1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. PDK Gewriya Xwe, Li Girêka Şengalê Ya Kor Disû
PDK Gewriya Xwe, Li Girêka Şengalê  Ya Kor Disû,pdk,gewriya,xwe,li,girêka,şengalê,ya,kor,disû

PDK Gewriya Xwe, Li Girêka Şengalê Ya Kor Disû

A+ A-

Ev girêk girêkeke kor e; ya bêkesiya qurnên xwînî ye; ya xencera piştê ye; ya penaberî, koçberî, bê starî û derbederiyê ye; ya dilmayina bermayên fermana ne; ya kuştina bira bi destê birê ye; ya netewî ye; ya çandî, dîrokî û olî ye!

Ev girêk, tenê dikare bi destê xwedanê xwe bi xwe were vekirin. Jixwe ya rast jî ev e! Bîrdozî, felsefe û pilítikayên PDK ê yên şaş û fenok, wê girêkê bike girêfûtik, birîna ku hê xwîna wê germ e, dirêşê lê bixe.

Her sê Barzaniyan, bav, kur û birazê, (carnan jî, Êzdiyên partiya xwe, ên weke Vîyan Daxil, Qasim Şeşo, Şêx Şamo, Şêx Elo Uhw. didin axaftin) bi dorê peyaman didin raya kurd û ya giştî, " Em dixwazin xizmetguzariyê bibin Şengal ê, lê hebûna PKK ê li wê derê, li pêşiya vê xebata me dibe asteng. Lewma divê PKK, tavilê Şengalê vale bike."

Eger em bibêjin berpirsên PDK ê derewan dikin, lê ya ku ew dikin ji derewan mezintir e. Eger em bibêjin bêbextiyan dikin, ev gotin jî li hember kiryarên wan biçûk dimîne. Lewre ya ku ew dikin ji van wêdetir e! Arîf û rarîf jê re nîne.

Bi baweriya min, hêza ku herî dawiyê li ser Şengalê doza heq bike, ew jî PDK ye. PDK ev mafê xwe beriya du salan wenda kir. Her kes dizane ku tiliya PDK`ê, li bazara firotina Êzdiyan ketiye, PDK`ê roja 03.08.2014 an bi erzanî Êzdî firotin. Bi hezaran pêşmergeyên ku qaşo ji bo parastinê li Şengalê bûn, heta saeta dawiyê jî ji milet re digotin, "bi derekê ve meçin , em ê bi xwîna xwe we biparêzin, lê yek fişekek bi tenê jî neteqandin, bêvila pêşmergeyî jî xwîn nebû, li ber xwe nedan û reviyan. Ew bûn sebeb ku bi hezaran keç û jinên Êzdiyan bikevine nava destê DAİŞ`ê. Sûcê ku PDK`ê li hemberî civaka Êzdî kirî, bandora wê bi sedê salan ranabe. Ev bi polîtîkaya bi "gur re bikuje, bi xwediyan re şînê bike," safî nabe.

Binêrin;

Li gel ku Mesûd Barzanî li pêş kamerayan soz da Êzdiyan, wan berpirsyarên partiya xwe yên Şengal firotin DAİŞ ê, têxe ber lêpirsînê, hesab ji wan bixwaze. Lê ev soz jî, wekî gelek sozên din, li hewa ma û bi avê de çû. Îcar îro PDK`yî rabûne, xwe wek parêzvan û xwediyê Şengalê bi nav dikin, PKK û YPG ku wan bi xwîna xwe bi deh hezaran Êzdî ji ferman û tevkujiyê rizgar kirin, weke hêzeke ji derve ya biyanî didin danasîn. Berpirsên PDK`ê, bi riya van peyamên xav û binî vala, tevgera azadiyê tehdît dike, gefan lê duxwe.

Belê, heman Barzaniyan û bi giştî tevayiya berpirsên PDK`ê, ji hebûna leşkerên Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê ne aciz in. Wan bi riza dilê xwe leşkerên Tirk anîn, li nava çavê Êzdiyan wargeha pîroz, Başîka bi cih kirin, li wê wargehê leşkerên Tirk cîhadîstên mêrkujên Êzdiyan perwerde dikirin, Barzanîyan bi vê yekê kêfxweşin. Lê ji hebûna PKK`ê acizin.

Çima PDK ji PKK`ê dixwaze gerîlayên xwe ji Şengalê vekişîne?

Bê guman sê bersivên sereke yên vê pirsê hene. Bi kurtayi:

1-Dewleta Tirk a faşîst vê yekê dixwaze û ev li hesabê PDK`ê jî tê. Nêrîn, berjewendî û helwesta her du hêza, li ser xala merem xirabiyê digihîje hev.

2-Hebûna hêzên PKK`ê li Şengalê xiyaneta PDK`ê ya di 3.8.2014 de li Êzdiyan kirî, her gavê tîne bîra wê. Ev yek di hizra civakî de her dem germ û zindî dimîne. Ev jî her roj desthilatiya PDK`ê li ser civakê qels û lawaz dike. Lema divê hêzên PKK`ê ji ber çavan wenda bibin da ku PDK rihet bibe. Heke na, ew ne ji bo xêra Êzdiyan vê dixwaze.

3- PDK`ê ji destpêkê de rikna pergala rêxistina xwe, li ser bingeha eşîretî û axatiyê daye avakirin. Lewma, sîleha wê ya herî xurt, nezanî û lipaşmayina civakê ye. Bi gotineke din, PDK nanê xwe ji cehaletê û bandora tirsa ku li ser gel dide meşandin, dixwe. Ji ber wê jî ew xwe dike dîwarekî ji tariyê di navbera ronkayiyê û civakê de. PDK xwedan ezmûne, ew dizane PKK here ku, li wê derê ronkayê belav dike, gel hişyar û zane dike. Helbet ev jî nayê hesabê PDK ê. Eger gel zane bibe, wê riya dizî, hîzî û gendeliyê were girtin.

Mijara "PKK li Şengalê ye, lema gel venagere cî û warên xwe, em jî nikarin xizmetgûzeriyê bibin herêmê," dereweke li valeyê ye, bê kiras e, başewala ye û bi dûvik e!

Dinya û alem tev dizane ji sala 2003`an û vir de, Şengal herçiqasî bi fermi girêdayî hikûmeta Bexdayê bû jî, di emel de rêvebirî bi temamî di destê PDK’ê de bû. Ji qaymeqam heta bi îdara herêmî tev di destê wan de bû. Baş e, di nava yanzdeh salan de kîjan xizmetguzarî hate kirin? Mînak, pêdiviya avê, elektrîk û rê, ku sê heb mijarên sereke bûn, kîjan ji van hatin çareser kirin? Û ya herî giring jî; parastina Şengalê ne leşkerên Iraqê, Pêşmergeyan dikir.

Bi kurtayî sûc û gunehê ku PDK`ê li hember Êzdiyan kiriye, bi tu kirasan nayê veşartin. Îcar ka ew kîjan Êzdiye, ku piştî ewqas xerabiyên ku PDK`ê di derbarê wan de kirine, careke din baweriya xwe bi PDK`ê bîne.?!

Li ser banga melayan ku li mizgeftên başûr, şewitandina mal û dikanên Êzdiyan li Dihok û Zaxo dest pê kir û tu hesab ji kesî nehate pirsîn, qey hatiye jibîrkirin?

Hêzeke ku serxwebûnê bi rastî bixwaze, divê dijminatiya hêzeke kurd a din neke. Ji ber ku pêdiviya kurdan bi yekîtiyê heye, ne bi tûjkirina nakokiyên navxweyî. PDK`ê deh partî li rojava û bakur ji bo tevlokiyan çêkirine, bi riya wan destê xwe dixin nava beşên din, lê qîma wê nayê li herêma di bin sulteya wê de hêzeke din kar bike. Ma ev rewaye?

Ne Kurdistan, ne jî Êzdî milkê partiyane. Şengal beşeke Kurdistanê ye û mafê her hêzeke kurd heye li wir kar bike û xizmetê ji bo Êzdiyan bike. Helwesteke ku partiyeke kurd weke biyanî, xwe jî xwedî bide nîşandan ne rewa ye û bi ser nakeve.

18.12.2016