1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Hem festîval û hem bibîranîn
Hem festîval û hem bibîranîn,hem,festîval,û,hem,bibîranîn

Hem festîval û hem bibîranîn

A+ A-

Mihrîcana Film a ROJAVA ya navnetewî îsal wê ji bo cara çaran ji 13 ta 19´ê Cotmehê dewam bike. Organîzator îsal wê perdeyên spî li wan deveran daynin ku di bin zilma DAIŞ´ê de çalakiyên çandî û xasma sînemayî li wan hatibûn qedexekirin.

Ji bo Festîvala Filman a Rojava a Navneteweyî ya 4´an, miracaetan dest pê kir. Festîval bi navê fermî Mihrîcana Film a ROJAVA ya navnetewî bi destê Komîna Film a Rojava tê organîzekirin. Nîşandana filman di çarçoveya festîvalê de wê di navbera 13 û 19´ê Cotmehê de be. Herçî miracaet in, ew heta 8´ê Cotmehê bên qebûl kirin.

Wisa hatiye plankirin ku cara pêşî organîzator filmên hilbijartî 3´yê Cotmehê bidin zanîn. Heta 8´ê Cotmehê jî ev lîste wê bê aktualîzekirin. Derhêner û filmçêker dikarin di ser lînka li jêr re miracaetî festîvalê bikin:

https://filmfreeway.com/RojavaInternationalFilmFestival

Sînema û Şoreşa Rojava

Piştî destpêka Şoreşa Rojava a 19´ê Tîrmeha 2012´an ne bi gelekî sîstema Xweseriya Demokratîk li Rojava sala 2013´an hat bicihkirin. Piştre jî ev sîstem li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat rûnandin ku xwe disipêre Komun û Meclîsan.

Vê sîstema ku şaxên xwe berdana nav serweriya çandî, nirxên femînîst û komunal, qebqebû kirin li sîstema baviksalar, hindikahiyên etnîk û dînî hêzdar kirin, tevgerên ji jêrê ve jî di warê siyasî de xurt kirin; kurt û Kurmancî ji bo vekirina mekanên demokratîk ên cihî bû îlham. Hem Komuna Film a Rojava û hem jî Mihrîcana Film a Navneteweyî ya Rojava, ha ji vê peywendê peyde bûn.

Di festîvalê de wê di beşên anîmasyona herî baş, fîksiyona herî baş, belgefilma herî baş, belgefilma herî baş a metraj dirêj û filma herî baş a metraj dirêj de xelat bên dayîn.

Îsal organîzator wê nexasim jî li wan deverên ku DAIŞ´ê jiyana çandî lê kuştibû, vegerin. Film wê bên wergerandinî Kurmancî û Erebî. Pirraniya zarokan wê cara yekê filmekî li ser perdeyeke spî ya mezin bibînin; nexasim jî li wargehên penaberan.

Organîzator didin zanîn ku ambargoya li ser Rojava ji bo wan zehmet dike ku xwe bigihînin dinyayê û weke çareserî jî wan, weke mêvan komên navneteweyî vexwendine ku nûneriya saziyên sereke yên saziya sînemayê li dinyayê dikin. Armanca wan jî ew e ku têkilî bên danîn û fikr hem ji Rojava ber bi wan ve û hem ji wan ber bi Rojava ve biherin.

Organîzator dibêjin, li Rojava ew ji xweliya xwe xwe ava dikin û ji bo sînemayê jî wiha dewam dikin: “Em bawer dikin, sînema divê bibe neynikeke ku rastiya me nîşan dide. Îsal li festîvalê em dest bi minaqeşeyê bikin ka em ê çawa hîmê sektora xwe ya sînemayê ya nû çêbûyî, daynin. Em ê minaqeşeyên xisûsî ji bo pisporên sînemayê û çêkirina temaşevanan, hilberîn, bihevre hilberîn, belavkirin û sîstemên fînansekirinê  organîze bikin; vê jî em ê tevî pisporên cihî û navneteweyî bikin.

Şewata Sînema Amûdê her li bîr e

Fetsîval her sal 13´ê Cotmehê dest pê dike. Sedema vê jî bibîranîna Şewata Sînema Amûdê ye, ku ji şewatê wêdetir weke komkujiyê di bîra kolektîf a xelkê Rojava de maye. Ev bûyer sala 1960´î qewimî û bêhtirî 280 zarok di vê komkujiyê de şehîd bûn. Ji bo veşartina komkujiyê, rejîmê ti carî lêpirsîn ji ber şewatê neda destpêkirin. Heta bi Şoreşa Rojava jî 50 salan her çalakiya bibîranînê jî hat qedexekirin. Organîzator dibêjin, “Em her sal vê rojê (13´ê Cotmehê) festîvalê didin destpêkirin ji bo bibîranîna vê bûyera trajîk.”

QAMIŞLO


´Çawa Dijî´ temam bû

Nakokiya di navbera fikrên radîkal û baweriyên di nava civakê de mijara filmeke nû ya Komuna Film a Rojava ye. Navê filmê jî “Çawa dijî” ye.

Nivîskarê senaryoyê Ehmed Ibrahîm e û Dîlara Elemdar jî derhênera filmê ye. Herçî mekanê filmê ye jî otobusek e.

Di filmê de şifêrê otobusê guh dide rêwiyên bi fikrên cihê heta ku ji rê derdikeve û winda dibe. Lihevnekirina rêwiyan bi wê dest pê dike ku yek jê pesnê berhevkirina sermayeyê dike û yê din jî dibêje dîndarî felata dinyayê ye. Rêwiyekî sêyem jî her hişk dibêje, şoreş wê pirsgirêkan çareser bike.

Şifêr di dema minaqeşeyan de bi rêwiyan hemûyan re li hev dike, lê di rastiyê de fikreke wî ya cihê heye. Film li ser rêyên gundên Kobanê hatiye girtin. Film wê di nava du mehan de bê nîşandan.

11 Aktorên ji Kobanê baş ji heqî rolên dîktator, şêx, komunîst, jina şêx, lîberal, nûnerê dewletê, sermayedar, du evîndar, jin û şifêrê otobusê derdikevin.

 

Yeni Özgûr Politika