1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Can Seker
  4. Nameya Xelîfe Omer û Bersiva Şahînşahê Aryaniyan Yazgird
Nameya Xelîfe Omer û Bersiva Şahînşahê Aryaniyan Yazgird,nameya,xelîfe,omer,û,bersiva,şahînşahê,aryaniyan,yazgird

Nameya Xelîfe Omer û Bersiva Şahînşahê Aryaniyan Yazgird

A+ A-

Wek ku tê zanîn Xelîfeyê îslamê Omer Îbn Al Xattab, xelifeyê îslamê yê II. e û di sala PZ. 634 -.644 an de li Erebistanê hatiye ser text û xwestiye ku ola îslamê li hemû cîhanê belav bike.

Her ciqas kurd di nav Împaratoriya Sasaniyan de bin jî, ne desthilatdar in. Lê belê kurd aliyek ji eniya civaka sasaniyan in. Ol, fîlozofî, cand û ziman heman an jî nêzî hev in û aliyeke Sasaniyan a girîng in. Misilmankirin an jî îslambûna kurdan jî di dema Sasaniyan de dest pê dike. Dema ku artêşên ereban êrîşan dibin ser Îranê, ew nabêjin; ev kurd in, ev faris in, an jî ev belûc in. Êrîşên ereban li ser hemû aryaniyan e.

Ez ê ji bilî çend pirsan, zêde dirêj nekim ji ber ku îcar ez ê ji we daxwaz bikim ka hûn xwendevan, van her du nameyan şirove bikin. Kêm, zêde têra xwe agahî û wêne di naveroka van her dû nameyan de hene. Orjînalên her du nameyan di mûzeya Londona paytexta Îngilistanê de ne.

Pirs:1- Gelo mabesta artêşa ereban ango îslamê, misilmankirina Aryaniyan bû an daxwaz dagirkirin (fetih), talankirin (ganîmet), bû an herdu bend jî bûn?

2- Tê gotin ku dema Xelîfe Omer Îbn Al Xattab dema herî adil e û nav jî li wê demê hatiye kirin ku jê re dibêjên "Esrî Saadet". Ev "Esri Saadet" ji bo ereb û Erebistanê derbas dibû an ji bo welatên ku dihatin dagirkirin jî, wek Aryaniyan û Îranê?

3- Wek ku tê zanîn şewitandina pirtûkan yek ji sûcên mirovatiyê ye û di vî warî de Xelîfe Omer Îbn Al Xattab bi şewitandina pirtukxaneyan û bi şewitandina pirtûka pîroz "Avesta" tê tewanbarkirin, gelo rastiyên van îdîayan ciqas in? Belge, dokûman an jî gotûbêj hene?

4- Dema ku bajarê Amedê ji alî artêşa îslamê ve tê dagirkirin, Xelîfe Omer Îbn Al Xattab li ser text e û serleşker Xalit Îbn Welîd e. Tê gotin ku dema Amed ji alî artêşa îslamê ve tê dagirkirin, gelek bêvil û zimanên mêran tên jêkirin, bi sedan jin tên revandin û di heremên Erebistanê de tên bi cîh kirin an jî firotin. Zêr û zîv, mal tên talan kirin. Van îdîayan an jî qalên weha li gor we çiqas rastin?

5- Piştî dagirkirina welatê aryaniyan, beşek mezin Aryan şîatî qebûl kirin, ne sûnîtî, çima? Gelo ev reaksiyonek bû li dijî Xelîfe Omer?

6- Ya herî girîng ereb/îslam çi da kurdan û çi ji wan sitend?

Bi hêviya şiroveyên we û dema we xweş!

Can ŞEKER

Nameya Xelîfeyê îslamê Omer Îbn Al Xattab a ji Şahînşahê Aryaniyan Yazgird re:

"Bi navê Allah ê rehim û rehmanJi Şahê Îranê (Fars) re!

Di demên berê de, hûn desthilatdarê nîvê cîhanê bûn. Lê belê neha bala xwe bidê ku çawa roja we reş dibe. Li hemû eniyan arteşên we têk diçin û welatê we li ber hilweşandinê ye. Ez destnîşan dikim, ji bilî ku hûn bi me re îtîfaqê bikin û bibine musulman, tu çareya we nîne. Her weha, divê tu ji yek Xwedayî (ALLAH) bawer bikî û wî bihebînî. Allah Xwedayê bê hempa ye û her tiştî wî afirandiye. Ev peyam ango daxwaza Xweda ye ku ez ji we re radigihînim. Divê tu li netewa xwe emir û aşkere bikî da ku ew jî dest ji wan xwedayên we yên sexte yên ji agir berdin û bi me re bibin eniyek.

Allah afirînerê her tiştî û yê cîhanê ye. Allah bihebîne û ola îslamê qebul bike da ku tu karibî xelas bibî. Dest ji rêya polytheismê (pir xwedatî) berde, bibe musulman û Allah-Û-Akbar ji xwe re rêber qebul bike. Ji bo garantiya giyana te û welatê we û ji bo ku persî û îranî karibin di aştiyê de hebûna xwe berdewam bikin, ji rêya teslîmbûnê pêştir tû rê nîn e. Heger ku tu selametiya xwe û persiyan bixwazî dê ji bo te/we çêtir be ku tu teklîfa me qebul bikî. Tenê qerarê we yê rast dikare xelasiya we be. Allah-U-Akbar!

Xelîfeyê Musulmanan Omer Ibn Xattab.

"Bersiva Şahînşahê Aryaniyan Yazgird ji nameya Xelîfeyê îslamê Omer Îbn Al Xattab re:

"Bi navê Ahura Mazda, Afirînerê Giyan û Zanist ê! Ji Omer Îbn Al Xattab, Xelîfeyê Tazî (Ereb) re.

Di nameya te ya herî dawî de, bê naskirin, bêyî ku tu zanibî em bi çi bawerin tu daxwaz û emir dikî ku em bawerî bi xwedayê te "Allah-Û-Akbar" bînin û ola îslamê bipejirînin. Bi kuşpenetî û bi zorbarî tu ji me re emir û daxwaz dikî da ku em ol û xwedayê te "Allah-Û-Akbar" bipejirînin. Ji bo me xerîb e ku tu xelîfê eraban î û çewa dibe ku xelifê ereban hewqas nezan e ku ji ola me ne haydar e. Tu me bi kuşpenetî vedixwînî ola monoteîst (yek xwedatî). Bi hezar salan e ku em ola monoteist in. Em, gelên Aryanî bi hezarên salan li vî welatî bi kultur û hunera xwe rojê pênc caran ji yek xwedanekî re dua û îbadetên xwe pêşkêş dikin. Di nav rastî, dostanî û hevalbendiyê de li vî welatî, me ala RAMANÊN PAK, PEYVÊN PAK Û KIRYARÊN PAK her dem berz girtiye.

Lê hûn? Hûn û hevalbendên we, gerokên li çolan, wek mar û gumgumokan, ji kulturê bê par, hûn hê jî zarokên bê guneh keçan bi saxî binerd dikin. Hûn ereb, ji Xweda û afirandinên wî re ne germayî nîşan didin, ne jî rêz digirin. Şerm û heya we Ereban nîn e. Hûn Ereb, serê zarokên Xweda jê dikin, dîlên şer dikujin, tecawuzê jinan dikin, zarokên qîzin zindî binerd dikin, karwanan dişêlînin, komkujiyan dikin, xelkê direvînin û diziya malên wan dikin, dile we ereban ji kevir e. Em van kiryarên we yên bi qirêj û gemar bi tundî şermezar dikin!

Ka bêje! Piştî van kiryarên we yên bi qirêj û gemar, çewa dibe ku tu me vedixwînî ser rêya rast? Tu ji min re dibêjî, dest ji baweriyên roj û arperestiyê berde.

Em Aryanî ji nav afirandinên Xweda, hêza ronî û germahiyê di rojê de dibînin. Roj bi ronî û germahiya xwe dilê me germ û ronî dike û alîkar e ku em ji hev hez bikin. Ronî û germayî hêza hevalbendî û dostaniyê ye. Ronî û germayî yekîtiya me û ala Ahura Mazda di dilê me de berz dike. Wan tiştan ji te û gelê te re xerîbin û ne naskirî ne.

Ji bo te; "wî nas bike û tenê bêje, Allah-Û-Akbar" û hew! Le belê ev ne tiştek e ku em jê hez dikin an jî dipejirînin. Em bi navê Ahura Mazda tev digerin. Ji bo me hişmendî, hevalbendî, dostanî, durustî, pakîtî, lêborînî, hemû van tiştan rêzgirtina Ahura Mazda ne û me van tiştan di cîhanê de belav kirine. Bi hezar salan, me çewa ji çand û kultura xwe re rêz girtibe, bi heman şêweyî, me rêz li çand û kultura gelên ji dervayê xwe re jî rêz girtiye û wan hewandiye.

Lê belê tu/hûn? Bi navê "Allah-Û-Akbar" talanan dikîn, mêrkujiyê dikîn, teslîmiyeta gelan dixwazîn. Niha, ji min re rast bêjê! Ki van tiştên xerab bi te dide kirin? Xwedayê te? Allah-Û-Akbar? Ya hûn li ser navê wî, van xerabiyan dikin? An hûn xerabiya him li ser navê Allah-Û-Akbar û him jî li ser navê xwe dikin? Kî di giyana te de ewqas zordarî bi te dide kirin? Tu ji xelkekî yî ku ji Xweda û sivîlîzasiyonê bêpar e û dixwazî, xelkekî ku bi hezarê salan e sivîlîzasiyonê parastiye, huner, çand û kultirê pêş de biriye, bi leşkeriya xwe ya mirdar û barbar li ser navê "Allah-Û-Akbar" dagir bikî. Ka te çi pakîtî ji artêşa musulman hîn kiriye ku tu pakîtiyê difiroşî hinekên din? Tu çi ji "Allah-Û-Akbar" fêr bûyî ku tu dixwazî heman tiştî bi hinekên din bidî fêr kirin?

Iroj ji me tê xwestin ku artêşa me were bindestkirin ji aliye artêşa ereb ve, bi navê "Allah-Û-Akbar". Bi zora şûr dê me bibin ser ola xwe ya "Allah-U-Akbar" û wê me bêgav bikin ku em ji xwedayên wan re rojê pênc car bi erebî secde bikin, ji ber ku "Allah-Û-Akbar" tenê ji erebî fêm dike.

Ez ji te re tawsiye dikim, vegere here welatê xwe yê çol, cîhê gumgumokan. Dest bikişîne ji bajarên me û dawî bîne li wehşeta xwe. Kî dikare ji ajalên quduz ên wek ereb hez bike. Dest ji qirkirina gelê min berde, dest ji dagirkirina gelê min berde. Bi navê "Allah-Û-Akbar" Keçên me nerevînin. Dest ji van kiryarên xwe yên wehşî berdin. Em Aryanî xelkek aştîxwaz û efûkarin. Em xelkek henûn û hevalbend in. Li ku dibe bila bibe em Aryanî, me tovên rastgirtî, hevalbendî, henûnî, wekhevî, me tovên çand, huner û şaristaniyê li cîhanê çandine. Ew kapasîta ku wehşeta ereb dixwaze li ser gelê me bidomîne, ew pêşdîtin bi me re heye. Tu ereb, li çol û beyarên xwe bi "Allah-Û-Akbar"a xwe şa bibe. Lê nebî, nebî ku tu bi hovîtiya xwe dest bavêjî şaristaniyên bajarên me.

Şahînşahê pers û yên din, şahê gelek qiraliyetan, şahê ariyan û yê ne ariyan, şahê nîjadên guhartî û şahê ereban, şahê imparatoriya pars.Yazgird III. Şahînşahê Persiyan"

Wergera nameyan ji îngilizî: Can ŞEKER