1. Hemû Nûçe

  2. Wêje

  3. Gurzo û hin awirên tûj
Gurzo û hin awirên tûj,gurzo,û,hin,awirên,tûj

Gurzo û hin awirên tûj

Çend nirxandinên li ser Romana Agît YAZAR "Gurzo"

A+ A-

Di dema qedexeya zozan, kavilkirina gundan de, ne tenê avahiyên gundan û xweşiya xwezayê, ajalan jî, êşa wê xwînxwariya dagirkeran di giyana xwe de hîskirin. 

Bi taybetî jî seyên şivan û gundan di nava kavîlan de bê xwedî man, bûn hedefên guleyên dagirkeran, 
Di gelek roman û çîrokan de êşa mirovan ji destê dagirkeriyê kişandî hatiye ziman. Lê tehrîbatên li ser xweza û ajalan, ajalên ji ber şewatan direvîn, ajalên ji bo zewq û zevêngên wan wehşan dihatin parçe û îşkence kirin, hê bi kûrahî nehatiye nivisandin.
Romana Gurzo vê aliyê wehşeta dagirkerên hov ên bebav li ber çavan radixîne, divê her Kurd vê romanê bixwîne ku wê êşî hîs bike.
Fergin Melik Aykoç
______________


Min xwend jî...
Weke avê herikbar e. Bi Xaliq romaneke gelek cuda û xweş e. Zimanekî kupkurmancî, têrhuner; mijareke cuda; berhemeke serkeftî ye. Hûn jî xwe bê xwendina Gorzo nehêlin û xwe berdine nav cîhana ajalekî.
Kasim Xelîlî
______________


Dema ku min roman a Agît Yazar bi navê Gurzo stand û dest bi xwandine kir. Min got qey wekî her caran ezê "bixwînim û daynim nav yên hatinê xwandin." Lê camêr bi xwastin a "derheqên romanê de çend gotin" bare 
kî giran hilda ser milên min.
Hevokên rexne, pesindayîn û wekî nivîskarekî wêjeyê nirxandin... Ez xwe bi kêrî wî tişta nabin im. Dîsa jî min pêwistî ya pênûs û lenûs dît. 
Ewilî ez bêjim; "Kurdîaxaftin a min ewqasî herikbar nîne û tûrikê peyvan di hişê min de nemiştî ye." Ango barê min girantir bûbû. 
Xwendin; destê min de Gurzo, li ser masê pênûs û lenûs, li tenişta min bi ferhenga mobîlî herikî. 
Ez li benda bêhna çîya û banîyan; tehma kereng, tuzik, xerdelê bûm. Li rex wana şeqşeqa şûr û mertalan ; dengê tivingan min hêvî dikir. Li gel vana lîrîn a çiyayîyan hêvî ya sereke bû. 
Belkî ji van hêvîyan kêm - zêde min piçekî tehmand ya aqilê min serobinî kir HELWEST û WÎN a GURZO bû. 
Gelek "peyvên dê û dapîran" yên hatîye ji bîr kirin ji nûve li xweza ya dil û hiş şîn dibûn. Wekî e'dilandin, şuşbûn, soring, qîş, kudandin... hwd. 
Rûpel ên di navbera 80 û 90'i dilê min sot, agir berda kezeba min. Ji alîkî çavên min şilogermî bûn, alîyê din şanaz bûm. Tû bêje ji wan rûpelan û pê ve min ji dest xwe danexist. 
Çîrok hîna berdewam e û hetanî SERKEFTIN'ê her berdewam be. 
Dengê bilûra Şivanê Kal û reyandina Gurzo hîn di kerrika guhê min da ye. Xemgînî ya encamê, di ber rik a min ji Serbaz û Bavgur de helîya û tev çemê Tîgrîs ê bû û herikî ber bi çîya, gelî û deştan... 
Tû her şad û bextewar bî. Hest û ramanên te herikbar û geş be. 
Bi hêvîyen çîrok û romanên nû.
Ömer Öz 
Amed, 9 Avrêl 2019
_________________


Çend gotin li ser romana nivîskarê hêja Agit Yazar a bi navê Gurzo.
Di serî de ez Agît pîroz dikim. Ji bo ku wî ev berhema giranbiha li wêjeya Kurdî zêdekir û gihand ber destê xwendevanên Kurd.
Berya kû ez romana Gurzo bixwîn im, min digot belkî romaneke ji rêzê ye û tenê li ser kûçikekî hatiye nivisîn. Na. Roman, hema bigre tevahiya Kurdîstanê digre nava xwe.
Ji keştîya Uta-Na-pîştîm û hata bûyerên vê paşîyê qewumîne bi tevahî li ber çavên xwendevanan radixîne.
Roman, xwendevanên xwe dixîne nava miraqekê û bi hêsanî xwe dide xwendin. Roman ji 14 beşan pêktê û her beşeke wê, peyamên sernuxumandî dihundurîne. 
Nivîskar, bi hostahî serowena kûçikê bi navê Gurzo, li hev honandiye. 
Di romana Gurzo de, ji gundê kavilkirî bigre heta mûristana gêrikan, ji zilm û zora li ser gelê heremê bigre hata îşkenca li ajal û sewalan hatiye kirin, ji talan û wêrankirina li ser zevî, şewata daristanên heremê hatiye kirin radixe ber çavên xwendevanan. Ji ol û baweryên heremê bigre heta îbadeta bi alavên muzîke mîna Bilûrê.
Ji evserên dewletên serdest ku ji serxwe çûne û îşkence li ser mirov û sewal û ajalên heremê kirine. Bi xwendina romana Gurzo, ez li çiyayên Kurdîstanê diyar bi dîyar, newal bi newal ez gerîyam. Bi xêra romana Gurzo, ez hînî gelek navên ajalan û sewalan û herwiha navên gîhayê, navên gûl û rîhanan jî bûm.
Di romana Gurzo de, bi dehan hevokên ku di ferhenga de nayên dîtin û hevokên resen yên ji bingeha Kurdî hatina nivîsîn.
Wek ku tê zanîn, di dema îro de, her peyveke wendayî berberî malê Hindê û Yemenê ne. Di romana Gurzo de, bi dehan peyvên wundayî û heta ez karim bêjim bi sedan jî peyvên wundayî hene.
Ez di wê bîr û baweryê de me ku romana Gurzo hêjayî li gelek zimanên biyanî were wergerandin û li cîhanê were belavkirin. Lewra romana Gurzo, ji bo wêjeya Kurdî dikane bibe bingehek mezin û ez bi vî çavî li vê berhemê dinerim. 
Hêvî û daxwaziya min ew e ku ew ê Agît Yazar hîn gelek berhemin din yên hêja, diyarî wêjeya Kurda bike.
Hevalên hêja. Ez ji dil bang we dikim Romana GORZO bixwînin ku hûn tahmikê ji edebyata kurdî bikin. Temenê min di nava purtukên kurdî de derbas bû, min romanek wusa xweş û bi herkîn nedîye. Sehet xweş Mamosta Agit Yazar
Yusuf Bagi
____________________


Destana Gurzo, aniha li Rojhilatê jî li ser zaman digere. Gurzo, di biçûkatiya xwe de tifeng ji destên Cengoyê siwarê mehîna kabreş derxistine, îcar wey li minê ji halê Reqso ên zemanê.
Hêvîdarim hijmara Gurzoyên qilçixşînên welatê min herdem ber bi zêdebûnê bin û bi şîyana xwezayî, çiyayî û Kurdewarîya xwe wekî çeperekî poladîn di hember Reqso û dêlegurên nava Kurdan de, rawestin.
Ez wê berhemê jî hevalê Egit û hemî alîkarên wî bi can û dil pîroz dikim.
Artîn Aştî
___________________


Li ser GURZOya Agit ê bira çend nêrînên min.

1- Ev roman li gorî rê û rêbazên rêzimanî pir serkeftî û xwediyê xas mantelîteyeke kurdî ye
2- Tevn û çîroksazî û mijarên romanê ji emsalên xwe cuda bi rêk û pêk û têra xwe herikbar û balkêş e.
3- Ji serî heta dawîyê bi zimanekî zelal bi kurmancîyeke şirîn û resen hatîye nivîsîn..
4- Peyam, fikr û ramanên romanê bi aweyeke húnerî û edebî hatîye ravekirin û ragihandin..
5- Herî dawî pêşî Egîdê bira bo vê berhema li wêjeya kurdî zêde kiriye ji dil û can pîroz dikim. Ji wan kesên keda wan di vê berhemê de heye re slav û rêzên xwe dişînim û yek bi yek ji wan re spas dikim..
Emîn Aksu
____________________


Ev e sê meh e, min pirtûk nexwendine. Her çi sedem dibe bila bibe, ev yek kêmasîyeke pir mezin e. Min xwe bi dijwarî rexne kir û îşev çend pirtûk xwestin. Pirtúka ewil a min xwest, romana dostê dilsoz Agit Yazar e. Ez ê "Gurzo" derbekê de biqurtînim û ez bawer im di nav deryaya kurmancîyê de têra xwe sobarî bikim... Ji vêga ve sipasîyên xwe jê re pêşkêş dikim. Dest û dil û qelema wî bila her hebe;
MURAT BORAN
____________________
Di vê romanê da aktor ê sereke Gurzoye. Di salên 1990 de valakirin,kavil kirin û koçber kirina gund û gundiyên Kurd, gelek zelal raxistîye ber çavên xwendevanan. 
Kedek pîroz. Mamoste Agît Agit Yazar pîroz dikim..
Kaniya Dapîrê
___________________
Mi goo ka binêrin di vê pirtûkê de ci heye ka ez hinek ji we re bêjim. bi xwedê pir watedar balkêş û bi bandor e..
Agit Yazar wey hest dil û destê te sax be 
xalê Egît..
Serap Unsal
___________________


Nivîskarê hêja Egîd Yazar, berhema xwe ya yekem a bi navê Gurzo ji bo min destnîşan kir.. Hêvîdarim berhem serkeftî be!
Agit Yazar
Mordem Zel
__________________


Ne tenê pirtûka wî beriya herkesî min bi dest xist. Di heman demê de îmzeya xwe ya ewil jî bo min lêkir. Tu her bijî û her binivîsî ji me re. Bi hêviya gelek berhemên mifadar. Agit Yazar
Mihemed Ronahî
__________________


Di serî de ji bo keda nîviskar û ji bo ku vê berhama hêja vê romana ,têr û tije dîyarî wêjeya kurdî kir spasiyê xwe dikim.( Roman nivîs ne tiştekî hêsan e hûn jî dizanin).
Xwezî hemû xwendevan bi hêsanî Gurzo ya Agit yazar di pîrtûkxaneyan de û di sîteyên internêtan de bidîtana, mixabin ez bixwe li Stenbolê min pirtûkê pêyde nekir û gelek hevalên min jî wek min Gurzo bidest xwe nexist in, Weşanxanên me di vî varî de gelek qels dimînin, heger pirtûkek ji weşanxaneyekê derketibe ú negihaştibe xwendevanan ew weşanxane karê xwe bi cîh neanîye, her wiha weşenxaneya J&J yê nizanim çjma kêmasiyek bi vî rengî kiriye,sedemên wê çi ne, ez nizanim,lê divê pirtûk di weşanxaneyan de neyin fetisandin...
Silav û rêz.
SELMAN OMERYANÎ
_____________________


Va îro pirtûka nivîskarê hêja Agit Yazar a bi navê Gurzo bidestnîşankirî wek diyarî gihişt ber destê min û ket nav rêza pirtûkxaneyamin de. Kolanên Batmanê jî bê Gorzû neman. Spas mamosteyê hêjê, ji bo vê diyariyê ku li ber dilê min xweştirîn diyariye...
Muhsîn Ozdemîr


Bêjeyên Miftehî