1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 2017 wê bi Trûmp çawa be?
2017 wê bi Trûmp çawa be?,2017,wê,bi,trûmp,çawa,be

2017 wê bi Trûmp çawa be?

DYA û cîhan bi Trûmp re kete serdemeke nû. Li gorî hinan wê pêvajoyeke pir bi taloke be. Hin jê jî tenê dibêjin wê serdemeke pir nediyar be

A+ A-

WASHÎNGTON - ANF Di dema merasîma sondxwarina serokê nû yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp de li tevahiya DYA’yê xwepêşandan hebûn. Di xwepêşandanan de polîsan rêbaza zorê bi kar anîn. Dihate gotin ku Trûmp wê rekora Serokê berê Rîchard Nîxon bişkîne. 1973’yan 80 wekîlî boykot kiribû. Hejmara wekîlên ku gotin ew ê tevlî merasîma Trûmp nebin ji 60’î bihurî.

Ev 40 sal in dema ku serokekî DYA’yê nû dihate ser kar ewqasî nerazîbûneke civakî çênebûbû.

Niha her kes dibêje gelo ji niha û pê ve wê çi bibe. Tê gotin 2017 her kesek wê Trûmpekî keşf bike.

XEBATA PÊŞÎ BÛ BIRYARNAMEYA 'OBAMACARE'

Trûmp di merasîma sondxwarinê de polîtîkaya bi 'pêşî Amerîka' vegot. Piştî ku li ser kursiyê xwe rûniştî li dijî reforma tenduristiyê îmze avête biryarnameyekê ku jê re 'Obamacare' dihate gotin.

Trûmp û ekîba xwe biryarên xwe yên mezin wê ji ji Duşemê û pê de bidin. Tê gotin qadên di hedefê de koçber, kîşwer û jiyana xebatê ye.

Li gorî çavdêrên siyasî Barack Obama di polîtîka navxweyî de serketî bû, di polîtîkaya derve de encameke ne serketî afirand.

POLÎTÎKAYA DERVE WÊ ÇAWA BE

Polîtîkayên derve yên Trûmp bi berfirehî nayê zanîn. Hin metirsî hene ku DYA têkiliyên xwe yên bi dewletan re nû bike.

Tê gotin di serî de Katar, Monarşiyên Kendavê wê ji nêz ve vê hîs bikin. Di meseleya Rojhilata Navîn de peyamên germ dide Rûsya û dijberiya xwe ya bi Îranê re jî nîşan dide.

Di demeke wiha de ku di krîza Sûriyê de Rûsya û Îran weke tu aktor derdikevin pêş, polîtîkayên DYA’yê xwedî cihekî girîng in.

Gelek çavdêr behsa pergaleke nû ya dinyayê dikin. 2017’an her çendî nayê payîn ku guherînên mezin çêbibin jî, DYA hê jî weke jandarmayê herî mezin ê dinyayê xuya dike.

POLÎTÎKAYA EKONOMIYÊ

Polîtîkayên ku di qada ekonomiyê de wê werin şopandin jî nediyar e û bi nakok e. Dema ku mirov nêzîkatiyên ku di kampyaya hilbijartinê de nîşan dayî bîne ber çavan gelek nakokî derdikevin holê. Nayê zanîn bêyî ku xwe bispêrê koçberan wê ekonomiyeke çawa were avakirin.

Trûmp gotibû heta ku ew li ser kar bimîne ew ê kar bide 25 milyon kesî. Lê li gorî pisporan ev ji hêla matematîkî ve ne pêkan e. Ekonomîstê Emrîkî Barry Eîchengreen Serokê Emrîkayê şibandibû fîlekî ku ketî dikana zuccaciyê. Ekonomîstê Emrîkî bifikar e ku polîtîkayên Tûrmp encamên giran ên ekonomîk û jeopolîtîk çêbibin.

Trûmp polîtîkaya xwe ya ekonomiyê di sondxwarinê de bi gotina 'Kirîna Amerîkiyan û xistina kar a Amerîkiyan' vegot. Trûmp got: "Di rewşeke wiha de ku jêravaniya welatê we dibe kavil, me bi milyaran dolar li derve xerc kir. Dema ku dewlemendiya welatê me difûriye, me welatên din dewlemend kirin (…) Îro êdî em ê tenê berê xwe bidine siberojê."


Bêjeyên Miftehî