1. Hemû Nûçe

  2. Çapamenî

  3. Bi Hilweşîna Navxweyî ya Partiya Kurd a Rojhilata Başûrê Kurdistanê Bandora Îranê Pirtir Dibe
Bi Hilweşîna Navxweyî ya Partiya Kurd a Rojhilata Başûrê Kurdistanê Bandora Îranê Pirtir Dibe,bi,hilweşîna,navxweyî,ya,partiya,kurd,a,rojhilata,başûrê,kurdistanê,bandora,îranê,pirtir,dibe

Bi Hilweşîna Navxweyî ya Partiya Kurd a Rojhilata Başûrê Kurdistanê Bandora Îranê Pirtir Dibe

A+ A-

Bafel Talabanî ne yek ji wan serokan e ku wêneyên wî û der barê wî de agahî di bergên kovarên navnetewî de tên weşandin. Ew ne serokek e, ne serokwezîrek, heta ne şervanekî navdar e jî, lê yek ji wan çalakvanan e ku bandora perperîkê pêk tîne. Tevgerên wî neyên hîskirin jî dikare bibe sedema lerzên mirov hêvî nake. Heta serê vê mehê jî, bi pismamê xwe Lahûr Talabanî re hevserokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan bû, ku YNK ji aliyê bavê wî Celal Talabanî ve hatibû avakirin, wekî partiyeke siyasî ya malbatî. Bafel vê mehê tayê partiyê xist destê xwe û xwe jî wekî tekane serokê partiyê ferz kir.

Em li vir gotina “Partî” ji bo vê rêxistina ku rojhilata Başûrê Kurdistanê kontrol dike, wekî gotinek lihevanîn bi  kar tînin. Di bin fermana Bafelî de hêzeke leşkerî heye û ji 10’ê petrola Kurdistana Başûr di kontrola wî de ye. Her wisa tekane qada hilberîna gazê ya Başûr jî di destê wî de ye. Têkiliya YNK’ê bi Îranê re ne îdeolojîk e, ji cîrantî ye, têkiliyên wan ên aborî û dersînor hene. Li gor vê rewşê jî di parlamentoya Îraqê û di hikûmetê de hevkarên siyasî hildibijêre. Ji bo kesên ji der ve lêdinihêrin Kurdistan, bi Emerîkayê re desteyek têkiliyan dimeşîne, homojen e, alîgirê Cîhana Rojava ye, wisa xuya dike. Lê, ji bo mirov lihevnekirinên wan ên kûr, carinan jî hevrikiya wan a şid, di nav parçeyên herêmê de û valahiyên di her parçeyekî de bibîne, pêdivî bi mîkroskobê tune. Di salên 1990’î de di navbera alîgirên Talabanî û malbata Barzanî de şerê dirêj û xwînrij ê navxweyî çêbû û piştre ji bo her du herêmên Başûrê Kurdistanê bi rê ve bibin saziyên dewleteke hevgir li hev kirin, her wisa jî ji bo kar di nav xwe de par bikin jî biryar girtin. Berjewendiya her du aliyan jî di vê riyê de hebû. Lê digel van biryar û peymanan jî reqabeta navbera Talabaniyan û Barzaniyan ji holê ranebû. Ji ber ku ev de herêma malbatan e. Serokê Başûrê Kurdistana xweser, biraziyê Mesûd Berzaniyê ku heta sala 2017’an jî serokê herêmê bû û neviyê serokê efsûnî yê Kurdên Başûr Mele Mistefa Barzanî, Nêçîrvan Barzanî ye. Serokê herêmê jî kurê Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî ye. Xeteke paralel a malbatî rojhilata herêmê bi rê ve dibe. Ew jî wekî tê gotin serokê partiyê Bafel Talabanî ye. Birayê wî Qubad, cîgirê serokwezîrê herêmê ye. Pismamê Lahûr jî, li serê rêxistina îstixbaratê ya rojhilata Başûrê Kurdistanê bû. Ji xwe li rojavayê Başûrê Kurdistanê jî rêxistinek wiha ku vî karî paralel dike heye. Pirsgirêk ew e, ku Lahûr Talabanî yê ku ji aliyê Bafil Talabanî ve ji kar hatiye dûrxistin, mutefîqeykî durist ê hikûmeta DYE û îstixbarata wê bû. Yek ji wan kesan bû, ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de mifte bû. Dijberekî mezin ê li hember midaxaleya Îran û Turkî bû. Turkî dijminê wî ye. Ji ber ku wî bi xwe têkiliyên navbera DYE û Rojavayê Kurdistanê xurt kiriye, ku ew (Rojava, HSD, YPG) wekî hevkarê PKK’ê tê zanîn û PKK jî ji aliyê Turkî ve wekî rêxistinek terorîst tê dîtin. Têkiliyên navbera Lahûr û Îranê baş in, lê Îran Bafel Talabanî hildibijêre, ji ber ku Îran bawer dike ku ew baştir dikarin bi Bafil re derxin serî.

Li herêma Kurd jî wisa tê zanîn ku desteserkirina Bafel a partiyê, hewildana Îran û Turkî ye ku dixwazin li rojhilata Başûrê Kurdistanê bi giştî bandora xwe pirtir bikin û saxlem bikin. Ev tişta dibe jî mêweya alîkariya Îran û Turkî ye.

Di meha Kewçêrê (meha 10’an) de bernameya hilbijartinê.

Bi rastî jî piştî Bafel Talabanî pismamê xwe Lahûr Talebanî ji kar daxist û pê ve, pêşî Salman Amîn anî serê îstixbaratê û Wahad Helebçî jî anî serê têkoşîna li dijî terorê. Her du jî di nav tevgera Îslamî ya Kurd de çalak in. Bi Îranê re jî têkiliyên wan xurt in. Ev bicihkirin nîşan didin ku heta hilbijartina parlamentoya Îraqê dê hevkariya Bloka Îranê were xurtkirin û dê koordînasyonek bi Îranê re were pêşvebirin. Di meha borî de, komek di serokatiya Bafel Talabanî de, ji bo hevdîtinan bi serokên Şîe re pêk bînin blokek hevkar ava bikin çû Bexdayê. Serokê koma YNK’ê yê li Parlamentoya Îraqê Ala Talabanî, got “Bloka El Fetîh partiya herî nêzîkî YNK’ê ye”. Bloka Îraqê ya El Fetîh jî di rastiya xwe de ji partiyên alîgirên Îranê û Şîe pêk tê. Serokê wan Hadî el Emîrî ye, ku berî niha bi çend rojan êrîşî hêzên Emerîkî kiribûn û Emerîka jî wekî bersiv êrîşek li hemberî wan pêk anîbû. Li Îraqê li aliyekî Serokwezîrê Îraqê Mistefa el Kazimî û li aliyê din Barzaniyên li dijî midaxaleya Emerîkayê derdikevin û serokê cihêxwaz Muqteda es-Sedr hevkariya xwe xurt dikin. Ev hewildana Bafil a li gel Îranê jî wekî bertekekê xuya dike.

Li aliyê din li Îraqê Turkî û Îran.

Deh roj berê Sedr daxuyand ku ew, tevî ku di hilbijartinên borî de bi ser ketiye jî, dê di hilbijartinên meha Kewçêrê (10) de tênekoşe. Ne belî ye ku dê vê biryara xwe bidomîne an na, Tehran ji niha ve hesab dike ku valahiya şûna Sedr dê çawa were tijîkirin û mutefîkên wî yên Kurd ji bo tijîkirina vê valahiyê dikarin çi bikin, hesab dike.

Rêveberiya Emerîka li eniya Îraq û Sûrî ji bo polîtîkaya xwe formule bike nalezîne. Joe Biden dibe difikire ku navên Bafel, Lahûr û Qubad ê lehengên çîroka heramiyan e, heta kişif bike ew hatiye xapandin.

Çavkanî: Haaretz.com Werger: Harûn Colemêrgî