1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Seydo Aydogan
  4. Ne Aferim û Ne pesn û şabaş
Ne Aferim û Ne pesn û şabaş,ne,aferim,û,ne,pesn,û,şabaş

Ne Aferim û Ne pesn û şabaş

A+ A-

Ne Aferim û Ne pesn û şabaş 

 Li ser kurdiyê û şaredara Amedê


Destpêkeke mecbûrî 

 Piştî Newroza 2015'an bi hefteyekê, ku kurdiya Perwîn Buldan ya xwendina nameya Abdullah Ocalan gellekî dihat rexnekirin, nûçeyek di çapemeniya kurdî ya ser înternetê de hat parvekirin. Di nûçeyê de, digot ku Gultan Kişanak fêrî kurdî dibe û mamosteyekî taybet dersa kurmanciyê dide wê. Piştî ku ew nûçe belav bû, me bala xwe dayê ku berî newrozê bi heyvekê jî hin nûçe di vî warî de belav bûne, yanî Gultan Kişanak bi rastî jî fêrî kurdî dibe 1.

Ji bo kesên ku hayê wan jê nîne, pêwîst e ku were gotin ku Kişanak berî ku bibe şaredar, yanî berî hilbijartinan, li hember rexneyên li ser nezaniya kurdiyê, bi zimanekî kubartir û mahcûbtir dipeyivî 2. Kişanakê wê hingê digot ku "ev kêmaniyek e ku bi kurdî nizane û kesên ku rexne dikin mafdar in" û digot ku dilê wê jî heye ku fêr bibe. Ji xwe piştî ku bû şaredar jî, weke di serdaneke nivîskarên kurd ya fuara pirtûkan de, gellek caran gotiye ku ew ê fêrî kurdî jî bibe. Lê belê, di nûçeya NTV'yê de, ku me bi dû re dît, me dît ku Kişanak êdî bi zimanekî din, bi şêwazeke din û helwêsteke din dipeyive. Em dizanin ku di nava siyaseta kurdî de gellekî behsa girîngiya zimanê kurdî û perwerdehiya wî tê kirin, digel ku gellek berpirsiyarên siyaseta legal bi kurdî nizanin jî. Bernameyeke zelal di derbarê zimanê kurdî de her weha di bernameya partiya BDP-HDP ya hilbijartinên şaredariyê de û, ji bo Amedê jî, her weha ji aliyê Gultan Kişanak û Firat Anli hatibû aşkerekirin û behsa vekirina kreşên kurdî jî hatibû kirin. Ev bername bi cîh jî anîn û kreşa kurdî vebû jî3  û weke gellek kesan me jî kêfa xwe ji vê re anîbû.

Gellekî tê zanîn û behskirin ku parlamenter û şaredarên kurd zimanê xwe yan nizanin yan jî baş nizanin û guh nadinê. Ji ber wê ye ku Bulent Arinç yê ku digot ku "zimanê kurdî ne zimanê şaristaniyê ye" di nava parlamentoya tirk de berê xwe dabû koma BDP'ê û gotibû "nêviyê we jî bi kurdî nizane" û henekê xwe bi wan kiribû. Ji xwe li Tirkiyeyê, siyasetmedarên tirk, di vî warî de gellek caran qerfê dikin û dibêjin ku "doza zimanekî dikin lê ew bi xwe jî pê nizanin û bi kar naynin". Lê, Kurd her dizanin ku yên ku van peyvan bi siyasetmedarên tirk ve didin kirin jî her dîsa nûnerên kurd in. Di nava Kurdan de jî, di vî warî de, li ser dûrketina ji zimanê kurdî, rexne li tim li BDP û HDP'ê hatine girtin. Rast bû, lê belê BDP an jî HDP'ê ji dêleva ku vê kêmaniya xwe sererast bike, nûnerên kurdînezan zêdetir anîn pêşiya civakê. Her çend, piştî hilbijartinên sala 2007'an, BDP'ê xwerexneyeke ciddî belav kiribû û hin soz dabûn jî, (gotibû "em dûrî nirxên gelê xwe ketine"), nuha diyar dibe ku ew xwerexne û ew soz hatine jibîrkirin. Wê demê jî me kêfa xwe anîbû ku partiya kurdparêz vegeriyaye ser rastiya xwe û me li ser vê meseleyê ji bo piştgiriya wê hevpeyvînek jî bi nûnerên BDP'ê re kiribû4. Lê, diyar e ku ne bi tenê tevgerê dev ji sozên xwe berdaye, her weha helwêsta li hember zimanê kurdî jî guheriye. 

 Di vira de ya girîng ne ew e ku ka gelo Gultan Kişanak bi kurdî dizane an na; ya girîng hişmendî ye, nêzîktêdayin e, xatirdayina zimanê kurdî ye ku em ê behs bikin. Selahattîn Demîrtaş jî bi kurdî nizanîbû, lê tim hewl daye ku fêr bibe û tim rexne qebûl kirine û kes ji ber wê şermezar nekirine an jî bênirx nekirine. Lewma jî kesî li ser wî tiştek nenivîsandiye û ew tawanbar nekiriye.

Bê guman, eyb e ku şaredara bajarekî kurd bi kurdî nizanibe û her kes dizane ku her çend hevserokatiya şaredariyan hebe jî, Firat Anli yê ku hevserokê şaredariyê ye û baş bi kurdî dizane, ne bi qasî Gultan Kişanak ya ku qet bi kurdî nizane derdikeve hember çapemeniyê û her weha hember gelî jî. Tesîliyet bêtir bi rêya Kişanakê ve tê kirin. Piştî asîmîlasyona ku bi qasî qirnekê dewam kir, dê neheqî be ku mirov doza zanîna zimanê kurdî li her kesî bike; lê belê dê neheqî be ku ew kes jî him siyaseta kurdî bikin û him jî xwe fêrî kurdî nekin.

Yanî, em ji kesî re nabêjin "hûn çima bi kurdî nizanin?" Lê belê, em ê bipirsin ka gelo çima fêr nabin. Ma gelo dibe ku yekî ku bi erebî nizanibe li Filistînê bikin şaredarê Xezzayê? Bê guman na. Ma gelo dibe ku yekî ku bi hîndû nizanibe li New Delhiyê bikin şaredar? Na. Li cem me dibe. Hingê, heqê me jî heye ku em rexne bikin. Weke ku Foucault di hevpeyvînên xwe yên li ser rewşenbîran digot, rewşenbîr dê behsa mijarên giştî bikin, siyasetmedar dikarin jê îstifade bikin û fikrên wan li rewşên rojane bar bikin. Lê, yê me nizanin li rewşenbîran jî guhdar bikin û nizanin guh bidin rexneyên rasterast jî ku ji mecbûrî tên kirin, lewre fahma civaka me kêm e.

Marjînaliya vê dîmenê di serdana nûnerên parçeyên Kurdistanê yên din de çêtir xuya dibe. Weke mînak, helbestvanê kurd yê navdar Evdila Peşêw par hatibû serdana Amedê û çû serdana şaredariyê jî 5. Ev marjînaliya Amedê di wê serdanê de jî belloqtir dibû, lewre her çend nûçeyên hevdîtina wî ya bi şaredara Amedê re hatin çêkirin jî, nedihat behskirin ka bê bi kîjan zimanî peyivîne6.

Gava ku nivîskar an hunermendên kurd diçin serdana wê, gelo Kişanak bi kîjan zimanî dipeyive? Ma ne eyb e? Eynî mîna gava ku nivîskarên hindû diçin serdana şaredarê xwe û bi ingilîzî bipeyivin. Ewqasî deradetî ye. Gava ku rewşa xelkê be, em dikarin bibêjin ku bêhna kolonyalîzmê jê tê; lê gava ku kurd bin û nûnerên tevgera Kurdan bin, divê em nehêlin ku hestên me yên welatperweriyê û kurdayetiyê çevên me kor bikin.

Gava ku em pê hisiyan ku Gultan Kişanak axir fêrî kurdî dibe, me jê re got "aferim" û me kêfa xwe jê re anî. Hetta nivîskarê vê gotarê bi xwe jî li ser tora civakî ya înternetê nivîsand "ji qewla Celadet Bedirxan, pesn û şabaş ji wan kesan re ku fêrî zimanê mader bûne". Hetta kêfa wî hat û ji bo dîtina çalakiyên şaredariyê çû ser rûpela şaredara Amedê jî û li wira çav li videoya wê nûçeyê ket, lê belê dît bê Gultan Kişanak bi çi awayî behsa rexneyên li ser nezaniya kurdiyê dike. Lewma jî, biryar da ku nirxandinekê binivîsîne û dîsa bi heman awayê "pesn û şabaşê" li ser tora civakî belav bike7.

Lewma ye ku me got "Ez Aferima xwe bi şûn ve dikişînim".

Di hevpeyvîna wê de ku bi NTV'yê re kiribû, ji jor de li rexneyan diniherî û digot "(nezaniya min a kurdî) gellekî bi kar anîn, lê ne ji bo min û ne jî ji bo gelê kurd tu qiymetê (rexneyên wan) tuneye".

***

Ez aferima xwe bi şûn ve dikişînim.

Me got aferim, lê me negot "bêvilbilindiyê" bike. Madem tu qiymetê wan rexneyan nebû, hingê gelo kê agahî da rojnamegeran û ji wan re got ku şaredara Amedê fêrî kurdî dibe. Gelo hûn bi çêkirina nûçeyên bi vî rengî ve dixwazin çi bidin îspatkirin?

Diviya we weha bigotaya: "Kêmaniyek bû. Lê belê, ez ji nifşekî weha dihatim ku bandora asîmîlasyoneke dîrokî li ser bû. Heger mirov li bajerekî kurd bibe şaredar, eyb e ku mirov bi kurdî nizanibe. Lewma jî, piştî ku ez hatim hilnijartin, min soz da ku ez ê fêr bibim. Vaye hê nuh min soza xwe girt. Lewma ez bextewar im. Her weha ez spasî wan kesan dikim ku piştgiriya min kirine."

Hingê me ê jî bigotaya "aferim" û me ê hûn weke mînakeke baş nîşan bidaya. (Ji xwe berî ku ez vê vîdeoyê bibînim, min peyameke pîrozbahiyê ji bo fêrbûyina kurdî ji bo we belav kiribû û ev jî bila bibe delîla dilsoziya me, da ku rê li ber demagojiyan were girtin.)

Lê belê, gava ku min vîdeoya nûçeyê dît, ez gellekî xemgîn bûm. Ev şêwaza we ya li hember rexneyan nîşan dide ku hûn ê li hember rexneyan her xemsar bin û tim bi bêvilbilindiyê li wan biniherin, lewma jî ez "aferima" xwe bi şûn ve dikişînim. Ji ber ku min bi navê Celadet Bedirxan "pesn û şabaş" ji we re şandiye, ez li ber xwe ketim. Hêvî dikim ku hezkirên min vê yekê bidin evîna min ya kurdî û dilpakiya min a siyasî; ez doza lêbihurînê li wan dikim. Min ji berê de zanîbû ku desthilatdariya Kurdan jî eynî mîna desthilatdariyên burjuwaziyê yên din e, lê we ev teqez kir, lewma hêviya min kêm dibe. Ez pişta xwe bi we girê nadim, lewre baweriya min bi we nayê. Ez ewqasî bawer jî nakim ku hûn fêrî kurdî bibin. Ev 25 sal in ku hûn di nava tevgera kurdî de ne, heta îroj hûn ji "rojbaş, çavanî, başî" pê ve û ji kurdiyeke weha ku xelet hatiye fêrbûyin (lewma min jî xelet nivîsand) û kurdîtiyeke weha ku di çend peyvikan de hatiye asêkirin pê ve hûn fêrî tiştekî din nebûne. Di dîrokê de, cara yekem we kreşeke bi zimanê kurdî vekir, lê di dema vebûna wê de jî, hûn ewqasî bi wê de çûn ku we axavtineke bi TIRKÎ kir, lê kesî dengê xwe nekir. Bi vî awayî, bi vê tevgera xwe ya ku dê di warê perwerdehiya kurdî de tim were bibîrxistin, hûn di vê dîrokê de bûn şerma me ya herî mezin. Ma qey hûn henekê xwe bi me dikin?

Di rêya parastina mafê azadiya ramanî û azadiya rexneyê de, ez xwe berpirsiyar dibînim ku vê binivîsînim û helwêstekê nîşan bidim. Ji bo ku rasterast bigihîje we jî ez bi tirkî dinivîsînim, da ku hûn jê fahm bikin.

Belê, ez li xwe mikur têm: piştî van kirinên we, ez we mîna berdewamiya kolonyalîzmê dihesibînim. Ez dixwazim bala we bikişînim ser peywendiya rejîmên totalîter ya bi rewşenbîran re. Gava ku sibehê desthilatdariya Kurdistanê bi temamî bikeve destê Kurdan, ez ditirsim ku kesên mîna we li ser serê me bibin walî an jî serokwezîr. Ditirsim ku hûn her di destpêkê de hemû rewşenbîran ji holê rakin. Tevgera Kurdan ji xwe hin nîşanên vê hişmendiyê dide me, lewre sansur û tecrîdê datîne ser nivîskaran; di Newrozê de gefan li wan kesan dixwe ku alaya kurdî hildidin; û dîsa di heman Newrozê de, dest datîne ser alavên rojnamegeran. (Nuha hûn dikarin rabin û mîna hemû birêvebirên rejîmên totalîter bibêjin "hayê min jê nebûye", an jî min bi virran û derewan ve tawanbar bikin û an jî min bi xiyanet û ajantiyê ve bi nav bikin; hay ji xwe hebin, nedin ser wê rêyê û nekevin hewla tevgereke bi wî rengî).

Ziman û şêwaza ku hûn bi kar tînin, ziman û şêwaza totalîteran e. Heger hûn rexneyan weha piçûk bibînin û wan bênirx bikin, hûn ê wenda bikin û wenda bibin. Gava ku desthilatdar vî zimanî û vê şêwazê bi kar bînin, ev ji bo wan dibe nîşana korbûn û zordestiyê. Ev helwêsta we û tevgerên bi vî rengî xisarê dide tevgera Kurdan. Ji ber wê ye ku, ez ê pişta xwe bisipêrim peyveke Paul Nizan û bibêjim ku li hember "rewşenbîrên ku bûne xulamên ber deriyê we", li hember "fîlozofên erzan yên ku we didin ber Marks û Engels", li hember "rewşenbîrên medyayan ku li ber deriyê we stuyê xwe xwar dikin", li hember vê dewra ku "întelîjansiyayeke weha lê serdest e ku ji dêleva serhildanê, bêdengiyê hildibijêre", ez ê bibêjim "êdî bes e!".


Îbrahîm Seydo Aydogan 

28.03.2015 

 _______________________________

1- http://www.timeturk.com/tr/2015/02/19/gultan-kisanak-kurtce-ogreniyorum.html#.VRfs6lz8-Xo 

2- http://www.cnnturk.com/turkiye/kisanak-kurtce-bilmemem-buyuk-eksiklik 

3- http://denge-kurdistane.com/index.php?sys=nuce&dw=nivis&id=2508 

4- Ew hevpeyvîn bi awayekî zindî li ser televizyona TISHK TV hate belavkirin ku li ser navê BDP'ê Hasîp Kaplan bi telefonê beşdar bûbû û behsa naverok û nirxandina wê rapora nava BDP'ê kiribû. 

5- http://www.rewanbej.com/kisanak-helbestvane-kurd-evdille-pesew-li-avayiya-saredariye-peswaz-kir.html 

6- Hewce nake ku em ji hevdu re bibêjin ku yên ku baş bi kurmancî an jî baş bi soranî dizanin, dikarin ji zaravaya din jî fahm bikin. Heta nuha me qet wergêr di nava xwe û Kurdên soranîaxêv de bi kar neaniye û me her baş ji hevdu fahm kiriye. 

7- Di vê nirxandinê de rasterast Gultan Kişanak muxattab hatiye girtin, lewma bi tirkî bi forma "siz" yanî "hûn" hatiye nivîsandin ku di kurdî de ew awa nayê bikaranîn, an jî weke pîneyê dimîne. Lewma digel ku bi me xweş nayê jî, em ê ji bo wergera wê nameyê, peyva "hûn" bi kar bînin.


Gotinên miftehî :