1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bildt bi xûgî û tewanên li dijî mirovahiyê tê tewanbarkirin
Bildt bi xûgî û tewanên li dijî mirovahiyê tê tewanbarkirin,bildt,bi,xûgî,û,tewanên,li,dijî,mirovahiyê,tê,tewanbarkirin

Bildt bi xûgî û tewanên li dijî mirovahiyê tê tewanbarkirin

Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Carl Bildt bi bertîlxuriya polîtîk, tewanên şer û qirkirinê tê tewanbarkirin

A+ A-

MÛRAT KÛSEYRÎ - STOKCHOLM 14.09.2014 06:27:12 Ji wezîrên Hikûmeta Mihail Saakaşvili ya Gurcîstanê Georgi Chanindrava îdîa kir ku Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Carl Bildt di berdêla berjewendiya madî de Saakaşvili li platformên navneteweyî parastiye û Bildt bi bertîlxuriya polîtîk sûcdar kir.

Bildt berî bibe Wezîrê Karên Derve, di sala 2004'an de serokatiya desteya rêveberiyê ya kargeheke lobî ya bi navê Kreab dikir, ku navenda wê li Brukselê ye. Di nava muşteriyên Kreab de li gel kargehên yekdestî û mîlyarderan Hikûmeta Gurcîstanê jî hebû.

Bildt ku demekê Serokwezîrtiya Swêdê kir û piştre di dema şerê li Balkanan de wezîfeya navbeynkariyê hilgirt ser milê xwe, avantajên xwe yên ji ber rewşa berê ya polîtîk, ji bo kargeha lobî bikar anî.

Di encama hewldana Bildt de di sala 2006'an de di navbera Hikûmeta Gurcîstan û Kreab de peymanek hat îmzekirin. Kargehê ji xwe re kir wezîfe ku bi siyasetmedarên Hikûmeta Mihail Saakaşvili re têkiliyên baş were afirandin û li medyayê der heqê Gurcîstanê de îmajeke baş bê çêkirin. Piştî demeke kurt di encama hilbijartinên li Swêdê de Bildt ji bo wezîfeya Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta nû hat wezîfedarkirin û dest ji wezîfeya xwe ya li Kreab berda.

DEMA LI WEZARETA KARÊN DEVRE BÛ KARÊ LOBÎ DEWAM KIR

Bildt wezîfeya xwe ya li kargehê bi dawî kir, lê belê lobîkariya xwe ya ji bo Hikûmeta Saakaşvili bi avantajên meqama xwe ya nû re dewam kir. Di dema desthilatdariya Saakaşvili de 14 caran bi awayekî fermî Gurcîstan ziyaret kir. Wêneyên ku nîşan didin di vê serdanê de Bildt rezê tirî yê Saakaşvili ziyaret kiriye û bi serokkomar re tirî jê kiriye, di medya Swêdê de cih girt.

Piştî hilbijartinên sala 2008'an ên li Gurcîstanê, Sefîrê Bilind ê Swêdê yê li Gurcîstanê Hans Gunnar Aden ji Wezareta Karên Derve ya Swêdê re ragihand ku gumanên cidî hene ku di hilbijartinan de fen hatiye kirin.

Bildt diyar kir ku tiştekî ku gumanan li ser hilbijartinên Gurcîstanê çê bike nîne û Saakaşvili ji ber serketina di hilbijartinê de pîroz kir.

Ji ber ku Aden bi raporekê destnîşan kir ku di hilbijartinan de fen hatiye kirin, ji wezîfeya sefaretiya bilind hat wergirtin. Aden ji rojnameya Aftonbladet re axivî û got, "Wê demê mûxalefetê Saakaşvili sûcdar dikir ku pereyên zêde dide lobîkaran. Navê Bildt û Kreab derbas dibû. Li Gurcîstanê her kesî dizanîbû ku Mihail Saakaşvili û Carl Bildt dostên hev in û Kreab jî ji serokkomar re lobîkarî dikir. Lê belê der barê rêjeya pere de tiştekî nizanim."

Der heqê Saakaşvili de di Tîrmeha vê salê de bi sûcdariya ku di erka xwe de zêdegavî kiriye û li hemberî xwepêşandanên sala 2007'an ên li dijî nelirêtiyê fermana bikaranîna tundiyê daye, doz hat vekirin.

BILDT BI SÛCÊN ŞER Û QIRKIRINÊ TÊ SÛCDARKIRIN

Bildt beriya niha li Etiyopyayê, endametiya desteya rêveberiya kargeha yekdestî ya petrolê ya bi navê Lundin Oil a ji bo berjewendiyên Sudanê dixebitî, dikir. Lundin Oil ji qetilkirina bi deh hezaran a li van her du welatan berpirsyar tê dîtin.

Bildt ku di dema komkujiyê de bi mîlyonan dolarî kar kir, bi sûcên şer û qirkirinê tê sûcdarkirin. Lêpirsîna dozgerên Swêdê yên li ser kargehê li Stockholmê dabûn destpêkirin, dewam dike.

Bildt ku di her firsendê de Erdogan û desthilatdariya AKP'ê bilindî ezmanan dike, binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê ji nedîtî ve tê û bi Davûtoglû re ji zewacekê re şahidî kir, hînê nayê zanîn ku têkiliyeke xwe ya berjewendiyê bi rayedarên Tirk heye yan na. Lê belê tê payîn ku di hilbijartinên îro de partiyên li hikûmetê wê winda bikin û Bildt jî ji wezîfeya wezareta karên derve ya ku 8 sal in dewam dike, bikeve.