1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Favoriya xelatên rojnamegeriyê Şîlan Diljen
Favoriya xelatên rojnamegeriyê Şîlan Diljen,favoriya,xelatên,rojnamegeriyê,şîlan,diljen

Favoriya xelatên rojnamegeriyê Şîlan Diljen

A+ A-

ANF - Xelatên rojnamegeriya herî bi prestîj a Swêd sibe tên aşkerakirin. Her sal 4 rojnamager xelatên, ‘Kesê rastiyên salê derxistiye holê’, ‘Vegotinvanê salê’, ‘Nûvekarê salê’ û ‘Xelata Mezin a Rojnamegeriyê’ werdigirin.

Favoriya xelata ‘Nûvekarê Salê’ jî rojnamegera Kurd Şîlan Diljen e. Diljen a di medyaya Swêd de mohra xwe li nûjeniyekê xist, têkildarî reva bi malbata xwe re ya ji Bakurê Kurdistanê û hatina Swêd belgeseleke radyo çêkir.

Diljen, di belgesela xwe ya, “Reva min” de dema 4 salî ye bê çawa bi dayika xwe re di nav erdê mayinkirî re derbas bûye vedibêje.

Piştî belgesel hatin weşandin, Diljen wer fikirî ku gelek kes hene bîranînên xwe pêre parve bikin û adresên facebook û Twitter vekirin. Ji koçberan xwest ku çawa ji welatê xwe reviyane vebêjin.

Vegotinên koçberan bû mijara bernameyeke nû ya radyo û lîstikeke şanoyê. Radyoya Norwecê jî bi heman konseptî bernameyek li dar xist.

Heyeta juriyê ya rojnameger wek namzetên xelatan diyar kirin, gotin, “Ji bo bi guhdaran re di nivîsandina dîroka modern a Swêd de rûpelekî nû vekiriye” Diljen ji bo xelatê wek namzet nîşan dane.

Diljen di Radyoya Dewletê ya Swêd de wek bernameçêk dixebite.