1. Hemû Nûçe

  2. 21 Pirs

  3. Dagirkerî, li Efrînê bi darê zorê tirkkirinê ferz dike
Dagirkerî, li Efrînê bi darê zorê tirkkirinê ferz dike,dagirkerî,li,efrînê,bi,darê,zorê,tirkkirinê,ferz,dike

Dagirkerî, li Efrînê bi darê zorê tirkkirinê ferz dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li kantona Efrîn û herêmên di bin dagirkeriya wan de, fêrkirina bi zimanê Tirkî di dibistanan de ferz dikin û li kêleka zimanê Erebî wê weke zimanê sereke dibînin

A+ A-

E Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li kantona Efrîn û herêmên di bin ên di bin dagirkeriya wan de, di dibistanan de zimanê Tirkî perwerdê dide. Vê jî di çarçoveya plana dagirkirinê ya tirkkirina herêmê de pêk tînin. Li rexê jî nêzî 2 hezar 300 malbatên Tirkmen li navçeya Bilbilê ya li ser sînor bi hewldana avakirina kembera Tirkmen, bi cih kirin.

Dagirkerî vê yekê ne tenê li Efrînê pêk tîne. Heman demê de li Ezaz, Cerablus, Bab û Mari jî heman siyaset dide meşandin. Lê li Efrînê di asteke bilind de ku Tirkiyê di 18’ê Adara 2018’an de dagir kiriye, pêk tê. Di dema êrîşên dagirkeriyê li ser Efrînê de, ji 318 dibistanên Efrînê, 68 wêran kirin.

Şêniyên Efrînê yên ku neçar mane ji warên xwe derkevin û berê xwe bidin kantona Şehbayê, azaran ji tevahî aliyên jiyanê, bi taybet ji alyên perwerdê, dabînkirina pêdiviyên rojane û yên dibistanê, dikişînin. Lê bi derfetên kêm Komîteya Perwerdê ya Civaka Demokratîk(KPC_D) pêdiviyên xwendinê ji xwendekaran re pêk tîne û dibistanan sererast dike.

Ji aliyekî dîtir ve jî artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê dibistanên li Efrînê vegerandine baregehên leşkerî û cihên îşkenceya şêniyên Efrînê yên resen. Ji wê zêdetir jî diruşmên îslamî mîna yên DAIŞ’ê li şûna srûdan beriya ku xwendekar derbasî refên xwendinê bibin, dixwînin.

Di vî warî de ajansa me nêrînên xwendekar û mamsoteyên ku li kantona Şehbayê, girtin. Endama KPC-D’ê ya Herêma Efrînê Sebah Cirnas tekez kir ku wan cihên îşkeceyê vegerandin cihên perwerdê û dibistanan.

Sebah Cirnsa wiha got: “Dema ku em neçar man koçî kantona Şehbayê bibin, me girtîgeh û cihên îşkenceyê yên ku çeteyên Tirk û rejîma Sûriyê bi kar dianîn, vegerandin dibistanên. Di kantona Şehbayê de em azarên dijwar dikişînin. Her wiha rejîma Sûriyê ji aliyekî ve çember li ser şêniyan ferz kiriye û ji aliyekî dîtir ve jî artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê rojane gund û navçeyên kantona Şehbayê topbaran dikin."

Sebah Cirnas gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em bicihkirina malbatên Tirkmen li gundên sînor ên bajarê Efrînê û guhartina demografiya herêmê şermezar dikin.”

Xwendekar Alan Şêxo yê ku refa 12 dixwîne, got: “Em li cihên wêrankirî de ku berê komên çete xistibûn cihên îşkenceya şêniyan, fêr dibin. Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê di dibistanên Efrînê de perwerdê bi zimanê Tirkî didin û weke zimanekî fermî di dibistanan de bi kar tînin. Em hatin vê dinyayê da ku bi zimanê xwe fêr bibin, ne ku bi zimanê dewletên dîtir fêr bibin."

Xwendekar Hêva Haşim jî wiha axivî: “Derketina me ya ji Efrînê bi zorî li pêş fêrbûna bi zimanê dayikê û berdewamkirina xwendinê, nebû asteng. Hedefa dagirkeriya Tirk çewisandina nasname û zimanê dayîkê ye.”

(fr/bm)

ANHA