kes nikaribûye Grûz bigire. Rojek tê ku pez û dewarên mala mîra ji xwe re bibe, Feqe Elî jî li wir e û bi Grûz re şer dike. Feqe Elî şûr davêjê û goşê kirasê Grûz dibire. Li ser vê yekê Grûzê şevlerî dibêje; "heta neha şûrê tu kesî nêzî min nebûye, çawa vî kesî kirasê min birîş" Dibêje; "pismam bisekine, ez bi te re şer nakim, xuyaye ez extiyar bûme" û diçe malê tobe dike û li ser postê xwe rûdinê û berê xwe dide Xwedê. Mala mîr jî vê yekê sah dikin û radibin ji herdu birayan re dibêjin "ên ku divê mal û milkên me biparêzin hûn in" û yekî dişînine Ferhendê û ê din jî dişînine Boşatê. Piştî ku mala mîr êdî bê hêz dibin, ev gund û gelek gundên din ji mala Ezîzan û zarokên wan re dimîne.

Mala Ezîzan bi sê navan têne naskirin. Mala Elî axa, Mala Yumnî Beg û Mala Huseyn Axa. Ev her sê jî ji nesla Mele Feyat û Feqe Elî ne. Pismamê wan jî hene li Mîranga, Mala Mecîdkeyayê Herşenî, hinek ji wan li Tilmînê ne û hinek ji wan jî li Bilbil in. Lê ji van ên ku pêş ketine mala Elî Axa, mala Huseyn Axa û mala Mehrem Beg bavê Yumnî beg in.

 

KEPOLÎ

Mezinê eşîra şêxdoda ne. Bavê Mahmud Kepolî Mehemed axa di sala 1925 an di tevgera şêx Seîd Efendî de, li Amedê hate bi darvekirin. Ew bineciyê Farqînê yên herî kevn in. Niha ew xwedî ax in û çend gunden wan hene.

 

SÎYAPOŞ

Wisa tê texmînkirin ku Sîyapoş bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê bûye. 230-240 sal berê miriye. Li Farqînê mezin bûye û li Farqînê rehmet kiriye. Hemû berhemên wî li Farqînê ne. Pir feqîr û perîşan bûye. Du - sê tûtikê (mirîşkên) wî hebûne xelkê Narikê ew dizîne. Sîyapoş ji gundiyên Narikê hez nekiriye. Di sala 1963 yan de gora Siyapoş ku li gundekî Farqînê Kurbeytê ye, ji aliyê Mele Ebdulkerîm Ceyhan û şêx Mîsbahê Silîvî ve ji nû ve hatiye çêkirin û navê wî bi tîpên erebî li ser kêlika gora wî hatiye nivîsîn. Sîyapoş li ser bûyera gundiyên herêma Narikê û mirîşkên xwe van çarînan dinivîse.

Ehlê Narik ehlê nar in

Bi dev dost in bi dil neyar in

Sê mirêşkên Siyapoş hebûn

Ew jî xwar in.


Narik, bi tenê ne navê gundek, navê herêmeke çiyayî ye: Başimtê, Ferhendê, Boşatê, Heldayê Sêdeqnê, Baqûz, Kufrê...

Gundê Seyfilmilûk jî ku Sîyapoş li ser nivîsiye, li ser rêya Bismilê ye. Gora Seyfilmilûk bi xwe jî li wî gundî ye û navê wî li gund danîne. Ku mirov diçe Bismilê, di navbera Bismilê û gundê Seyfilmilûk de çem heye, çemê Diyarbekirê. Piştî ku mirov ji Diyarbekirê derdikeve bi 10 km yan gundê Seyfilmilûk li wir e. "Mihbetê kuştî Sîyapoş şubhetê Seyfilmilûk lew li ser me ferz û eyn e secdeya pûtxaneyê".

 

SÎYAMENDÊ SILÎVÎ

Destaneke evînî ya hêla Farqînê ye. Sîyamendê Silîvî xwediyê şûr û kevanê zîv î. Biraziyê keyayê gundekî Faqqînê ye û gurî ye. Lê mîna cinan e. Jêhatî û çavvekirî. Ji ber evîna xwe Xecê, bi çiyayê Sîpana Xelatê ve direvîne. Dawiya vê destanê jî, mîna gelek destanên evînî yên din, bi mirina her du evîndaran bi dawî dibe. Bi giranî Sîyabend tê gotin û wisa tê zanîn. Mîna nav ne şaş e lê rastiya navê ku di destan de derbas dibe Sîyamend e. Lewra di nav gel de ev nav xera jî dibe. Mîna Sîyahmed, Sîyamet û hwd jî têne gotin. Ev destan mîna pirtûk hatiye çapkirin û wergerandine tirkî jî. Herweha fîlmek wî jî bi tirkî hatiye çêkirin. Di fîlmê de Tarik Akan rola Sîyamend, Mîne Çayiroglu jî ya Xecê dilîze.

 

REWŞA DAWÎ

Nifûs:

Mîna gelek deverên Bakûrê Kurdistanê, li Farqînê jî bi taybet di navbera salên 1990 û 1993 yan de, di encama êrîşên dewletê û hîzbullahê de, bi sedan kesên bê çek, sivîl û welatparêz hatine kuştin. Ev kes bi piranî û giranî bineciyên Farqînê bûn û xwedî çandeke bajarvaniyê bûn. Di navbera van salan de gelek kes jî ji tirsa mirinê, êrîş û zextên dewletê ji Farqînê bar kirin. Hinek ji wan li Amedê bi cî bûn lê piraniya wan li bajarên tirkiyê yên mîna Stenbol, Enqere, Edene, Mersîn û hwd. belav bûn. Piştî demekê, ji gundên derûdorê koçberî çêbûn û bajar car din bi wan hate dagirtin. Niha kesekî ku heya10-15 sal berê jî li Farqînê dijiya û bi dê û bav her kesî dinasî biçe Farqînê, dê ne kes wî/wê ne jî ew dê kesekî binase.

Li gor hejmarên dawî, hejmara şêniyên Farqînê 64.100 kes in. Ji vê 33.502 mêr, 30.634 jî jin in. Hejmara ciwanan bi giştî 29.432 ye. Bi piranî jî bê kar û ser û ber in. An koçî metropolên tirkiyê dikin an jî dema xwe li qehwexaneyan dikujin.

 

Çandinî:

Li gel potansiyela xwe ya dîrokî û çandî, bajarê Farqînê xwedî potansiyeleke mezin a çandiniyê ye.

Ji %80 nifûsa bajêr, bi pez û dewar û çandiniyê debara xwe dikin. Li herêmê bi piranî genim, ceh, nîsk û nok têne çandin. Zeviyên ku dikarine bêne çandin bi giştî 88 hezar hektar in. Jı van 35 hezar hektar genim, 19 hezar hektar nîsk , 11 hezar hektar ceh e. Li gel vê yekê jî, bi tenê fabrîkayeke arvan heye. Nîskên ku têne çandin, bi giranî difroşin fabrîkayên Dîlokê. Ji % 60 genimê ku tê çandin jî, ji aliyê Ofîsa Hilberînên ji Axê (TMO) ya dewletê ve tên kirîn.

Hatiniya ji ajelan Salê 416 hezar ton goşt, 360 hezar ton şîr, 121 hezar û 666 ton penêr û 5800 ton jî hingiv tê hilberandin.

Bazirganî Niha li farqînê 1.602 dikanên ku girêdayê Odeya Esnaf û Sinetkaran in, 414 beqal in û 104 jî qehwexane ne.

Şer, êrîşên dewletê, kuştina bi sedan kesên sivîl û bê guneh û koçberî û rakirina tekela Farqînê, bisînorkirina hilberîna titunê ji aliyê dewletê ve û polîtîkayên dewletê ku li hemû kurdistanê derbas dibe, ji gelek aliyan ve pişt li Farqînê şikand. Lê Farqîn bi zeviyên xwe yên dewlemend, bi deşt û çiyayên xwe, bi dewlemendiya çanda xwe ya kevn û bi dewlemendiyên serax û binaxên xwe ve, mîna gelek deverên Kurdistanê, xwedî potansiyeleke mezin e û dikare j nû ve û hîn xurtir li ser van îmkan û potansiyelan şîn bibe. Lê divê xwedî jê re hebin, em hemû xwedî lê derbikevin!

 

NAVÊN XWARINÊN FARQÎNÊ

- Nanê şilekî - Aprax - Mastewe - Gebol - Devşewitî (cimêlîk) - Hevrîşk - Mehîr - Tahuz - Helîse - Pîçik - Kutlik. (Şêx Evdirehmanê Aqtepê li ser kutlike weha dibeje: "Kutilkê bi kuncî qeda lê kevî weke qesara biharê ku kurm têkevî")

- Gilorîkê tirşê - Ewîlê binê agir - Serbizêrk - Şorba bi qelî - Devlewitî - Çirtme - Hemtî - Poxîn - Pilor - Qursik - Mirtibkî - Zikqeliştî - Mirtoxe - Şorbeşîr - Xweşav - Ser û pê - Hûr û rodî - Fûpit - Tolik - Nanê sêlê - Avdonk - Helîse - Hêkerûn

 

GUND Û MEZRAYÊN FARQÎNÊ 

 1-Aslo, 2-Avanek, 3-Babina, 4-Badikanê Kêşê, 5-Bameydanê, 6-Baqûz, 7-Başboyik, 8-Başimt, 9- Başnîq, 10-Başqa, 11-Bavodîn, 12-Bayîk, 13-Belawela, 14-Bereket, 15-Bexça, 16-Bêzwan, 17-Bilbil, 18-Boşat, 19-Çekûya, 20-Çîçika, 21-Çirikê, 22-Cirnoqî, 23-Cûmat, 24-Dasina, 25-Dêrik, 26-Dêrikaemêreşo 27-Dêrikamiqûrê, 28-Dêrûn, 29-Deyika, 30-Dîda, 31-Elebengî, 32-Emera, 33-Emerka, 34-Etşa, 35-Ezdîn, 36-Fêra, 37-Ferhend, 38-Fişat, 39- Garisî, 40- Germîtkoy, 41-Gilgilo, 42-Girbilok, 43-Girikêboto, 44-Girkinyat, 45-Golemîra, 46- Gormez, 47-Gulîzera, 48-Gundêcano, 49-Gundêreşo, 50-Gundik, 51-Gundikêîbrahîm, 52-Gurêşa 53-Hacîca, 54-Hecîçerkez, 55-Hecîreş, 56-Helda, 57-Hêlîn, 58-Herşen, 59-Hesendeliyê, 60-Heşter, 61-Hevder, 62-Heydereka, 63-Hilêlî, 64-Hogira, 65-Hokan, 66-Huseyna, 67-Kalikî, 68-Kanîqul, 69-Kanîspî, 70-Kejika, 71-Kelaxa, 72-Kelê, 73-Kemûkê, 74-Kenika, 75-Kepo, 76-Kilêsî, 77-Korît, 78-Kufrê, 79-Kurbeyt, 80-Kurêşa, 81-Malabadê, 82-Malaelîkê, 83-Malahirmo, 84-Malaomera, 85-Meleetmanka, 86-Mêrgawaş, 87-Mezirkahêvo, 88-Mîranga, 89-Mîreliya, 90-Mistika, 91-Pîleka, 92-Pîrema, 93-Pîrexala, 94-Pîrhesamê, 95-Qasimî, 96-Qazoxa, 97-Qereeliya, 98-Qeremûs, 99-Qewşan, 100-Qeyçanê, 101-Qeyîk, 102-Qizlal, 103-Qoca, 104-Qulfa, 105-Qurtê, 106-Remdanka, 107-Reşikê, 108-Sabe, 109-Salika, 110-Selmik, 111-Sextê, 112-Sêdeqnê, 113-Siloqê, 114-Siltêniyê, 115-Sora, 116-Sotêniyê, 117-Sûsa, 118-Şêlima, 119-Şemrex, 120-Şevlera, 121-Şêxdawudan, 122-Şivqet, 123-Talî, 124-Taxik, 125-Tewerz, 126-Tilmîn, 127-Tirbespî, 128-Tîrkevank, 129-Weysika, 130-Weysikanê Jêrî, 131-Weysikanê Jorî, 132-Xapa, 133-Xerabgurya, 134-Xirba, 135-Zerbiya, 136-Zêrê, 137-Zinzinê, 138-Zorava. (Çavkaniya bi taybet navên gundên Silîvan û gelek agahiyên derbarê Silîvanê de ku li vir hatine nivîsîn, bi temamî Şêx Mîsbahê Silîvî ye!) M.F.A.

Jêrenot: 

(1) Tê gotin ku pir di dema Artûkiyan de di sala 1141î de ji aliyê Bîngazîoxlu Tîmûrtaş ve hatiye avakirin. Ev agahiyeke fermî ya dewletê ye jî.

 

Çavkanî: 

 1) Mervanî Kürtleri Tarihi - Îbn ul-ERZAK - Wergera tirkî: Mehmed Emîn Bozarslan - Komkar

2) Şerefname - Tarîxa Kurdistanê ya kevn - Şerefxanê Bedlîsî - Wergera kurmancî: Zîya Avcî - Adara 1998 - APEC

3) Dîyarbakir Tarîhî - Cîlda 1 û 2 - Şewket Baysanoglu

4) Sîlvan Tarîhî (Mafarqîn Abîde ve Kîtabelerî) Suleyman Savci - Çap: Diyarbakir Matbaasi 1956

5) VCD ya ku ji bo danasîna bajarê Farqînê ji aliyê şaredariya Farqînê ve hatiye amadekirin

6) Şêx Mîsbahê Silîvî


Gotinên miftehî :