Ol û Jîyan,ol,û,jîyan

Ol û Jîyan

A+ A-

Li ser tirs, wêrekî, ol, fîlozofî û encamên wan:

Ji destpêka jîyana mirovahiyê ve du tiştan mora xwe li jîyana mirovan daye û wan birêve biriye. Di nav hezarên salan de tiştên ku rû dane, pêşkeftinên ku bûne, li ser bingeha van herdu tiştan, di encama şer û hevkariya van her du aliyan de şîn û ava bûne û teşe girtine, bûne rengên jîyanê, ango jîyan bixwe. Di rastiya van herdu tiştan de jî tiştek din veşarî ye ku, yek a din afirandiye. Ango tirsê bixwe re wêrekiyê jî afirandiye. Belku lomaye her dem doza serdestiyê kiriye di jîyana mirovan de. Lê tiştek wisa bi xwe re afirandiye ku, li gel hemû helwdanên xwe jî tu carî jî pê nikarîbûye, lewra hebûna tirsê bi xwe sedema wêrekiyê jî bûye timî.

Wêrekî û tirs

Tirs, yek ji hesta herî xurt a mirovan e ku li hember tehdîdên berçav an jî yên ku bixwe di serê xwe de çêkirine dide der. Loma jî tirs dikare li hemberî gelek tiştên mîna tarî, birçîmayîn an wendakirina tiştekî xwe xwe bide der û li gor radeya metirsiya wî tiştî jî mezin û bi hêz be. Lê her dem tirsa herî mezin a mirovan mirin bûye. Mirina hezkiriyên xwe û bi taybet jî mirina xwe bixwe, tirsa herî bi hêz û bêderman bûye. Lewra dermanê mirinê bixwe tuneye û mirov heya îroj jî amade nebûne ku bipejirînin ya ”mirin” tê gotin, ne mirin lê veguhezandineke xwezayî ye, her weke bûyînê. Loma ku li dermanek ji derî vê jîyanê û cîhanê geriyane û ji wê kêliyê bi şûn ve ol bi argumantên tirs û xerabiyên li vê jîyan û cîhanê û encamên wan ên li axîret û buhuştê û xweşî û başiya axîret û buhuştê ve, bi hewara wan ve hatiye(!)

Tirs, ji destpêka destpêkê ve, bi xwezayê re di xwezaya mirovan de ava bûye û bi xwe re wêrekiyê jî afirandiye. Her du alî jî di nav her mirovî de hebûne û ta mirina wan jî ev her du alî, di nav mirovan de car caran hevkarî bikin jî, di nav şerek giran de bûne û timî li benda têkçûna hev û du mane, ji bo wê têkoşiyane. Li gel vê rastiyê jî tirs, her tim bi paradoksa xwe ve ango bi wêrekiyê ve hebuye. Di dem û kêliyên bêçare de tirs kariye veguheze û bibe wêrekî. Lê ji bo bikaribe veguheze, tirsê her tim ji xwe re li deriyek geriyaye, bêyî ku li ser encamên ketina wî derî pir raweste. Kengî bêçare maye, kariye veguheze û bibe wêrekî jî. Hemû liv û tevgerên mirovan, li gor liv, tevgerên van herdu aliyan reng û teşe girtine û xeta jîyana wan li gor vê rastiyê ava bûye, pirê caran heya dawiyê jî wisa berdewam kiriye. Şerê başî û xerabiyê ku bingeha fîlozofiya Zerdeşte jî, di rastiyê de bi van herdu aliyan ve girêdayî ye. Lewra Başî bingeha xwe ji wêrekiyê û xirabî bingeha xwe ji tirsê digire. Ango afirînera başiya ku li ser bingeha wêrekiyê şîn dibe jî tirs bi xwe ye ku xerabî jî bingeha xwe jê digire.

Bîrek bê binî ye ev pirs û girêk. Dema mirovahî bikaribe xwe ji vê girêkê rizgar bike, dê yan tune bibe, yan jî ber bi perê asîmanan ve bilind bibe. Belku ji ber vê tirsê, ji dil naxwaze xwe jê rizgar jî bike ku ev pirs bixwe jî girêkeka mezin a din e di jîyana mirovan de.

Wêrekî û tirs her çendî di xweza mirovan de hebin jî, razên jîyanê ku li benda dîtinan û bersivdana ne, van her du aliyan jî xwedî dikin, bi hestî û goşt dikin. Ango raz, pirs û girêkên jîyanê ne ên bi xwe re lêgerîn û jêrevînê jî diafirînin. Êdî dimîne li ser hilbijartinên mirovan. An jî, ji wêrekî û tirsê kîjan xurttir be di nav mirovan de, mirov hilbijartinên xwe jî li gor wê dikin. Lê caran tirs xizmeta wêrekiyê û kêmcaran wêrekî jî xizmeta tirsê dikare bike. Lewra mirov caran dikarin ji ber tirsên xwe jî di xwe de wêrekiyê biafirînin.

Tirs û hezkirin

Tirs, sedema herî mezin a mirinê ye. Lewra herî zêde tirs xwediyê xwe dikuje, xwediyê xwe dide kuştin û bi xwediyê xwe dide kuştin. Loma jî tu girêdana tirs û evînê, an jî hezkirinê nikare bi hev re hebe. Lewra hezkirin hest û têgehek bi jîyanê re diafire, xwedî dibe, geş dibe û teşe digire û bi jîyanê re dijî, jîyanê direngîne, wate dide jîyanê û bi van hemiyan re jî, jîyanê hêsantir, xweştir û xweşiktir dike. Bi gotineke din, herçendî dijberî vê bêjin û hewl bidin nîşan bidin jî, di rastiya xwe de di olan de cî ji hezkirinê re tune, lewra hezkirin nikare li ser zeviya tirsê şîn bibe. Tirs, zeviya olê ye û ol bi tenê dikare li ser wê zeviyê şîn bibe. Di hemû olan de bi rengên cuda, lê bi taybet jî di ola îslamê de yekser, aşkere û herî zêde tirs û bi taybet jî tirsa ji Allah derdikeve pêş ku li ser vê li mizgeftan di weazên melayan de, di axaftin û sohbetên olî de ji çend gotinan carekê tirsa Allah û grîngî û pêwîstiya wê derdikeve holê. Her wiha di gelek hedîsan de jî tirsa ji Allah hatiye ziman û derketiye pêş.

Mînak

”Di nav we de yê herî zêde ji Allah bitirse yê herî jîr e.”

“Yê ji ber tirsa Allah bilerize, ji tirsan mûyê laşê wî rabe piyan, weke pelên ji daran diweşin, wisa gunehên wan diweşe.”

“Kesê ji Allah-û Teala bitirse, her tişt jê ditirse; kesê ji Allah netirse, dikare bi her tiştî bê tirsandin.”

“Serê hîkmet û zanistê tirsa ji Allah e.”

“Kesê ji ber tirsa Allah bigirî nakeve dojehê.”


Ol, an felsefe (filosofi) bersiva pirsên jîyanê dide?

Ol, nikare bersiva pirsên jîyanê bide, lewra ol bi temamî li ser tirsa mirinê û amadekirina ji mirinê re ava bûye, teşe girtiye û mora xwe li ser jîyana ku nikare bibersivîne daye. Ji xwe hemû nakokiyên jîyana mirovan jî, ji wê kêliyê bi şûn ve dest pê kirine û li ser wan nakokiyan şîn bûne her heft gunehên bîngehîn; hemi derew, durûtî, rûpoş û hemû şer; kuştin, talan, wêran û dagirkerî. Lewra eger ol bikariya bersiva pirsên jîyanê bidana, dê ev hemi kambaxî di jîyana mirovan de bi ser neketibûna. Lê jixwe ol encama jêrevîn û nekarîbûna lêgerîn û bersivdana pirsên jîyanê ye û loma heye. Mirov hîn jî bi tirsên xwe û serdestiya tirsên xwe re dijîn. Serdestiya olan a di jîyanê de jî vê rastiyê destnîşan û piştrast dike. Loma ye ku encamên îroj mora xwe li jîyanê dane jî ne pir ecêb in.

Li gor olên semawî, heft gunehên mezin ên bingehîn hene ku hemû xerabî li ser wan şîn bûne: Ezezî, hesûdî, çiqûsî, quretî, xwarokî, tiralî û şehwet. Nefsekî û selefxurî jî li ser van zêde dibe. Ev weke destnîşankirina bingeha xerabiyan, ji aliyê olan ve hatiye kirin, lê olan nedaye zanîn ku ev hemi jî bingeha xwe ji tirsa mirovan digirin ku ol bi xwe jî li ser şîn bûne. Ango ol û ev her heft gunehên bingehîn destbirakên axiretê ne, li axîretê jî ji hev nabin û jixwe bêyî hev jî nabin. Çima? Lewra li gel ku li ser haman bigehî şîn bûne, wekî her tiştên li ser heman zemînî şîn bûne, hev û du xwedî û mezin dikin, teşe didine hev. Tişta cuda di vir de ku ol van hemû gunehan weke tirsek didine ber mirovan û xwe jî weke mertalek li pêş van xerabiyan didine nîşan. Ya rastî ev hemû guneh jî şûrê li destê olan bûye.

Desthilatdarî û dagirkerî jî encama her heft (neh) gunehên bingehîn in. Her heft gunehan bi hev re di nav xwe de dihewînin û loma jî ya herî bi metirsî ne û encamên wan yên herî erjeng û bi xwîn in. Ango xerabiya li vê cîhan û jîyanê ew bixwe ne.


Fîlozofî (Felsefe)

Fîlozof, her çendî caran bersivan bidin jî, bêtir bi pirsên xwe yên dijwar lê grîng ve têne nasîn. Lewra fîlozofî ji bersivan bêtir dîtin, wêrekî û anîna ziman a pirsan û girêkan e. “Em çima dijîn?”, “Başî çiye û xerabî çiye?”, “Maf çiye?”, “Em di rastiyê de dixwazin bêjin çi dema em dibêjin maf?”

Fîlozofê Avusturyayî-Brîtanî Ludwig Wittgenstein ji bo fîlozofiyê (felsefeyê) dibêje; “fîlozofî teorî nine, lê tevger e.” Fîlozofê navdar ê alman Immanuel Kant jî wiha dibêje: “Hûn dê ji min hînê fîlozofiyê nebin. Lê hûn dê hîn bibin mirov çewa fîlozofiyê dike, pêk tine. Ne dubarekirina ramanan lê fêrbûna mirov çewa dirame. Bixwe birame û li ser lingên xwe bixwe raweste.”

Ji van gotinan jî diyar dibe ku fîlozofî berê mirov dide mirov, hêz û ramanên mirov bixwe ku ji bo van jî, wêrekiyeke mezin divê. Lewra di vê jîyanê de tişta herî dijwar ew e ku berê mirov li mirov û li jîwana mirov di nav de ye be. Ev bi xwe re gelek encamên ku dikarin rengê jîyana tê dîtin û zanîn biguhere. Ji lewre jî, gelek metirsiyan di nav xwe de dihewîne. Sîngvegirtina li hemberî van dijwarî û metirsiyan, wêrekiya herî mezin e.

Li hember van gotin, armanc, rawestan û vê rastiya fîlozofiyê ol çi dibêjin? Ol dijberî van hemiyan dibêjin. Lewra berê olan tu carî ne li vê jîyanê û li rastiyên vê jîyanê ye û loma jî berê oldaran jî tu carî ne li wan bi xwe lê li tirs, ajo û lawaziyên wan bixwe ye. Ol, berê herkesekî dide Allah, Gud, Rabb û hwd. Hêvî ew in; ji wan pêştir rastî hemi derew in û yên dijberî vê bêjin jî kafir in, dojehî ne. Loma jî pêdivî bi serêşandinê nayê dîtin, lewra her tişt dewrî Allah, Gud, Rabb û hwd. û aliyê din ango axîretê bûye.

 [email protected]


Gotinên miftehî :