Zirnazîq,zirnazîq

Zirnazîq

A+ A-

Mêrik, heta tu bibêjî çikûs bû. Malê wî heta tu bêjî bes zêde bû, lê nedixwar. Zarokên wî wer birçî bûn. Rojekê hevsera wî dozê lê dike, dibêje "hema ji me re kezebekê bîne, em bixwim."

Mêrik ji gund dihere bajarok. Kezebê bazar dike, qeseb dinihêre ku jê xelas nabe, dibêje "wele em ji navçeyê bi vî bihayî tînin, here ji xwe re ji navçeyê bikire". Dihere navçeyê, li wir jî dikeve bazarê, yê navçeyê jî dibêje "here ji xwe re ji bajêr bi wî bihayî bikire." Ji navçeyê dihere bajêr, ji bajarê mezin. Heta digihîje wir, dibe êvar.

Qesab ji halê wî fam dike, dibêje "madem tu ji riya dûr hatiyî, îşev bibe mêvanê min, sibe kezeba xwe bibe û here." Ji hevsera xwe re dibêje "mêvanê me heye, ji me re xwarineke xweş çêke."

Êvarî bi hev re diherin mala qesêb. Jina qesêb bi maç û kêf wan pêşwazî dike. Sifrak wekî sifra qralan amade dike û pêşkêş dike. Bi şahî, xweşî, fêkî û tehmtîşkan şeve xwe dibihurînin.

Bi şev jî hemû di odeyekê de radizên. Yê qesab di cem hevsera xwe de hevşabûna xwe jî dikin. Serê sibehê zû jî radibin, taştiyek dewlemend bi hev re dixwin.

Piştî taştê, qesab û hevsera xwe diherin li hewşê li zirnazîqê siwar dibin. Piştre ramûsanekê ji hevsera xwe digire û bi mêvanê xwe re dihere dikene.

Mêvan di rê de dipirse: "Min her tişt fam kir, hûn pir ji hev hez dikin, lê ew zirnazîq çi ye ku hûn lê siwar dibin, çima ye?"

Qesab dibêje, "ez hevserê wê yê duyemîn im. Yê berê dewlemend bû, lê destê wî li malê wî nedigeriya ku bixwe. Cehemî, mir. Me tirba wî li

hewşê kola û va ye tu dibînî, em malê wî dixwin, em şa dibin û her sibeh jî em li ser tirba wî zirnazîqê dilîzin, em li ser serê wî dilîzin."

Diherin dikanê. Dor tê ser kirîna kezebê. Lê dibêje, bila kezeb bimîne. Dihere bazarê, enwayî çeşîd erzaq distîne, li erebeyê siwar dike û dibêje "bibe filan gundî, filan malê." Erebe dihere ber mala mêrik. Hevsera wî şaş dimîne, dibêje ev ne ji me re ye. Lê dibîne ku hevserê wê jî erebeyeke cuda hat malê. Jê dipirse:

-- Ma qey te mejiyê xwe xwariye, te serê xwe xwariye. Te çawa ev alav hemû standiye.

Mêrik dibêje, hela derbasî hundir bibe. Ji hevsera xwe re serboriya xwe dibêje û wiha bi dawî dike, "qey ez jî malê xwe nexwim, ji bo tu li ser serê min zîrnezîqê bilîzî?"

Berhevkar: Jan Çiya


Gotinên miftehî :