1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Koma Nêrgizên Botan û notaya 8.
Koma Nêrgizên Botan û notaya 8.,koma,nêrgizên,botan,û,notaya,8

Koma Nêrgizên Botan û notaya 8.

Ewana, weke 8 hevrêyan li dijî polîkaya înkarger ya dewleta Tirk gotin ‘Emin Apocî’ û nerazîbûna xwe ragihandin. Piştre heman 8 hevrê di sala 2010’an de, pey notaya heştemîn, ango pey azadiyê ketin. 8 hevrêyên ji koma Nêrgizên Botan, piştî tevlî gerîlabûn sitrana “Şervanên Azadiyê” derxistin û bi vê sitranê dengvedan. Canfeda Botanê ku ji Koma Nêrgizên Botane, behsa çîroka ‘Koma Nêrgizên Botan’ ji ajansa me RojNews’ê re kir

A+ A-

BERÎTAN ZAGROS/ROJNEWS

 

Ji dema derketina Tevgera Azadiya Kurd heya niha dewleta Tirk ku Cizîra Botan weke “Serikê kunêrê” dibîne, ji zarokê wê heya kalê wê her timî bersiva wan ya li dijî faşîzma dewleta Tirk zelal û eşkere bûye. Di her kampanyayeke reşkirinê ya dewleta Tirk a li dijî PKK’ê dide meşandin de yê nerazîbûna destpêkê raber dike û her timî pîvan û hestên xwe yên bihêz yên welatparêziyê diparêzin, Cizîra Botan bûye.

 

Di temenê xwe yê zarok de bûn xwedî helwest

 

Li dijî axaftinên dewleta Tirk ya ji bo Kurdan dibêje, “talanker”, “Çar pênc kes” û “cahîl” beriya niha bi salan komeke zarokên Cizîrê, koma mûzikê ya Nêrgizên Botan avakirin. Bi sitrana ” Em ne çar in, ne çar çapulcî, em dimeşin bi milyonan, em Kurd in, Em in Apocî” di dilê herkesê de cih girtin. Piştî vê sitranê gelek sitranên din jî derxistin û rêya xwe berdewam kirin. Lê, di sala 2010-11’an de li dijî tecrîda li ser Rêber PKK’ê Abdullah Ocalan 8 endamên komê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê, nava refên gerîla.

 

 

 

‘Rêwîtiya ji emin Apocî heya ‘Şervanên Azadiyê’…

 

Em li çiyayên azad li rastê yek ji endamên koma Nêrgizên Botan, Canfeda Botan tên û dibêje, li çiya jî xebatên xwe yên hûnerî berdewam dikin û sitrana ‘Şervanên Azadiyê’ jî li çiya derxistine. Canfeda Botan ku dibêje, 2 endamên komê şehîdbûne wiha behsa çîroka komê dike: “Çanda dengbêjiya ya ji malbatê tê, min jî bandor dikir. Bi awayeke çalak dest bi xebatên hunerê kirin, bi tevlîbûna xebatên navenda çand û hûnerê ya Cizîrê re çêbû. Em bi sitrana Koma Nêrgizên Botan ya ‘Em in Apocî’ hatin nasîn. Ez di destpêka avabûna komê de nebûm. Min wana li Navenda Çanda Mezopotamyayê naskir û tevlî komê bûbûm.”

 

‘Em 8 endamên komê bihevre tevlîbûn’

 

Gerîla Cafeda ku dibêje bi armanca protestokirina tecrîda li ser Ocalan biryara tevlîbûnê dane, wiha behs dike, “Di koma me de 15-20 heval hebû. Me ji ber tecrîd, êşkence û qedexeya hevdîtina li gel Rêber Apo biryara tevlîbûne da. Di dawiya sala 2010’an de em 8 hevalên komê bi hevre tevlî şoreşê bûn. Beriya em tevlî bibin naskirina me ya ji rêxistinê re kêm bû lê, hestên rêhevaltiyê pir bihêzbû. Ji koma me du heval şehîd ketin. Heval Beşîr û Bager, di pevçûnê de şehîdbûn.”

 

Pey notaya 8. ketin

 

Canfeda ku dibêje notaya heştemîn ji bo wan azadiye diyar dike ku beriya tevlî bibin jî xebatên hunerî dikirin lê, piştî tevlî gerîla bûne wateya her tiştekî çêbûye. Canfeda Botan wiha pêde diçe: “Li çiya hestên mirov cûda dibe. Dema em di nava gel de bûn me sitran digot lê, me nedizanî em vêya ji bo çi dibêjin. Ew hest û kelecan nebû. Lê, dema em piştî tevlîbûn,  xebatên me zêdetir bi watebû û xebatên me bi hestyartirbûn. Weke şehîd Delîla jî dibêje, ‘Hûner şer e’. Gerîla jixwe hûner e.Wateya şer û huner pir mezin e. Hestên mirov bihêz dike.”