1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. EM Ê TEŞIYA WÊJAYA KURD HETA HETAYÊ BIRÊSIN
EM Ê TEŞIYA WÊJAYA KURD HETA HETAYÊ BIRÊSIN,em,ê,teşiya,wêjaya,kurd,heta,hetayê,birêsin

EM Ê TEŞIYA WÊJAYA KURD HETA HETAYÊ BIRÊSIN

Koma Helbestê ya Amedê piştî mehekî şûnda dest bi rêzebernameyên xwe yên demsala payîzê û zivistanê kir

A+ A-

Mêvanê bernameya yekem a demsala payîzê yek ji sembolên welatparêziyê rêzdar Şêx Mîsbahê Silîvî bû. 

 

Bername bi beşdarbûna endamên Koma Helbestê ya Amedê û wêjehezên kurd li şaxa Med Derê ya li taxa Ofîsa ya Amedê hat lidarxistin.

 

Di bernameyê de, pirtûka helbestkar û nivîskar Mahabad Felat a bi ser navê "Pêtî" jî hat nirxandin û rêzdar Şêx Mîsbahê Silîvî ji beşdaran re behsa xebatên xwe û wêjeya kurd kir.

 

Di destpêka bernameyê de moderator Siltan Yaray ji beşdaran re behsa xebatên Koma Helbestê ya Amedê yên demên borî kir û got; Armanca me ew e ku em weke Koma Helbestê ya Amedê heta hetayî di xizmeta ziman û wêjeya kurd de bin û em ê teşiya wêjeyê tim birêsin û alaya Herîrî û Seydayê Cegerxwînan tim bilind bikin.

 

Rêzdar Şêx Mîsbahê Silîvî jî, di derbarê wêjeya kurd û cîhanê de hin mînakên berçav da û got; wêje ne karê herkesî ye, ji bo mirov hunera wêjeyî bike divê Seydayê Cegerxwîn baş bixwîne û baş fêm bike. Silîvî domand û got: Dema şairê tirk ê navdar Nazim Hîkmet mir, di radyoya Moskowê de weke şairê dinyayê yê herî mezin hat ragihandin lê piştre nûçe hat sererastkirin û got; helbestkarê cîhanê yê herî navdar Seydayê Cegerxwîn hê dijî. Şêx Mîsbahê Silîvî li ser vê mînakê balê kişand ser hunera Seydayê Cegerxwîn û di derbarê jiyana wî de kurteagahiyek da beşdaran. Di heman demê de ku di van rojan de salvegera wefata wî ye bi rêzdarî wî bibîranî û got; Seydayê Cegerxwîn welatê xwe kiriye bûkek ser xêlî û çav û birî, dev û lêvê wê kiriye welat û pesnê wê bi van hestan da ye; "Welatê min tu yî bûka cîhanî, hemî bax û bihuşt û mêrg û kanî, şepal û şox û şeng û naz û rindî, gelek şîrîn û gewrî pir ciwanî."

 

Her weha rêzdar Silîvî, çend helbestên xwe û yên Seydayê Cegerxwîn ji beşdaran re xwend.

 

 

Piştî hin pirsên ji rêzdar Şêx Mîsbahê Silîvî hatin kirin û bersivand, bername bi beşdarbûna Nivîskar û helbeskar Mahabad Felat re domiya..

 

Mahabad Felat, bi rêya watsappê ji Swedê tevlî bernameyê bû û kêfxweşiya xwe anî zimên.

 

Mahabad Felat, di serî de helbestvanê navdar ê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emer Osman ku wekî Generalê Payîzê tê naskirin bi bîr anî û xemgîniya xwe anî zimên. Piştre ji bo vexwendina bernameyê û eleqedariya ji bo bavê wî spasiya xwe ji Koma Helbestê ya Amedê re kir û di xebatên wan de serkeftinê xwest.

 

Mahabad Felat axaftina xwe kurt birî û got; cihê bavê min lê be ne hedê mine ez behsa hunerê û wêjeyê bikim. Her tiştê min li wir e! 

 

Herî dawî Mahabad Felat, helbestek xwe ya rêzehelbest a bi ser navê "Ez im ev, ev ez im" ji berşdaran re xwend.

 

Piştî axaftina Felat, bername bi nirxandina pirtûka wî ya bi ser navê "Pêtî" hat kirin.

 

Di nirxandinan de berdevka Koma Helbestê ya Amedê, Roza Metîna mafê axatinê girt û di derbarê helbestên Mahabad Felat de axaftineke kurt kir û got; mirov di helbestên Mahabad de Dersîmê, Agiriyê, Zîlanê, Helepçê û bi gelemperî Kurdistanê dibîne. Metîna li ser navê xwe pirtûkê serkeftî dît û helbesta wî ya bi navê "Ji çiyayê dilê min re" ku li ser kurê xwe Zagros Zorav nivîsandiye xwend. 

 

Bername bi destnîşankirina pirtûkan bi dawî bû.

 

Amîda Kurd

Mordem Zel