1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Çarșemiya Sor, Zadika Hesarê û Ostern
Çarșemiya Sor, Zadika Hesarê û Ostern,çar,emiya,sor,zadika,hesarê,û,ostern

Çarșemiya Sor, Zadika Hesarê û Ostern

A+ A-

 

Ev cejna bi aliyê gelek bawerî û gelan ve tê pîrozkirin. Bingehê wê diçe digîhîje baweriyên herî kevn yên Mezopotamiya û Kurdistanê.

Peyva „OSTERN“  a ku Alman bi kar tînin, revîzekirina peyva „Astar /Îștar e. di vî derberî de Elliot j. Waggonner wiha dinivîse:

„Peyva Ostern rasterast ji peyva chaldäî „Îștar“ tê, bi navê din Astarte …Îștar xwedawendeke Babilonan e….(Elliot J. Waggoner, The Present Truth, 27. Juli 1893)

Her çendî ev roj îro wek baweriyeke xiristiyanî tê pîrozkirin, xiristiyan vê rojê wek roja rabûn û derketina ezman ya Îsa dibînin jî, di rastiyê de ne wisa ye. Di încilê de, ev roj wek rojeke baweriyên ne rast û pașverû tê dîtin. Ji Încilê mînakek:

„Eger hûn dixwazin bi hemû dilê xwe ve vegerin ser ... YAHUWAH, divê hûn xwedayên biyanî û Astarte li cih bihêlin, bila dilê we tenê ji bo „Yahuwah lêde…(1. Samuel 7,3)

Di Ensiklopediya Britanika jî ev mijar tê vekirin.

„Wekî Noelê Ostern (Çarșemiya Sor) diçe digîhîje baweriyên kevnên xwezayî. Têkiliya xwe bi bihar û sembola zayîni kêvroșk hêkê re heye. (Encyclopaedia Britannica, unter "Church Year", Bd. 4, S. 605) belê.

Bi gotineke kurt gelek belge destnîșan dikin ku ev baweriyeke ji Mezopotamya û Kurdistanê ye. Lê baweriyên din ev wergirtine. Têkiliya vê baweriyê rasterast bi guhertina xwezayê re heye.

Bi vê ve girêdayî bingehê Noelê 

Di van salên dawiyê de li ser Noelê lêkolînên gelek bingehîn û zanistî hatin weşandin. Bi de-han belgeh hene. Em ji bo têgîhîştinê tenê dîtinekê bigirin:

„Ji kerema xwe bala xwe bidin vê kevnşopiya ku têkiliya xwe bi baweriya xwedayê agir (Nimrod, Saturn, Kronos, Molech und Baal) re heye ist (The Two Babylons, von Alexander Hislop, Seite 231)  

Li ser dara Noelê jî di fableke babîlonî de wiha tê gotin: „..ji dareke tim kesk ê ku li ser qurmeke hişk vekişyaye (heşînbûye) !" (Walsh, Curiosities of Popular Customs, p. 242). 

Di vî derbarî de tişta herî baş tê zanîn ev e: Ji vir 5000-6000 sal berê di baweriya Mîtraîzmê de rojeke wiha ji bo vegera Xweda Mîtra (Şêşims) dihate pîrozkirin. (Baweriya bi agir û rojê ya di nava kurdan de ji wê demê maye. Lewre Mitraîzim jî ji baweriyên Kurdistanê ye) Ev kevneşopî di baweriya kurdên Êzdî de hetanê vê roja me hatiye. Cejna Şêşims, Xwidan raste-rast bi vê mabestê tê pîrozkirin. Dîsa pîrozbahiya Gaxend (Dêrsim), qirdik(deşta Mêrdîn û Ruha), Kalo pîrê û Bûka baranê (Serhed) bi vê baweriya ji kûrahiya dîrokê tê re têkildar e. 

Di dema baweriya Babîlonan de baweriya Mardûk serdest bû (formeke baweriya Sumeran bû). Babîlan bawer dikirin ku xweda Mardûk di nîvê meha kanûnê (berfembar) de ev cihan  rip û rût bê zindî, ango bê jiyan afirandiye. (ev di tevahiya baweriyên Mezopotamya û Kurdistanê de heye) Di baweriya kurdên Êzdî de Cejna Êzî jî li ser vê bingehê afirandinê tê pîrozkirin. 

Dîsa her wisa li gor baweriya Mardûk xwedê di meha Newrozê de jiyan afirandiye Roja Çarşemiya sor qedandiye.

 

Û Çarşemiya Sor 

 

Berê mijara Kêvroşkê û hêşînahî yan jî XAS

Min di destpekê de destnîşan kiribû ku xiristiyan li gel hêkan (sembola jiyanê) kêvroşkê jî wek sembol li gel hêka datînin. Her wisa ew wek remza zayîn, bereket û zêdebûnê de tê dîtin. Li gel wê di civaka me de hin kevneşopiyên pir kevn hene. Kurdên Êzdî xas naxwin, Yarsaniyên bakur (qizilbaş / Elewî) jî kêvroşkê naxwin. Di baweriya hemû gelan de te gotin ku kêvroşk ji xas hez dike. Yanê têkiliya xas û kêvroşkê bi hev re heye. Min carê li ser vê mijarê xwendibû, lê niha baş nizanim ji ku, lê digerim nabînim. Ez ne şaş bin, dibe ku Minorskî behsa mijareyeke wiha bike.

Dibejin; dema birêz Zerdeştê Roştî ji deh salên îzdîvacê vedigere, tê bajarekê pêşiya wê deşteke bê dar û devî ye, hewl dide ku gelê wê herêmê vexwîne ser baweriya xwe. Lê rêberê baweriya herêmî û dîndarên wan êrişê Zerdeşt dikin, Zerdeşt bo xwe ji destê wan rizgar ke, berê xwe dide deşte, dîndarên baweriya berê serî didin ser wî, dixwazin wî bigirin û bikujin. Zerdeşt di dawiyê de dikeve nava zeviyeke lê xas hatiye ajotin. Ni nav zeviya xas de cihekî avê çalkiriye û xasa li dore ji juniyekê zêdetir bilindbûye dibîne û neçer xwe serzikî davêje wê çalê, di nava xas de wenda dibe. Wê kêliyê kêvroşkek bi tirs ji wê çala Zerdeşt xwe avêtiyê çeng dide û direve. Rêbere wê baweriya herêmî, diqêre û dibêje: „Kuro wî sêhr kir, xwe kir kêvroşk, li pey kêvroşkê bazdin, kêvroşkê bigirin!“ 

 

Eger ev çîrok rast be, wê çaxê kevroşk û xas ji ber vê alîkariya wan a Zerdeştê roştî veşartine, pîroz hatiye dîtin, lema nexwarine. Û ev bawerî hetanê vê roja me di nava Kurdên ku îslamiyet nepejirandine de meye. Bi dîtina min dibe ku têkiliya kêvroşka xiristiyan bikartînin bi vir ve jî hebe.

Em dizanin ku Newroz li tevahiya Rojhilata Navîn wek destpêka rojên vejînê, destpêka biharê hatiye pîroz kirin. Li welatê me deverên çiyayî ne têde, vejîna xwezayê bi giranî di navbera 21 Adarê û 18 Nîanê de pêk tê.

 

Em vê jî dizanin; di çand Kurdan de du çileyên zivistanê hene, li pey wê meha Newrozê tê. Çileya yekem ji yekê rêbendanê (çile) destpê dike hetanî dehê sibatê (reşemeh) dikudîn. Çileya dudyan jî ji dehê sibatê destpêdike hetanî 20 Adarê diçe. Meha Newrozê roja 21 Adarê destpêdike, hetanê roja Çarşemiya Sor (16 -18 nîsanê) wek meha vejînê didome. Bi qasî 28-29 rojan dikudîne. Piştê wê Meha gulanê destpêdike.

Ango Vejîn bi Newrozê re dest pê dike, roja Çarşemiya Sor diqede. Wekî sipasiyeke ji bo Yêzdanê cihane ev roja dawiyê di destpêkê de hatiye pîrozkirin û di pêvajoya salan de wateyên din wergirtiye.

Ji ber ku rêzdar Îbrahîm Osman mijara pîrozkirina Çarşemiya sor ya di nava kurdên Êzdî de baş zelalkiriye ez ê nekevim nava dubarekirinê.

 

Çarşemiya Sor pîroziya nûvejînê di kesayetiya gelê me yê Êzdî de li tevahiya mirovahiya pêşverû pîroz be.

 

Fêrgîn Melîk Aykoç