1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ziman û pêşengî
Ziman û pêşengî,ziman,û,pêşengî,kurdî,mixabin

Ziman û pêşengî

A+ A-

Kûrahiya zimanê kurdî ji gelek aliyan ve tê zanîn. Lê mixabin diyar e ku em ne li gor zanyariyan, li gor kerrî û koriyên xwe tevdigerin, rewşeke îronîk e, lewra em dibêjin “Bê ziman jiyan nabe”, lê ku em şerm nekin em ê vê sloganê jî bi tirkî biqîrin.

Têkoşîna zimanekî, bi zimanekî din nikare bê dayîn, hele bi zimanê serdestan!. Car caran di çalakiyan de li axaftvanan gohdar dikim, bi zimanê serdestan polîtîkayên asîmîlasyonê protesto dikin, qedexekirina zimanê kurdî, bi tirkî şermezar dikin: ‘kınıyoruz’. Bi tirkî dest pê dikin, bi tirkî dawî li axaftina xwe tînin.


Hezar salî em polîtîkayên asîmîlasyon, qedexekirin û dejenerasyonê, bi zimanê tirkî şermezar û protesto bikin jî, heta em şeperze û perîşan jî bikin, dê li guhek bikeve, di ya din re derkeve, wê bi ava danuyan bibeecin ew gotin û bi kêrî seriyek pîvazê xerabûyî jî neyên.

Bi taybet piştî polîtîkayên înkar û îmhayê yên sedsala derbasbûyî û ta niha, em bûne evîndarên celadên xwe. Gelo ev çi sendroma Stockholmê ye li me peyde bûye. De ka Stockholm li ku û Amed li ku? Çi dewraneke nexweşik e ev. Barê çil milyonî dane ser milê keçeke 10 salî û diranan qîç dikin bi kenên sextekar.

Gelo çiye ya ku netew û nîjadan ji hev cuda dike? Baş e ku ne zimanê me be çi ferqa me heye ji tirk, ereb û eceman? Çand hema bêje mîna hev, dîn mîna hev, reng mîna hev û hema her tiştê me bi temamî ketiye nava hev û bûye mîna hev, ji bilî ziman ku ew jî çelexwarî bûye bi gotinên “mîşkir”. Tenê zimanê me ye cudahiya me û em ku vê neparêzin, bi destê xwe zimanê xwe çal bikin baş e em doza çi dikin? Lê ewqasî xwîn, ewqasî rondik û êş û azar? Ji bo çi?

Gelo kîjan dê û bavên bi wijdan ji xwe pirs dike ka çima zarokên wan li şûna gotina “dayê”, “bavo”, gotina “anne”, “baba” bikar tînin. Bav bû “baba” kal bû “dede”. Axaftin bi “heval” dest pê dikin, bi tirkî didomin. Ka ji vê êşê mezintir heye gelo?

Zarokên rojê divê xewnên xwe bi kurdî bibînin, bi kurdî bifikirin, têkoşîna netewa kurd divê bi zimanê celadên me nadome. Mirov naxwaze li Amedê li otobêsan siwar bibe. Bazar hema bê bi temamî bi tirkî ye û ji xwe bazara siyasî ku qaşo ji bo me kurdan bazara sereke ye û serkêş ew in, çav li ser wan û devê wan e ka wê çi bêjin, çi bikin, ew hîn ji her kesekî bêtir bi zimanê tirkî doza maf û zimanê kurdî dikin. Heya em vê nakokiyê bi xwe re, di nav xwe de bijîn, gelo em ê çewa bikaribin bi ser bikevin, an dev ji serkeftinê berde, bi destê xwe, xwe nekine gorê?

Dayik, bi deng û qirika kurdî, lê bi gotinên tirkî bang li zarokên xwe dikin, bi wan ve dixeyîdin, qaşo şîretan, li wan dikin û dîsa qaşo ji wan hez dikin. Belê qaşo, ji ber her tiştê dûrî rastiya xwe û ji koka xwe qûtbûyî, sexte ye, ne ji dil e. Niha qet nebe ji deng û qirika ku ew peyvên bi tirkî jê derdikevin jî, mirov dizane ku dengê kurdî ye, lê xuya ye wê ew rengê deng jî di nav gemara dengê serdestan, asîmîlasyonkaran de wenda bibe, nema êdî tu kesek bikaribe me ji hev û du veqetîne ku ji xwe hemû daxwaz û hewldanên serdestan jî ji bo vê ne.

Dema li welatekî, kal û nebî bi du zimanên cuda biaxivin û ji hev fam nekin, gelo dê çi xêr û bereket bimîne di wê malê de, di wî welatî de? Malbat dikevin vê kêmasiyê, lê ew jî “pêşengên xwe” ji xwe re mînak digirin. Dema “pêşeng” bi kincên neteweyî rabin bi zimanê serdest û asîmîlasyonkarên xwe biaxivin, wê encam jî tênegihiştina kal ji nebî, yê nebî ji kal be ku ev jî têkçûn û nemana xêr û bereketê ye. Xetereya herî mezin ev e ku yên rêberiya gel dikin, bi zimanê xwe naaxivin. Tu kes bila xwe nexapîne û ji vê rastiyê nereve. Dema wiha be, divê em beriya her kesekî xwe şermezar bikin. Ji ber yên dixwazin asîmîle bikin, ji ber armancekê dikin, ew karê xwe dikin, baş e heyran hûn kurdên tirkîaxêv, rêber û pêşengên tirkîaxêv, hûn karê kê dikin? Bi vî halî şerm e ku hûn hinekên din şermezar dikin ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê, ka pêşî li otoasîmîlasyona xwe binihêrin!..

Ev banga ciwanekî bîstsalî ye ji we rêzan, rêber û pêşengan: Heyf e ji pêşeroja me zarokên rojê re. Hezar silav ji mamoste Medya re.