1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Roman: Berxwedana Elektropola
Roman: Berxwedana Elektropola,roman,berxwedana,elektropola

Roman: Berxwedana Elektropola

A+ A-

Navê Berhemê: Berxwedana Elektropola 
Nivîskar: Mervan Serhildan
Weşanxane: Berbang
Zarava: Kurmancî
Cure: Roman
Berg: Hasan İbrahim Berzencî.
Mîzanpaj: Hasan İbrahîm Berzencî
Serastkirin-Redeksiyon: Çiya Mazî
Çap:  Reşemî/Sibat 2015
Rûpel: 440
ISBN No:  978-605-85753-0-1
Barkod No: ISBN 978-605-85753-8-7
Biha: 22 TL (Li Turkî)


Danasîna Pirtûkê:
Romana Mervan Serhildan Berxwedana Elektropola ji 440 rûpelî pêk tê. Di vê romanê de işkence, bi vegotineke cûda tê ser zimên. Pir roman li ser duwazdehê Îlona Tirkiyeyê hatine nivîsandin.  Lê belê Berxwedana Elektropola tiştekî din e.  Mirov çawa işkenceyê di bîra xwe de dinivîsine, çawa di  ber xwe dide ji alî psikolojîk de. Û ew psikolojiya xwestina dewama jiyanê di bin lêdanê de mirovan bi ku ve dibe. İşkencekar û dîl çawa di bin hiş de hevdû dipîvin. Hişwindakirinek cûda, dînbûnek cûda heye  di vê romana Mervan Serhildan de. Di despêkirina xwendinê de mirov bi lehengê romanê Celadet re dikeve zîndanê, wê işkenceyê li bedena xwe hîs dike û xof û zilma ji derî mirovahiyê tahm dike di nava dîwarên qirêj de. Li himber dewleta Eletronîk berxwedana Elektropola heye di vê romanê de. Xweşikiya remza reqema '4'an romanê bi awayekî din dineqişîne.

     
Ji nava pirtûkê çend paragraf:                                                                                                                    
Li bajarê Enqereyê, li taxa Hingivanê, li derdora sîteya ‘Blokên Karkeran’; rewe-rewê kûçikan û tûre tûra tûtûkên notirvanan bû; wekî bangewaziya xetereyên mezin, SOS didan. Lê bêxemiyekê girtibû ser hevalan ku ew ji rastiyê bi dûr xistibûn. Ew deng û rewrewên derve, bi guhê hevalan de nediçûn xwarê.
Te digot qey di navbera wan û rastiyê de perdeyek hatibû kişandin. Di nav xem û xeyalan de dageriyabûn. Kesekî ku wan nas nekira, wê bigota, “gelo bi ‘guragupê’ dilîzin?” Di nav re tevdigeriyan, lê dîsa jî mîna ku hinek kes dest bidin ser devê wan, lal dibûn. Zafer bi xwe, dikir û nedikir bûyera ‘doh na pêr’ ji bîr nedikir. Peyvên ku Mîralay jê re gotibûn, carisiyên ku pê re kiribûn dihatin bîrê, lê bi hevalan re par ve nedikir. Her tişt li dera han, girmik û sîleyên ku li ser çavên wî xistibûn, ji bîra wî ve nediçûn. Mîralay wisa bi zerp li nav çavan xistibû ku deqek pan li eniya wî vebûbû. Îşev pê de, kûr kûr û bi xiroş difikirî. Mîralay lê xistibû. Lê belê tirs û xofên ser dilê wî, ne tenê xwarina girmikan bûn. Gûmanek ketibû dila ku ewlekaran di derbarê wan de, lêpirsînek “pir kûr” dimeşandin. Kesê ku lê xistibû gelo ji dil jî Mîralay bû, yan ne Mîralay bû? Gelo kîjan hêzên dewletê peyçûn li ser wan danîbûn? Gelo ji ber kîjan kar û xebatan dihatin şopandin; ji ber xebata Koçagez bû, yan ji ber xebata partiyê bû? Nizanibû, lewre mêrikê ku hatibû pêşiya wî, kincên sivîl li xwe kiribûn. Xwe wekî “Mîralay” dabû sankirin, berê bi awirên dijwar li çavên wî nihêrîbû û paşiyê ferman dabûyê.

“Ez Mîralay im, dengê xwe neke û bide dû min; em ê herin heta qereqolê.” (Ji nava romanê)

Mervan Serhildan kî ye?
Mervan; li bajarê Mêrdînê, li navçeya Şemrexê di sala 1958'an de ji dayîk bûye. Navê wî yê fermî, Besalet Yaray e. Zewicî ye, 4 zarokên wî hene. Dibîstana seretayî û dibîstana navîn li Şemrexê xwendiye; pola 1. a lîseyê li Mêrdînê, polên 2. û 3. jî li bajarê Edene'yê xwendiye. Zanîngeh di navbera salên 1976 û 1980'yî de, li Zanîngeha Gaziyê beşa 'Rojnamegerî û Ragihandinê' xwendiye.

Di cûnteya 12'ê Îlona Tirkiyeyê de hatiye îşkencekirin û bi cezayê darvekirinê hatiye darizandin. Di encamê de, ji 'bêdelîlî' filitiye. Ji sala 1993'yan pê ve dest bi nîşeyên pirtûka 'Berxwedana Elektropola' kiriye. Di sala 2013'an de tevahiya nîşeyên xwe ji bo çapê amade kiriye. Di navbera 2006-2014'an de wekî aktîvîstekî zimanê kurdî xebitiye, di 2009'an de belgeya mamostetiya zimanê Kurdî wergirtiye. Di sala 2008'an de malpera web'ê ya takekesî bi navê "www.mervanserhildan.com" vekiriye. Zêdeyî 400 nivîsarî di malpera xwe de weşandiye. Ji vana li dora 200 nivîsên wî di rojnameya Azadiya Welat de weşiyane... Di serê sala 2014'an de, di Dadgeha Rêveberiya Herêmî ya Amedê de kargerî kiriye û malnişîn bûye. Niha xebatên nivîskariyê û çalakgeriya zimanê kurdî didomîne.


Bêjeyên Miftehî