1. Hemû Nûçe

  2. Nivîs

  3. KEREMÊ SEYAD ( 1938 - 2021 )
KEREMÊ SEYAD ( 1938 - 2021 ),keremê,seyad,1938,2021

KEREMÊ SEYAD ( 1938 - 2021 )

A+ A-


Berhevkar: Adem Acar

Keremê Seyad (z. 1938, gundê Heko, qeza Talîn, Ermenistan – m. 28ê adara 2021’an Ermenistan), pêşkêşkar û xebatkarê Radyoya Êrîvanê bû. Malbata wî sala 1918a ji ber zilmê, ji Qersê koçberî Ermenistanê bûne. Xwendina xwe li dibistana gundê Hekoyê temam dike.

Di sala 1938’an de li gundê Heko, qeza Talîn a Ermenistanê ji dayik bûye. Di rojnameya bi navê "Bolşêvîkyan Droşov" de nivîsên xwe belav dike. Bi wan nivîsên xwe bi nav û deng dibe. Gotarên wî di rojnameyên Ermenistanên ên bi navê "Avangard", "Sovêtakan Hayastan", "Komûnîst" de tên weşandin.

Di sala 1960’an de Xelîl Mûradov wî dawetê Radyoya Êrîvanê dike. Ew di sala 1960an de di Radyoya Êrîvanê de wek spîker dest bi kar dike. Bi gotina xwe ya "Yêrîvan xeber dide" jî tê zanîn.

Piştî belavbûna Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst aboriya Ermenistanê kete haleke nebaş. Di vê demê de Keremê Seyad di radyoyê de tenê ma. Vladîk Zadayan wê çaxê ji ber tinebûna xebatkaran xwestiye ku beşa kurdî ya radyoyê bide girtin, lê Keremê Seyad wê demê kurê xwe Tîtal û keça xwe Leylê jî dixe nav kadroya xebatkaran. Herçiqas birayê wî, wî û malbata wî ji bo îmkanên baş dawetê Rûsyayê kiribe jî ew neçûye Rûsyayê û xebatên beşa kurdî ya radyoyê daye dewamkirin.

Keremê Seyad bi qasî 5 salan jî di rojnameya Riya Teze de korêktorî kiriye, xebitiye. Ji xeynî wê korêktoriya bi dehan kitêban kiriye. Herwisa tevî xebatên hazirkirina fîlma kurdî a bi navê "Zerê" jî bûye.

Ew heya 2014’an tevî kurê xwe Tîtalê Kerem di Radyoya Êrîvanê de xebitiye. Lê piştî sala 2014an ji ber sedemên tendiristiyê xwe ji karên radyoyê vedikişîne.

Di 28ê adara 2021’an de çû ber dilovaniya Xwedê. Kurê wî Tîtalê Kerem redaktoriya rojnameya Riya Teze kiriye.

50 SAL XEBAT DI RADYOYA YERÎVANÊ DE

Sala 1918’an pareke gelê Kurd, ku ola êzidî bûn, ji destê zulma Roma reş nava şevekê de ji cih û warên xwe ên kal û bavan qetiyan û ber bi Ermenîstana Rojhilatê koçber bûn. Nava wan de malbeta Xalidê Çolo, hebû, cerdevan û leşkerên Roma reş Xalidê Çolo tevî 50 zilamên Êzidiyan digrin û dibin û bi awayekî hovane dikujin. Lawê Xalitê Çolo, ku navê wî Seyad bû ku ji ber kuştinê xilas bibûn, di vî aliyê çemê Arpaçayê, gundê Heko de disêwirin, bi wê gumanê ku wê şer dê rawestin û ewê vegerin gundê xwe yê Êngukuyê li navça Qersê a girêdayî Dîgorê ve. Lê her tişt hate guhertin, sînor hatine dadanê. Gumana malbeta Xalidê Çolo jî bo dagêra li welêt hate birrînê. Kurê Xalidê Çolo- Seyad malêva diçe Gurcistanê û heyamekî kin bajarê Tibîlîsiyê de dimîne, piştre vedigere Ermenîstanê û li gundê Heko maleke nû datîne û dest bi jiyana nû dibe.

Keremê Seyad hema wê malê de sala 1938'an li gundê Hekoyê hatiye dinyayê. Xwendina xwe di dibistana gundê Hekoyê di dehsaleya navîn de temam dike. Hela hê salên hînbûnê de wî li pêşeya rojnamevaniyê hez kiriye.

Keremê Seyad bi nivîsên xwe bi rojnama “Bolşêvîkyan Droşov” ve tê girêdanê û gelek nivîsên balkêş dide weşandinê. Riya rojnamevaniyê rûmet pêşiya wî vedibe. Nivîsarên wî di rojnamên “Avangard”, “Sovêtakan Hayastan”, “Komûnîst” ên Komara Ermenîstanê û parên radyoya Yêrêvanê ên Ûrisî, Ermenî, Kurdî de tên weşandin. Ji sala 1955'an de gelek mijarên wî li rojnama Kurdî a “Riya Teze”de ronahî dibînin û di xeberdanên radiyoya Kurdî de tên belavkirin.

Sala 1960'an serokê radiyoya Ermenîstanê yê para Kurdî, rehmetiyê Xelîl Mûradov wî weke rojnamevanekî xwedî şîret, bo xebata radyoyê teklîfî para radyoxeberdanên Kurdî dike. Ewa ew dem bû, dema biryar hate qebûlkirinê ku rojê demjimêrek û nîv xeberdanên Kurdî bi radiyoyê bêne dayînê.

Bi biryara sala 1961'an, meha Nîsanê, di para radiyoyê a Kurdî de 12 karmend hatine qebûlkirinê. Di pêşbirkêyekê de 26 mirov hazir bûn, ku li komîsiya pêşekzanên Kurd û Ermenî dengên wan hazira dibihîzin.

Gerekê berê dengê wana xweş bûye, nava xwendina akila Kurmancî de cih û war bûye. Di wê pêşbirkê de dengê Keremê Seyad û Sîdarê Emînê Edal tên qebûlkirinê. Du beşa Kurdî a radiyoyê de du spîkêr jin bûne, du jî mêr. Spîkêrên jin jî yek Eznîva Reşîd bû, yek jî salekê şûnda Sêvaza Evdo bû.

Piştî mehekê akila Kurmancî ya Sîdarê Emîn nehate qebûlkirinê. Bi wî awayî Keremê Seyad dimîne tenê. Wî him ber mîkrofonê radyo xeberdan him tevî Sêvaza Evdo û him jî tevî Eznîva Reşîd raberî guhdara bikira. Wî xebata tercimekirinê û miqalenivîsarê jî dikir. Merîfeta wî ya aliyê hazirkirina radiyo kompozîsiya de jî gelek hebû.

Navbirî gelek caran rolên artîstiyê ên sereke diqedandin. Bi rêdaktoriya Xelîl Mûradovê rehmetî weke 40 radiyokompozîsiya hatine hazirkirin, nava kîjana de keda Keremê Seyad gelek heye. Tevbûna wî a tevî wan xebata ji aliyê rejîsiyorên bi eslê xwe ve Ermenî, nava demekî kin de ew ji spîkêrê dereca praktîkantiyê gihîşte navê spîkêrê dereca bilind.

Gerek bihê gotin ku dema spîkêrê radyoya Moskvayê yê cîhanê, Yûrî Lêvîtan li Yêrêvanê bû û tevî spîkêrên radiyoyê ên Kurd û Ermenî ders derbaz dikirin, dema ku têkstên Ûrisî hildida destê xwe, lê yên Kurdî û Ermenî didane destê spîkêra û dida xwendinê, ew ser xwendina Keremê Seyad mehtelmayî dima, Yûrî Lêvîtan xwendina bêqusûr a Keremê Seyad pîroz kir û karta xwe a teglîfkirinê pêşkêşî wî kir. Destpêka salên 60'an, Keremê Seyad di parê de karê rojnamevaniyê, rêdaktoriyê û tewayî spîkêriyê jî dikir.

Bo wê yekê jî piştî salên 80'an li seranserî Kurdistanê dengê Keremê Seyad dihat belav kirin. Bi hezara nivîs, înformasiya, rêportaj bi qelema wî hatibûn amedekirin û bi radiyoyê hatibûn dayînê.

Peyî jevberdana Yekîtiya Sovyeta berê re, halê aborî li Ermenîstanê xirab bû. Xelik bi massayî koçber dibû. Di wî qewilî de xelik kete nava halekî giran û riya penaberiyê dan pêşiya xwe. Nava wana de gelek rewşenbîrên Kurd ji Ermenîstanê û gelek xebatkarên radiyoyê ên beşa Kurdî ber xwe nedan û ji welat derketin çûne welatên derekî. Keremê Seyad di beşa radiyoyê de bêçare û tenê ma. Kesên tercme bikirana tune bûn. Serokê parên xeberdanên bona welatên derekeye wî çaxî Vladîk Zadayan xwest, ji bo tunebûna xebatkaran, para radiyoyê xeberdanên Kurdî bide dadanê. Keremê Seyad lawê xwe û keça xwe, Tîtal û Leylê, xebatkarên parê û kedkar Gulîzera Memê xebata radiyoyê dadane qebûlkirinê. Gerekê bê gotin, wekî Keremê Seyad bi wê yekê beşa Kurdî, ya radiyoya Ermenîstanê, xurt kir, lê warê abûrî de derbeke giran da malbata xwe.

Bo wê yekê birayê Kerem "Mirazê Seyad", derfetên baş li Rûsiyayê bona malbata Kerem amade kiribûn. Ewî ji wan re xebat, mal û jiyaneke baş amade kiribû, lê Keremê Seyad dest ji radiyoyê berneda. Rûyê wê yekê de ewî bextê Tîtal û Leylê jî xist xwendina bilind û li Rûsiyayê pêşerojeke baş hîviya wana bû. Lê beşa radyoya Kurdî bi wan kadroya ve êdî xurt bû. Bi serokatiya Keremê Seyad, wan kadroyan ji salên 90'an amedekariya bernamên xwe kirin. Ji wan bernaman bûn “Zimanê Teyî Dê”, “Xerîbê Xwe Digerin”, “Serhildanên Kurdan”, “Rasthatin û Bîranîn”, “Pêncşema Edebyetê” û bernamên mayîn.

Xeberdanên bi têlêfonê bi awayê zindî nava xeberdanan de cihê xwe girtin. Ew telefon çawa ji Ermenîstanê, Gurcistanê û welatên Ewropayê, wusan jî ji herçar parçeyên Kurdistanê dihatin. Ew hemû xeberdan bi radyoya Kurdî dihatin dayîn û di wî warî de, nava 12 parên radyoyê de, beşa Kurdî ya here pêşîn bû. Ew yeka ji aliyê serokê radyoyê, birêz Armên Amîryan ve gelek hat pesindayîn û kivşkirina 50 saliya Keremê Seyad li para Kurdî de gelekî bilind hat nirxandin.

Keremê Seyad xebata radyoyê re tevayî pênc salan rojnama “Riya teze” de kar kiriye. Ewî korêktoriya /

rastkirina şaşiyên/ rojnamê kiriye û xêncî wê, korêktoriya bi dehan pirtûkên Kurdî kirine. Ew wusa jî tevî amadekirina fîlma Kurdî a “Zerê” bûye.

Ji bo 50’ mîn salvegera radyoxeberdanên Kurdî li Ermenîstanê, keda Keremê Seyad ji aliyê Serokkomarê dewleta Ermenîstanê û serokatiya radyoyê de bilind hatiye qîmetkirin. Ji aliyê serokatiya radyoyê ve ew layiqî prêmîya “ Qelema zêrîn”, hurmetnima û rewa bûye. Sala 2006'an Keremê Seyad ji aliyê Serokkomarê Ermenîstanê Robêrt Koçaryan de bi midala zêrîn ve hatiye rewakirinê û layiqî navê rojnamevanê Ermenîstanî emekdar bûye.

Bona xebata bênavbir a salên dirêje radyoyê, Serokkomar Robêrt Koçaryan bi xwe Keremê Seyad pîroz kiriye. Lê sala îsal di 50 salîya xebata bênavbir a radyoyê de temam bû. Van rojên dawiyê serokatiya radyoya Ermenîstanê bona hurmeta Keremê Seyad civîn pêk anî. Di vê civînê de Kerem dîsan bi hurmt qedir giran hat rewakirin. Di derbarê şerê li dijî gelê Kurd li başûrê Kurdistanê de, radyoyên dinyayê agahî didan. Guhê Keremê Seyad tim li ser radyoyê bû. Ewî her dem bi hisreteke xerîbiyê aliyê Başûr dinihêrî û difikirî, ka wê rojek bê, Kurdistan azad be û ew here welatê xwe bibîne.

Dengê Keremê Seyad her roj li Kurdistanê belav dibû, lê wî bi xwe Kurdistan nedîtibû û timê bi hisret dima. Armanca Kerem bicih hat, sala 2001'an wî Kurdistan dît. Sala 2005'an jî Keremê Seyad ji aliyê serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat teklîfkirin.

Ewî Kurdistana azad dît û li her deran geriya. Ew weke hec diçe ser tirba Barzanîyê Nemir û Qazî Mihemed, li ber meqberên wana serê xwe ditevîne. Keremê Seyad niha tevî malbeta xwe li Yêrêvanê jîyan dike. Ew dîsa serokê beşa radîoya Yêrêvanê a Kurdî ye. Kerem çar zarok û neh nevî û du nevîçirk hene. Ewî zarokên xwe baş perwerde kirine. Tîtal bavê sê zarokan e, rêdaktorê sereke yê rojnama “Rya teze” ye.

Du zarokên wî li zanîngeha dewletî de nûjdarîyê dixwînin. Keça Kerem a mezin “Annê” li Rûsiyayê hiqûqzan e. “Leylê” xebatkara radyoya Yêrêvanê ye.” Laûra” kevaniya mala giran e, sê zarokên wê hene.

Tîtalê Kerem

Çavkanî:

Kerem, Tîtalê (2011-05-06). "50 Sal Xebat Di Radyoya Yerîvanê De" (PDF). Agirî. 160: 10.


Bêjeyên Miftehî