1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DI NAV XIRABE Û HEYBETIYA DÎROKA KEVNAR DE EM Ê HELBESTÊN XWE BIXWÎNIN
DI NAV XIRABE Û HEYBETIYA DÎROKA KEVNAR DE EM Ê HELBESTÊN XWE BIXWÎNIN,di,nav,xirabe,û,heybetiya,dîroka,kevnar,de,em,ê,helbestên,xwe,bixwînin

DI NAV XIRABE Û HEYBETIYA DÎROKA KEVNAR DE EM Ê HELBESTÊN XWE BIXWÎNIN

Koma Helbestê ya Amedê rêzebernameyên xwe yê çandî û wêjeyî didomîne

A+ A-

Vê hefteyê bi boneya nirxandin û danasîna berhema helbestkar Şahîn Vûral a bi navê "Niqirîsk" endamên komê berê xwe dan navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê.

 

Bername di seetên êvarê de bi tevlîbûna jin û kal û pîrên gund li bin tava heyvê li gundê Fitnê ya girêdayî ser navçeya Dêrikê hat çêkirin û berhema Şahîn Vûral a bi ser navê Niqirîsk hat nirxandin.

 

Di destpêka bernameyê de moderator Roza Metîna di derbarê dîroka Dêrikê û têkildarî navê wê de agahiyên zelal da û got; helbestkarê nemir Cegerxwîn li ser Dêrikê gotibû, ger min feyz û îlhama xwe ji dar û berên Dêrikê negirtiba ez ê nebûma helbestkar û min ê ev nasnameya Cegerxwîn negirtibana.

 

Her wiha Metîna got; di warê xwedîlêderketina zimên de Dêrik gelek dewlemend e û li zimanê xwe xwedî derdikeve.

 

Li ser pirsên Metîna, helbeskar Şahîn Vûral jî cara ewilî ji bo vexwendina wî ya Koma Helbestê ya Amedê spasiya xwe kir û piştre xwe da nasîn û behsa xebatên xwe û eleqrdariya wî ya bi wêjeyê re çawa destpê kiriye kir.

 

Vûral got; gotineke me Dêrikiyan heye dibêjin mala mirov dibistana mirov e. Ji bo bavê min eleqedariya wî bi xwendina pirtûkan re hebû û dinivîsandin, bi rastî jî min ji xwe fedî dikirin. Min digot, çawa bavê min weke karmendekî ewqas dixebite û pirtûk dixwîne û dinivîse, çima ez weke xwendevaneke zanîngehê nexwînim û nenivîsim. Bi vê boneyê dikarim bêjim min feyz ji bavê xwe girt û dest bi nivîsê kir.

 

Vûral axaftina xwe wisa domand; Ji bilî tesîra bavê min ya ku xeyalên min xemiland û fireh kir çîrokên dayîka min bûn, di dema zarokatiya min de dayîka min li ber serê min rûdiniştin û bi çîrokan min dikirin xewê. Ev jî di binhişê min de weke bingeheke saxlem bû.

 

Vûral herî dawî got; Dema bavê min û çend hevalên xwe dihatin gel hev, bi seetan behsa helbestvanê nemir Cegerxwîn dikirin û min di nav kûrahiya fikran de difetisandin. Dikarim bêjim ji xeynî feyzgirtina ji bavê xwe û çîrokên dêya xwe tesîra vê mijarê jî gelek li ser min çêbû û min di dema zanîngehê de dest bi nivîsandina helbestê kir.

 

Piştî axaftina Şahîn Vûral, endamên Koma Helbestê ya Amedê di derbarê helbestên Vûral de nirxandinan kirin û her yekî helbesteke ji berhema Niqirîsk xwendin. Bername bi destnîşankirina pirtûkan bi dawî bû.

 

Piştî nirxandina pirtûkê, roja piştre endamên Koma Helbestê ya Amedê, bi berbanga sibehê re çûn Keleha Rebatê ziyaret kirin û paşê derbasî keleha Zêrzewanê bûn.

 

Her yekî di nav xirabe û heybetiya dîroka kevnar de bi çavdêriyên xwe nîşe girtin û bi hêviya bernameyeke din ketin ser rêya Amedê..

 

Amîda Kurd / AMED