1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. FOLKLOR GENCÎNEYA GEL Û CIVAKÊ YE
FOLKLOR GENCÎNEYA GEL Û CIVAKÊ YE,folklor,gencîneya,gel,û,civakê,ye

FOLKLOR GENCÎNEYA GEL Û CIVAKÊ YE

A+ A-

Li Amedê piştî girtina sazîyên çand û hunerî, çapemenî û navgînên ragihandinê hunerhezên ciwan ên Kurd vê valahîyê li gorî xwe bi hinek hewldanên hunerî hindik û lewaz be jî dixwazin dagirin. 

Yek ji van kesên hewldêr, ji navçeya Licê ya Amedê Mordem Zel e.

Ev zêdetirî salekê ye di nav bêdengiyê de, bi derfetên xwe yê kêm û bi sînor hewl dide ku civak ji kevneşopiyên xwe dûr nekeve.

Di vê çarçoveyê de bi pêşkêşvanî û moderatoriya xwe, ji her 15 rojan carekî li ser tora civakî bi navê Bernameya Zel li ser mijarên çand û hunerê weşanên zindî dike.

 

Mêvanên Bernameya Zel yên vê heftê rêzdar, Hasbey Koksal, Hasan Harranî, Mesûd Fîs, Girav Rûbar û Feyziye Sumer bûn.

 

Di bernameyê de li ser pirsên Zel, di derbarê folklora kurdan de agahiyên berfireh hatin dayîn û nirxandin hatin kirin.

 

Helbestvan û nivîskar rêzdar Hasan Harranî, destnîşan kir ku di çanda folklorîk de pêwistî bi agahiyên zelaltirîn heye û divê ciwan di vî warî de zêdetir bêne agahdarkirin.

Harranî got; folklor xezîneya gel û civakê ye. Hemî reng û motîfên jîyanê di folklora vî gelî de hene. Gelê kurd, bi hezar salane li ser erdnîgariya Kurdistanê bi kevneşopiyên bav û kalan û urf û adetên kurdewar jîyan e, û divê ev adetên bav û kalan heta hetayê werin parastin.

 

Mamoste Hasbey Koksal, jî balê kişand ser têkiliya nav bawerî û folklorê û got;

Ji serdema neolîtîk heta roja îro ev adetên bav û kalan hatine jiyandin û divê tevî xwedîderketina li folklorê pêwistî bi xwenûkirinê jî heye.

Koksal got, ol û bawerî jî reng û prensîbên exlaqî tevî folklorê kirine. Pêwîstî bi lêkolînên zelal, akademîk û zanistî heye ku vê xezîneyê derxe holê û bike xizmeta çand û huner û civakê.

 

Ekolojîst Feyziye Sumer, jî balê kişand ser girîngiya rola jinê ya folklorê û got:

Rola jinê parçeya herî sereke ye di nav folklorê de û divê jin her dem bi vê berpirsiyariya pêşengiyê tevbigerin.

 

Mamosteyê zimanê kurdî rêzdar Mesûd Fîs jî, destnîşan kir ku zarok parçeya herî watedarin di nav folklorê de û balê kişand ser girîngiya ziman û zarok an.

 

Bername, bi xwendina helbest û stranên folklorîk bi dawî bû.

 

Amîda Kurd