1. Tekst

  2. Gotar

  3. Gelawêj Ewrîn
  4. Şanoya Îran û PDK´ê
Şanoya Îran û PDK´ê,şanoya,îran,û,pdk,ê

Şanoya Îran û PDK´ê

A+ A-

Hebûna her hêzek dagirker li ser xaka Kurdistanê di bin navê çi dibe bila bibe ji bo parçekirina yekîtiya di navbera Kurdan de ye. Em di serdemek wisa de ne ku, her hêza Kurdî bi sipartina bi hêzek dagirker şansê wê yê jiyanê nîne. Tiştên balkêş di van demên dawî de qewimî ku nabe mirov di ber re bi hêsanî derbas be.

Sala par di van deman de hêzên Partiya Demokrata Kurdistan-Îran di encama dek û dolabên PDK’ê de bê ku destûr bixwazin, bê ku hişyar bikin, bi carekî çûn û di herêmên parastina Medya yên gerîla de bicih bûn. Ew hêzek Kurdî bû, hesasiyetên derneketina şerê birakujî di holê de hebû. Naxwe ketina hêzek din di qadeke leşkerî ya hêzek din de tê wateya şer û îlankirina şer. Bûyer bê ku kûr bibe û bigihêje armanca xwe ya qirêj bidawî bû. Pêşmergeyên li wir yên PDK-Î bixwe li xwe mukir hatin ku fermandarên wan bi zorê ew şandine wir û ji wan xwestine ku ger pêwîst bike hûnê şer bikin û li wir bicih bibin. Kurdistan xaka her kesî û ya herî girîng her tevgerek şoreşgerî ku bi rastî niyeta wê ya têkoşîn û şerê bi dagirkeran re hebe, ew reşika çavê xelkê Kurdistanê ye. Di vê de guman nîne û ji bo xelkê Kurd hatiye îspatkirin ka kê têkoşîna rast li hember dagirkeriyê dike. Jixwe fitne, fesadî û planên veşartî yên PDK ku Kurdan ber bi şerê birakujî ve bibe û PKK di rewşek zehmet de bihêle vala derket.

Wer xuya dike ku sendromek duyemîn a PDK’ê dest pê dike. Hêza leşkerî ya her du partiyên demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê tê zanîn, bi salan di bin siya Herêma Kurdistanê û hinek hêzên din de xwe dane bikaranîn. Parçe bûn, bihev ketin û ji kevneşopiya xwe ya têkoşîna bi salan a ku di berdêla xwîna bi hezaran şehîdan de hatibû avakirin, dûr ketin. Wek ku ev jî têrê neke, vê carê li hemberî hêzek Kurdî jî bi destê derve tên bikaranîn. Li gorî kêfa dilê rêveberiyên Kurdî yên ku di bin siya wan de jiyan dikin, tevgeriyan û tevdigerin sed heyf û mixabin. PDK û çapemeniya wê bi carekî wek ku şoreşek li Rojhilatê Kurdistanê çêbûye, PDK-Î ketiye Rojhilat û bi gotina wan şerê çekdarî daye destpêkirin, xwest raya giştî bixapîne. Ji xwe ya herî balkêş û ecêb ji her kesî re ewe ku xêr e çapemeniya PDK ewqas bûye heyran û alîgirê têkoşînek çekdarî û azadiyê li Rojhilat. Ji ber rûyê rast ê PDK ji mêj ve ji bo xelkê Rojhilat eşkere bûye û çi jî bike xelk pê bawer nake. Her kesî fam kir ku di bin tasekê de nîvtasek heye. Bûyer wer bi lez çêbû ku mirov di cih de fam kir ku senaryoyeke. Hêzên PDK-Î carekî li gundek Mihabadê de derketin, hêzên Sipah bi ser wan de girt û hemû şehîd kir. Paşê roja piştî wê Îranê herêmên Hacî Omran û Sîdeka topbaran kir. Sivîl birîndar bûn û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi lez daxuyaniyek şermezariyê weşand, lê ne tenê ji bo Îranê, ji bo kes vê senaryoyê fam neke, Tirkiye jî xiste nav. Û ji bo dilê wan welatan xweş bike û bêje ev senaryo ye, tevgerên Kurdî jî şermezar û hişyar kir ku li dijî welatên cîran tiştekî nekin.

Tirkiye bi salane li Herêma Kurdistanê xwedî tank û topan û berê wan li ser xelkê sivîl û xaka Kurdistanê ye. Her roj herî kêm qadeke Herêma Kurdistanê bombebaran dike. Bi dehan xelkê sivîl ji ber van bombebaranan şehîd û birîndar bûn. Bi sedan xelk ji cih û warê xwe bûn. Îran jî her wisa, ji 2006’an ve heta 2013’an gelek caran xaka Başûr topbaran kir. Lê rojek tenê rojek li ser navê hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezariyek nebû. Xêr bû vê carê hikûmeta Herêma Kurdistanê ewqas bi lez û bez Îran û Tirkiye şermezar kirin. Di serî de PDK dixwaze bi vî awayî YNK’ê tengav bike ku serî li hember polîtîkayên wê dayne. Ya din jî di demeke ku şoreş li Rojhilat destpê bike, pêşî li vê bigire, hinek hêzên derveyî PJAK û KODAR’ê, yên marjînalbûyî û pêve girêdayî li Rojhilat bicih bike. Tirsa ji wê ku tiştên li Rojava bûye, dubare nebe. PDK wek AKP dixwaze xwe ji rewşa heyî xilas bike, Kurdan berde pêsîra hev û bixwe xeyala Kurdistana serbixwe pêk bîne. PDK ji bo hêzên Kurdî parçe bike ji bo siyaseta dagirkeran pêk were her tiştî dike û wê bike. Îran û PDK’ê ji zivistanê ve ku wezîrê Îtilaatê hat Hewlêrê ev seneryo nivîsandin û niha jî şanoya wê dilîzin.


Gotinên miftehî :