1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. 6 meh li sirgunê 13 saet li ser zeviyan
6 meh li sirgunê 13 saet li ser zeviyan,6,meh,li,sirgunê,13,saet,li,ser,zeviyan

6 meh li sirgunê 13 saet li ser zeviyan

A+ A-

HULYA EMEÇ/BEKÎR GUNEŞ Kurdên ku ji bajarên li herêmê wekî karkeriya demsalê hatine Bûrsayê, bi 20 TL 13 seat dixebitin. Ev rewşa giran ji bo jinan hîn girantir dibe. Piştî karên ser erd diqedin jî karên jinan didome. Piştî kar, mêr ji xwe re radizê, bêhna xwe vedide, jin li zarokan dinêre, karên malê dikin. Bi vê yekê nêzî 20 seatan dixebitin. Ji ber ku bi malbatên xwe ve tên, zarok 4 meh ji dibistanên xwe dûr dimînin.

Welatiyên ku ji bajarên wekî Mêrdîn, Riha, Êlih û Amedê wekî karkerên demsalê hatine Gundê Çardaka girêdayê Navçeya Yenîşehîr a Bûrsayê, di nava şert û mercên giran de di konbajar de dijîn. Di konbajara ku 300 malbat bi tevahî 2 hezar û 500 kes lê niştecih bûne, bê av û bê ceyran dijîn. Wekî her cihî barê giran dikeve li ser milên jinan. Jin bi roj tevî mêran li zeviyan 13 seat dixebitin, piştî ku karên ser erd bi dawî dibe, karên di nava konê yên wekî amadekarina xwarinê, şuştina firaq û kincan, banyo, nan çêkirin, xwedîkirina zarokan û hwd jî dikeve ser milê jinê.

13 seat di zeviyan de dixebitin

Jinên ku bi hevjîn an jî bavên xwe ji hezaran km dûr, hatine Bûrsayê û karê çandiniyê dikin, ji mêran zêdetir dipelixin. Jinan him tevî mêran di seat 05.00'an diçin ser zeviyan û 13 seat dixebitin, him jî karên din ên rojane dikin. Ji ber ku av û ceyran jî tune ye, karê jinan hîn girantir dibe. Piştî ku karên ser zeviyan diqede û karker vedigerin konên xwe, mêr ji xwe re bêhna xwe vedide, sohbet dike, digere an jî radizê. Ligel vê yekê jin ji bo fitarê xwarinan amade dike, kincan dişo, serê zarokan dişo, wan têr dike, firaqan dişo, paqijiyê dike, nan dipêje. Piştî van karan, bi şev radibe û sahorê amade dike, firaqên sahorê dişo, derdor komî ser hev dike û serê sibê carekî din di seat 05.00'an tevî mêran, lê bi awayekî westiyayî diçe ser zêviyan û di bin germahiya 40 derece tavê heta êvarê dixebite. Û ev rewş her roj dubare dibe.

Zarok ji ber jinan diçe

Li ser van tiştan şert û mercên giran ên xebatê û nepaqijbûna dorhêlê, jin zehmetiyên gelek mezin dikişînin. Tê gotin ku ji ber van tiştan gelek caran zarok ji ber jinan diçe. Ji ber ku nexweşxane ji konbajar gelek dûr e, tê xwestin ku ocaxên tendûristiyê an jî kabînên tendûristiyê yên seyar li konbajarê were çêkirin û tîmên tendûristiyê li konbajarê werin peywirdarkirin. Ji ber ku malbatan 6 mehên xwe li wir derbas dikin, şahidê zewacan jî tê kirin. Di konbajarê de zewacên ku 15 roj berê pêk hatine hene.

'Hemû zarok nexweş ketine'

Emîne Çetîn a (40) ku her sal tevî 9 kesên malbata xwe ji navçeya Dêrikê ya Mêrdînê tê navçeya Yenîşehîrê, wekî jinên din zehmetiyên herî giran dikişîne. Çetîn, da zanîn ku ji ber ku nikare bi zarokên xwe mijûl bibe, pir diêşe û ji ber ku dorhêl ne paqije zarokên wan her tim nexweş dikevin. Çetîn, wiha got: "Em hemû nexweş in. Pêdiviya herî xwezayî avê jî nadin me. Ji ber ku ava paqij tune ye, zarokên me nexweş dikevin. Ji bo vexwarinê, di germahiya rojê de ava sar jî tune ye."

'Em bimirin jî carekî din nayên vir'

Zeynep Denîz a ku ji Dêrika Mêrdînê hatine konbajarê di konekî biçûk de tevî 6 kesên malbata xwe dijî. Denîz diyar kir ku her roj heman karî dikin û anî ziman ku dema mêr rûdinin, ew kar dikin. Denîz, wiha axivî: " Di konan de hemû bar li ser milên jinan de ye. Bi roj li ser zeviyan dixebitin. Li ser wê jî em tên karên xwarin, firaq û şuştina kincan dikin. Li zarokan dinêrin û wan xwedî dikin. Lê mêr dema ji ser zeviyan tên rûdinin, em jin qet nasekinin. Heta êvarê em dixebitin, lê 20 TL pere digirin. Gundiyan, dema em li ser zeviyan dixebitin, avekî sar jî nadin me. Êdî bes e. Em gelek aciz bûn. Em bimirin jî carekîdin nayên vir."

Zarok li her derê zarok e...

Zarokên karkeran ligel ewqas zehmetî û bêderfetiyan zarokatiyên xwe dijîn. Ligel ewqas nexweşî zarokan car caran tevî malbatên xwe li ser zeviyan dixebitin, car caran jî li zarokên ji xwe biçûk dinêrin. Di demên vala jî di nava qirş û qalan, di nava camên şikestî ji xwe re dilîzin. Ji ber vê yekê gelek caran bi strî an jî camên şkestî birîndar dibin. Zarokan herî zêde jî ji ber ku nikarin biçin dibistanên xwe, gilî û gazincên xwe tînin ziman. Zarokên ku beriya 2 mehan dibistan werin girtin tên konbajarê û piştî 2 mehên ku dibistan vedibin vedigerin dibistanên xwe.

(ab/mae)