1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Fîlmmor a Seyar a Navnetewî ji ber qeyûman nikare biçe bajarên kurdan!
Fîlmmor a Seyar a Navnetewî ji ber qeyûman nikare biçe bajarên kurdan!,fîlmmor,a,seyar,a,navnetewî,ji,ber,qeyûman,nikare,biçe,bajarên,kurdan

Fîlmmor a Seyar a Navnetewî ji ber qeyûman nikare biçe bajarên kurdan!

Ji ber qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin, îsal nikaribûn li bajarên kurdan mîhrîcanê pêk bînin

A+ A-

MÊRSÎN - Yek ji avakarên Mîhrîcana Fîlmên Fîlmmor a Seyar a Navnetewî Melek Ozman, destnîşan kir ku ji ber qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin, îsal nikaribûn li bajarên kurdan mîhrîcanê pêk bînin.

Fîlmmor di sala 2001'ê de hat avakirin. Tenê fîlmên ku li ser jiyana jinan, zor û zehmetiyên ku jin di jiyana civakiyî de bi wan re rû bi rû dimînin çêdike. Her wiha bi fîlmên xwe balê dikişîne ser têkoşîna jinan.

Ekîba Fîlmmorê, her sal Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmor a Seyar a Navnetewî li dar dixe û di çarçoveya vê mîhrîcanê de li gelek deverên Tirkiyeyê xwe digihînin jinan. Heta niha gelek fîlmên ku bi têma ya xwe li ser "Nêrîna jinan a ji bo şidetê", "Piştevaniya jinan" û "Namûs"ê dane nîşandan.

Ekîba ku di çarçoveya mîhrîcanê de diçe bajarên Tirkiye û kurdan, îsal ji ber şert û mercên Rewşa Awarte (OHAL) û Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK), nikaribû li bajarên kurdan pira piştevaniyê ava bike.

'DESTKEFTIYÊN 40 SALAN HATIN DESTESERKIRIN'

Yek ji avakarên Mîhrîcana Fîlmên Fîlmmorê û her wiha avakara Weqfa Piştevaniya Jinan Melek Ozman, diyar kir ku di çend salên dawî de ji ber polîtîkayên dewletê, bi awayekî cidî jin bi çewisandinan re rû bir û mane û wiha got: "Di demên dawî de qada têkoşînê ya jinan zaf hat astengkirin. Ji ber vê em jî di warê dîtbariyî yanî bi sînemayê têkoşîna jinan radigihînin jinan." Ozman, anî ziman ku ji sala 2013'an vir ve wan Fîlmmorê veguhastiye Amed, Êlih, Mêrdîn û gelek bajaran û got ku, îsal bi xespkirina vîna gel û KHK'yan saziyên jinan hatine girtin. Ozman wiha domand: "Bi qedexeyan destkeftiyên 40 salan ên jinan û destkeftiyên rêveberiyên herêmî yên gel hatin xespkirin û desteserkirin."

‘BI QEYÛMAN RE ŞERT Û MERC JI HOLÊ HATIN RAKIRIN'

Ozman, sedema ku îsal mîhrîcan li bajarên kurdan nayên lidarxistin ragihand û got ku, qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin hemû eywan girtine. Ozman, anî ziman ku her wiha li van bajaran hevalên wan ên jin ên ku piştevaniya wan dikin gelek jê hatine girtin an jî der barê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin û wiha axivî: "Îsal ji bajarên kurdan daxwaza tiştekî wisa nehat. Jinên li wir gotin 'Niha rewşeke me ya ku em bikaribin mîhrîcanê li dar bixin tune ye. Hevalên me girtî ne, em xespkirina vîna gel û qeyûman nas nakin.'" Ozman, dest nîşan kir ku Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a girtî, zaf girîngî dida Fîlmmorê û wiha got: "Berê me gelek mîhrîcan dan Gultan xanimê. Lê bi qeyûman re ev şert û merc ji holê hatin rakirin."

‘TÊKOŞÎNA JINÊN KURD HÊZÊ DIDE'

Ozman, ragihand ku ew bêyî rêveberiyên herêmî, komele û saziyan nikarin mîhrîcanê bidin û got ku, TV 10, ÎMC TV, Ozgur Radyo, saziyên jinan û gelek saziyên din ên ku piştevaniya wan dikirin bi KHK'yan hatine girtin. Ozman wiha axivî: "Wek hûn dizanin, her kesî bêdeng dikin. Piştî akademîsyenan dê berê xwe bidin me, sînemageran. Ez keseke ku hêzê ji jinên kurd werdigirim. Ji bo wan şert û merc çi dibin bila bibin, li ser piya disekinin. Têkoşîna wan hêzê dide min. Em ê jî hewl bidin ku di vê pêvajoyê de li ser linga bisekinin, da ku di pêvajoya pêş de bi awayekî hêzdar em biçin herêmê."