1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. MAMOSTAYÊ GELÊRÎ Û TÊK’OŞER’Ê BÊHEMP’A YÊ DIJÎ FAŞÎZMÊ
MAMOSTAYÊ GELÊRÎ  Û TÊK’OŞER’Ê BÊHEMP’A YÊ DIJÎ FAŞÎZMÊ,mamostayê,gelêrî,û,têk,oşer,ê,bêhemp,a,yê,dijî,faşîzmê

MAMOSTAYÊ GELÊRÎ Û TÊK’OŞER’Ê BÊHEMP’A YÊ DIJÎ FAŞÎZMÊ

A+ A-

Navdarên me yên xwedî keda mezin

 

MAMOSTAYÊ GELÊRÎ

Û TÊKOŞERÊ BÊHEMPA YÊ DIJÎ FAŞÎZMÊ 

 

(Bi boneya 105-salîya Mamostayê keddar

ê Ermenîstana Sovêtî Cewoyê Emer Mamoyan)

 

 

Mamosta!…

Di jîyana her kesê me da r’ola mamosta p’ir’ mezin e, xazma, di pêvajoya dijwarîn a wek kes pêkhatin û şêwazgirtina me da.  Li bal her zar’okekê ji nava mamostayan da yek cuda dibe, yê ku di nava têgihîştina cîhana hawîrdorê û nirxan da bi şêweyekî cuda tê wat’edarkirin û dibe nîgara mamostayê wî/wê yê hizkirî. Piştî gelek salan jî mirov bi r’êzdarî û hizkirineke cuda wî mamostayê xwe bîr tine, nîgara wî di k’ûrahîya dilê xwe da bi germahî dip’arêze.  

Û ev jî xwezayî ye. Ma ne, her mirovek bi şêweyê xwe jîyanê û bûyerên r’ojane, yên ku li dora wî pêk tên, tê digihîje, bi şêweyê xwe wan hemûyan qîmet û wat’edar dike. Bi nêzîke bi vî awahî, p’ergala (sîstêm) cîhannaskirina mirov pêk tê û şêwazdar dibe

Divê bê zanîn, ku di cîhanê da nirx û hêjayî hene, yên ku, çiqas jî têgihştinên  cuda, wat’edarkirinên cihêr’eng û dem bai dem qîmetkirinên demî pêk bên, yek e, wat’eya wan a dîrokî nayê guher’tin. Hemû deman jî yek ji wan nirxan, bê guman, Mamosta bûye, yê ku di nava civakê da xwedî r’êz û hurmet bûye, gelekan hewl dane, mînanî wî bin, xewn û daxweza gelek dê û bavan ew bûye,  ku zar’oka wan jî di pêşer’ojê da bibe mamosta. 

Heya mînakên wisa hene, dema p’eyva mamosta bi wateyên perwerdeger û dersdar r’a wisa jî awazên wat’eyî yên dine dest anîne, yên wek: mîmarê şêwazdayîna r’uh û r’ewanê ciwan, sazûmandarê mirovê nû, afrînerê mirov û yên dinê. Û ev jî xwezayî ye, ma ne, armanca dawîyê ya pêvajoya p’erwerdeyê herdem jî mirov bûye û îro jî ew e, û mirov jî sert’aca hemû nirxan e, ew pîvana qîmetkirina wan e. Her t’enê cîhana bi îdêala mirovî nîgardarbûyî t’ekûz û bê kêmasî hatye dîtin, lewra jî k’arê mamosta yê sereke ew e, ku p’erwerdeya nivşê ciwan wisa bîne sêrî, ku ji bo cîhana wî ya r’ewanî nirxê herî bilind mirov be…   

Weha, piştî ku ez bi dîroka jîyan û şuxulvanîya yek ji lawên gelê k’urd ê navdar, mamostayê gelêrî yê bi nav û deng, r’êvebirê şareza û zane yê pêvejoya p’erwerdeyê, têk’oşer’ê dijî faşîzmê yê bêhemp’a û sazûmandarê bê westan ê serdemên aştîyê, Mamostayê k’eddar ê K’omara  Sovêtî ya Ermenîstanê Cewo ê Emer Mamoyan r’a bûm nas, û min xwest, di derbarê wî Mirovê Mezin da binivîsim,  r’ûh û r’ewanê min  bi van hizir û r’amanan hatibûn hingavtin…

Ez heya dawîyê bi bawer bûm, ku k’arê nivêsîna  di derbarê vî kesê navdar da dê  k’arekî hêsan nînbe, lewr ku t’evahîya jîyana wî ji hêlekê va bi k’arên bert’erefkirina dijwarî û astengîyan dagirtî  bûye, lê ji hêla dine va bi bûyerên  sazûmandarîyê û lehengêyan va t’uje bûye, wî Mirovê Mezin  t’evahêya jîyana xwe (nîvsedsaleke t’am!)  dîyarî  k’arê xwendin û p’erwerdeya nivşên nû yên gel xwe kirye, û hema bi wê yekê jî  jîyana wî wat’edar bûye.  Lêbelê, ez wisan jî bi bawer bûm, ku pêkanîna wî k’arî dê ji bo min r’ûmeteke mezin be – hem wek mirov, hem jî wek r’ojnameger…

 

Tevahîya gotarê hûn dikarin li jorê, di pdfde bixwînin!