1. Tekst

  2. Helbest

  3. Mîtan Şareza
  4. Neyarê Şevê Xeniqî
Neyarê Şevê Xeniqî,neyarê,şevê,xeniqî

Neyarê Şevê Xeniqî

A+ A-

Fitilokên Windahiyan a emrên giyotînî diperpite

Û ew bayên   êvarên ku  ji enîya sorayî ya rojê, lawazî yên min  dihewîne

Hûn dizanin…

Peronên vala ji jenosîta dilê min dola distîne

navê kesê ku di min de mirar

di xwelîrengekê de asê  bûye

Ma ne tenêtîye…?

Û dilopek hezkirin di quflên stêrkan de hat bi dardekirin

Ji kerafîya êşê mirineke fedîkar diniqute

Matmayî dizûrin bihuştên evîndaran

Neyaré Şevé Xeniqî

 

Binax dibe zêrrên guhên dîroka te yê çavkilkirî

Meşên ji perikên leglegan

Ji koça dilgermîyekê re qûnde ye

Rake ramûsanên xwe yên fortek ji wêneyên ezmanên felişî

Qîrîn di qirrika min de riziyan

 tevizîn ditevizîn

Neyaré Şevé Xeniqî

 

Ew jîn biyaniyeke dijwar e li ser siyên xembar

Belav dike tolên hûtên ku ji qerisandinê re evîna radiçikîne

Û bihar bi melkisa xwe ya qilêrî

Rojinan ji girtîyên kevîna te re diafirîne

 

Sergoyên te yên qelew meytên xeniqî li dar dixe ji şevê re

Neyarê  ku  bi hezar gotinî ,bi gotinekê teriqî

Neyaré Şevé Xeniqî

 

Li hev du nake  katjimêrên ji bêrî yan, stargehên nestirî

Kîjan av kî dizane ar

Kî dizane aramîyê dihewîne

Tev derew e,ba û baran û ez û tu

Navê qehrê,vexwarina jehrê ye

Carisîyên ji devên orkestraya şerrê carribandinê

Reşbelek dihele,dibihure tarî û talanî ye

Neyaré Şevé Xeniqî

 

Porrê êr dihûnin pîrebokên erdheja dilê min

Karê destên şewitî diqelîne pênûsên sosinî

Di çalên çavên te de li qelîştokên mirina xwe digerim

Dicemide şûrên ji keserê nalîna dilorîne

Waxx.... û ,

hey Waaaxx.!..

Neyaré Şevé Xeniqî


Mîtan Şareza


Gotinên miftehî :