1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. Û HEYA K’ENGÊ?!
Û HEYA K’ENGÊ?!,û,heya,k,engê

Û HEYA K’ENGÊ?!

A+ A-

 Ezîzê CEWO

Di dema xwe da (2500 sal berî) di nava pêşîyên me da xayîn û xwefiroş derk’etin û bi r’êya xiyanetê dewlet, sazî û dezgehên dethilatdarîyê û welatekî gewreyî bi r’êk û pêk dan destê p’ersekî bi navê Qurûş, yê ku wan bi xwe jî ew mezin kiribûn, çi ye ku xwarzîyê wan e, û r’akiribûn ser sere xwe… Û îro jî, piştî bîstûpênc sedsalan, berçûyên wî p’ersê bîyanî bûne bela sere gelê me… Û dema yek ji me dibêje:
– Em in, em – xwedîyê vî welatî û xwedî mafên xwezayî yên r’ewa ne! – Ew me darda dikin…


Vê care jî r’êjîma îslamî ya meleyên Îranê sê lawên gelê me yên hêja: R’amin Huseyn P’enahî, Zanyarс Muradîi û Luqman Muradî! 


Na, divê mirov ji dijminan nexeyîde, wek ku pêşîyên me gotine: “Mineta dijimin – qirşek!” – Ji xwe ev bêdadî û bêxwedêtîya van merivxuran dê bê bersîv nemîne!

Xwîna p’akr’ewanên me dê li erdê nemîne – zû, an dereng!

Lê, ji bo ku ev malwêranî p’ir’bare nebin, divê em ji xwe destpê bikin – ya ku wêrekîyê dide dagerkeran, hebûna cewrikên wan xayînan in, ên ku 2500 sal berê mala me ya net’ewî wêran kirin û r’adestî van nemirovan kirin! 

 

JI BO PAKREWANÊN ME YÊN NEMIR!

Ez ji bo we nagirîm, na, delalîyên minno!
Na, ez gazinan ji Xwedê jî nakim, helbet, eger ew bi r’astî heye, “dadwer” e, “dilovan” û “heq e”!  
Na!
Ez hêsirên xwe di navbera xwe û kirsê xwe da berdidim û di k’ûrahîya r’uhê xwe da bi zarê dayka me Kurdistanê dikim qîr’în: 
– Û heya k’engê?! Û heya k’engê?! ... 
***
Wekê dinê, qîr’îna Dayka me – K’urdistanê li vir bixwînin:

XEWN 
… Çiqas xewneke giran bû, Xwedê, –
Ev û ew cîhan t’evî hev bibûn, –  
Bi ç’îk û kenc bû ew xewna, Xwedê, 
Bi tep û tengî û bi hêbet bû… 
Xewn bû … yan hişyar?...
Ç’avên min hê nû pêgihandibûn
Her’in ser hevdu:  
Ez xilmaş bibûm – 
Xwe bû, yanê – xewn…
Yan ez hişyar bûm?...
Ez baş r’uh naynim! 
…Girmîna defê,
Qûr’îna zur’nê…  
Heralî hêle û hingirme bû: 
Keç’ û xortên k’urd  
Wir çît girtibûn – 
Ger’ek merdane l'navê hiştibûn… 
Û jineke bi k’ofî-k’itanên  
Meye kurmancîyê k’aw wergirtî bû, 
Lê bê p’ergal bû… 
Bisk û kezîyên wê li ser ç’avan da – 
Wa hatibûn xar,
D'bin dengê ewê zur’nê da 
Ç’epil hilda bû û dir’eqisî… 
(Nizanim, xewn bû,
Yan ez hişyar bûm?!)
Awaz, tuyê bêjî, yê kurmancî bû,
Lê dîlana wê?! – 
Ya Xwedê, çi bû? –
Her we bidîta ,
Weyê bigota:
– R’ast jî dîn bûye, 
Tepa dik’eve!...  
Ça-a dir’eqisî, 
T’oz û xubara ewan der-doran
Pê der-dawên xwe
Ça-a l'xwe wer dikir… 
Û b'zerp dik’enya: 
– He-he, he-he-he! – 
Lîqînîya wê bû…
D'hewê da ewê 
Ç’eplên xwe wis nermik tew dida!
(Ya Xwedê, çito bedewîya nedî!)
Dîsa dik’enya…
T’ev wa matmayî dorê civya bûn
Û lê dinhêr’în…  
Ez jî pêşva çûm, 
Û serê xwe nava milên wana r’a 
Berbi hindur’ kir û lê nihêr’î…
Raç’ev kir – Dîtim! 
– Ey, – got, – lawê min,
Çima tu wisa şaş-matma bûyî?...
Ez im dawka we – 
K’urdistana te… 
Ji kul û derdan êdî dîn bûme!...
Ç’avêm d'xewnê da,  
Ez wa vek’işyam…– 
Ewê carek din çerx da govendê,
Govenda meye k’aw-naz nihêr’î, 
Berbi min mêl bû:
– Na, t’ifalê min,  
Ji min metirse,
Pêşva were, ha,
Hê dîn nebûme…
Lê bêy wê nabe! 
Û ewê t’erka dîlana xwe da, 
L'ber min kundveda,
Bi ewan t’ilîyên xweye mûmanî
P’or’ê min t’evda…  
– Ax, lawên mine hêsîre sêwî,
Hûn matma bûne?...
D'vê cîhanê da, 
Ji bo bighîje azadîya xwe, 
Pêwîst e, mirov hinekî dîn be!..
Ax, çi teyaxî li dilê we ye,
Her yekî j'xwe r’a serî hildaye, 
K’etye qulç’ekî – hêvîya demê ye?!
Û dem tên-diçin, lê hûn hêvîyê ne! 
Hûn hê hêvîyê ne, lê dem tên-diçin!..
Û evên nemerd
Erd û axa we çartîş kirine:
Dişewitînin, lê hûn hêvîyê ne,
We dizêrînin, lê hûn hêvîyê ne,
We darda dikin, lê hûn hêvîyê ne…
… Û hûn hêvîyêne!
Lê dijminê me –
Devxwîn, hov û har,
Dema pêwîst be, 
Hemû dibin yek, 
Dema pêwîst be,
Me l'ser tîşekî 
Yek dizêrîne,
Hela ne bese,
Bi fir’okên xwe dajo tîşê din –
Alî zork’arê wî tîşî dike!
Jehra hinartî l'wir direşîne,
L'wir direşêîne jehra hinartî – 
Biç’ûk-mezin va me dişewtîne, 
Gund û bajaran tarm û tax dike… 
Lê hûn hêvîyê ne,
Lê em hêvîyê ne – 
Hêvîya dema xwe! –
Ewê destê xwe berbi asmîn kir,
Demekê zûr bû li wir nihêrî
Û paşê zûkya: 
– Ya Xwedê, gelo Xwedê te heye?!..
Ji ewî dengî ez bûme r’ussas,  
Heya kevir jî pêda bûn hesîn,
D'cî da lerizîn… 
… J'cî veciniqîm, ç’avê xwe vekir,  
M'dît – l'malê me, 
Lê r’amana min – di xewna min da,
Hê p’erwaz dida – ez dibirim wir… 
Û d'guhê min da dengê Dayka me – 
Zîz û zelûlî dubare dikir:
– Û heya k’engê!?… 
Û heya k’engê?!... 

Korda Mad (Ezîz ê Cewo)

Gelawêj – R’ezber, 1987, Yêrêvan – Baykonûr 
(Baykonûr Fregeha Sovêtê ya kosmîkî-astronavtîyê 
ya here mezin bû di Kazakistanê da).


Gotinên miftehî :