1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Rastî serhildêr û berxwedêr e
Rastî serhildêr û berxwedêr e,rastî,serhildêr,û,berxwedêr,e

Rastî serhildêr û berxwedêr e

A+ A-

Di zimanzaniyê de beşek heye, jê re dibêjin, “dahûrana vegotinê (discoursce analysis)”. Ev beşa zimanzaniyê ziman, wekî pergaleke hizr û ramanan pênase dike, bala xwe dide raman û wateya li pişt gotinan. Ev zanist bala xwe dide wê yekê ka peyvek kengî, li ku, ji hêla kê ve û di kîjan mercan de hatiye gotin. Dixwaze mebest û alaza li pişt vegotinê aşkera dike. Ev beşa zimanzaniyê li cîhanê ji reklamê bigire, heta siyasetê di gelek qadan de tê bikaranîn. Pisporên vî warî hem bala xwe didin gotinên mirov, hem jî bala xwe didin liv û bizavên rû û laşê mirov, her wiha ast û tona deng, kirpandin û newa bilêvkirina peyvan jî ji bo wan pir girîng e.

Kesên ku di vî warî de hatine perwerdekirin, ne tenê dikarin armanc û daxwaza veşarî ya li pişt şêwaz û vegotina mirov fehm bikin, her wiha ew dikarin ziman û şêwazeke li gorî dilê mirov jî ava bikin û wê ji bo guhartina raman û helwesta mirov bi kar bînin. Ji ber ku di kapîtalîzmê de her tişt li ser berjewendiyan ava bûye, kapîtalîst û aqilmendên wan vê beşa zanistê jî wekî hemû beşên zanistê wekî çekeke dibînin û wekî çekeke karîger ji bo berjewendiyên xwe bi tînin. Dixwazin bandorê li têgihana mirov bikin û bi vî awayî jî daxwazên xwe bi mirov bidin pejirandin.

Ev ziman û şêwaza ku tê bikaranîn yeke çêkirî û derewîn e. Ji ber ku ziman navgîneke ragihandinê ye û teşe dide hest û ramanên mirov, dema ku wekî çekeke karîger bi pisporî were bikaranîn, dikare mirovên herî dijber ji desthilanînê bixe, bike xizmeta dijminê xwe.

Ev şêwaz û zimanê çêkirî herî zêde di qada ragihandinê de tê bikaranîn. Dema ku mirov bala xwe de dezgehên ragihandinê, mirov guh û bala xwe dide nûçe û nivîsên çapemeniya serdestan, liv û bizav nûçebêjên televîzyonan, mirov dibîne ku ew di vî warî de perwerdekirî ne. Ew ne tenê zimanê dengîn, zimanê rû û laşê xwe jî bi kar tînin ta ku bandoreke baş li têgihana mirov bikin. Qada ku herî zêde ev ziman û vegotina çêkirî tê bikaranîn reklam e. Şîrket ji bo ku malê xwe bifiroşin ji her cure zanîn û zanistê sûdê werdigirin. Her wiha beşeke din a civakê ku di vî warî de hatiye perwerdekiriin jî beşa siyasetmedaran e. Gelek ji wan di vî warî de rojane tên perwerdekirin. Ji ber vê yekê jî cudatiya di navbera şêwaza wan a suriştî û şêwaza derewîn de yekser xwe dide der.

Ew şêwaz û vegotina avakirî li ser bingeha lêkolîn û rapirsînên civakî têne pêkanîn. Kesên pispor van rapirsînên civakî dinirxînin, hêvî û daxwazên civakê derdixin holê, pê re jî rê û rêbazên lîstina bi van hêvî û daxwazan û şêwaz û vegotina xapandinê ava dikin.

Di dîroka Tirkiyeyê de hêza ku vî zimanî herî baş bi kar tîne AKP ye. Rêberê AKP’ê Erdogan her çiqas bi gotinên xwe carinan wekî mirovekî çors û devçepel xuya bike jî zimanê wî zimanekî avakirî ye. Ew li gorî stratejiyekê dipeyive. Carinan qala Ehmedê Xanî û Apê Mûsa dike, carinan dide ber dilê faşîstan, carinan li têla dilê çepgiran dide. Lê her tim li gorî stratejiyekê dipeyive, dibe ku gotinên wî ji hinekan wekî gotinên pel û pûç xuya bikin, lê belê ew gotin teqez têlên tembûra dilê “piraniyê” dihejînin, ew gotin ji wan re dibin sirûd û stran, ew kom li ber newaya wê stranê dikevin govendê. Lewre jî dema ku li aliyekî bajêr dunya xera dibe, li aliyê din tîrêjên gotinên Erdogan hinek mirov sermest dikin. Ew sermestî digihêje xwe astê ku ew xwe wekî mûyê q..na wî bibînin.

Belê AKP û Erdogan di warê xapandina civakê de gelekî serkeftî ne. Helbet ji bo xapandinê gotin têrê nakin, hinekî bertîl jî pêwîst e. Lewma jî ew sedeqeya ranta xwe li civakê belav dikin. Wekî din jî, pisporî, jêhatîbûn û bikaranîna zanistê dikare heta radeyekê perdeyê dikêşe ser rûyê hinek rastiyan lê belê ew rastî heta hetayê li pişt perdeyê namînin û rojekê wekî tîrêjên rojê xwe digihînin reşika çavên mirovan. Li aliyê de divê em ji bîr nekin ku rastî serhildêr û berxwedêr e. Îro rastiya kurd û Kurdistanê jî rastiyeke bi vî rengî ye. Niha ev rastî bi navê Kobaniyê tirêjên xwe li seranserî cîhanê belav dike û perdeya hemû vir û derewên dagirkeran diçirîne. Gelek kesên di tarî û zilmetê de êdî bi çavekî din li derdora xwe dinêrin û bi awayekî din guh didin peyvên ku li ber guhên wan dikevin.