1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Kalkan: Dîktatoriya Erdogan-Bahçelî wê hilweşe
Kalkan: Dîktatoriya Erdogan-Bahçelî wê hilweşe,kalkan,dîktatoriya,erdogan,bahçelî,wê,hilweşe

Kalkan: Dîktatoriya Erdogan-Bahçelî wê hilweşe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, dîktatoriya Erdogan-Bahçelî wê di sala 2017'an de hilweşe

A+ A-

ANF/BEHDÎNAN

 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, berxwedan wê di dema pêş de mezin bibe, li Tirkiyeyê belav bibe û got, "Sala 2017'an wê bibe sala hilweşîna dîktatoriya Erdogan-Bahçelî." Kalkan got, kes wê nikaribe li pêşiya vê bibe asteng û destnîşan kir, Erdogan zilma faşîst bidomîne ya jî li ber Ewropa û Rûsyayê bigere jî, wê nikaribe xwe li ser piyan bigire.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman, li ser navê civaka Tirkiyeyê komkujiyên herî giran û sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin û got, "Divê kesek xwedî li vî sûcî dernekeve. Pêwîste Erdogan û Bahçelî bi tenê werin hiştin. Lazim e cihekî ku birevin, qulikeke ku xwe lê veşêrin, nebînin." Kalkan bû mêvanê bernameyeke News Channel TV û rojeva heyî nirxand.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ MEZIN DIBE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, ku têkoşîna li dijî faşîzmê mezin dibe û got, "Li hemû herêmên Kurdistanê; li deşt û çiya, li hemû bajarên Tirkiyeyê li dijî êrîşkarî û dîktatoriya faşîst a Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî, civaka Tirkiyeyê li ber xwe dide. Ev tevgera gel a demokratîk a antî faşîst, di referandûma 16'ê Nîsanê de hat destpêkirin. Ji ber ku bi dek û dolaban dengê 'erê' di referandûmê de bi ser hate xistin, civakê nerazîbûn nîşanî vê encamê da. Lewma civakê got, 'NA hê neqediya ye, têkoşîn dewam dike'. Di nava meh û nîva derbasbûyî de têkoşîn derbasî kolanan bû û bi rêbazên dewlemend û cuda hate meşandin. Ev têkoşîna li dijî faşîzmê her mezin dibe."

FAŞÎZM DIJMINÊ GELAN Û MIROVAN E, DIJMINÊ KURDEWARIYÊ YE

Kalkan li gel vê tevger û têkoşîna gel bal kişand ser çalakiyên gerîla û anî ziman, bi meha Gulanê re çalakiyên gerîla di asteke girîng de zêde bûne. Kalkan got, "Bêguman wê di dema pêş de mezintir bibe û bidome. Di rewşa heyî de, wê bi çalakiyên gerîla yên ji Botanê heta Amedê, ji Dersimê heta Serhedê li çar aliyên Bakurê Kurdistanê, wê dîktatoriya Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî hilweşe. Weke ku tê dîtin, têkoşîna li dijî faşîzmê bi rê û rêbazên gelekî dewlemend dewam dike."

Kalkan bal kişand ser berxwedana akademîsyenên Tirkiyeyî û got, "Akademîsyenên ji kar hatine derxistin, dest bi berxwedanê kirin. Di pêvajoya referandûmê de ku tenê belavok belav dikirin û bangên derbarê dengdanê de dikirin, niha ev hewldanên xwe veguherandine çalakiyên protestoyî û bi rêbazên dewlemend li her cihî belav kirine. Ciwan koman ava dikin û li dijî çeteyên faşîst li ber xwe didin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di dewama axaftina xwe de işaret bi terora dewleta Tirk a li Sûrê kir, ku xaniyên mayî yên welatiyan bi zorê xera dike û ev nirxandin kir: "Li Sûrê, jin, ciwan, extiyar, zarok her kes li ber xwe dide. Bi rengekî mafdar dixwazin malên xwe, cihên lê ji dayik bûne biparêzin. Eger mirov bala xwe bidinê, wê were dîtin ku faşîzm dijminê gelan e, dijminê mirovan e. Dijminê jiyana azad û demokratîk e. Bi taybetî dijminê her tiştên bi navê Kurdîtiyê ye. Dijminê navendên berxwedanê yên li Kurdistanê; dijminê Amed, Sûr, Cizîr, Botanê ye. Dijminê Colemêrg, Serhed, Dersim û Mêrdînê ye."

Kalkan diyar kir, êrîşkariyeke qirker a faşîst tê kirin û wiha dewam kir: "Hewl dide Kurdan bieciqîne, êrîşî hebûn, azadî û nirxên jiyanê yên Kurdan dike, dixwaze tine bike. Lê jin, ciwan, extiyar li gorî ruhê pêngava berxwedana 1'ê Hezîranê li ber xwe didin. Ev berxwedan wê di dema pêş de bi rengekî topyekûn mezin bibe, wê li gelemperiya Tirkiyeyê belav bibe û dijwartir bibe. Sala 2017'an wê bibe sala hilweşandina dîktatoriya Tayyîp Erdogan-Devlet Bahçelî. Kes nikare pêşî li vê bigire. Ne zilma faşîst a ku Tayyîp Erdogan dike, ne jî bergerandina li Ewropa û Rûsyayê wê nikaribe Tayyîp Erdogan rizgar bike. Bi zilmê wê nikaribe bi ser bikeve. Di dawiya dawî de hesab ji yê zilmê dike tê pirsîn. Vaye gerîla li her derê dest bi çalakiyên hesabpirsîna ji faşîzmê kiriye. Di serî de berxwedana gerîla, ez berxwedana jinan, ciwanan, gelê me û gelên Tirkiyeyê ya li dijî faşîzmê, silav dikim."

SÛR Û NISÊBÎN JI BO ARTÊŞÊ Û POLÎSAN VEGUHERÎ SENDROMÊ

Kalkan diyar kir, hilweşandina Sûr bêçaretiya AKP'ê radixe pêş çavan û wiha dewam kir: "Bûye dijminê her tiştî. Ji ber ku di berxwedana Sûrê de bi rastî jî 4 Tabûr tasfiye bûn. Sûr û Nisêbîn ji bo wan bû semromek. Welê li wan hat, ku êdî bi narkotîk û alkolê mirov dadigirt û bi vî rengî dişandin van cihan. Ancax bi madeyen hişbir dikarîbûn biçin wê derê. Nexwe kesî nedixwest bi ser şoreşgerên li Sûrê li ber xwe didan ve biçin. Di nava artêşê û polîsan de tirs û sendromek rû da bû. Tirsa hilweşîneke mezin bi Tayyîp Erdogan ketibû. Welê lê hat, ew tirsa hilweşînê veguherî dijminatiya li Sûrê. Ev dijminatî dijminatiya li Amedê ye. Dijminatiya li Amedê dijminatiya li Kurdan e. Derket holê ku Tayyîp Erdogan dostê Kurdan nîne, dijminê herî mezin ê Kurdan e, kujerê Kurdan e. Kulê li serê wî ket û keçelê wî xuya kir. Cismê rastî derkete holê, kue v jî polîtîka û zîhniyeteke faşîst-qirker-mêtînger e."

ERDOGAN ÇIQASÎ ÊRÎŞ BIKE BILA BIKE, WÊ NIKARIBE MIROV Û ÇANDA 5 HEZAR SALÎ YA SÛRÊ TÊK BIBE

Kalkan wiha dewam kir: "Tayyîp Erdogan çiqasî dixwaze bila êrîş bike. Çiyagerên ku duh lehengên Sûrê bûn, îro jî lehengên Sûrê ne. Jin, ciwan, zarokên Sûrê naqedin. Ew zarokên bajarekî pênc hezar salî ne. Ne weke Tayyîp Erdogan in, ku nayê zanîn bê ji ku hatiye. Ew bajar jî bajarekî pênc hezar salî ye. Ew Sûr berî niha bi 5 hezar salan hatiye çêkirin. Li wê derê çandeke civaka xwecihî ya pênc hezar salî heye. Mirovan ew pejirandine, daqurtandine û bi vî rengî li ser wê teşe girtine. Kes nikare wan ji wir derxîne, kes nikare bi wan. Civakîtiya Sûrê ne ya ji hev xistinê ye.

Gelê Sûrê, jin û ciwanên wê baş bi vê rastiyê dizanin. Lazim e hê bêhtir li ber xwe bidin. Pêwîste kesek nehêle mal û kolana wan bê hilweşandin. Dîroka pênc hezar salan divê were parastin. Divê destek ji Sûrê re were dayin. Ez bang li hemû rewşenbîr, hunermend, parêzvanên mafên mirovan û hêzên siyasî dikim ku bi gelê Sûrê re bibin yek. Divê xwedî li gelê Sûrê derkevin."

QADA SIYASETA DEMOKRATÎK LI BER XWE DIDE, SERÎ LI BER FAŞÎZMÊ NETEWAND

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan bi wesîleya salvegera 7'ê Hezîranê rewşa qada siyaseta demokratîk nirxand û got, "Qada siyaseta demokratîk li ber xwe dide. Serî li ber faşîzmê netewand, helwesteka berxwedanê nîşan dan. Li meclîsê, li kolanan, li çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hev re li ber xwe didin. Ketin zindanê û li wê derê jî bi rengekî cidî li ber xwe didin. Ev rewş girîng e."

Kalkan ragihand, eger piştî 7'ê Hezîranê siyaseta demokratîk kar bikira, partî û lîderên li Tirkiyeyê xwedî zîhniyet û siyaseteke demokratîk bûna, hingî wê pêşî li çareseriya siyasî ya demokratîk vebûye û aştî û demokrasî bafiriya. Kalkan bi dewamî got, "Lê belê hate dîtin ku rewş ne bi vî rengî ye. Demokrasiya AKP'ê tenê gotin e. Rûyê wê yê rast, faşîzmeke mîna qeşayê cemidî ye. Rêxistinbûn û feraseta faşîst a ku senteza Tirk-Îslam jê re tê gotin û îttîhat û terakkî tê, mîna xwe dewam dike. AKP-MHP ji bo parastina desthilatdariya xwe, êrîşên bi her awayî dane pêş çavên xwe. Mîna Neron ê ku Roma şewitand, ji wan tê ku her devera Tirkiyeyê bişewitînin. HDP ev yek jiya û bi vî awayî dît. Gumanên di vê mijarê de ji holê rabûn.

Halbûkî weke PKK'ê me dixwest, kesek bi kêliyekê jî nesekine û ji 8'ê Hezîranê û pê ve siyaseteke aktîf were kirin. Li ser vê bingehê me bang kir. Me diyar kir, ku yên siyasetê nekin wê zilm li wan bê kirin û me derdorên pêwendîdar hişyar kir. Lê belê, ya me baş neda fêhmkirin ya jî yên fêhm kirin baş fêhm nekirin."

HDP'Ê LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DEST JI TI ÇEPERÊ BERNEDA; EM VÊ GIRÎNG DIBÎNIN

Kalkan destnîşan kir, ku alternatîfa faşîzmê, demokrasî ye û wiha dewam kir: "HDP pêşengiyê ji vê re dike. HDP'ê zerar jî dît, lê belê serî netewand. Lê dikarîbû hê afirîner bûya, hê rêbazên dewlemend bafiranda. Dikarîbû berxwedaneke hê bi bandor bi rêxistin bikira. Ya heyî ne li gorî bendewariyan e. Kêmî vê ye. Dikarin hê bêhtir li ber xwe bidin. Lê belê divê mirov asta heyî jî biçûk nebînin. Em girîng dibînin. Lewma ti çeper neterikandine. Ev jî gelekî girîng e. Li dijî faşîzmê nabe ku mirov çeperekê biterikîne."

DIVÊ CIVAKA TIRKIYEYÊ ZANIBE, KU DEWLET LI SER NAVÊ WAN QIRKIRINÊ DIKE, SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ DIKE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman, li ser navê civaka Tirkiyeyê komkujiyên herî giran ên dîrokê tên kirin û got, "Li Cizîrê, li Colemêrgê hatin kirin. Êrîş li Şengalê û li Rojava hate kirin. Li Sûr a Amedê tê kirin. AKP, weke rêveberiyeke ku dibêje ew civaka Tirkiyeyê temsîl dike, êrîşî her tiştên bi navê Kurdîtiyê dike. Lazim e civaka Tirkiyeyê zanibe, ku li ser navê wan qirkirin tê kirin, sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin. Divê li dijî vê bisekinin. Helwesta bi rengê 'Em ê nebin hevparê vî sûcî' helwesteke baş bû. Lê pêwîst bû li şûna vê bihata gotin, 'Em ê li dijî vî sûcî derkevin, em ê yên ku vî sûcî dikin tine bikin' ya jî 'em ê nehêlin ev sûc were kirin'. Tevî ku ev negotin jî êrîşî wan kirin. Yên êrîşê dikin dixwazin bêjin 'ez ê sûcê li dijî mirovahiyê bikim, tu yê jî xwedî li min derkeve'. Divê ti kes xwedî li vî sûcî dernekeve. Pêwîste Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî bi tenê li naverastê werin hiştin. Bila li wan welê bê ku cihekî bireve, qulikek xwe tê de veşêre, nebînin. Eger li vê cîhanê wê demokrasî û azadî pêk were, ya ku bibe para van, ev e. Jin, ciwan û gelên Tirkiyeyê wê Fîgen Yuksekdag û Nûrsel Aydogan baştir fêhm bikin."

HÊZÊN DEMOKRATÎK ŞOREŞGER, WÊ HÊ BI XURTÎ LI BER XWE BIDIN Û TEQEZ BI SER BIKEVIN

Kalkan bal kişand ser rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û rêxistinên demokratîk şoreşger ên li dijî faşîzmê disekinin û wiha pê de çû: "Tevgereke mezin a antî faşîst heye. HDP, HDK hene. Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan heye. Tevgera demokratîk şoreşger, di nava yekîtiyê de ye. Li dijî faşîzmê li ber xwe dide. Pêwîste civaka Tirkiyeyê vê bibîne. Ciwanên Tirkiyeyî yên mîna Mahîr Çayan, berxwedana li dijî faşîzmê dan destpêkirin. Di dema nêz de, pêşengên mîna Ûlaş Bayraktaroglû ev têkoşîn meşandin. Niha jî bi rengekî yekîtiyê gel li dijî faşîzmê dibin yek. Li dijî faşîzmê hêzên demokratîk şoreşger, yekîtiya xwe xurtir dikin. Wê li ber xwe bidin û teqez bi ser bikevin."

BI ŞERTÊ DIJBERIYA LI KURDAN, AMADE YE BI HER AWAYÎ TAWÎZAN BIDE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bibîr xist, ku beriya referandûmê wan bal kişandibûn ser du xusûsan û ev nirxandin kir: "Me gotibû, 'Eger di referandûmê de dengê 'erê' derkeve, wê li nava welêt faşîzm, zext û zilma li ser gel zêde bibe û li derveyî welat jî Erdogan wê ji hemû gotinên xwe vegere. Me destnîşan kiribû, ku quretî wê li aliyekî bimîne û Erdogan wê li ber derdorê bigere. Ji xwe ev jî bû. Faşîzmeke qat bi qat ji ya 12'ê Îlonê û dîktatoriya Saddam girantir tê kirin. Li derve jî dest bi polîtîkaya 'libergerandinê' kir. Ji Rûsyayê heta Ewropayê rewş ji bo AKP'ê bi vî rengî ye. Çapemeniya AKP'ê ji vê re dibêje 'hişyarî û peyam'. Lê li holê hişyarî û peyam nîne. Bazarî libergerîn heye.

Hewl dide faşîzm, zilm û qirkirina ku li nava welêt dike, binixumîne. Ji bo vê zilmê hê bêhtir bike, hewl dide piştgiriyê werbigire. Hewl dide xwe bide qebûlkirin. Di vî warî de bi mejiyê bazirganekî tevdigere. Her tiştên Tirkiyeyê xistiye bazarê. Bi şertê dijberiya li Kurdan, amade ye bi her awayî tawîzan bide. Dibêje, 'Dengê xwe ji qirkirina Kurdan re dernexînin, qebûl bikin. Hûn çi ji min dixwazin ez ê bidim we'. Her tiştên Tirkiyeyê di berdêla vê de pêşkêş dike. Di bingeha bazariya AKP'ê ya bi DYA, Rûsya û Çînê re ev heye. Esas di binê bazara bi Ewropayê re dike ev heye. Bazara li ser Kurdan ev sed û pêncî sal in dewam dike. Hebûn û têkoşîna azadiyê ya Kurdan pêşkêşî bazarê hatiye kirin û hêzên desthilatdarîparêz ên dewleteperest danûstandinan bi hev re dikin. Rola DYA, bi taybetî ya Ewropayê di vir de gelekî zêde ye. Di hevdîtinên dawî de em nizanin bê DYA çi ji Tirkiyeyê girtiye. Bi wesîleya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ya li Reqayê, pêwîstiya DYA bi Kurdên li Rojava re heye. Ji ber vê yekê, dibe ku ji Tirkiyeyê re gotibe, 'dengê xwe ji wê re dernexîne, tu çi bi Kurdên li Bakur dike, em ê destekê bidin te."

DI BERDÊLA QEDEXEKIRINA ALÊN YPG, YPJ Û PYD'Ê DE GELO RÊVEBERIYA ELMAN JI TIRKIYEYÊ ÇI STAND?

Kalkan diyar kir, ev yek bazara li ser Kurdan e û got, "Sîstema înkar û tinekirina Kurdan, xefikek bi vî rengî ye. Sîstemeke ku li ser berjewendiyên hêzên dewletparêz desthilatdarêz û bazariyê ye. Bi lîstikê dilîzin, aliyê esasî yê mijarê ev e. 'Li dijî PKK'ê tu dikare her tiştî bike, lê dengê xwe ji YPG'ê re dernexîne!'. Elmanyayê jî flama û alên YPG, YPJ û PYD'ê qedexe kir. Ji ber ku Erdogan çû Ewropayê û bazarî kirin. Lazim e ev yek ji Elmanyayê were pirsîn; di berdêla vê de we çi girt? Tayyîp Erdogan kîjan berjewendiyên siyasî û aborî da we ku hûn YPJ'ê qedexe dikin? Wê çaxê bila alên DAIŞ'ê daliqînin li kolanên Elmanyayê. Rêveberiya Elman dikare bi ala DAIŞ'ê bimeşe. Ji xwe yên ku DAIŞ bi salan xwedî kir û kir belayê serê Kurdan, ew bûn. Ji aliyekî ve dibêjin, 'em li dijî DAIŞ'ê têdikoşin', li aliyê din jî bi bazariya Încîrlîkê ya jî bi bazariyên li ser aborî, siyasî û leşkerî, azadî û hebûna gelan dike qurban. Ji qirkirinên rêveberên li Tirkiyeyê dikin re dibin hevpar, wan ji nedîtî ve tên.

Beriya sê rojan li Îngilîstanê DAIŞ'ê êrîşek kir. Lê belê beriya wê di navbera Tirkiye û Îngilîstanê de têkilî hate danîn. Li serê Îngilîstanê rêvebereke jin heye. Yên ku gelê Îngilîstanê jî li dijî DAIŞ'ê diparêzin û di vê oxirê de têkoşîna herî mezin didin, jinên Kurd in. Lê belê li Sûrê, li Cizîrê, li Nisêbînê xaniyên wan jinên Kurd bi serê wan ve anîn xwarê. Gelo Theresa May a li serê Îngilîstanê ye, li ser vê çi difikire? Bi kesên li Cizîr, Sûrê xaniyên jinên Kurd bi serê wan ve anîn xwarê re tifaqê dikin. Bazariyê bi wan re dikin. Bazariyek li ser berjewendiyan. Li Amerîka jî, li Îngilîstanê jî, li Elmanyayê jî rewş bi vî rengî ye.

Halbûkî fermandarên YPJ'ê li Qesra Elysêe ya Fransayê hatin pêşwazîkirin. Çi bû? Eger sibe DAIŞ biqede, wê Kurd dîsa qedexe bin? Hinek dibêjin, 'Bila YPG û YPJ ne di nava lîsteya terorê de bin, lê bila PKK di nav de be'. Çi cudahî di navbera YPG û PKK'ê de heye? Her du jî li dijî faşîzma DAIŞ'ê têdikoşin."

BI FAŞÎZMÊ RE TIFAQ NABE, HELWESTA DIJBER DIVÊ

Dûran Kalkan diyar kir, têkilî û tifaq bi faşîzm û qirkirinê re nabe û got, "Ya divê were kirin, nîşandana helwestê ye. Çawa ku helwest li dijî Saddam nîşan dan, pêwîste helwesteke bi heman rengî li hemberî Tayyîp Erdogan jî nîşanb idin. Bi Hîtleriyê re lihevkirin nabe. Ew lihevkirin, rê li ber tinekirina Kurdan vedike. Nabe ku qirkirina gelekî ji nedîtî ve werin. Li wir siyaset nabe. Li wê derê têkiliyên berjewendiyan hene. Eger tu îro rabe li ser tinebûna hinekan tifaqê çêbike, wê sibe jî hinek rabin li ser tinebûna te tifaqê çêbike. Ev xetere ye û divê pêşî li vê bigirin."

PÊNGAVA RIZGARKIRINA REQAYÊ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di dewama axaftina xwe de Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê nirxand û ev tespît kir:

"Di pêvajoya nêz de dibe ku pêşketinên nû rû bidin. Rêveçûn vê yekê nîşan dide. Ji ber ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk operasyona Reqayê bi rengekî serketî didomînin. Xuya ye ji qadên zehmet bihurîne. Tebqa ji bo Reqayê yek ji cihên gelekî girîng bû. Piştî ku ev qediya, dibe ku operasyona Reqayê hê bi zû bi rê ve biçe. Lê belê hin hêz hene ku ji bo pêşî li têkçûna DAIŞ'ê bigirin xwe diperpitînin. Mesela hikumeta AKP-MHP'ê yek ji van e. Ji ber vê yekê bombe li Şengalê, li Rojava barandin. Beriya niha rêveberiya AKP'ê bi destê PDK'ê êrîşî Şengalê kir. Ji xwe jî, ji bo gefê li DYA bixwe, êrîşî Minbicê kir. Piştî ku li wir bi ser neket, vê carê bi balafirên şer êrîşî Şengalê û biryargeha YPG-YPJ'ê kir. Tevî vê yekê jî operasyona Reqayê dewam dike. Pêwîste mirov vê pîroz bikin. Li dijî hemû êrîşên TC. berxwedan û serketina YPG'ê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gelekî girîng e.

TÊKÇÛNA DAIŞ'Ê WÊ REWŞEKE NÛ BAFIRÎNE, NIRXANDINÊN NÛ HEWCE BIKE

Cih li DAIŞ'ê her gavê tengav dibe. Li aliyê Iraqê, plan hene ku hin bajar û bajarok ji DAIŞ'ê werin paqijkirin. Xuya ye Amerîkayê jî destek daye vê. Di rewşeke bi vî rengî de wê DAIŞ biçûktir bibe. Dibe ku bandora xwe bişikê û hilweş e. Ev yek wê rewşeke nû bafirîne. Hingî wê nirxandinên nû derkevin holê. Di binê van hevdîtinan de ev heye."

YEKANE HÊZA LI SÛRIYEYÊ XWEDÎ ÎRADEYA SIYASÎ Û LEŞKERÎ , QSD YE

Ji bo pêvajoya piştî rizgarkirina Reqayê Kalkan got, "Hê nediyar e ku piştî Reqayê wê aloziya navbera DYA û Îranê mezintir bibe, ya jî wê di ser Sûriyeyê re lihevkirinek pêk were. Her du dibetî jî hene. Pêkane nakokî û şer jî giran bibe, lihevkirin jî pêk were. Di vir de ya girîng ew e k hêzên demokratîk yekîtiya xwe xurtir bikin, ji bo afirandina Sûriyeya Demokratîk hêza xwe hê bi xurtî bi kar bînin û bibin xwedî însiyatîf. Bi hêza xwe divê qada xwe ya bandorê lê bike, mezin bike. Ji ber ku pêkan e, bazariyên xetere û hesabên xetere dikarin werin kirin. Li Sûriyeyê qala hin komên şer dikin, tê kirin. Lê belê ti bandora wan nîne. Bandora rêveberiya Esad jî cihê nîqaşê ye. Bandora Îran û Rûsyayê heye. Di rewşa heyî de li Sûriyeyê, yekane îradeya leşkerî û siyasî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk e."

Kalkan destnîşan kir, ku li Sûriyeyê yekane hêza xwedî îrade, Federasyona Sûriyeya Demokratîk e. Kalkan diyar kir, çareserî wê bi dînamîkên xwecihî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk wê pêk were.