1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Varşovayê pêşangeha jin jiyan azadî
Li Varşovayê pêşangeha jin jiyan azadî,li,varşovayê,pêşangeha,jin,jiyan,azadî

Li Varşovayê pêşangeha jin jiyan azadî

A+ A-

Di 12’ê meha Cotmehê de li muzexaneya Varşova ya paytexta Polonyayê pêşangehek taybet ji bo jinan û karê jinên Kurd bi navê ‘Jin Jiyan Azadî’ hate vekirin. Tabloyên jinan bi çavên wênegirên jinên Kurd hatin nîşandan. Pêşangeh ew ê heya 28’ê Çileya 2024’an vekirî be.

Ev pêşangeh ji sala 2021’an ve ji aliyê Muzexaneyê ve amadekarî jêre tê kirin, armanc nîşandana kedek cuda ya jinên Kurd e ku ew karesat û nexweşiyên ku jinan li jinan qewimîne bidin nîşandan.

Di pêşangehê de wêneyên rojnameger Tewar Adil û wênegira ji Başûrê Kurdistanê Sara Namû hatin nîşandan. Tewar Adil bi navê “Werzê Jin” di televizyona JIN TV de bernameyekê çêdike û wêneyên wê yên ku di pêşangehê de hatine nîşandan ew wêne ne ku di bernameyê de jî hatine nîşandan. Tewar Adil lig undan geriyaya û wêneyên gundan girtiye. 

Tewar Adil got: “Armanca arşîvkirina van wêneyan derxistina ked û hêza jinên gundan e. Min xwest keda jinên Kurd bi rêya wêneyên xwe nîşanî cîhanê bidim.” 

Projeyeke xwedî çarçove û dirêj e

Çalakvana ziman û çanda Kurdî ya ji Bakûrê Kurdistanê Bêrîvan Matyar bi wêneyê jinan beşdarî pêşangehê bûye û derbarê armanca pêşangehê de got: “Jinên çar parçeyê Kurdistan û dîaspora beşdarî pêşangehê bûne da ku ked û hêza jinên Kurd bibînin. Pêşangeh di çarçoveya projeyek dem dirêj de hatiye amadekirin.”

Bêrîvan Metyar çend salan li Bakûrê Kurdistanê xebatên parastina ziman û çanda Kurdî û arşîvkirinê dike. Ew kombûnên jin saz dikin û kar hunerek cuda tê de hebe Bêrîvan Matyar wêneyên wan dikêşe û yek ji wan wêneyên ku Bêrîvan Matyar di pêşangehê de beşdar bûye wêneyê komek jinên dengbêj e ku li gel wan kar kiriye.

Ziman û çanda me jî cîhanî ye

Bêrîvan Metyar wiha behsa beşdarên pêşangehê kir: “Ew kesên ku serdana pêşangehê dike me piştgiriya wan kir, di pêşangehê de pirsên cuda dikirin. Rengînî cûdahî û çalakiyên jinên Kurd dibînin û ji bo hemûyan gelek balkêş bû. Em jî kesên cîhanê ne, ziman û çanda me bi cîhanê ve girêdayî ye. Ji ber wê parastin û hebûna vî ziman û çandê dibe erkê cîhanê jî û ev dewlemendiya çand û ziman, dewlemendiya cîhanî ye. Ji ber wê pêşangehên bi vî awayî rastiya van mijaran nîşan dide, rol û bandora ziman û çanda cîhanê radixwe berçavan.” 

Jin jiyan azadî êdî paradîgmayek e

Bêrîvan Matyar wiha behsa pêngava ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bandor li ser hemû jinên Kurd û jinên cîhanê kiriye kir û got: “Piştî qetilkirina Jina Emînî dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji aliyê cîhanê ve hate berzkirin û ev dirûşeme ji bo jinana êdî weke paradîgmayekê hate qebûlkirin. Dema ku hemû jinên cîhanê hatin ba hev û xwe bi  rêxistin kirin, em ê zêdetir bikarin deng û armanca ‘Jin Jiyan Azadî’ bigihînin cîhanê.”

NÛJÎNHA/VARŞOVA

YENI ÖZGÜR POLITIKA