1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. Ji Mûsa@dojender: Apoyî kî ye? Xwedî çi karakterî ye? Çewa dijî? Ji kî re Apoyî tê gotin?
Ji Mûsa@dojender: Apoyî kî ye? Xwedî çi karakterî ye? Çewa dijî? Ji kî re Apoyî tê gotin?,ji,mûsa,dojender,apoyî,kî,ye,xwedî,çi,karakterî,ye,çewa,dijî,ji,kî,re,apoyî,tê,gotin

Ji Mûsa@dojender: Apoyî kî ye? Xwedî çi karakterî ye? Çewa dijî? Ji kî re Apoyî tê gotin?

A+ A-

Apoyî, ji xwezayê re bi rêz in û pêre di nav aştiyê de ne. Daxwaza wan a serdestiya li ser xwezayê tune û xwezayê li xwe naynin, lê ew xwe li xwezayê tînin. Bi qasî pêdiviya xwe ji xwezayê digirin. Zêdetir naxwazin û li dijî kesên zêde dixwazin in. Dizanin ku divê her tişt di nav mêzîna xwezayî de bijî. Mafê para her canewerî ya ji xwezayê diparêzin.

Ji kuliyeka berfê ya ji asîman daketî, heya dilopeka baranê ya li ser hinarokan veniştî, di her çerxeka rûtîn a xwezayî de li wateyekê digere û teqez xwedigihîne encamên erênî. Diçe alîkariya karxezaleka çiyayî jî, ya di tofanekê de kara xwe wenda kiriye û baskên şikestî yên çûkekê jî dicebirîne û wê digihêjîne war û azadiya wê. Lew dizane ev ne erkeka li hemberî xwezayê, lê ayîneka giyanî ye. Ji xwezayê digire û dide xwezayê. Ev ji bo wî çerxeka manewî û mîstîk e. Dizane xerabkirina vê çerxê karekî lanetî ye.

Hewl dide xwe di zanistên pozîtîf de bi pêş bixe. Matematîk, fîzîk, kîmya, biyolojî, astronomî, erdnîgarî fêr dibe. Lê vê ne ji bo li ser xwezayê serdestiyê bike, lê ji bo fêrî razên xwezayê bibe û pêre di nav ahengekê keve dike. Ev ji ber pêdiviya rêhevaliya bi xwezayê re ye.

Dizane çendî rêhevalên xwe binase, derbarê rêhevalên xwe de çendî xwedî zanîn be, ewçendî dikare ji rêhevalên xwe re rêz bigire. Dizane rêya xebata bi aheng, di hevûdunasînê re derbas dibe.

Dizane, zanyariyên pozîtîf jî têre nakin. Loma jî, li mîtolojî, ol û felsefeyan dikole.

Zagonên hişk ên zanyariyên pozîtîf, bi kûrkirina cîhana xwe ya manewî û giyanî, nerm dike. Li ser dîroka mirovahiyê bi hûrbînî kûr dibe. Dema hewl dide dengê yekem ê mirovahiyê binase, têbigihêje, diçe bi milyonan salên berê. Lew dizane razên îroyîn, di wê destpêka herî kevin de veşarî ne. 

Lêgerîna li tiştên veşarî, bi rêzdariya li rabirdûyê, ji bo cîhaneka baştir e. Ne xerîbê tu tiştekî derbarê mirovan de ye. Mîtolojiyan weke ”çîrok û çîrvanok” bi nav nake û wisa jî wan piçûk naxîne. Olan wekî ”afyon”ê nabîne. Dizane ku nêrînên anîmîst nêrînên mirovan in. Loma jî, ji mîtolojî û olan re pir rêzdar e. Bi zanebûna ku ev hemî jî ji ber lêgerînên ji bo jiyaneka baştir û wekhevtir hebûne, nêzîk dibe.

Dema li ser fîlozof, peyamber, zanyar, ramanwer û sazûmankarên ekolên olî, sazûmankarên mezheban, arif û derwêşan, rahîb û rahîbeyan lêkolînan dike, dikeve nav rewşa wan, giyana xwe dibe wir, hewl dide bi çavên dil û hişmendiya manewî têbigihêje.
Rêwîtiya ber bi rastiyan ve ji bo wî rêwîtiya herî bi rûmet e û dizane fezîletên herî bi rûmet li wir in. Ji ber wê bi hemiyan dizane, nas dike, rêz digire. Ji ber mamostetiya wan a ji bo îroyîn, timî spasdarê wan e. Li nêrînên wan dikole, rexne dike, dixwîne û dide ber hev, xwe digihêjîne encaman. Encaman bi hezarê caran diceribîne. Dizane kesên xwe şaş nakin, ne dilxirab in, rêyên ku mirovan ber bi kendalan ve dibin nîşanî mirovan nadin, ew rêhevalên rêwiyên wê rastiyê ne. Loma jî, rêhevalên wî yên herî baş jî, gerokên rastiyên dîrokî ne.

Xwe ne bi îroj, bi wê kevneşopiyên hezarên salan tîne ziman. Ne serfkar e. Hilberîn, felsefeya wî ya jiyanî ye. Bersiva di mercên heyî de hilberîn çewa dibe, li ba wan e. Hilberîna wî ne bê ser û ber e. Pir sade ye, lê pir jî afirîner e.

Di hilberînê de armanc berhevkirin nîne, parvekirin e. Dizane mirov çendî parve bike, ew çendî hilberîn rûmet digire. Ji ber dizane hilberîna ne li ser bingeha parvekirinê hiş digemirîne, wê rêyê hêjayî xwe nabîne. Encamên hilberînê civakî ne û rê li ber manewiyata kollektîf vedikin. Her çi jî hilberîne û li bin jî şanenavê wî yê ferdî jî heye, lê piştî ji bin kontrola wî derket, ya giştî ye. Herkes ji bo wê hilberînê spasiya wî dike, ew jî ji bo wê hilberînê, ked û rêza ku dane wî, minêkar e.

Bi polîtîkayê, îdeolojiyan, olan û bi felsefeyê dizane. Dizane dewlet çewa hatine damezirandin. Bi pergala hegemonya û kedxwariyê dizane. Bi koledariyê, şerên erjeng ên tunekirinê dizane. Dizane ka kesek çewa dikare belayên mezin bîne/tîne serê gelekî û civakekê û bi gelek tiştên din dizane.

Di heman demê de dizane ka kesek çewa rê li ber şahiya gel û civakan vedike. Weke berpirsyariyeke bingehîn a dîrokî, di rêya şakirin û aramkirina kes û civakan de bêyî guman û bêyî fikar dimeşe. Ji ber wê jî fîdakar û fedayî ye. Fedayîtiya wî beriya her tiştî ji bo wî bi xwe ye, lew dizane dema fedayîtî dike, xwe ji nû ve diafirîne. Dibîne ku çendî xwe ji nû ve biafirîne, civak jî di kesayetiya wî de ji nû ve diafire.

Li ser hemû kitekitên rûdanan hûr dibe. Yek bi yek, pêpilûk bi pêpilûk diçe. Metodên wî yên lêhûrbûnê pir serkeftî ne. Ji ber xwedî metod e, serê wî jî ne tevlîhev e. Loma jî, dema li ser her kitekitê hûr dibe, ji xeta bingehîn dûr nakeve.

Ji ber, her bûyer parçeyên rastiyekê ne, bûyer ji bo wî grîng in. Ji her bûyerekê, teqez xwe digihêjîne rastiyekê. Loma jî her serkeftî ye. Di rêbazên wî de cî ji têkçûnê re tune. Li ciyê neserkeftinî bibe, di cî de dizane şaşiyeke rêbazî heye û ji bo zelalkirina rewşê, li ser bûyeran yek bi yek ji nû ve kûr dibe û serkeftinê misoger dike. Di her karekî neserkeftî de pêşî li şaşiyên rêbaziyê digere û dema sedemên wan şaşiyan dibîne êdî her tişt ji bo wî hêsantir dibe.

Li şûna li rêbazên dijmin bigere, beriya her tiştî li rêbazên xwe dinihêre ka gelo kar bi wan rêbazan bi pêş dikevin an na. Lewre dizane çendî xwe zelal bike, ew çendî rê li ber serkeftina rêbazên dijminan jî digire. Vê rastiyê bi awayê herî baş hîn bûye. Dema li ciyekî şaşiyek bi pêş ketibe, di cî de û teqez dizane li wê derê kar ne li gor rêbazên apoyî lê li gor rêbazên dijminan têne kirin. Loma divê em careka din bêjin ku rêbaz ango metod ji bo Apoyiyekî, zagona herî bi rûmet e. Dizane, tişta wan û dijminan ji hev vediqetîne cudahiyên rêbazî ne.

Wekî zayend, jinan jî, mêran jî dizane û nas dike. Xebatên bi rûmet ên teorîk û bîrewerî kiriye. Kesayetiya xwe di vê mijarê de perwerde kiriye, bi pêş xistiye û guherandiye. Jinan wekî bingeha jiyanê dibîne. Bi hişmendiyeke kûr dizane nîvê mirovahiyê ji jinan pêk tê û nîvê din jî ji aliyê jinan ve hatiye afirandin. Wekheviya jin û mêr li her warên jiyanê bi wekhevî û azadî, yek ji armanca kesayetiya wî ye û armanc û pêdiviya sererastkirina vê mêzîna ku heya îroj ji aliyê mirovan ve hatiye xerabkirin di hemû şanikên xwe de hest dike û li gor pêdiviyên vê armancê dijî.

Armanca jiyanê perwerde ye. Perwerdeya wî, ne ji bo zimandirêjiya teorîk e. Gotina ”di her fersendî de xwe perwerde dike” jî, rastiya wî bi temamî nayîne ziman. Lewre armanca jiyana wî perwerde ye. Dema dimeşe, radizê, dixwe, vedixwe, di civînan de, di têkiliyên civakî de, her tiştî wekî perwerde dinirxîne û wisa dijî. Vê li derdora xwe û li civakê belav dike. Tevgerên wî, şêwaza axaftina wî, rawestana wî ya li ser mijarekê, xwarinçêkirina wî, têkiliyên wî, ahenga wî ya bi xwezayê re û wd. Di van hemiyan de hûn dê rast li mirovekî perwerdekirî bên. Loma jî, ji bilî serkeftinê tu tiştekî din di tûrikê wî de tune. Xwe perwerde dike, tiştên hîn bûye bixwe pêk tîne û li nav civakê belav dike.

We tu carî dîtiye ku kesek ji hevokên wî, ji mîmîkên wî, ji tevgerên wî, ji meşa wî acis bûye? Lewre tişta ji bo wî grîng ew e ku kesayetiya ji nû ve di xwe de ava kiriye, pêşkêşî civakê bike. Beriya gotinên xwe, bi tevgerên xwe bandorê li ser mirovan û xwe di dilê wan de bi cî dike. Ew bi tevgerên xwe, kesayetiya ku pêş dibîne, pêşkêşî mirovan dike.

Wergera ji tirkî: Mahabad Felat