1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KJK: Kurdî û hevserokatî nabin mijara nîqaşê
KJK: Kurdî û hevserokatî nabin mijara nîqaşê,kjk,kurdî,û,hevserokatî,nabin,mijara,nîqaşê

KJK: Kurdî û hevserokatî nabin mijara nîqaşê

Koordînasyona KJK’ê rexne kir ku hin partiyên Kurd Kurdî û pergala hevserokatiyê ji nîqaşê re vedikin. KJK’ê diyar kir ku di van her du mijaran de tawîz nayê dayîn

A+ A-

Koordînasyona KJK’ê bang kir ku bila li her qada jiyanê Kurdî were geşkirin û pergala hevserokatiye were mezinkirin.

Koordînasyona KJK’ê duh daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku têkoşîna azadiyê ji qonaxeke dîrokî derbas dibe.

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li Bakurê Kurdistanê ji ber ku Kurdî û çanda Kurdî tê qedexekirin Dimilkî tê ber asta qedandinê û heman xetere li ser Kurmancî jî heye. Siyaseta li dijî azadiya jinan dijminatiyê dike jî, di tu demên desthilatdariyê de wisa bi plan û pergal nehate kirin. Li ser jinên Kurd kirinên şerê taybet tê meşandin, hewl tê dayîn ku ji Peymana Stenbolê tê derketin û ev tişt dibin planên herî şênber ên qirkirina li ser jinê. Hemû destkeftiyên jinan tên desteserkirin. Hevserokatî û wekhevî wekî sûc tê dîtin.

TÊKOŞÎNEKE MEZIN TÊ DAYIN

Jinên Tirkiyeyê li dijî êrîşên dewletê yên li ser jinan bi hev re li ber xwe didin. Jinên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê li dijî van êrîşên ku pergala hevserokatiyê wekî sûc tê dîtin, şîddet û tecawiza li ser jinan bi kampanya û pêngavan xwe li hemberî êrîşan diparêzin. Jinên Kurd li dijî girtin û êşkenceyan bi ruhekî fedaî têkoşîna berxwedan û azadiyê ya gelê me didomîne.

DESTHILATDARIYA AKP’Ê DI NAV KRÎZEKÊ DE YE

Ji ber berxwedana jinên Kurd, gelê me, hêzên azadî û demokrasiyê desthilatdariya faşîst ketiye nav krîzeke mezin. Desthilatdariya AKP’ê di warê ramanî, dîplomatîk, perwerdehî, tendirustî û qadên leşkerî de di nav krîzekê de ye. Polîtîkaya wê ya derve îflas kiriye û teşhîr bûye. Dema ku xwestiye jin û Kurdan tecrîd bike, ew bi xwe tecrîd bûye.

HELWESTA ENKS’Ê NAYÊ QEBÛLKIRIN

Li Rojava ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan nîqaş tê kirin û tê diyarkirin ku ENKS li dijî perwerdehiya bi Kurdî û pergala hevserokatiyê helwesteke neyînî nîşan dide. Hin partiyên Kurdan perwerdehiya bi Kurdî û pergala hevserokatiyê ji nîqaşê re veidke û dike amûra siyasetê. Ev tişt pirsa gelo ew çi qasî yekîtiya neteweyî dixwazin tîne bîra me. Di vî warî de em piştgiriyê didin daxuyaniyên Rêveberiya Xweser û Kongra Star. A niha li Başûrê Kurdistanê ji bo şertê yekîtiya neteweyî ma dikare bibêje ku ‘Bila perwerdehiya bi zimanê zikmakî tunebe, bila perwerdehî bi Erebî be’? Na, tu tevgera Kurdan nikare vî tiştî bibêje û diyar bike.

HEVSEROKATÎ DESTKEFTIYA JINÊN KURDAN E

Pergala hevserokatî û temsîliyeta wekhev ji bo avakirina pergala şaristaniya demokrtîk gaveke dîrokî ye. Pergala hevserokatiyê encama feraseta azadiyê ya Rêber Apo ye. Hevserokatî û temsîliyeta wekhev bi ked û berxwedana xurt a jinên Kurd ava bûye û li ser esasê artêş û partîbûna gerîlayan de bûye gaveke pratîk. Pergala jinan û xebatên şoreşa jinan bi hewldan û fedakariyeke mezin bi pêşengiya jinan ji aliyê gelê me ve tê geşkirin.

Şoreşa jinan îro bi awayê herî xurt li Rojava pêk tê. Jixwe ji Rojava berxwedana YPJ’ê tê zanîn û hemû dinyayê ew qebûl kiriye. Divê ENKS ji bo îradeya şervanên azadiyê yên jin, şehîdên me yên jin û hurmeta xeta azadiya jinan divê pêşniyazeke wisa nekira. Ev ne meseleyên wisa ne ku li ser maseyan werin axaftin û nîqaşkirin.

Pergala hevserokatiyê îro li Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojava û Ewropayê di hemû xebatên me de hene. Pergala hevserokatiyê ne bi tenê ji bo jinên Kurd, di rojava jinên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê de ye. Ev dibe xebateke ku bandorê li hemû mirovayetiyê dike û li ser esasê azadî û wekheviyê civakê vediguherîne.

TAWÎZA VAN TIŞTAN TUNE

Li her qadên ku gelê me û jinên Kurd lê dijîn wê ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî û pergala hevserokatiyê tawîz neyê dayîn. Têkoşîna azadî û demokrasiyê, bi nasnameya jinên azad, azad dibe û bi çand û zimanê xwe dijî. Yekîtiya neteweyî ya Kurdan wê li ser rêgezên jinên azad û civaka azad were avakirin.

Em bang li gelê xwe dikin li her qada civakê em ji bo geşkirina zimanê zikmakî û temsîliyeta hevserokatiyê têbikoşin.

LI HER QADÊ EM KURDÎ GEŞ BIKIN

Di çarçoveya ‘Li dijî qirkirina jinan, dema parastia jinên azad û civakê ye’ ya KJK’ê em bang li gel, jin, meclîsên jinan dikin, li dijî jiholêrakirina zimanê me zikmakî Kurdî, em ne bi tenê ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî, em bikin ku li her qada jiyanê em Kurdî bi kar bînin. Civakeke ku bi zimanê xwe yê zikmakî nejî, civakeke mirî ye.

EM HEVSEROKATÎ Û TEMSÎLIYETA WEKHEV GEŞ BIKIN

Azadiya jinan û azadiya gelê me, ji hev nayê qutkirin. Ji ber vê jî em modela hevserokatî û temsîliyeta wekhev biparêzin û geş bikin. Ji bo azadiya jinan û wekheviyê em xebatên xwe bi berxwedaneke mezin geş bikin. Rojeva sereke ya kampanya û pêngavên jinên Kurd divê perwerdehiya bi zimanê zikmakî û parastina pergala hevserokatiyê be.”

 

ANF